1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. TAYBETMENDIYA EFSANEYAN
TAYBETMENDIYA EFSANEYAN,taybetmendiya,efsaneyan

TAYBETMENDIYA EFSANEYAN

Efsane, destan ango rîwayet, ji çîrokên devkî yên derasayî ra têne gotin

A+ A-

 

Her çiqas çavkaniyên pêbehskirinê yên ji serdemên berê û vegotinên yekem neyên zanîn jî, bi hezar salane di nav gel da qebûl têne dîtin û neqlê nifşên nûjen têne kirin; bi gelemperî ji bûyerên derasayî û mijarên di nav xwe da çêkirî, yanê ji çêkirina çîrokên xeyalî ra efsane tê gotin. Ev pênasekirin, di nav xwe da taybetmendiyên efsaneyan bi awayekî berfireh dihewînin. Di pêbehskirinê da jî tê fêmkirin ku yek ji berhemên wêjeya devkî yên çavkaniya wan ne diyar efsane ne. Efsane, ji devan neqlê devan hatine kirin û hetanî roja me ya îro hatine. Taybetmendiya herî berbiçav a efsaneyan ev e. Di nav xwe da berhemên xeyalî, mijar û kesên derasayî dihewînin.

 

Ji serdemên berê da ku mirovahî di sehneya dîrokê da hatiye dîtin û virda, li erdnîgariyên cuda, bûyergeh ango bûyîn û pêşketinên nav qewmî; bi demê ra bawerî, urf û adet, kevneşopî û di dirûvpêketina merasîman da hindik zêde rola cûreyekî çîrokan heye. Di zimanê me yê neqlî da, ji van pêbehskirin û vegotinan ra efsane ango destan têne gotin.

 

Ji pêkhate û derketina holê ya bûyereke xwezayî, ji nîşaneya jiyana kes ango kesên ku taybetmendiya wan a derasayî ya guhertina di yek xebatkarê xwezayê da ku bi awayekî zindî di bîr û xeyala civakê da, bi cihekî ango bi tiştekî vê tê girêdan û bi awayekî derasayî bûyer têne xemilandin ra efsane tê gotin.

 

Efsane, pêbehskirina çîroka kesekê rastî ango xeyalî û bûyer ango cih e. Efsaneyekî, dîroka nêz an jî dûr, vegotina têkildarî vegot û guhdarvane ku ewilî ji aliyê wan da tê bawerkirin. Vegotin, ji bûyerekî derasayî ya bi rê û rêbazên derî aqil tê behskirin ra tê gotin.

 

Yên ku di şûna gotina efsaneyê da rîwayet jî dibêjin hene. Ji efsaneyên olî ra menqîbe ango çîrçîrrok tên gotin. Van efsaneyan, di nav xwe da bêrîkirinên gel, nêrîna wan a dinyayî û tîpa însanekê xeyalî, ji cûreyên wêjeyî bêtir tûj derdixîne holê.

 

Riwayet ango efsane, çîrokên ku bi hezar salan neqlî nifşên nûjen hatîne kirin in. Bûyerên ku di efsaneyan da tên behskirin car caran dibe ku derasayî bin; lê bi piranî têkildarî bûyer û kesên ku di rastiyê da jiyane tên kirin. Van efsaneyan, bi kesên ku pêkhateyên qehremanî û lehengî pêk anîne ra têkildar in. Helbestvanê Yewnan ê kevn Homeros, di destanên Îlyada û Odysseia da ji efsaneyên qralî û qehremaniyê sûdwergirtiye. Çavkaniyên gelek çîrokên Qral Arthur û şovalyeyên wî têkildarî efsaneyan in. Çîroka gel a Ristemê Zal ku rastî ye jî, bi vegotinan tê xemilandin. Efsane, di çand û dîroka gelan da cihekê girîng digirin. Di heman demê da bi mîtolojiyê ra jî têne têkildar kirin.

 

Ji serdemên kevn da tê behskirin ku taybetmendiyên rûerdê yên derasayî pêbehskirina çîrokên efsanewî ne.

 

Efsane di nav xwe da hêmanên xeyalî dihewînîn.

Efsane, kurte pêbehskirinên sade yên nav civakê ne.

Rastiyên efsaneyan di nav xwe da objektîfî nahewînin.

Efsane, di çarçoveyên yek motîfan da şikl digrin.

Aliyê zanyarî yê lêkolîna efsaneyan dike mîtolojî tê gotin.

Sê kokên efsaneyan hene. Ol, dîrok, mîtolojî.

Piraniya efsaneyan nêzîkê çîrok û destanan in.

 

Ji ber ku efsane, şiklên modern çêdikin, di nav xwe da tiştên pîroz dihewînin.

Însanên ewilî, bi sebebê bûyerên xwezayî nîzanîbûn. Însan ji ku derê hatiye, bi ku derê ve diçe, wesfa navbera hebûn û tunebûnê, tevgera stêrkan, pêldayîna deryayê, barîna baranê; îcadkirina dirûvpêketinên madeyî, tiştên wek heywan, riwek, ax, daristan, çiya, agir, maden û hwd. wan kiriye nav tirs û xofê. Li hember van tiştan matmayî man e. Carna jî bi kelecanî û şanazî berê wan daye hin xeyalan. Van xeyalan rihê însan nedane olandin û  terza fikirandina jiyanê derxistine holê.

 

Ji bo ravekirina pêkhateyên efsanewî, divê ewilî kok bê lêkolînkirin. Çimkî gava dirûv bi efsaneyê bikeve, çavkaniyên xwedîbûnê û li gorî kokên xwe cûda dibin. Yanê tevahiya efsaneyan di heman pêkhate û dirûvlêketinê da derbas nabin. Heman tişt îfade nakin.

  

Gelo sebebê van cûdabûnan çi ye, çima di heman pêvajoyê da derbas nabin?

Bersiva van pirsan, têkildarî koka efsaneyan e. Koka efsaneyan ne yek e, têkildarî çend kokan e. Meriv dikare van kokan bi çar awayî pênase bike.

 

Kokên Mîtolojîk

Kokên Dîrokî

Kokên Olî

Kokên Fantastîk

 

 Mordem Zel

28.07.2021 Amed


Gotinên miftehî :