SEKVAN -10-,sekvan,10

SEKVAN -10-

A+ A-

Werger: Mordem ZEL

Di nav hewşê de dareka gûzê ya kevnare hebû. Derketina qatên jorê qonaxa ku ji sedan wetaq û kîleran pêk dihatin, bi çar dirinceyên ji textikan hatibûn çêkirin pêkan bû. Qonax wisa bi mîmariyekî hatibû çêkirin ku di hemû wetaqên qata didûyan de du şibak hebûn; şibakên bi boyaxa heşîn hatibû boyaxkirin berê yekî li hewşê, yeka din li derve bûn. Li pêşiya hemû şibakan, şaneşînên bi desteka qelasên qalind hatibûn çêkirin. Qasekî li hewşê sekinîm û min li qonaxê temaşe kir. Di nav guliyên dara gûzê de çend heb qijikan dikirin qîjînî û bi hevdu digirtin. Gava em têketin hewşê, du merivan berfa hewşê micirfe dikirin. Ji qata jorîn a qonaxê dengê girîna zarokek dihatin. Min çeka xwe danî ber qurmê dara gûzê û min berfa ser xwe paqij kir. Ji odeyekî keçikeka bejnzirav derket. Çiqas dişibiyan Zel'ê. Hew mabû ez bazbidim biçim wê hembêz bikim. Porê keçikê jî weke yê Zel'ê dirêj û reş bû. Têgihîştim ku ev ne Zel e, Zel miriya ye, ez bêkêf û tehl bûm, pêtekî agir ket hundirê min şewitand. Hew mabû di nav berfê de bikevim erdê. Ji nîşka ve min xwe spart qurmê dara gûzê ya bi qasî pêlê du însanan fireh bû û li ser piya sekinîm. Zel, niha tam li qarşî min bû. Weke siyê geh xuya dikir geh wenda dibû. Bi xwendina azana di minareya mizgefta rojavayê Pîronê de min xwe da hev; Dîmenê Zel'ê jî ji ber çavên min wenda bû. Min çek û heqîba xwe girt û di silima bi textikan çêkirî de derketim qata didûyan. Kalepîrê mêrewa ji şaneşînê derket hat min pêşwazî kir û min bir wetaqa Şêx Seîd lê rûniştî bû. Beriya têkevim hundir min pêlav û kincên xwe yên ji berfê paqij kir.

 

Gava ez têketim odeyê Şêx Seîd tevî Evdilrehîm û bi dehan şêx û mele bi cemaetî nimêj dikirin. Şêx Seîd li kêleka sobeya ku li nava malê bi gumegum daxistî rûniştî bû. Li kêleka wî Mele Bekirê del û dîn ê ku rî û simêlê wî ketibû nav hev hebû. Ji bona ez îsirheta wan xira nekim derbasî ber şibaka berevajî ya hewşê ku li derve mêze dikir bûm û min li barîna berfê temaşe kir. Ode germ bû. Bi germbûnê re ku cemeda dest û rûyê min heliya, hêdî hêdî canê min tevizî. Bi herdu destan min dest bi firikandina serûçavê xwe kir. Lingê min ê şil jî tevizî bûn. Ewqas westiyayî û bêhal bûm ku bi zehmetî li ser piya disekiniyam; heke min cihekî razana bidîtana, bi seet û rojan min ê serê xwe danî bikiran û razama. Germahiya odeyê min tevizandibû. Hema wisa li ser piya min çavên xwe germ kir. Şêx Seîd, min ji ev xewna şîrîn hişyar kir û bi devkenî got: "Li ser piya tu razayî kurê min! Qey tu pir westiyayî?" Bi destê xwe yê rastê sûreta min firikand, piştre ligel min li ser piya sekinî û tevî min di nav bêdengiyê de li barîna berfê temaşe kir. Min Şêx Seîd xemgîn û bifikar dît. Te digot qey siya daristanekî dirrinde girtiye ser kûrahiya ew awirên wî yê zanist û bi bandor. Min sebebê dilnerehetiya Şêx Seîd texmîn dikir. Dengê qîrîn û dirûşmên helkê Pîronê yên li derdora qonaxê civiya bûn û dengê def û zirneya ku bê navber lêdiketin ji qonaxê dihatin bihîstin. Berevajî kêmbûnê her diçû li kolanê deng zêdetir dibû. Şêx Seîd kir miremir û got: "Her ku diçe zêde dibin!" Bi ser Evdilrehîmê birayê xwe ve zivirî û got: "Qey ji bo belavbûnê te ji wan re tiştek negot?"

 

"Min got. Lê kesê xwe ji cihê xwe nelivand. Her ku diçe jî zêdetir dibin."

 

"Çi dixwazin?"

 

"Li benda axaftina te ne."

 

"Di vê sar û sermayê de tevahiya şevê meşiyame, te behsa rehtbûna min kir?"

 

"Min got. Lê, guhdariya min nekirin. Daxwaza wan dîtina te ye."

 

Şêx Seîd got: "De ka bise parî xwe germ bikim. Ez birçî jî bûm e. Tiştekî xwarinê bîne em bixwin. Ez rabim ji miletê re çend gotinan bêjim."

 

Cemeda rûçavê wî heliya bû, serûçav lê sor û sorçiko bûbûn. Gava min li pepûkên berfê yên ji ezman dadiketin mêze dikir Zel diketin bîra min, dilê min weke heskirina min a jê re weke agir germ dibû. Barîna berfê wek mûcîzeyê bû, min xwe fêmkiribû nekiribû herdem bi barîna berfê hestiyar dibûm. Xizmetkaran ji bo xwarinê li ser sêniyan firiqan dikişandin odeyê. Li sê cihên cûda sifre hatibû amade kirin. Tam me amadekariya rûniştina ser sifreyê dikirin ku Şêx Seîd kire pistepist û got: "Binêre, li eskeran!" Min li cihê ku Şêx Seîd nîşan da mêze kir; mafdar bû. Du esker li pişt darên fêkiyan ê bexçeyê qonaxê sîper girtibûn. Gava bi baldarî nihêrîm, min dît ku bi dehan esker dor ji qonaxê girtin e. Bi tevgera însanên li odeyê ku li pêşiya şibakê civiyan, Şêx Seîd hişyarî da û got: "Xwe paşve bidin! Dibe ku bi me ve bidin." Min qanadek şibakê vekir û lûleya tifinga xwe tê de bi der ve rast kir û sekinîm. Çend kesên din jî tevlî min bûn. Çend kesan jî çekên xwe girtin û derketin derve. Şêx Seîd bifikar bûn. Got: "Sekan bin. Tifing neteqînin, ka em binêrin çi ji me dixwazin."

 

Evdilrehîm jî tifinga xwe girt û hat ba me. Bi fikar bû. Di rewşeke nizanibûn çi bike de bû; di her kêliyê de rengekî jê diçû rengekî dihatinê, pirî bêhnteng bû li cihê xwe nedisekiniyan.

 

Şêx Seîd, ji Evdirhîmê birayê xwe re got: "Divê em têneketana nava Pîronê! Bi çar lepan em kirin faqê!"

 

"Em ê niha çi bikin kekê?"

 

"Sekan be birayê min. Ez te qet baş nabînim. Xwe bide hev. Divê em baş bifikirin û wisa tevbigerin."

 

"Sekanbûn ne di destê min de ye. Di mala min de têketina te ya kemînê, min diqeherîne. Min şaşî kir ku bi Qasoyê serwer ê hevçengê te bawer bûm û min te vexwend Pîronê."

 

"Qey Bînbaşî Qaso dizanibû ez têm Pîronê?"

 

"Erê. Di xwestina min a ji bo hatina te ya vêderê de zêdetir bandora wî çêbû. Min hem serê xwe, hem serê te kir bêlayê!"

 

"Te şaşî kiriye birayê min. Lê, êdî pir dereng e. Ka em binêrin dê bûyer me bi ku derê ve bikêşînin? Bila haya te ji Qaso hebe. Nizanim ji çi ye, lê baweriya min pê tune."

 

Evdilrehîm got: "Esker bi hêsanî nikarin bikevin qonaxê."

 

Bi vekirina derî re ku camêrek bejnbilind ê çekdar têkete hundir axaftina xwe nîvco hişt û derbasî ber camêr bû.

 

"Li derve çi diqewime?"

 

Camêr bi helkehelkê ketibû û got: "Eskeran dor ji qonaxê girtin e, heta li hewşê jî esker hene. Li pêşberî hev, em di kemînê de sekinîn e. Xelkê ku li derdora qonaxê civiyane jî, bibe nebe bi nezanî dikin qîreqîr. Her gavê îhtîmal heye ku esker û xelk şer bikin. Rewş xirabtir dibe! Em ê çawa bikin?" 

Ji ber ku ji çeperê derketibû, kincên ser bi berfê pêçayî bûn.

 

Evdilrehîm, li pêşiya camêr xwe rep kir û got: "Esker çi dixwazin?"

 

"Dixwazin Şêx Seîd û yên pê re radestî wan bibin."

 

"Fermandarê cendirmeyan kî ye?"

 

"Serefser Hesen Hiznî û pêşefserê leşkerî yê pîledar Mistefa Asim in. Serefser Hesen Hiznî, niha tevî cendirmeyan li hewşê ye. Dixwaze bi we re hevdîtin çêke."

 

"Hevalên me li ku ne?"

 

"Hevalên me di çeperan da, li benda fermana we ne."

 

Evdilrehîm, li pêşiya Şêx Seîd xwe rep kir û got: "Em ê çawa bikin Kekê?"

 

"Parî sebir bike. Carek jî em bi serefserê cendirmeyan re biaxivin. Ka em binêrin çi dixwazin?"

 

"Daxwaza te û hevalên derdora te dikin kekê."

 

Şêx Seîd got: "Ka em ewilî bi wan ra biaxivin."

 

"Başe serçavan. Bila wek te be."

 

Min ji Şêx Seîd re got: "Qey tuyê radestî wan bibî Şêxê min?"

 

Têgihîştim ku bi ev pirsa min a ne li cih Şêx Seîd hat şikandin, xemgîn bûm. Şêx Seîd li rûçavên min nihêrî û bi rûyekî tehl mizicî.

 

"Heke ez radestî wan bibim, ew ê min jî weke serokê rêxistina Azadî Mîralay Xalid Begê Cibrî û hevalên wî bigrin bikin zindanê û demekê şûnda jî bi darvebikin. Ez ne ewqas xêvim ku bi vê nizanibim."

 

"Çima, ji bo darvekirinê çi sûcê te heye?"

 

"Xwestina yekîtî û azadiya vî gelî, di çavê rêveberan de sûçekî mezin e Emîn. Ji kuştina bi dehan însanan bêtir sûcê giran e! Ez naxwazim xwîn bê rijandin. Bi ya min be, divê em di çarçoveya têkiliyên aştiyane de pirsgirêkên heyî çareser bikin. Wek hawê ez dibêjim na, dixwazin min mecbûrê rêbazên xwe bikin û bi vî hawî tune bikin."

 

Em ji odeyê derketin dermalê û şaneşînê, me li hevalên xwe û leşkerên di çeperan de bûn mêze kir. Serefserê leşkeran Hesen Hiznî, dît ku Şêx Seîd derket şaneşînê ji çepera xwe ya pişt dara gûzê rabû.

 

Şêx Seîd bi qîrînî got: "Nebe hûn tifing biteqînin!"

 

Serefser Hesen Hiznî jî bi ser cendirmeyan ve qîriya: "Hûn jî tifing neteqînin ha!"

 

"Hûn çi dixwazin?"

 

"Daxwaziya min, radestbûna we û qaçaxên derdora we ye."

 

"Tenê ez dikarim bi şertekî bi we re biaxivim qumandar beg."

 

"Şertê we çi ye?"

 

"Leşkerên xwe ji hewşê û dermalê qonaxê vekişîne. Ez ê werim ber derî, em li wir biaxivin. Li vir, cendirme û çekdarên min rûbirû ne, tifingekî biteqe dê gelek kes bêne kuştin. Naxwazim tu kes bê kuştin."

 

Fermandarê leşkeran got: "Başe, ez ê leşkeran bikişînim derê qonaxê. Tu jî were wê derê em biaxivin." Û ji cêba xwe îskokek deranî, fîkand: "Hadê rabin em ê vekişin derê qonaxê." 

 

Gava leşker ji hewşa qonaxê derketin der, me dît ku di çeperan de hemû bûne weke berfemêrî. Bi derketina wan re hevalên me yên çekdar jî, ji çeperên xwe rabûn li dora Şêx Seîd civiyan.

 

"Dernekeve der!"

 

"Heke tu derkevî derê qonaxê ew ê te bikujin Şêxê min."

 

"Ferman bike, em hemû cendirmeyan bikujin."

 

Şêx Seîd, bi ser çekdarên li dorê civiyabûn ve qîriya û wan hişyar kir: "Nebe nebe haa!" Piştre bi ser Evdilrehîmê birayê xwe de zivirî, "Bê destûra min bila tu kes gule neteqîne. Te fêm kir? Emîn, tu bi min re were. Divê em bi vî hawî têkiliyê bi hevalên xwe yê derê qonaxê re çêkin."

 

Gava em di deriyê bexçeyê qonaxê de derketin der, min dît kuçeya pêşiya qonaxê bi dev re tije însan bûye. Van însanan digel çepergirtina cendirmeyan a li binê berfê, dîtin ku Şêx Seîd derket derve bi yek dengî qîriyan û ji Şêx Seîd re li çepikan xistin. Çekdarên Şêx Seîd û Evdilrehîm li serê kuçeyan û li ser xaniyan di kemînê de xwe telandibûn; ewn û cendirme ketibûn nav hev. Serefser Hesen Hiznî tevî çar cendirmeyan li devê deriyê bexçeyê qonaxê sekinî bû. Hesen Hiznî, dûvçika tifinga xwe kiribû nav berfê û bi destê xwe yê rastê bi lûleya wê girtibû. Leşkerên derdora wî bi awayekî di rewşa li ser tetikan de hazir sekinandî bûn. Li aliyê wî yê çepê, cendirmeyekî ji wî qirasetir hebû dileriziya. Min fêm nekir, bê ka ji tirsa ye an ji ber sermayê ye diricife. Kûçikê devreş ê Evdilrehîm bi ewçe ewçê diranê xwe li cendirmeyên li devê deriyê bexçeyê qonaxê bûn sîq dikir. Du cewrikên biçûk jî piştgiriya wî dikirin. Gel, bi derketina derve ya Şêx Seîd re weke pêla avê nepixîn; cendirmeyên li pêşiya qelebalixê xwe kiribûn sîper, nikaribû însanan bikin bin qontrolê. Însan, ji bo xwe bigînin Şêx Seîd, bi dirûşman dikirin qîrîn û dixwestin benda ji cendirmeyan bişkînin.

 

Şêx Seîd, bi qasî çend metreyan çû nêzîkê serefser û sekinî. Ez, wê gavê li paş Şêx Seîd bûm. Di pêkhatina rewşekî awarte de, min kuştina serefser kiribû serê xwe. Evdilrehîm û neh deh çekdarên xwe li pişt dîwarê bexçeyê qonaxê di çeperan de sekinandî bûn. Xelkê Pîronê ferq kirin ku rewş xirab e, ji bo moral bidin Şêx Seîd dest bi qîrîniyê kirin.

 

"Bijî! Her hebe şêxê me!

 

"Ferman bike, em bimrin Şêxê min!"

 

"Eleqeya Şêxê me nekin!"

 

"Em bimirin jî, Şêxê xwe nadin we!" 

 

"Ji Şêx re azadî!"

 

"Bijî şêxê me!"

 

Qelebalix, weke ava barana biharê ya newalan tije bike, dîn û har dibû û nedihatin zeftkirin. Şêx Seîd vê rewşê li ber çavê xwe dît û mudaxile kir. Tam di wextê de mudaxile kiribû. Çimkî li ser xaniyekî duqat ê li serê kuçeyê du leşker ketibûn çeperê û berê lûleyên tifingên xwe li miletê rast kiribû. Şêx Seîd, derket ser dîwarê bexçeyê qonaxê û bi destê rastê xelkê silav kir û qîriya: "Sekan bin!" Bîstek şûnda qelebalixa di nav tevgerê de bêdeng bû û dest bi guhdarkirina Şêx Seîd kirin.

 

"Sekan bin. Heke hûn ji min hesdikin teşxeleyekî dernexînin û belav bin herin mala xwe!"

 

Ji nav qelebalixê dengekî bilind bû, qîriya: "Em te radestî cendirmeyan nakin Şêxê min!" Bi sedan deng tevlî dengê wî bûn. Deng li Pîronê belav bû; hetanî çiyayên pişt Pîronê olan da. Serefser got:

"Ez hatim bi te re biaxivin!"

 

"Biaxive. Vayê li qarşî te me. Dixwazî çi bêjî keremke."

 

"Daxwaziyeke min ji te heye. Heke tu daxwaziya min qebûl bikî, ez ê destûra derketina we ya ji Pîronê bidim!"

 

"Tu çi ji min dixwazî bêje?"

 

"Hin eşqiya hene bi te re digerin. Yek ji wan jî Nebiyê Gimgimî ye. Heke tu wan mehkûman bidî min ez ê eleqeya we nekim û destûra derketina we ya ji Pîronê bidim."

 

Şêx Seîd, di guhdarkirina serefser de bi ser min de zivirî û li min nihêrî. Xemgîn bû. Reng û rûçik lê zer bûbû. Evdilrehîm ji çeperê rabû hat rex Şêx Seîd. Pir bi hêrs bû. Weke conegayê zivistan di ser de bibore di firnikê poza xwe de nefes digirt didan, dikirin fişefiş û diranê xwe diseqandin. Bi ser fermandar ve zivirî û kire qîrînî.

 

"Binêre Hesen Hiznî beg, baş guhdariya min bike, tu me baş nasdikî. Tu bi urf û adetên me baş dizanî. Di urf û adetên me de mêvan nayên teslîmkirin. Divê tu heta niha vê bizanibûna. Koka min û malbata min bê jî ez mêvanên xwe radestî te nakim. Jê veger bila ji Pîronê derkevin biçin. Piştî ku derketin derê Pîronê hûn çi dikin bikin. Lê, ku tu hewl bidî mêvanên min rabigirî, ne tu ne leşkerên te, hûnê bi saxî ji vêderê xilas nabin!"

 

"Ez urf û adetên te nasnakim Evdilrehîm efendî! Ez qanûnê nasdikim. Fermana girtina sûçdaran li ser min e. Ez ê wan rabigirim bibim Diyarbekirê!"

 

Evdilrehîm got: "Nebe nebe tu vê bikî!"

 

"Nebe nebe, tu hewl nedî!

 

"Yan hûnê sûçdaran radestî min bikin, yan hûnê hemû bêne kuştinê."

 

Şêx Seîd ket navberê û got: "Sekan bin. Derdorê nedin velveleyê."

 

"Ji bo em têkiliya bi hevalên xwe re çêkin û bi hev bikin pêwistiya me bi demê heye. Tu dizanî hevalên me belawela ne. Divê bi awayekî ez xwe bigînim wan.

 

Serefser got: "Baş e, ji bona tu têkiliya bi hevalên xwe re çêbikî, seetekî muhlet didim te."

 

Lepikan ji destê xwe derxist û kir bêrika qocikê xwe. Bi vê xwebaweriya xwe ya zêde, di jiyana xwe de xetaya herî mezin kiribû.

 

Min plana di serê Şêx Seîd de derbas dibûn fêm dikir. Şêx Seîd, bi ser qelebalixa li kuçeyê komkirî ve zivirî û qîriya: "Hadê belav bin! Herin mala xwe!"

 

Bi vê fermana Şêx Seîd, qelebalixa derdora qonaxê hêdî hêdî belav bû. Piştî belavbûna însanan tevî Şêx Seîd em derbasî bexçeyê qonaxê bûn. Evdilrehîm bi awayekî hêrsok li dû me daxilê bexçeyê qonaxê bû.

 

"Tu dixwazî çi bikî kekê?"

 

"Min çi kiriye Evdilrehîm?.

 

"Qey tu nizanî, hetanî ez nemirim kes nikare mêvanên min teslîm bigire? Qey tu bi urf û adetên me nizanî?

 

Şêx Seîd, destê xwe yê rastê da ser devê Evdilrehîm û jê re got: "Hişşş! Sekan be!"

 

"Serefser lîstikek dilîze. Ji bo tunekirinê dixwaze me mecbûrî şîdetê bike. Ev kemînekî ye! Ez vê kemînê dibînim! Dixwazim ez rê û rêbazeke xilasiyê bidînim. Piştî girtina hevalên derdora min, qey ez ewqas xêvikim ku nizanim dê min jî bigrin? Di rastiyê de daxwaza wan ez im. Radestkirina hevalên me bihane ne. Ez dizanim dê min bigrin û bi darve jî bikin. Her hevalê me li malekî ne. Ji bo em zêde wendayî nedin, divê ez di derbarê plansaziya derketina ji Pîronê de wan jî agahdar bikim. Lewra min ji serefser xwest demekê bide me. Heke ez agahiya plansaziyê bi Emîn re bigînim Nebiyê Gimgimî, em ê karibin bi erzanî ji Pîronê derkevin. Niha sekan be. Heke tu bi ber bayê Bînbaşî Qaso neketana û te ez neaniyama Pîronê niha em di vê rewşê de nebûn. Vêga jî xetayekî neke û bê fikirandin nede ber hev û ser hev!

 

Bi sekanbûna Evdilrehîm re Şêx Seîd dest bi behskirina plansaziyê kir. Plansazî hêsan bû! Ji bo plansaziyê erkê agahdarkirina Nebî û Elî Riza'yê kurê wî da min. Ez ê weke qasid biçûma gel Nebî û Elî Riza, piştre em ê bi meqseda radestbûnê ji malê derbiketana der, bi derketina derve re ku em biketana kuçeyê, me yê dest bi şer bikirana û bi vî hawî em ê derbiketana derveyî Pîronê.

 

Min tifinga xwe berevajkî avêt pêlê xwe. Potekî spî bi serê lûleya wê ve girê da û tevî Şêx Seîd em derketin kuçeyê.

 

"Qumandar beg. Ji bona ez têkiliyê bi hevalên xwe re çêbikim ez ê vî xortê hanê bişînim. Tu yê qebûl bikî?"

 

Piştî çend deqeyan ku bi çavên xwe min pîva, got: "Baş e. Ez qebûl dikim."

 

Şêx Seîd, destê xwe bi aliyê min de hejand, got: "Here Emîn!"

 

Gava ez ber bi serefser ve meşiyam, çavê min li ser cendirmeyan bû. Hevalekî me yê li pişt dîwarê bexçeyê qonaxê sîpergirtibû demeka dirêj kuxiya. A rastî bêjim, ez ditirisyam. Gava ez ber bi serefserê cendirmeyan ve dimeşiyam, dilê min di qefesa singê min de teng dibû.

 

Serefser: "Tu bi tirkî dizanî?

 

Min serê xwe hejand: "Erê, ez bi Tirkî dizanim."

 

"Navê te çi ye?"

 

"Emîn."

 

"Navê te yê rastî ye?"

 

"Erê."

 

Serefser, bi awayekî hêrsok got: "Bila wisa be!"

 

Gelo min naskiribû? Min mereq kir. Lê min zêde girîngî pê nedît.

 

"Ez ê çend heb cendirme bidim kêleka te. Tevî cendirmeyan here. Hevalên te li mala Behrî ne. Me wan li wir asê kiriye. Ji bo teslîm bibin wan îqna bike. Nexwe ez ê hemûyan di hundirê malê de ganî ganî bişewitînim!" 

 

Şêx Seîd got: "Qumandar beg. Li ser soza xwe bisekine, bila tiştekî neyê serê hevalên min."

 

"Netirse, tiştek nayê serê hevalên te."

 

Berfa xwelik a bi şevê dibariyan niha vekiribû, lê hewa pir sar bû. Ez dicemidiyam. Cendirmeyê ku ji para ve lûleya tifinga xwe dabû nav pişta min, kelxekelxa wî bû dikuxiyan. Qefleyek beytik di ser me de firiyan daxilê bexçeyê qonaxê bûn. Diyarê xanî, dikan û qehwexaneyên li derdora kuçeya teng a derdiketin taxa Calan bi berfê pêçayî bûn.

 

Qehwexane û dikan girtî bûn; kuçe vikûvala bû. Li goşe û diyarê xaniyan û li pişt darên nav kuçeyan hem hevalên me, hem jî leşker ketibûn çeper an. Gava em ji kolanê bi aliyê çepê ve fitilîn, em ketin kuçeyeka teng a parxêl tê de bi zehmetî derbas dibû. Ev kuçeya teng, hetanî gir û tepikên Pîronê yên weke dêw bi berfê pêçayî ve dirêj dibûn. Bayekê dijwar ji aliyê van tepikan ve dihatin. Bayê, weke bablîsokê berfê bi hewa dixistin û bi ser taxa Pîronê ya jorîn ve dibarandin. Gava em nêzîkê mala Behrî ya duqat a bi dehan hevalên me yên çekdar û Nebî û Elî Riza tê de bûn, min dît ku ji aliyê cendirmeyan ve hatiye dorpêçkirin. Li hawirdorê bêdengî hebû. Ji bilî dengê bayê û car caran jî dengê ewçe ewça kûçikan his û pis tune bû. Weke dinya ker bibe bêdengiyê girtibû ser qonaxê. Berfa ku bi ser eskerên di sîperan de dibariyan, wisa disekiniyan. Gava me nêzîk li qonaxê kir, sê heb cendirme û çawîşekî ji çeperan derketin me pêşwazî kirin.

 

Çawîş got: "Hûn bi ku ve diçin?"

 

Yek ji cendirmeyên bi min re, got: "Fermandarê serefser Hesen Hiznî fermanê da, ev xortê hanê ew ê biçe fermana Şêx Seîd ragihîne kesên di hundir de ne da ku teslîm bibin."

 

Çawîş bi awayekî hêrsok bi ser min de qîriya û got: "Rast e?"

 

"Rast e. Şêx Seîd, ji bo kesên di malê de ne teslîm bibin min şand. Ez ê fermana Şêx Seîd ji wan re ragihînim."

 

Çawîş got: "Baş e. Here hundir!" û li cendirmeyan nihêrî serê xwe hejand. Pistapist kir û got:"Ez tênagihîjim, fermandar dixwaze çi bike." Ser û çavên xwe yê qeşa girtibû firikand. "Em ê li vir biqufilin."

 

Gava nêzîkê ber derî bûm, ez sekinîm û min li xanî mêze kir; tu liv û tevgerekî, an dengekî nedihatin ji malê. Gava di dirinceyên ji dar û textikan hatibû çêkirin de bi qata jor ve kişiyam, min dît di şibaka tenişta derî de lûleya du tifingan derketin der.

 

 

Min bi qîrînî bang kir: "Nebî! Ez im Emîn. Şêx Seîd min şand. Nebe nebe, hûn gule neteqînin!"

Bîstek şûnda deriyê qata jorîn jî vebû. Yekî ji nav wan bi qîrînî got: Were hundir!" Ev deng, dengê Elî Riza bû. Li gor fermana Şêx Seîd plansazî hate kirin. Me got em ê teslîm bibin û yek li dû yekî em derketin derve. Serê ewilî ez derketim der; li dû min Nebî, li dû Nebî, Elî Riza derket derve. Gava em derketin kuçeyê, berê tifingê cendirmeyan li me rastkirî bûn. Nabe ez nebêjim; ez tirisiyam. Lê ne zêde. Canê min weke terafa agir dişewitiya. Te digot qey ez xew dibînim. Şivika ku di destê min ê çepê de, serê wê bi potê spî girêdayî bû, ji bo herkes bidîne min rakir hewa. Cendirme ji tirsana newêrabûn xwe bidin ser me. Bociyek li ser pişta wî bûstek berf kom bûbû, di kuçeyên teng de ket pêşiya min. Birçî bûbû; dinaliyan, xwe davêtin lingê min. Dilê min pê şewitî. Min felqekî ji bastêxa tûyan ji bêrika xwe deranî da bocî. Gavek mabû ev tevgera min a bêwext rê li felaketekî mezin veke. Gava min destê xwe kir bêrika xwe, hew mabû eskerekî tifing bi min ve bide. Dît ku bastêx e, tifing neteqand. Tama bastêxê da devê bocî û boça xwe leqand û li dû min hat. Min dixwestin bocî ji dû mîn biqete. Bîstek şûnda, bi destpêka şer re ew ê di nav lingan de bihatana pelçiqandin. Niha bi hatina pêşiya qehwexaneyeka girtî re vegeriyam li Nebî nihêrîm. Gelo di plansaziyê de ewiqînek çêbûbû? Li gor plansaziyê, divê ji zû ve gule li eskerên me dişopandin bihatana teqandin. Gelo çima gule neteqandibûn? Eskeran tirsa li ser xwe davêtin û hêdî hêdî ber bi me ve dihatin û dîwarê ji eskeran li derdora me zeximtir dikirin. 

 

Min bi dizîka ji Nebî re got: "Em ê çi bikin?"

 

Nebî got: "Nizanim. Ka em hinek jî bisekinin." 

 

Hê gotina xwe neqedandibû, ji du aliyan ve gule li cendirmeyên derdora me hatin reşandin.

 

Bû qîreqîra cendirmeyan, virda wêda reviyan û ji bo veşartinê li çeperek geriyan. Hema bi qasî neh deh metre nêzîkê me du cendirmeyan tifingê xwe avêtin nav berfê û destê xwe bilind kirin xwestin teslîm bibin. Min hew dît ku Nebî berê tifinga xwe li wan rast kir, ez bi ser de qîriyam û min nehişt biteqîne. Wî camêrê efsanewî li rûçavên min nihêrî û li dijî leşkerên destê xwe rakiribûn tifinga xwe danî û neteqand. Me, ber bi tepik ve dest bi bazdanê kir. Roja heşr û nîzamê bû; dê weledê xwe davêtin; li çar aliyê Pîronê dengê teqereqa çekan bilind dibû. Guleyên ji çar aliyê min de dibariyan li dîwarê xaniyan û darên di nav berfê de qilûz bûbû diketin. Bi kerekaşoyî min xwe gihand pişt dareka gûzê ya li pêşiya xaniyekî yekqat. Li derdora min guleyan dikirin vîzînî, li qurm û guliyên dara gûzê diketin tê de dieliqiyan û berfa ser guliyan bi ser min de dikirin xwarê. Guleyên li erdê diketin, berfê weke toz û dûxanê li ba dikirin. Nebî, li pêşiya xaniyê ku li qarşî min bû, xwe avêt pişt kêşa êzangan û sîper girt. Ez jî bi awayekî şaşwaz nizanibûm çi bikim û li pişt dara gûzê sekinî bûm, min biryar nedidan ku gule biteqînim. Ez di rewşeke ecêb de bûm. Di vê roja man û nemanê de di nav berfê de bavê min dihatin ber çavên min. Guleyê li bin çeneya wî ketibû serî lê perçeperçe kiribû, mejî, hestî û porê wî li nav malê raxistibû. Gewdeyê wî yê bê serî li nav malê di nav gola xwînê de bû. Tifinga pê xwe kuştibû di nav xwînê de bû. Bi hezaran mêş li ser xwîna wî kom bûbûn. Xwişka min weke batirsokê li ber cenazeyê bavê min li ser piya sekinî bû.

 

Nebî bi ser min de qîriya: "Emîn... Emîn çima tu şer nakî?

 

Bi dengê Nebî re min xwe da hev. Du cendirme di nav berfê de bi kerekaşoyî nêzîkê min bûbûn û ber bi min ve hatibûn. Niha ez di çat û terka rêyek da bûm.

 

 

Yan min ê cendirmeyan bikuştana, yan jî dê wan min bikuştana. Ji bona însanan min mecbûrî yek ji van herdû vebijarkan hiştibû, min ji wan nifretê dikirin. Bere bere, gav bi gav cendirme nêzîk dibûn. Bîstek şûnda dê xwe bigîhandana min û bi singûyan min bikirana weke kuna seradê. Nebî, dît ku cendirmeyan nêzîk li min kiriye, di sîpera xwe de kir qîrînî: "Lê de!"

Wê gavê hîdetê min girt û kesayetiya di hundirê min de derket der. Êdî ez nikaribûm xwe bigrim bin qontrolê. Ew kesê duyem ê di hundirê min de digot: "Hemûyan bikuje!" Min berê tifinga xwe li van herdû cendirmeyan rast kir; gava min pêçî li tetikê kir çavê min tije bûn, kûr kûr giriyam. Min kişandibûn nav jiyana li gor dilê xwe û min jî şibandibûn xwe. Wê gavê min bixwestana dikaribûm bi dehan cendirme bikujim; lê min wan nekûşt, tenê min guleyan li derdora wan direşandin ku bitirsin û birevin. Nexwe ew cinawirê di dilê min de ferman dikir digot: "Bi nava serî ve bide! Dil pê neşewitîne! Wan, dê û xwişka min û jina min ganî ganî di nav êgir de şewitandin! Dil bi wan neşewitîne!"

Di wê kêliyê de jî ez li gor fermana cinawirê dilê xwe tevnegeriyam. Min nedixwestin bibim wek wan kesên dê û xwişk û hevala min di nav agir de ganî ganî şewitandibûn. Hem min tevahiya dinyayê di zikê hevdu re derbas bikirana jî êdî ew paşve nedihatin. Tam min dil kir ku ji pişta dara gûzê derkevim, min hew dît kerekî boz ji axura ber min derket kir zirazir û daxilî kuçeya şer lê diqemiya bû; ker zêde pêşve neçû. Bi dehan gule lê ketin û bi ser berfê de qelibî. Bi qasî çend deqeyan lingê xwe kirkişand û şûnda mir. Di mala rex min de dengê girîna jinan dihatin. Di serê kuçeyê de ku bi dehan kesên çekdar hatin ez ji çepera xwe derketim. Kuçe vala bûbû. Qismekî cendirme teslîm bûbûn, qismekî şer kiribûn û paşve kişiyabûn. Şer li derveyî Pîronê giran bûbû. Bîstek şûnda bi derketina insanên ji malan kuçe tije bû.

 

Di destê hin hesan de çov, hin kesan de kêr, bivir, qedûm û bêr hebûn. Çi ketibû destê însanan girtibûn û ferqizîbûn kuçeyê êrişê cendirmeyan dikirin. Diqîriyan, dikirin qarewar, weke hişê xwe bixwin çepûrast lihev diçûn û dihatin, cendirmeyê bi destê wan biketana bi halê halî dikutandin û wan li nav berfê dirêj dikirin. Ji mala rex min faniyekî ji dayîk kerr û lal bûyî, bi pêhnê pêxwas derket, di destê wî de qirimeka kevn a parsgirtî, dûvê wê bi qasî du caran li qama wî, xwe avêtibûn kuçeyê. Qirimê rakiribû hewa, di nav berfê da xwe bilind diavêtin, dengên ecêb û sosret derdixistin û qirimê di ser serê xwe da digerandin. Bîstek şûnda du zarokên ji vî faniyê pîr biçûktir hatin. Ew jî tevlî kalepîr bûn û wekî wî zûriyan û xwe bilind avêtin. Tifinga min li ser tetikê di kuçeyê de min dest bi meşê kir; di kuçeyê de şopên xwînê hebûn. Însanên ji malên xwe derketibûn derve, gav bi gav zêdetir dibûn û kuçeyê tijî dikirin. Bi hêrs bûn. Cendirmeyekî birîndar ê nikaribûye bireve, di nav berfê de veşartî dîtin û wî girtin. Birîna wî pir xidar nebûn, lê pir xwîn jê çûbû. Cendirmeyê birîndar ê tenê peyvekê Kurdî nizanibû, weke xizalek stûxwar xwe di nav bi sedan însanên di destê wan de, çek û kêr, dar û bêr û qedûm û bivir de dît û melûl melûl li wan nihêrî. Pir tirisiya bû. Li rûçavên kalepîrê ku titûnê didan ser birîna linga xwe mêze dikir û dinaliyan, digiriyan û diranê xwe didan ser hev û hêstir dibarandin. Camêrekî jî dest û lingê cendirme ku mipmor bûbû difirikandin. Ji bo destê xwe tev nede esker hişyar dikir, ji bo esker bi Kurdî nizanibû weke rebenok ecêb ecêb li camêrê destê wî difirikandin dinêriya, hêstirê weke baranê bi serûçavê camêr ve dirijandin. Jineka navsere li ber cendirme bû, te digot qey merivê wê ye ew jî pê re digiriyan.

 

Bi sekanbûnê ra ku şer derbasî derê Pîronê bû, însanên ji malê xwe derketin der ligel hev kom bûn. Însanan dîtin ku li jêrê rê dûmana şewatê bilind dibe dora cendirme vala kirin û ber bi cihê şewatê ve bazdan. Ez jî weke pela hişk a bikeve ber naserê tevlî însanan bûm û bi aliyê herêma şewatê ve qesidîm. Weke ez hişê xwe wenda bikim. Di ser serê min da çem û robar diherikiyan, çavên min venedibûn. Ez di ferqa kirinên xwe da nebûm. Şewatê xaniyekî duqat û xaniyekî yekqat ê li kêleka hev alandibû. Her çiqas însanan bi fedakarî dixwestin êgir bitefînin jî bi derbasbûna demê re şewatê berfirehtir didan ber xwe û xaniyên derdorê jî dikirin bin xeteriya şewatê. Agirê ku ketibû max û mirdiyaqên xaniyan, weke cinawirekî harbûyî zimanê xwe li dora devê xwe bixe dikirin wildawild û her tiştê derdora xwe paqij dikirin. Dûman, gav bi gav li ezman belav dibûn û weke mija sibatoka dînik ser gund dipêça. Jineka navsere ya li ber mala xwe sekinandî, dît ku şewat ber bi mala wê ve diçe, ji ber tirsa canê xwe qîrînî dikir û bi bêrê li bizotikên êgir dixistin. Vê jinikê dişibiya dayîka min. Li wê derê, di nav berfê de min tilûnc da erdê; min serê xwe kir nav herdû destê xwe û girîyam. Kesên ku hewl didan agirê xaniyan bitefînin ji xwe qet haya wan ji min tune bû. Aax dayîka min a hêja, xwişka min a delal, berdilka min a xoşewîst Zel, gava agir xwe li laşê we pêçabû we çi kiribûn gelo? Ciwanek li kêleka min sekinandî bi çengê min girt û got: "Tu nexweş î?"

Ez lê nihêrîm, lê min bersiv nedayê. Min fêmnekiribû bê ka çi gotibû. Qajîn û qîrîna dê û xwişka min û Zel'ê di serê min de olan didan, min dîn dikirin. Te digot qey ew xaniyê dişewitiyan yê min e. Her tiştê ku berê qewimî bû, ez ji nû ve dijiyam. Min tehemilê bihîstina ev qajînî û qîrînan nedikirin. 

 

Wek hawê, hetanî ez bijîm ew ê pêsîra min di destê ev dengana de be? Min zêde tehemil nekir li êgir mêze kim. Ez rabûm ji wir reviyam. Gava ez gihaştim qonaxa Evdilrehîm, şerê li nav gund qediyabû, lê li derveyî gund hê jî didomiya. Şêx Seîd, li ber deriyê bexçe li ser piya sekinandîbû. Bi dîtina wî kêfxweş bûm. Evdilrehîm û pênc şeş kesên çekdar dor ji Sed Seîd girtibûn. Seyekî pîr ê ser mezin, pûrtê wî reş hema li ber lingê Şêx Seîd di nav berfê de tilûnc dabû; li însanên derdora Şêx Seîd kom bûbû dinêriya, hema her gavê bi awayekî nehewce dikir ewçe ewç û dixwestin bikêrbûna xwe bide îspatkirin. Cenazeyê du cendirmeyên ku di şer da hatibûn kuştinê li ser tawikê dabûn ser dîwar. Hema li kêleka wan jî cenazeyê sê heb gundiyan hebûn. Yek ji wan keçika yanzdeh salî bû. Cenazeyên cendirmeyan bi çarşefekî reş hatibû nixumandin. Sî çil heb jinên ku li ser cenazeyan kom bûbûn, bi dengekî bilind dikirin hewarî, li çok û singê  xwe dixistin, destê xwe li ser cenazeyan dihejandin û porê xwe dikişandin. Mêrên li derdora jinan li ser piya sekinandî jî di nav bêdengiyê de digiriyan. Dengê jinan ewqas bi êş bû ku te digot qey feryad û fîxana kevnare ya bi hezaran salan e...

Te digot qey tenê ew kêm bû, du heb kûçik di nav vê hengameyê de digixiyan û bi hev girtin. Xortekî panzdeh şanzdeh salî, ji bo kûçikan ji hev bike bi boça yekê girt, kûçik vegeriya êrişê wî kir. Camêrekî navsere yê bi simêl, heke bi qûndaxa tifinga xwe li kûçik nexistibana dibe ku kûçik wî xortî perçe bikirana. Gava ciwan ji binê kûçik rabû bi destê xwe yê xwîn jê dihat girt û ji wê derê dûr ket. Li aliyê bakurê qonaxê şewateke din hebû. Ev şewat, ji ya ku min dîtibû bêtir li qadeke berfireh belav bûbû. Xuriya vî agirê ku bi qasî sed, sed û pêncî metreyî bilind bûbû, weke vereşe dûmaneke reş bi hewa dixistin. Heyhameya bi sedan merivên ku ji bo tefandina êgir di derdora şewatê da diziviriyan heta şûna me dihatin.

 

Bîst û sê cendirmeyên dîl hatibûn girtinê, li pêşiya dîwarê bexçeyê qonaxê li kêleka hev rêzkirîbûn. Li kêleka cendirmeyan zêdetirî deh kesên çekdar hebûn. Yek ji cendirmeyan serê wî girêdayî bû. Gava ez di ber wan da derbas bûm, min yek ji ew cendirmeyên ku min biribû cem Nebî dîtim. Dilê min pê şewitî. Di rewşeka pir xirab da bû.

 

"Rewşa te çawa ye?"

 

Cendirme li nav çavê min nihêrî û got: "Wa tu dibînî!"

 

Di awirên wî de kifş bû, ewqas hewcedariya wî bi alîkariyek hebû ku bi dîtina yekî bi Tirkî dizane kêfxweş bûbû.

 

"Ew ê çi bikin bi me? Dê me bikujin?

 

Min got: "Netirsin. Dê tiştek bi we nekin."

 

"Tu bi rastî dibêjî?"

 

Min got: "Erê. Netirsin. Şêx Seîd merivekî ne xirab e" û rasteqîn derbasî gel Şêx Seîd bûm. Gava ez gihaştim ber, Şêx Seîd, berê xwe didan Evdilrehîmê birayê xwe. 

 

"Te çima wisa kir? Çima? Bê şêwrandina min û raziya hevalên min çawa te çekdaran şand Hênê, Licê, Erxeniyê û Çewlîgê û te fermana 'serhildan hatiye destpê kirin, hûn jî rabin' da? Te çawa vê kir?"

 

Şêx Seîd, ji behicana diricifiyan. "Te çawa vê kir haa!"

 

"Ez ewqas nefikirîm kekê."

 

"Divê tu bifikiriyana! Di mijareka ewqas girîng da bê şêwrandin û fikirandina min gera tu tevnegiriyana." 

 

Ji naskirina wî û vir de ev yekemcar bû min Şêx Seîd ewqas hêrsok û ewqas bêçare didîtin. Min wî nasnekir. Weke rêbirrek di binê poza birayê xwe de xwe rep kiribûn û bi dest û pêçiyan wî biçûk dixistin. 

 

"Min bibexşîne!"

 

"Di mijareke ewqas girîng da ku eleqadarî jiyana bi sedan, heta bi hezaran însanan e meriv ewqas bi ehmeqî tevdigere? Te di nav ked û xebata ku bi salanê bi hezaran însan didin da riya û te mehf kir!"

 

Ez ketim navberê û min got: "Sekan bin ezbenî!" Şêx Seîd bi ser min da zivirî û li min nihêrî.

 

"Rewşa te başe kurê min?"

 

"Erê, ez baş im."

 

"Di koma we da kesekê hat kuştinê?"

 

"Nizanim. Min yekî birîndar an kuştî nedît."

 

"Pir baş e! Tu dizanî vî birayê min çi kiriye Emîn?"

 

Min got: "Çî kiriye ezbenî?" Nexwe bîstek berê min şahidiya axaftina wan kiribû û pê hesiyabûm Evdilrehîm çi xeta kiriye.

 

Şêx Seîd got: "Di pêvajoya şerê çekdarî da bê şêwra me agahî şandiye Hênê, Çewlîg û Licê, gotiye 'serhildanê destpê kiriye, bila herkes rabe'

 

Gava min bi baldarî mêze kir, min dît ku çavên Şêx Seîd tije bûn e. Hejmara însanên li derdora Şêx Seîd wekî şepeyê pê de dihatin û zêde dibûn. Bi bihîstina çekan ra bi sedan kesên çekdar ê ji gundên derdora Pîronê jî hatibûn kuçeyên Pîronê tije kiribûn. 

 

 

"Şahîn! Şahîn tu li ku derê yî?"

 

"Em ê niha çi bikin Şêxê min?"

 

"Ferman bike em Amedê bigirin!"

 

"Ferman bike em bimirin Şêxê min!"

 

"Birayê min hatiye kuştinê!"

 

"Reviyan"

 

Merivên ku kuçeyê bi dev ra tije kiribûn weke bombeya pîma wê bê kişandin li ser tetikê bûn. Ji her seriyekî dengek derdiketin. Şêx Seîd, têgihîşt ku dê bêdengî rê li ber xirabiyê vebike dev ji biçûkxistina Evdilrehîmê birayê xwe berda û derket ser dîwar bang li xelkê kir.

 

"Niha bila herkes belav be here mala xwe. Yên ku tifingên wan hene bila çek û rextê xwe girê bidin, yên çekên wan tune bin jî bila bivir, qedûm, sator, xincer çi bi destê wan bikeve bigirin û di rewşa li ser tetikê de li benda fermana min bisekinin. Heta hûn fermaneka duyem ji min negirin gavekî neavêjin. Hat fêmkirin?"

 

Dengê wildawilda gotina, "Hat fêmkirin Şêxê min!" li Pîronê olan da û dengê çekên li derê Pîronê dihatin tepisand.

 

Dê bidome..

 

Gotinên miftehî :