1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. WÊJE 6 - SERDEMA ANTÎK (800 b.z - 476 p.z.)
WÊJE 6 - SERDEMA ANTÎK (800 b.z - 476 p.z.),wêje,6,serdema,antîk,800,b,z,476,p,z

WÊJE 6 - SERDEMA ANTÎK (800 b.z - 476 p.z.)

Berhemên şanoya yunanan Beriya Zayinê di salên 500î de li bajardewleta yunanî Atînayê bi festivala ji bo rûmeta xudawendê şerabê Dîonysos derket holê.

A+ A-

Berhemên Şanoya Antîk

Berhemên şanoya yunanan Beriya Zayinê di salên 500î de li bajardewleta yunanî Atînayê bi festivala ji bo rûmeta xudawendê şerabê Dîonysos derket holê. Di nav demê de ev lîstika li ser dikekê, li pêş çavên temaşevanan tê lîstin, wekî şano hat binavkirin. Aischylos, Sofokles, Euripides û Arsîtofanes bûne şanogerên herî navdar. 

 

Li Yunanistanê di navbera şano û olê de girêdaneka xurt heye. Di şanoya Romayê de ev tu carî nebûye û di şanoya Romayê de ne trajedî lê komedî pir li pêş bû. Ev komedî piştre bû sedema hilweşîna şanoya antîk. 

 

 

Yunanistan, rêbaz û jiberxwevetî

Fîlozofê yunanî Arîstoteles hîn di sedsala 400î B.Z. de ”rêbaz”ên şanoya antîk diyar kiribû ku divê çewa bê lîstikandin.Gelek ji van rêbazan îroj jî neguherîne. Li gel van rêbazan jî, divê neyê jibîrkirin ku şanoya antîk destpêk û kokeka xwe ya jiberxwevetî ango spontanî heye. Şano, hunera kêliyê ye. 

 

 

Mîhrîcana Dîonysosî

Efsaneya derbarê xwedawendê şerabê Dîonysos de vedibêje ku Dîonysos her payîz dimire û her bihar ji nû ve vedijî. Yûnanî, her carê bi rîtuel û şahiyan bixêrhatina wî dikin. Di van rîtuelû şahiyan de şerab roleka grîng dilîze lê ev pîrozbahî divê neşibine şahiyên dêwîn ên serxweşbûnê. Lê têkiliyeke nêzîk heye di navbera oldarî û sermestî û mendehoşiya şerabê de. Di şahiyê de ajel dihatine gorîkirin ji xudawendan re. Piştî biraştin û xwarina goştê ajelan, gel radibûne dîlanê û bi koroyê stranên lîrîk ku wekî dîthyrambe bi nav dikirin, digotin û xwedawenda şerabê pîroz dikirin. Alkman (sedsala 600î ya b.z.), Pîndaros (518-438 b.z.) û Sîmonîdes (556-468 b.z.) navên xuyayî yên li pêş in ji bo koroya lîrîkê.

 

Dîthyrambe, hêdî hêdî bi parçeyên şanoyê yên bi heman mît û çîrokan ve girêdayî bûn ve hatine kombînekirin. Ev şano, di pêşbaziyan de dihatine pêşkêşkirin. Di wan pêşbaziyan de nivîskarên trajediyan berhemeka ji sê trajediyan û ji şanoyekê pêk dihat amade dikirin û ji wan berheman re tetralojî dihate gotin. Wekî encam jî, lîstika satyr´ê dihate lîstin. Ev ji aliyê koroyeka stranan ve dihate pêşkêşkirin û endamên koroyê di timtêla satyr´an1de bûn. Stranên kûvî û azad ên satyr´an bixêrhatiniya vehesînê ya piştî şanoyên li van şahiyan in. 

 

 

Trajedî

Gotina Trajedî tê wateya ”strana nêriyê”. Ev jî dide nîşan ka berê têkiliya navbera trajediyan û lîstika satyran çendî xurt bûye. Dîsa jî trajedî jidil û caran jî xwedî teşeyeke dilreq û zalim a şanoyê bûye. Trajediyek tu carî bi dilşadiyekê bi dawî nabe. 

 

Li gor Aristotelesê fîlozof divê trajedî bi giştî aşkere be. Bi gotineka wî ya navdar: “Giştî, ew a destpêk, berdewamî û dawiya wê heye, ew e.” Kiryar divê bi mentiqî bêne honan, bi vî rengî dê kiryarek li dû ya din bê. Lîstika şanoyê divê li heman ciyî di heman demê de ji rojekê zêdetir neyê lîstin. Di ciyekî şanoyê de divê tiştekî ji nişka ve guherînek, peripeteiayek2bibe. Mirovên di lîstika şanoyê de divê kesên hêja bin, di civakê de xwedî ciyekî bilind bin, lê wê bi bûyerên pir xerab re rû bi rû bimînin. Li gor Aristoteles lîstika şanoyê ya herî baş ew e ku dema temaşevan katharsisê3(“paqijkirin”) dijîn. Temaşevan bi bûyerên li ser dike rû didin ve xwe dibîne, xwe nas dike. Bi vî rengî kêliyên bi hest û giyan ên temaşevanan “pak dike têne afirandin û dike ku temaşevan bi awayekî din li jiyanê binêrin. Trajediyeka baş hatibe honan, dikare di mirovan de guherandinan pêk bîneû evcaran dikare bi awayekî erjeng pêk bê.

 

Nivîskarên yunanî, trajediyan ji mîtolojiyên berê an jî ji çîrokên lehengiyan digirtin. Loma jî pirê caran temaşevan dizanibûn dê çi bibe. Ev dibû sedem ku nivîskar û lîstikvan li ser bihizirin û ne tiştên bi sedan caran hatine guhdarîkirin, lê tiştên nû biafirînin. Pirê caran tiştên derveyê rêbazên civakî û şideta erjeng, wekî însest, xwekuştin, kuştina zarokan û zordestî, ji van çîrokan dernedixistin. Trajedî tu carî ne li ser mirovên ji rêzê bûn, lê li ser xudawendan, li ser key, mîr û beg û xatûnan bûn.

 

 

Avabûn û pêşkeftina trajediyê

Trajedî bi prologan4dest pê kirin. Piştre koro derketin û li ser dikan stran gotin. Trajedî hatin dabeşkirin, epeisodion.5Di beşa encamê epilogê6de koro stranekê dibêje û derdikeve. Ev hersê bêje prologepilogû episodbingeha trajediya yunanan in. Koro, bingeha trajediya di dîthyrambenan de nîşan dide ku di pêvajoya trajediyê de her tim hebû û pirê caran tevgerên li ser dikê şirove dikir û tevlî dibû. Piştî demeka pir kin şanonivîsan dest bi bikaranîna antiphonan7kirin. Ji bo vê lîstikvanekê ku wekî protagonist8dihat binavkirin hildibijartin û di nava protagonistû koroyê de dîalogek dest pê dikir.

 

Nivîskarê trajediyê Aischylos piştre lîstikvanekî dinê, şagirdê xwe Sofokles wekî lîstikvanê hejmara sêyem da nasîn. Piştî wê jî ev pêşkeftin, heya ku koro di nav demê de ji ber xwe ve ji holê rabû, berdewam kir. Trajediyê bingeha xwe ji rîtuelên dîonysosê girtibû lê di dawî de jî rîtuelên dîonysosê pir kêm bi bîr anîn. 

_______________________________________________________________________________________________

Satyr: Di mîtolojiya yunaniyan de canewerekî nîvmirov û nîv hesp, an jî nîvmirov û nîvnêrî ye.

2Peripeteia: Di lîstika şanoya antîk de kêlî, an jî xala guherînê, guherîna ji nişka ve ku bi xwe re her tiştî diguherîne.

3Katharsis: Wekî xwepakkirin, paqijiya giyanî jî tê zanîn. Aristoteles di berhema xwe ya bi navê Poetica de vê bêjeyê bikar tîne û dibêje: ”Ji ber mirov ji derve ve xwe di şanoyê de dibînin, şano vê yekê nîşanê wan dide û wan ji arezû û xwestinên wan paqij dike.” Li Yunanistana antîk, ev wekî ”veguhezîna giyanî” jî hatiye pejirandin. Katharsis, bandora trajedyayê ya li ser temaşevanan tîne ziman. Her wiha di berhema Platon a bi navê ”Dewlet” de jî, ev gotin ji bo rêveberên wekhevînas û bi rûmet tê bikaranîn.

Prolog: Pêşgotin in. Girêdanekê diafirînin û kitekitên paşxana çîrokê didin. 

5Epeisodion: Di trajediya yunanan de, di navbera du stranên koroyê de beşên dramatîk. Di nav trajediyayekê de hejmara epeisodionan dikare biguhere. 

Epîlog: Di berhemekê de beşa encamê, gotina dawî.

7Antiphon:Stranên ku ji aliyê du koroyên nîvserbixwe û bi hev re têkildar ve bi muzîkên cuda yên guherbar ve têne gotin. 

8Protagonist: Kesê di karekî an çalakiyekê de di rola sereke de ye.