1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ZANÎN Û TÊGIHIŞTIN
ZANÎN Û TÊGIHIŞTIN,zanîn,û,têgihiştin

ZANÎN Û TÊGIHIŞTIN

Wekî cudahiya navbera nihêrtin û dîtinê ye. Tişta lê tê nihêrtin dikare neyê dîtin lê kesekî ji çavên xwe astengdar dikare bêtir xwe bigihêjîne bedewiya gulekê

A+ A-

Pirê caran cudahiya navbera zanîn û têgihiştinê an nayê zanîn, an nayê dîtin an jî cudahiya navbera wan wekî “bi qasî mûyekî zirav e” tê nirxandin. Loma ku cudahiya navbera kesên zana û yên têgihiştî jî nayê dîtin û pirê caran kesên zana lê ne têgihiştî, ji ber zanîna(!) xwe, di nav civatê û ya pergalê de bêtir cî digirin, cî dibînin.

 

Wekî cudahiya navbera nihêrtin û dîtinê ye. Tişta lê tê nihêrtin dikare neyê dîtin lê kesekî ji çavên xwe astengdar dikare bêtir xwe bigihêjîne bedewiya gulekê.

 

Têgihiştin bihîstin e, bûyîn e, kemilîn e. Loma jî, zanebûna bêyî têgihiştin wekî xwarina rijî, penêrê bê îman e. Wekî robotek ku agahî lê hatibin barkirin û nikaribe derkeve derveyê wan û xwe dubare bike. Wekî kompîturek ku di mêjiyê wê de pir tişt hebin lê nikaribe wan hest bike, nikaribe wan tiştan bijî, bi tena serê xwe wan bigihêjîne, bi pêş bixe, bide ber hev, li nav hev bixe, tiştên nû jê biafirîne, wêneyek jê derxe holê.

 

Caran, mirov rastî hin kesan tê ku neçûne dibistanê, an jî bi tenê dibistana sereta xwendine, lê di têgihiştina jiyanê de wekî derya ne. Ev kes, dibe ji ber sedemekê derfeta xwendina dibistanê nedîbin, lê ji rûdan, liv û tevgerên der û dor û dûra xwe re ne xemsar in û timî di nav hewldaneka têgihiştina rûdan, liv û tevgerên jiyanê de ne. Di nav demê de, bi serpêhatiyên xwe û bi têgihiştina serpêhatiyên ji derî xwe, dikarîn xwe bigihêjînine kûrahiya mijaran.

 

Pirê caran jî kes hene, akademîker in, hemî jiyana xwe dane xwendin û zanînê û çi dîtine li xwe bar kirine û bûne xwedî rişme û nîşanan, lê nekarîne xwe ji qaliban û hin tirs û fikarên jiyanê rizgar bikin. Lewre ew tiştên li xwe bar kirine, her bar bûye li ser pişta wan, lê tu carî nekarîne derkevine ser wan.

 

Lewra, dema mirov xwe negihêjîne kûrahiya zanînê û wê neke rengê rawestana jiyana xwe û jiyan li gor wê kûrahiyê teşe negire, mirov nikare li ser zanebûnê raweste, lê her di bin de dimîne.

 

Lewra, zanîn jî bi mirovan re girêdayî ye. Çendî bibişkêfî, ewçendî heye. Dema tişta ji mêjiyê te afiriye serdestiyê li te kir, tu nikarî gavek bi pêş ve biçî, lewre serwerê te zanist e, lê dive tu bibî serwerê zanistê ku ev jî bi têgihiştina wê ve pêkan e. 

 

Yên jiyanê digemirînin, kesên zana lê netêgihiştî ne. Lewre zanebûna wan a rijî, a buye bar li ser milê wan, bi tenê bi kêrî xwedîkirina egoîzma wan tê û wê bi pêş dixe. Egoîzm, astenga herî mezin a li pêşiya têgihiştinê ye û ev dibe wekî çerxa bê ser û ber û her xwe dubare dike, li xwe dixe, xwe mezin dike, heya ji hev belav dibe. Lê di vê pêvajoyê de ziyaneka mezin dide der û dora xwe û jiyanê jî.

 

Wekî hemû tiştên vê jiyanê û tiştên vê jiyanê afirandine, ne zanebûn bêyî têgihiştinê û ne jî têgihiştin bêyî zanebûnê dibe. Her du hev û du temam dikin û bi hev re dibin xwedî wate û bi hev re diafirînin, bi pêş dikevin, bi pêş dixin. Aha wê demê mirov dibîne û dizane ku mirov bi tenê dikare bijî, lê nikare serdestiyê lê bike. Lew nexweşîna hubris, ne encama têgihiştinê lê ya zanîna rijî ye.

 

Mahabad Felat
2019-10-06


Gotinên miftehî :