1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Samî Tan
  4. Bahoz Baran nabêje dewê min tirş e
Bahoz Baran nabêje dewê min tirş e,bahoz,baran,nabêje,dewê,min,tirş,e

Bahoz Baran nabêje dewê min tirş e

A+ A-

Wisa xuya dike ku Bahoz Baran dixwaze vê nîqaşê demeke dirêj berdewam bike. Lê mixabin dema min tune ku ez beşdarî vê nîqaşa ku êdî rengê nîqaşên meleyên demekê wergirtiye bibim. Tê gotin ku dema leşkerên Osmaniyan li ber deriyê Stenbolê bûn da ku bajêr dagir bikin, rayedarên bîzansiyan li ser zayenda meçêtirkan nîqaş dikir. Gelo em jî nekevin rewşeke wisa?  

Tiştê kambaxtir, min di nivîsa xwe ya Zendê de zimanekî nerm û çêgîn bi kar anîbû, lê mixabin çi hatiye ber devê Bahozî, wî gotiye.
Xem nake. Ez ê ramanên xwe kurt û kurmancî bibêjim, zimanê me bi van nîqaşan bi pêş nakeve.  Tiştê ku ez jê re dibêjim  “tewang” heke “diyarkerî” be dê çi li zimanê kurdî zêde bibe, dê ji jê kêm bibe?  Ji ber ku cudatî di warê navlêkirinê de ye.  Gelek angaştên wî yên din jî têkildarî navlêkirinê ne, lewre jî zêde ne girîng in. Mirov dikare bi gelek awayan li mijarê binêre û navên cuda li tiştekî bike, mînakên bi vî rengî gelek in.

Di kurdî de tewang kêşana navdêran e, ne tenê zayend û mêjerê  diyar dike, her wiha kirde û bireser, raveber û raveker jî  ji hev cuda dike.  Ev kêşan hem bi guherîna  rayeka navdêrê (bajar/ bajêr) hem jî bi wergirtina qertafan (bajar/ bajarî) pêk tê. Wekî din jî peyva “tewang” ji lêkera “tewandin” ê, hatiye bidestxistin, ew jî yekser wateya “oblique” dide.  Her wiha tewanga lêkeran jî heye, ew jî li gorî dem, kes û raweyan kêşana wan e. Di wan de jî heman taybetî heye, di dema borî de rayek naguhere, lê di dema niha û raweyên merc û daxwaziyê de diguhere.

Ji bo mijara rengdêran jî ez ji Bahoz Baranî tiştekî tika dikim, bila di ferhengeke kurdî de li peyva “xweş” binêre, dê bibîne ku li ber “rd” ango “rengdêr” hatiye nivîsandin, her wiha dikare di ferhengeke îngilizî  û tirkî de bala xwe bide peyva “good” dê bibîne ku li ber “s.” ango “sifat” hatiye nivîsandin.

Mixabin ji bo cînavka girêkî “ku” tirkî bi kêrî wî nayê, lê di pirtûka Celadet Bedirxan û Roger Lescotî de  ev mijar wiha hatiye ravekirin:

2 4 8 . è l g i z a m i r l e r i.
1) Ko, ki en çok kullanılan ilgi zamiridir. Ek almaz ve kendinden önce
gelen sözcükle niteleme bağlamında normal çatı kurar.
.Örn: Mirovê ko hat brayê  min e, gelen adam benim kardeşimdir.
Mirovê ko te dît, senin gördüğün adam.
Mehîna ko baz da, koşan kısrak.
Yên ko welê dibêjin, böyle konuşanlar. (r.240)
Her wiha di gelek pirtûkên bi îngilizî û kurdî de jî ev mijar heye.
Dîsa ez bi dilekî vekirî bibêjim, xebata Bahoz a heta niha tiştek li tiştên heyî zêde nekiriye, bi vepêçan, tiştên heyî xera dike. Bo nimûne heke em di lêkerên xwerû yên mîna “bijartin, guhartin, qeşartin, buhartin, guhastin û hwd.” de tîpa  /t) wekî qertafa bêjesaz destnîşan bikin, em ê zimanê xwe xera bikin. Lewre li gorî wê hinek dikarin rabin, bi /t/yê hinek peyvên nû çêbikin.
Min bi xwe  heta niha nêzî 150  lêkerên xwerû diyar kirine, rayeka dema borî ya wan lêkeran bi /t/yê diqede.  Ev lêker gelekî karîger in, berevajî angaşta Bahozî ji wan hinekan navdêr çêdibin, ji hinekan jî qerafên bêjesaz çêdibin.   Lê Bahoz  bi israr dibêje, /t/ qertafeke bêjesaz e, heke wisa ye, bila çend mînakan bide ku ji navdêr, rengdêr û peyvên biyanî bi /t/yê lêkerek pêk hatiye. Wekî din jî bila bibêje ka “guhar, qeşar, guhas …” tên çi wateyê?
Gotinên Bahozî yên der barê cînavkên xwedîtiyê de jî ji binî ve şaş in, lewre cînavkên kesane yên koma tewandî bi  bi serê xwe wateya xwedîtiyê nadin. Tiştê ku wateya xwediyê dide wan veqetandek in.
Li ser mijarên din ku ew çêlê dike, ez tiştekî nabêjim, lewre min di nivîsa xwe bersiva wan daye, ez naxwazim dubare bikim.

Bahoz qala dogmatîzmê dike, lê heta niha kê şaşiyeke min dîtibe, min li xwe daniye û min ew sererast kirine. Lê em ev qas nîqaş li ser rêzimanê kir, qet tiştekî ku ez dibêjim neket serê wî, bi wî rast nehat? Ji ber ku heta niha bi tu awayî şaşiyeke xwe nepejirandiye. Bi mirovekî wiha re nîqaş û gotûbêj bê wate ye. Bi vî awayî jî pêşketin çênabe.

Ez ji bo xwe jî dikarim vî tiştî bibêjim, ez li ser rêça Celadet Bedirxan, Kemal Badilli, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Sadik Bahadîn Amêdî, Qanatê Kurdo û Feqî Huseyn Sagniç dimeşim, li gorî hêza xwe min hin xebat kirine, hîn jî dikim.  Dema ku ez van xebatan dikim, ez bala xwe didim lêkolînerên biyanî yên mîna D.N MacKenzie,  Goeffrey Haig, Micheal Chyet û hwd. sûdê ji wan jî werdigirim, her wiha heta ji min hatiye, min berê xwe daye lîteratûra zimanzaniyê jî.  Ez baş dizanim ku di perwerdehiyê de pergaleke têkûz û hinek rêz û rêçikên mayende pêwîst in, lê di zanist û lêkolînê de  xwenûkirin rêgezeke bingehîn e. Ez jî li gorî wê rêgezê tevdigerim.
Ez dixwazim der barê mijara xebatên Celadet Bedirxanî de jî çend tiştan bibêjim. Serê pêşîn ez vê yekê bibêjim, li gorî baweriya min xebata bingehîn a Celadet Bedirxanî  ev nivîsarên wî ne ku di Hawarê de beş bi beş hatine weşandin. Pirtûka ku li ser navê wî  û Roger Lescotî hatiye weşandin, ji ramanên Celadetî zêdetir, ramanên Roger Lescotî ne. Lewre  her çiqas her duyan bi hev re dest bi xebatê kiribe jî, piştî ku Celadet koça dawîn kiriye, Roger Lescot li ser wan xebitiye û wekî pirtûk daye ber çapê. Ji bilî wê jî pirtûk bi xwe bi frensî ye, kesên ku wergerandine jî li gorî xwe hinek tişt lê zêde kirine.  Lê dîsa jî tiştên ku ji angaştên Bahoz Baranî re bibin palpişt di wê pirtûkê de nîn in. Li gorî baweriya min, Bahoz Baranî ev pirtûk jî bi baldarî nexwendiye yan jî mijarên ku nexwestiye bibîne, bala xwe nedaye wan.  Ji bilî wê jî min ramanên xwe li ser bingeha ramanên Celadet Bedirxanî bi tenê ava nekirine, min bala xwe daye gelek kesên din jî. Bo nimûne, Celadet cînavkên kesane wekî cînavkên kirdeyî û cînavkên bireserî dabeş kirine, li gorî baweriya min ev dabeşkirin şaş e. Lewre di kurdî de ergatîvî heye, cînavkên  her du koman jî li cihekî dibin bireser, li cihê din dibin kirde.

Wekî encam  ez dixwazim bibêjim ku ev dê nivîsa min a dawîn be, der barê angaştên Bahoz Baranî de, ji niha pê ve ew çi dinivîse bi kêfa xwe ye, ez dawî li vê nîqaşa bêwate tînim.