1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Bihara Kurd Pir Geş e
Bihara Kurd Pir Geş e,bihara,kurd,pir,geş,e

Bihara Kurd Pir Geş e

A+ A-

Do 13'ê pûşperê (hezîran) bû û li Amedê baran dibariya. Îsal bi her awayî biharek xweş, hênik, nerm û bi adan heye.

Roja 12'ê mehê BDP'a ku bi 22 parlamenteran ketibû parlamentoyê, ji hilbijartinê %63 li xwe zêde kir û bi 36 parlamenteran koma xwe firehtir kir. Şerafettin Elçi, Altan Tan, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu û Sirri Sureyya Onder 4 kesên nû ne ku ketine nav vê komê û bi serê xwe nîşana firehbûneke din, mezinbûneke din û ronahiyeke din in. Hak-Par, Kadep û BDP bi vê yekbûnê Bloka Netewî, Ertugrul Kurkçu, Levent Tuzel, Sirri Sureyya Onder û Erol Dora jî Bloka Yekîtiya Gelan derdixin holê û li bin parlamentoyê her du kom yekîtiyek pir mezin ava dikin ku tu hêz nikare wan tune bihesibîne û wan nas neke.

Tu hêz bî tu heyî.
Kes nikare te înkar bike, tune bihesibîne.

Lê riya serkeftinê bi hêzê nabe. Yên herî hêzdar û xurt û zexm jî dikarin hilweşin û di dîrokê de bi hezaran car hilweşiyane jî. Tişta ku riya serkeftinê vedike guhertin e, mejiyê guhertinê, biryara guhertinê, îradeya guhertinê û jêhatîbûna te ya di guhertinê de ye.

Binihêrin gelek nezanan pirî caran birêz Ocalan di vî warî de rexne kirin. Çima ku her ji demekê carekê guhertinek kiriye. Lê di dawiya 11 salan de em dinihêrin ku bi van guhertinan tu tiştek li xwe kêm nekiriye. Berevajî vê, ka li îro binihêrin û li 15'ê reşemiyê (sibat 1999) binihêrin.

Di sala 1999'an de li Amedê ji bilî IHD'ê tu sazî nemabûn. NÇM jî girtî bû. Yanî navendek çandî jî qedexe bû. Rojnameya Welat bi tirs dihat xwendin. Partiya Siyasî vekirîbû, lê mirov bi tirs diçûnê. Û di hilbijartina 1999'an de berendamên şaredariyan bi tirs û xof bûn berendam. Dema qezenc kirin jî mirov meraq dikir bê gelo dê bikaribin li ser wan qoltixan rûnin an na. Rûniştin. Me meraq kir ku dê di demek kin de wan hemûyan bigirin an na. Girtin. Lê Amed rabû ser lingan û di demildest de hatin berdan hemû. Îro ji wan rojan tu tişt nemaye.

Wê demê birêz Ocalan parêznameyên xwe nû dinivîsî. Beş bi beş di rojnameyan de dihatin weşandin. Hinekan ji me digot "şer nema, qediya", hinekan jî digot "ev demek e, belkî pênc sal, belkî deh sal, lê rojekê dê şer dîsa derkeve." Hinek kurdan jî gotin "her tişt herimî, armanca me ya pîroz jî, îxanet bi armanca Kurdistana Serbixwe hatiye kirin." Di encamê de tişta girîng ew e ku kî çi dike. Piştî 11 salan Kurdistan azadtir e û îro di vê bihara xweş û geş de Kurdistan ji bo xwe û gelên cîran hemûyan bigihîne azadiyê sura bayê xerbî ji bilûra Celadet Elî Bedirxan berdide nav pelên daran û strana azadî û serbestiyê dinihurîne. Û ew "pêjna lingên mêrxasan" ku guhên Celadet dikir, îro li ber çavên we hemûyan girseyek herikbar e ku ji milyonan pêk tê ye.

Roja 12'ê mehê ku hilbijartin hebû, ez û malbata xwe li Ofîsa Amedê bûn. Saet di 18'ê êvarê de, ku hênikahiyek xweş hebû, encamên sindoqan hêdî hêdî belî dibûn. Lê di encaman de çenekî jî şika kesî tunebû. Ew Ofîs a ku serhildan herî pir li wir zehmet e û dewlet hemû tê de ye, ji nişka ve bû gorepan.

Her kesên ku ji malên xwe û dikanên xwe derdiketin, diherikîn ser rê û berê xwe didan rojava û dimeşiyan. Nedisekinîn. Bi silogan. Her kesî tiştekî kesk û sor û zer dîtibû. Yên tune jî, her du pêçiyên serkeftinê bilind dikirin. Keçik û xortên hezkirî ku destên hev digirtin sloganên herî tûj berz dikirin. Di hembêza min de kurê min ê du salî bi coş destên xwe bilind dikir û dikir birbir, qaşo wekî wan dikir û hewl dida xwe ji hembêza min bavêje û bi wan re here.

Ofîs vala dibû. Yên peya û yên bi siwareyên xwe, her kesî berê xwe dida rojava û diçûn. Yekî yextiyar got "gelo me çend heb derxist?". Bersiva wî zelal bû, "xalo bi bin 34'an nakeve, ev tenê bes e, êdî tu tişt dê ne wekî berê be!" Yê yextîyar dîsa pirsî "ev milet dihere ku?" Gel ber bi avahiya navendî ya partiyê ve diherikî. Bersiv ji xortekî din hat "Meşa Azadiyê ye." Keçik û xortên ku derbas dibûn destên xwe ji yê yektiyar re li ba dikirin û ew meraqa li ser çavên wî belav dikirin.

Li çavên min nihêrî. Ez amade hatibûm jixwe. Min ji bêrîka xwe bizmarek derxist û nîşanî wî da.

Got: "Çi ye?" Min bi tirkmancî got bizmarê dewletê ji cî derketiye, ev ew e. Çavên wî biriqîn, bi şewq got: "Tu dibê îcar em ê bikaribin bizmarê xwe bikutin."

Hela em binihêrin...


Gotinên miftehî :