Çalakî û Çilekî,Çalakî,û,Çilekî

Çalakî û Çilekî

A+ A-

Ev ji salekî zêdetir e ji bo zimane kurdî dayîk û zarokên kurd li kuçe û kolanan çalakiyan li dar dixin û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin. Berî ve jî dîsa dayîkan ji bo perwerdehiya bi zimanê dayîkê çalakî li dar xistibûn û gelek dayîk jî ji ber vê sedemê hatibûn girtin û êşkencekirin. Lê çalakiyên ku di van rojên dawî de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo ziman tên lidarxistin gelek balkêş in. Di çalakiyên berê de xebatkar an berpirsê saziyekê derdiket daxuyanî dixwend û dûvre jî çend gotin jî bi dayikan didane gotin. Daxuyaniyên ku dihatine xwendin her çiqas girîng bûn jî, ez bawer im mîna tabloya îroj balkeş û grîng nebûn.

Dema di nûçeyan de min li daxuyaniya dayikan a li ser ziman temaşe kir, ji şabûnê, min nezanî çi bêjim. Dayikek destekî xwe dabû kêleka xwe bi destekî  jî megafon girtibu û bi lehengî daxwaza mafê xwe dikir. Dayik êdî pêdivî bi berpirsên saziyan nabînin û radihêjin megafonan, pir bi xwezayî  û pir bi kurdî, daxwazên xwe tînin ziman.

Ne pewîst e mirov pir dûr biçe; 10-15 sal berê û dîmenê îroj mirov dide ber hevûdu wê demê mirov bi qasî çiyayan ferq dibîne. Jinên kurd berê çend mêr li cîhekê biciviyana nekaribûn nêz bibin û karên wan tenê xizmeta civata mêran bû. Dema jinek tevî mêrê xwe derketa nav bajêr jî, nikaribû li kêleka mêrê xwe bimeşe. Gereku li dû  merê  xwe bimeşiya û serê wê jî di ber de bûna. Îcar diviya heft ruhê jinê hebûya ku li ba mêrekî xerîb dengê xwe bikira û biçûya li balê rûnişta. Ev dibû sedema lêdane an jî rêya wê heya berdanê diçû. Bi qîzanî xizmetkariya bav û birayan û bi jinîtî jî di mala mêr de rola jinê nediguherî. Çiqas serhildanên kurdan çêbûn, çiqas tevgerên kurd ava bûn jî, ji bilî hin îstisnayan, dîsa rola jinê wek xwe bû. Piştî sedan salan, cara yekem e ku rola jina kurd bi hatina Tevgara Azadiyê re guherî. Jina kurd cardin rola xwe ya beriya îslamiyetê gav bi gav bi dest dixe û derdikeve pêşberî civakê ku ev nîşana pêşketina civakê bi xwe ye jî.
 
Gelo kî dikare ve rastîye înkar bike? Tu car kurd û jinên kurdan ev qas polîtîze nebûbûn. Dayîka ku li hember mêran nikaribû dengê xwe bike, îroj destê xwe dide kêleka xwe û bi zimanê xwe, li hember çapemeniyê daxwaza xwe tîne ziman. Berê jî ji bo li hev heqaret bikin, digotin “Tu bikevî qezeta”. Niha jî çapemenî neyê, daxuyanî nadin. Ev şoreşek e.  Vê şoreşê hemû tabû şikandin û bandoreke mezin li ser tevayê jinên kurd kir. Lewma jî îroj piranî jinên kurd polîtîze bûne û çê an jî xerab karin ramanên xwe bînin ziman. Dema vê dibêjim, bê guman nayê wê wateyê ku hîn nû bûye ev yek. Ji destpêka salên 1990î ve, bi destpêkirina serîhildanan re jin li pêşiya hemû çalakiyan in, lê êdî di birêxistinkirin û rêvebirinên çalakiyan û daxwaziyên civakê de jî li pêş in, ya ku ez dixwazim bêjim û grîng dibînim jî ev e.

Tiştê herî girîng jî îroj êdi kurd bi serbilindî daxwaza zimanê xwe dikin û bi zimanê xwe diaxivin. Gelo pêwîst e mirov bêje heya çend sal berê jî kurdan ji xwe û zimane xwe şerm dikirin û ji zimanê xwe ditirsiyan.

Pir baş tê bîra min ku dema radyoya erivanê vedibû pîra min derî u pacê digirt û heya weşan diqediya bi dahan caran diçû derve û dihat hundir. Ditirsîya ku dewlet bibihîze û êrîş bike.  Ez bawer im di jiyana gelek kesan de jî, mînakên waha gelek in. Zimanê kurdî  û kurdîtî tenê bi dayikên kurd ve bi sînor mabûn. Ew jî di bin bandora mêran de bûn û nekarîbûn biaxivin. Li Kurdistanê rewş ev bû. Dûvre Tevgera Azadiyê her ku mezin bû, ev tabû jî xera bûn û her ferdekî/e di nav Tevgera Azadiyê de ku di nav gel de wek telebe dihatin zanîn, mal bi mal digeriyan.

Gelek kesan heya niha Tevgera Azadiyê ji ber grîngînedayîn û bikarneanîna zimanê kurdi rexne dikir û digotin tirkî pêş xistine. Belê bi giranî tirkî dihat axaftin lê ev nayê wateya ku dev ji kurdî berdabûn. Gelekî ku ji zimanê xwe şerm dikir û xwe înkar dikir hebû û ne hêsan bû şerê bi vê nexweşînê re.

Qet nebe navê Tevgera Azadiyê (PKK) bi kurdî bû, lê ji bilî wê, navê hema bêje hemû partî, rêxistin, sazî û dezgehên kurdî jî bi tirkî bûn. DDKO ya ku ew çend hin derdor pê radibin û rûdinên bi xwe jî bi tirkî bû û ev hemî partî û rêxistin, sazî û dezgeh jî siyaseta xwe, kar û xebatên xwe, nivîsên xwe bi tirkî dikirin. Bikaranîna kurdî pir zêde kêm bû. 

Şervan û têkoşerên tevgerê jî di dawî de zarokên vî gelî bûn û herkesek bi hemû kêmasiyên xwe ve di nav tevgerê de cih girtibû. Tevger bi xwe jî di destpêkê de bêtir di bin bandora sosyalîzma reel û çepîtiya hişk de bû ku ev li gor wan deman û konjuktura cîhanê, pir jî normal bû, lê ev bi xwe re hin bandorên neyînî jî dikir ku yek ji van jî ziman zêde girîng nedihate dîtin. Digotin “Em ê bi zimanê dijmin li dijmin bidin”. Ev gotin pir dihat bikaranîn di nav tevgerê de û bi niyetek pir baş dihate gotin, lê nêrîneke şaş bû. Pejirandin û dîtina hin tiştan, dîsa kamilbûna hin tiştan dem dixwest, salên dirêj dixwest. Îroj jî em dibînin ku êdî kurd piştî ewqas ked û êşeke mezin, bi serbilindî û ya herî giring jî bi zanebûn, li xwe û zimanê xwe xwedî derdikevin. Ez bi xwe mînakek im. Min nedikarî bi zimanê xwe biaxivim. Min salên dirêj bi zimanê tirkî rojnamevanî kir, lê îroj bi zimanê xwe dinivîsim û bi vê serbilind im. Lewra li gor çend sal berê pir zêdetir grîngî didim zimanê xwe û bêtir mîna sedema hebûna xwe dibînim û bi vî rengî jî lê xwedî derdikevim. Her wiha dizanim û tê dîtin jî ku îroj êdî bi milyonan kes heman tiştî dibêjin û li kuçe û kolanan diqîrin: “Zimanê me hebûna me ye!” Ev jî dîsa bi saya serê Tevgera Azadiyê û perwerdehiyên salên dirêj bû û hat van rojan. Ser serê rehet û zikê têr axaftin dikare bibe karê her kesekî. Lê bedêldayîn û ji bo hezkirin, hêvî, xiyal û daxwazên xwe êş û azarkişandin, karê evîndaran e, karê welatparêzên resen e. Di vir de tenê ciyê daxê ew e ku em li ser şaşî û kêmasiyên xwe bilind dibin, di nav jiyana bi êş û êşkence de hîn dibin. 
 
Mirov bi nezanî û çavkorî ha bêje ziman û ha bêje ziman, gelo dê kî gohdar bike? Lê îroj êdî kurdên zana û polîtîzebûyî vê daxwazê dikin. Bê guman dema mirov paqij û bêyî hesabên şexsî nêzîk bibe, van rastiyan jî dibîne. Lê ku mirov van jî ku pîroziyên me ne, ji kêmasî û lawaziyên xwe re bike mertal û xwe li bin veşêre û bike çekeke erzan û tenê xwe pê biparêze û xwe li ser erzan bijîne, mirov fam bike jî, nabêje, wê çekê ji destê xwe bernade û xwe ji bin siya wê mertalê dernaxe. Kin û kurtiya vê mijarê jî ev e. Loma jî ez bawerim kesen ku rexne dikin, tu carî dê neyên qanekirin. Doh digotin çima Tevgera Azadiyê bi tirkî diaxive, îroj jî dibêjin “tenê daxwaza zimên dikin, dev ji Kurdistanê berdane”. Dema PKKê dest bi şerê çekdarî jî kir, digotin “Derbe li şoreşa kurd dixin, ne dema şerê çekdarî ye”. Dema şer dane rawestandin, îcar gotin: “Teslîm bûn, îxanetê kirin bi gelê kurd re, bê şerê çekdarî tiştek nabe”. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Tevgera Azadiyê çi jî bike, em baş dizanin ku ev derdor dê bi awayekê li dij derkevin ku gelek ji wan ji xwe aşkere jî dibêjin: “Kurdistana ku PKK ava bike em naçine wê Kurdistanê jî.” Helwest ev qasî aşkere ye.
 
Ez bawer im sibe tevger Kurdistaneke serbixwe û azad jî ava bike, dê îcar bêjin “çi pewîstî sînoran û dewletekê heye, êdî va xelkê çav berî Merîxê daye me jî daye dû sînoran” Lê ez dixwazim pirs bikim: Gelo ev kesên ku weha tevdigerin, dikarîbûn van rojana xeyal jî bikin? Karîbûn xeyal bikin ku dê dayikên kurd ku ji kurê xwe şerm dikirin dê li kuçe û kolanan ji bo zimane kurdi daxuyanî bidin û drûşman biqîrin: “Zimanê me hebûna me ye”?

Gelê kurd doh digot “Li hember dewletê dewlet lazim e” îroj êdî dewletê nas nake û di rêya azadiyê de her diçe mezin dibe.

Em ji bîr nekin ku berî Tevgera Azadiyê hin kes jî hin tevger ava kiribûn û wan jî li gor xwe dixwest hin tiştan bikin. Lê wek berfa ber lehiyê, bi êrîşeke dewletê heliyan, ji hev belav bûn. Her yek pekiya welatekî Ewropayê.

Dema mirov bikeve govendê divê mirov xwe bihejîne. Wan camêran û canikan nikaribûn xwe bihejînin û dev ji govenda giranî berdan, dest bi dansa nermik a Ewropayê ya li salonan kirin.

Tiştê ku nayê fêmkirin kiryar û gotinên wan in. Ez carinan malperên kurdan vedikim û nivîsên hin kesan dibînim, nizanim bigirîm, bikenim an hêrs bibim, lê dilê min li hev dikeve. Gelo dema wan êrişên vala û bê bingeh dikin û gotinên ji qam û dilê xwe mezintir dikin, rastî kor in an dilê wan tijî xezeb e?
 
Dema  kurd êrîşê kurdan bike, wê deme pêwîstî bi dijminekî din jî namîne. Lewra kurd baştir dikarin çavên kurdekî/e din derxin. Dewleta hov jî vê yekê baş dîtiye û lewma jî bi salan e kurdan li hemberî gelê kurd bikar tîne. Di piratîka TRT şeş de jî mirov dikare vekirî vê politikayê bibîne. Dîsa kurd li hemberi kurdan derxistiye û li wan temaşe dike. Îcar hinek bûne rojnamevan, hinek bûne programçêker, hinek bûne zimanzan, mamoste û nivîskar. Kî bixwaze bibe çi ew nav daye ser xwe û derketiye ser dikê. Ji xwe ji hunermend û helbestvanan jî meriv nikare derbas bibe.

Kesên ku navên qirase li xwe kirine û heryek bûye zanyarekî, dema di bin ewlekariya welatên Ewropayê de, di nav rehetiyê de dijiyan, kesên ku îroj ji TRT şeş re dibêjin “na” jî, xwîna xwe dirijandin, di bin êşkenceyên xedar re derbas dibûn. Li ser ked u êşa gelê berxwedêr, îroj dewlet neçar maye û bi awayekî qanûnî nebe jî, kurdan û zimanê wan pejirandiye. Lê gel ne ji bo kurdiyek di bin kontrola dewleta xwînmij de xwîna xwe da û lewma jî îroj li dij derdikeve û pejirandineke bi rûmet dixwaze. Lê kesên li Ewropayê her yek kêmasî 20 salin, gelek ji wan 30-35 sal in li ser serê rehet û zikê têr jiyane û hîn jî dijîn, xwe avêtine ser.

Hin kes jî nivîs dinivîsin û dibêjin; “Ev gavê ku dewletê avêtiye, divê em berfirehtir bikin û vê fersendê nerevînin. Ev peşketinek e û hwd.” Ji bo mirov bikaribe hin gotinên qirase bike, divê di wê oxirê de jî mirov li ber xwe dabe, têkoşiya be, berdêl dabe û dilê mirov jî li gor gotinên mirov qirase be. Li gor min tenê kurdbûn vî mafi nade mirovan. Em bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê û xwîna bi hezaran ciwanên kurd hatine van rojan û divê mirov bi kiryarên şaş û berjewendiyên şexsî qirêjiyan belav neke. Kesên ku xwe avêtin ser karê TRT şeşê xizmeta pêşketina azadiya gelê kurd nakin, xizmeta polîtikayên dewleta hov a qirêj dikin. Gelo di dema şerê germ de ew kes li kur bûn ku îroj rabûne doza pêşxistina gavan dikin û aqil belav dikin. Ev kes gelo karîbûne zarokên xwe jî wek kurdekî mezin bikin an ji qirêjiyên Ewropayê biparêzin, an gotinek xwe bi zarokên xwe bidine gohdarkirin?

Qet ji gotinên wan dayikên ku li kuçe û kolanan çalakiyan dikin jî tiştekî fem nakin? Li gor min, dîmenên dayikên kurd ku ji bo ziman li kuçe û kolanan daxuyaniyan didin, ji bo gelek kesan bersiveke kurdewarî û dagirtî ye.

2009-01-27
Bîrgul Ozbariş ARDA
[email protected]


Gotinên miftehî :