1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. BINGEHA SERK’EVTINA PÊVAJOYÊN ÎROYÎN Û YÊN PÊŞER’OJÊ DI R’OJÊN BIHURÎ DA VEŞARTÎ NE…
BINGEHA SERK’EVTINA PÊVAJOYÊN ÎROYÎN Û YÊN PÊŞER’OJÊ DI R’OJÊN BIHURÎ DA  VEŞARTÎ NE…,bingeha,serk,evtina,pêvajoyên,îroyîn,û,yên,pêşer,ojê,di,r,ojên,bihurî,da,veşartî,ne

BINGEHA SERK’EVTINA PÊVAJOYÊN ÎROYÎN Û YÊN PÊŞER’OJÊ DI R’OJÊN BIHURÎ DA VEŞARTÎ NE…

A+ A-

… Têk’oşîna dêmokratîk a ji bo bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî, ya ku bi r’êberîya bir’êz Abdullah Ocalan destpê bûye, îro gihîştye asteke nû. Di Welêt û T’irkîyayê da pêvajoya ji bo hilbijartinan di qamê xwe da ye. Pêşniyar û daxuyanîyên R’êberê net’ewî, yên ku şansekî nû didin pêvajoya aştîyê, dîsa bersîvên pêwîst ji êwirgeha r’êvebirîya K’T’ nestandin. Ji hêlekê va serekk’omarê K’T’ R’eceb T’eyîb Erdoxan dîsa strana xwe ya kevn distirê: “Pirsgirêka k’urdî nine!”– ji qanatên r’êvebirya K’omarê yên cuda ji bo pêvajoyê daxuyanîyên cuda tên dayîn û, ji hêlekê va jî, art’êşa T’irk li dijî hêzên gerîlla dest bi çalakîyên leşkerî dike...

Ev çi ye? Ev camêrana bi r’astî haş ji hev nînin, û destê wanî rastê haş ji yê çepê nine? An bi çalakîyên xwe yên leşkerî dixwazin tiştekî ji t’erefê k’urd biç’ûvînin? Yan lîstik didome? Û mirov tê nagihîje, ewan bi van kirên xwe dixwazin k’urdan bixapînin, an – xwe?!

Her çi jî hebe, k’a em bi hev r’a awir’ekî bavêjin ser bûyerên r’ojên bihurî û hewl bidin, di nav wan da bersîvên bûyerên îroyîn bibînin… Ma ne, bingehên vê pêvajoyê hê di wan r’ojan da hatine danîn!?

Ev gotar-nirxandin, a ku ez pêşnîyarî bala xwendevanên hêja dikim, neh mehan pey bi korsanî girtina r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan r’a hatye nivîsîn, ew di R’ûssîyayê da bi zimanê r’ûsî htye weşandin, şêwazê wê yê kurtkirî di k’omcivîn û sîmpozîûmên navnet’ewî da hatine pêşkêşkirin (dîsa bi r’ûsî), lê xwendevanên k’urd û yên k’urdîaxêv ew nexwendine. Ji bo wê jî, ji ber t’aybetmendî û giringîya pêvejoya îroyîn, û bi bonaye r’ojbûna r’êberê gelê k’urd bir’êz Ocalan (04.04) min ev gotar wergerand k’urdî û, wek aspêkteke têgihîştina heşmendîya pêvajoyê, bi hinek kurtkirinên biç’ûk va wê pêşniyarî dada xwendevanê hêja dikim.

E. C.

29. 03. 2015

P’ampa K’urdan


R’ABIN, DADGEH TÊ!

PIRSGIRÊKA K’URDÎ

…Cîhanê ji bo ç’areserkirina wê çi r’êyan pêşnîyar bike?

Ezîz ê Cewo

1. Di navbera şêr’ û aştîyê da

Cîhanê ew yek li ber ç’avên xwe dît, ya ku salekê berê wê nikaribûya heya di xewna xwe da jî bidîta. Di nav axavtinên r’êvebirên K’omara T’irkîyayê (K’T’) da li şûna gotinên weke yên: “...Emê t’unebikin!... Emê... bahara tê..., havînê...paîzê dawîya wan bînin!” gotinên dinê cîhê xwe girtibûn – yên weke “...divê destekê bidin pêvajoya dêmokrasîyê di welêt da!”. Û ev her dikaribû pey axavtina r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan r’a pêkan bûya, ya ku ewî di dadgeha girava Îmralîyê da pêşk’êş kiribû (têk’sta wê paşê wek p’irtûkekê di T’irkîyayê da bi navê “Zivir’eke nû li ser r’êgeha r’êformên dêmokratîk” hate weşandin). Ev p’irtûka paşê wê ji hêla siyasetmederan va wek “Manîfêstoya K’omara Dêmokratîk” bê navkirin. Û pey vê r’a r’ojnamegeran ji serokê Bir’yargeha Giştî ya Art’êşa T’irkîyayê K’ivrikoxlû pirsîbûn, k’a, gelo helwesta wî li hember bir’yara cezayê kuştinê çi ye, ya ku Dadgeha Ewlek’arîya Dewletê ya T’irkîyayê ji bo Abdullah Ocalan derxistye? Ewî gotibû, ku ewana 15 salan li hemberî hev şer’ kirine, û nêr’îna wî dê sûbyêktîv bûya, ku naha dema siyasetmederan pêr’a gihîştye, ku pirsê ç’areser bikin. Lê paşê, hê derng Serokê Dadgeha Bilind a K’T’ Samî Sêlçûk di axavtina xwe da (ya ku ewî “Manîfêstoya K’omara Dêmokratîk” navkiribû) cara yekem di dîroka xwînr’êj a T’irkîyayê da vekirî di derbarê nemirovîbûna Destûra Bingehîn a welatê xwe da daxwîyand, û diyarkir, ku bi t’u pîvanan ew ne anegorî pîvan û daxwazên maf û normên navnet’ewî ye, mafên hemwelatîyan binp’ê dike, dijdêmokratîk e û h.w.d. Di r’ewşeke weha da Serokê Dadgehê pêşniyar kir, ku divê ne ku guhar’tinan bikin nav vê Destûrê, lê Destûreke nû ya dêmokratîk bip’ejirînin.

Pey van gotinên Serokê Dadgeha Bilind r’a nûnerên dinê yên r’êzên jorîn ên desthilata K’T’ jî axivîn û lê zêdekirin: “Êdî jizûva dem e!...” Lê serekwezîrê K’T’ Êcêvît di axavtina xwe da heta gihîşt wê astê, ku got, xwedêgiravî, “...partîya wî ji r’oja damezirandina xwe va dijî wê Destûrê bûye...”.

...Serekk’omarê K’T’ Silêman Dêmîrêl jî piştgirîya pêşnîyara Samî Sêlçûk dike. Û heya dibêje, ku ewî bi xwe dixwest ewqas k’arên qenc bike, ji bo ku bi navekî qenc ji ser kar her’e...

Lêbelê, her çi jî hebe, bi girtina r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocalan r’a, pirsgirêka k’urdî bilind bû û gihîşt asta navnet’ewî, cîhan hişyar bû, hejya û bi dengekî bilind qêr’ya: “Azadî ji Ocalan r’a, aştî ji K’urdistanê r’a!...” Û di wan derdorên dewletê da, yên ku piştgirîya r’êjîma T’irkîyayê dikirin û dest li pişta wê dixistin, dan heşê xwe, û bingeh çêbû, ku Îtalîya mafê p’anaha siyasî bide r’êberê gelê k’urd.

Dijminên gelê k’urd xwestin, bi zulmê û bêdadîya li dijî gelê k’urd û r’êberê wî dawîyê bi pirsgirêka k’urd bînin, lê berovajî wê – r’astî derkete holê...

Axavtinên Serok Partîya K’arkrên K’urdistanê, Serokê r’ûmetê yê Kongrêya Net’ewî ya K’urdistanê (KNK) Abdulah Ocalan ç’avên civaka cîhanê vekirin, r’ûyê r’astîn ê dewleta t’irk derxiste holê, r’ê li ber veguhar’tinên (r’êform) civakê vekirin – bila vê demê ew t’enê li ser asta goftûgo û p’evguhastina nêr’înan be jî...

Li ser r’ûpelên r’ojname û kovaran gotar û matêrîalên dinê derk’etin, û di wan da ev pirsana derdik’etin pêşîya xwendevanan: “Gelo ev şer’a me pêwîst e? Gelo pirsgirêk t’enê di pêşk’etinên sotsîl-aborîya civakê da ne? Lê pirsgirêka k’urd? Çima hemû ç’avên xwe li ber wê digirin û naxwazin wê bibînin?” Ma ne, di K’T’ da bingeha bingehîn a hemû pirsgirêkan bi pirsa k’urdî va girêdayî ye. Eger K’T’ pirsgirêka k’urdî ç’areser neke, ew divê êdî hêvîya xwe nede ser tiştekî jî.

Hê derng ji dîaspora t’irkan a Ewropayê wê dengê jineke t’irk a bi navê Încî Canê bigihîje me, ya ku bi têlêvîzîonê daniştina dadgehê ya li girava Îmralîyê dîtibûye û di nameya xwe da ji Abdullah Ocalan r’a di derbarê r’ewşa xwe ya r’ewanî (r’uhî) ya r’astîn da dinivîse. Ew dibêje, ku bi xwe k’emalîst e,... ku, her çi jî bibe, ew bi r’êzgirtin li dewleta xwe dinihêr’e, ku, dema di meha sibatê da ji çapemanîyê pê hesya, ku Abdullah Ocalan girtine, ew dilxweş bûye.

Lê... hê derng, dema ewê axavtina Abdullah Ocalan bihîsytye, ew têgihîştye, ku ew hîç jî ne ew mirov e, wek ku desthilatdarîya fermî û alavên r’agîhandina girseyî yên T’irkîyayê hewl didin wî didin xuyan...

Û ev netewp’eresta t’irk digihîje wê r’adeyê, ku êdî gotinên dinê ji Abdullah Ocalan r’a dinivîse: “...ew hezkirin û r’êzgirtin, a ku di nav min da li hember We heye, weke wê hezkirin û r’êzgirtinê ye, ya ku di nav min da li hember K’emal At’at’ûrk heye, – Xwe Hûn naxeydin, ne? – Ji bo min Hûn At’at’urkê duyem in”.

Peyr’a Încî Can di nameya xwe da dinivîse, ku ewê di kesê Abdullah Ocalan da mirovekî nû dît, ê ku ewê t’imê xiyala wî kirye û hîvîya wî bûye – mirov, ê ku t’erefdarê mirovîyê, t’erefdarê mafên mirov, t’erefdarê dadmendîyê be...

Û pêvajo didome. Mirovên cuda diaxivin: yên t’erefdar û yên dijber. Lê giranî li t’erefê wan hêzan bû, yên ku piştgirîya pêvajoyên dêmikratîk bûn – yên ku di wê r’êyê da dimeşyan, a ku Abdullah Ocalan pêşniyar kirye.

Ji 50 mirovan zêdetir, kesên navdar ên T’irkîyayê û welatên derek’e daxuyanîya di derbarê piştgirîya înîtsîatîva r’êberê gelê k’urd da dabûn, û hema pey vê r’a r’ojnameya “Huriyet”-ê fotowêneyên hinekên ji wan li ser r’ûp’elê xwe yê yekem diweşîne û bi tîpên mezin dinivîse: “Îjar çi ferqî di navbera van û Ocalan da!”...

R’oj bi r’oj hejmara wan mirovan zêdetir dibe, yên ku piştgirîya îdêayên Ocalan dikin. Û wê demê bê, r’ojnameya “Huriyet”dê fotoyê girseya p’ir’mîllîonê ya welatîyên K’T’ biweşnî û di bin da jî bi tîpên mezin binivîse: “Îjar çi ferqî di navbera van û Ocalan da!”...

Peyr’a dê axavtina dozgerê sereke yê K’T’ Vûral Savaş jî bê û di wê axavtina xwe da ew bang dike, ku li ser r’êya veguhar’tinên dêmikratîk bibin asteng, ên ku “ji bo yekp’arebûna welêt xeterî ne”, ku divê destûr bê dayîn, bi dizî guhdarîya axavtinên t’êlêfonî yên siyasetmederan bikin, sansûra leşkerî bikine k’ar... Li dijî wî û ji bo piştgirîya Samî Sêlçûk (Serokê Dadgeha bilind a K’T’) r’êvebirên K’T’ û siyasetmederên dinê dengê xwe bilind dikin... Samî Sêlçûk dê careke dinê jî biaxive û wê careke dinê bibêje, ku ewê ji wê r’êya dêmokratîk daneger’e, ya ku wî hilbijartye.

Lê hê dereng Sammîta R’êxistina Ewlek’arî û Hevk’arîyê di Ewropayê da (REHE/AGIT)di Stenbolê da pêk hat (18-19. 11. 1999)û li wir di derbarê pirsgirêka Çêçênistanê da, di derbarê Qerebaxê, Kosovoyê da hate axavtin û, her çiqas di derbarê berjewendîyên gelê wan da tiştek nehate gotin jî, lê, dîsa jî, hate axavtin... Lê di derbarê pirsgirêka k’urdî da t’enê bi gotinên gulover’ û t’omerî-giştî, yên weke: “Mafên mirov” anîn zimên. Hema wisa – li hev hesikî, ne dîyar: “Mafên mirov!”, – qey bibêjî, di T’irkîyayê da pirsgirêka k’urdî nîne, an jî binp’êkirina mafên bîst mîllîon welatîyên k’urd ên k’omarê ne binp’êkirina mafên mirov e. Lê di r’astîya xwe da têgeha “binp’êkirina mafên mirov” di K’T’ da r’astedêr wek binp’êkirina mafên gelê k’urd tê têgihîştin. Û her ji vê hêlê va ev şêwazdayîneke (formûlekirin) weha di cîh da ye. Û li vir ya here balk’êş ew e, ku hemû beşdarên Sammîta REHE-ê, heya ew, ên ku dijî hev diaxivin, di pirsa k’urdî da bi “yekdengî” gihîştin p’ejirandina şêwazê “Mafên mirov”. Ev ne ji ber wê, ku gelek dewletên serk’êş, ên ku beşdarî wê forûmê bibûne, beşdarên komploya navnet’ewî ya li dijî r’êberê net’ewî Abdullah Ocalan in?! Ma ne ewana baş têdigihîjin, ku pirsa Abdullah Ocalan û pisgirêka k’urdî bi hev va girêdayê ne: bêyî ç’reserkirina yekê, mirovê nikaribe ya dinê ç’areser bike.

Û, dibe ku, hema bi vê r’a jî ew yek p’êwendîdar e, ku hema berî pîrozkirina 21-salîya damezirandina PKK (27.11) di başûrê K’urdistanê da li dijî hêzên PKK-ê dest bi çalakîya leşkerî ya hevbeş a art’êşa T’irkîyayê û barzanîyan bû. Û ew jî wî çaxî, dema bi pêşniyara Abdullah Ocalan, ji bo ku hewa siyasî û leşkerî bê nermkirin û ji bo piştgirîya pêvajoya veguhar’tinên dêmokratîk p’ir’anîya hêzên leşkerî yên ARGK ji sînorên K’T’ hatibûn vek’işandin. Du k’omên aktîvîstên PKK-ê (her yek ji heyşt kesan) hatinT’irkîyayê, ji bo ku beşdarî pêvajoya aştîyê bibin. Û endamên herdu k’omên parlamênterên aştîyê jî destxweda hatine girtin. Lê 25-ê mijdarê bir’yara cezayê kuştinê yê li dijî Abdullah Ocalan di Dadgeha Bilind a K’T’ da hate erêkirin. Cîhan hîvîyê bû, k’a helwesta t’erefê k’urd, civaka cîhanê û dewletên gewre dê çi be... Gelê k’urd bi t’evger ew bir’yara kirêt û r’ezîl şermezar kir. Li dijî vê bir’yarê gelek r’êvebirên dewletan û r’êxistinên navnet’ewî helwesta xwe diyarkirin... Lê T’irkîya weke xwe dimîne. K’engê û bi çi awahî ewê bibe xwedî dêmekî şaristanî û mirovî? – Ev jî dê hem bi helwesta hevpeymanîyên K’T’ ên NATO-yê, hem bi ya gelê T’irkîyayê bi xwe, bi t’evgera k’urd û t’evahîya gelê k’urd va girêdayî be.

Lê naha di K’T’ da çiqas t’erefdarên aştî û werguhar’tinên dêmokratîk hene, dibe ku, ewqas jî yên dijî wê hene, plyûs ew beşê civakê, yê ku yan ditirse nêr’îna xwe bîne zimên, an jî r’ewşa bendêmayînê da ne...

Di r’ewşeke weha da gelo mirov dikare ji Êcêvît bawer bike, ku partîya wî hema di r’oja yekem da li dijî Destûra Bingehîn a îroyîn e? Gelo k’î dikare bipeytîne (îzbat bike), yê ku wisa hatye cîhanê û wek ku heye, dikare bibe yekî dinê? Lê dagerkirina Qibrisê û destpêka “şanê” Êcêvît yê siyasî? Lê hemû dîroka T’irkîyayê: t’evkujîya k’urdan, ermenîyan, yewnanîyan, asûrîyan? Gelo ew gel, ê ku ji sêrî heya nigan hatye evsenekirin (aptal), wê wisa hêsan mercên aştî û dêmokrasîyê bip’ejirîne?

Em li vir ne katêgorîk bin û ne jî bibêjin – na!

Lê wisa jî emê xwe nexapînin û ji carekê va bi pêşk’evtên weha bawer nekin...

Li vira t’enê tiştek ji hêlekê va hêvîyê dide, lê ji hêla dinê va mirov hişyar dike, ku ew bi fesal be. Ez dibêjim, anegorî pîvanên kevneşopîyên dewêeta t’irk, divê Serokê Dadgeha Bilind a K’T’ Samî Sêlçûk ceza bikirana... Eger ceza nekirine, heya ji wê jî zêdetir – bi wî r’a “qayîl bûne”, ev li mirov ferz dike, ku ew li ser wê r’aman bike. Eger K’T’ û ji vir û pêva jî di wê r’êyê da neçe, ewê bê wê wat’eyê, ku lîstik didome...

Bi nêr’îna min, di r’ewşeke weha da hem gelê k’urd, hem jî civaka dêmokratîk a cîhanê dive heya r’adeya here bilind hişyar bin...

Ay, lê ya PKK-ê? Ewê jî, çi ji destê wê tê, bike, û wê k’arê xwe ji bo wê bidomîne, ku pirsgirêka k’urdî bi aştî û dêmokrasî bê ç’areserkirin...

2 ...Lê dîsa jî!

… Îro mirov dikare bi bawer bibêje, ku pirsa k’urdî bûye yek ji pirsgirêkên cîhanê yên here giran. Neç’areserbûna vê pirsgirêkê hert’im di derbarê xwe da dide zanîn, wek birînekê li ser r’uh û wijdanê cîhana şaristanî. Îro di cîhanê da ji bilî gelê k’urd net’eweke duyem nîne, ya ku bi hejmara xwe va 40 mîllîon be û bê dewlet be. Û, ji bilî vê, wisa jî gelê k’urd bi serê xwe di cîhanê da net’eweke t’enê ye, ya ku welatê wê çarparç’ekirî ye, hatye veçir’andin û bêr’ûmetkirin. Û “hezkirina” xwe li hember vî gelî di dewletên cuda da, ên ku welatê wî – K’urdistan di nav xwe da parç’e kirine, bi şêwazên cuda diyar dikin. Lê di nava wan dewletan da bi barbarî, zulmk’arî û nemirovîya xwe K’T’ cuda dibe û di wî warî da r’êkoreke sosret şkandye. Û ev hemû bi erêkirina bêdeng a cîhana şaristanî pêk hatye û îro jî pêk tê, lê gelek caran, wisa jî, bi piştgirî û hevk’arîya hinek dewletan. Lewra jî, ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî deynê mirovî yê dewletên gewre ye, pirsa r’ûmet û wijdanê civaka cîhanê ye...

Neç’areserîbûna pirsgirêka k’urdî îro net’avetîyê dide bi dehhezaran, sedhezaran, minê bigota, heya bi mîllîonan mirovan. Û bûyerên vê dawîyê yên salên 1998 – 1999-an evê ji me r’a dibêjin.

Ger em baş lê binihêr’in, emê bibînin, k’a çawa bi erêkirina bêdeng a cîhana şaristanî li ber ç’avên civaka cîhanê zulm û bêdadî serdestêyê li mirovtîyê û mirovahîyê dike.

Di cîhana me da, li k’u nirxên hemmirovî wisa bêqîmet bûne, li k’u r’oj bi r’oj bêqanûnî zêde dibe, li k’u nemirovîya desthilatdaran gihîştye asteke wisa, û ew şengesiwarên hesabên tazî û bêr’û di ç’avqulîya xwe da ewqasî kor bûne, ku trajêdîya bi mîllîonan hemwelatîyên xwe “nabînin”.

Herr’oj ev mirovana hewl didin, ku cîhanê û xwe jî di wê da bi r’engê r’eş û sipî bidin xuyan: va, xwedêgiravî, ên baş hene – ew jî em in, û yên xerab hene – ew jî ewan in.

Û ji bo wê, ji bo ku vê nêr’înê bigihînin xala dawîyê ya heşmendî, ewana ji eyarê xwe dertên, bi her r’ê û r’êbazan hewl didin, ku hevdu r’eş bikin, çi tiştên nep’ak heye, di derbarê hev da bibêjin, û nabînin jî, k’a di mala wan da çi dibe...

P’ir’ baş tê bîra me hemûyan, dema di cîhanê da du sîstêm hebûn – ya kapîtanîst û ya sot’sîalîst (Yekîtîya Sovêtê û welatê sot’syalîst û DYA û dewletên ku xwe li wan digirtin). Wisa jî tê bîra me, k’a nûnerên herdu hêwirgehan dema hevdîtinan çawa bi fesal li r’û hev vedbeşirîn û di heman demê da çawa li dijî hev propaganda (û ne t’enê prpoaganda) dimeşandin...

Baş tê zanîn, wisa jî, ku di destpêkê da cîhanê nedixwast Yekîtîya Sovêtê nas bike, wisa jî bi wê r’a hevk’arîyê bike, lê, dem hat, wan û Sovêtê bi hev r’a koalît’sîona antîfaşîst sazkirin. Lê paşê demên “şer’ê sar”, ên pêşbirka ç’ekzêdekirinê û “şer’ên stêrkan” pêr’a gihîştin.

Tê bîra cîhanê, ku di dema xwe da DYA hem Yaser Erafet, hem Nêlson Mandêla têr’orîstên №1 dihejmartin. Paşê Erafet û Mabndêla hêjayî Xelata Aştîyê ya Nobêlê bûn, û r’êvebirên vê dewleta gewretirîn r’astî wan dihatin û destê wan diguvaştin...

Dîroka têk’ilîyên DYA û Viêtnamê hemû jî baş dizanin: hem di DYA da, hem jî di Viêtnamê da hê demeke dirêj wê saw û xofa şer’ê Viêtnamê jibîrnekin. Lê îro êdî di navbera wan dewletan da pêwendîyên dîplomasî û aborî hatine r’ster’êkirin... Divê wisa bibûya. Mala Xwedê ava!

Cîhan wisa hatye sêwirandin: dostên duh ji hev vediqetin, dijmin bi hev r’a ziman dibînin, dijminatî û p’evçûnên berê tên jibîrkirin (an jî, hewl didin, çiqasî dikarin, jibîr bikin) û hevk’arîya xwe pêktînin.

Dîrok r’anaweste. Êdî 10 salan zêdetir e, mirovahî r’ewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dijî – şer’, ê ku nehatye daxuyandin! Li xerîta cîhanê binihêr’in...

Ji sala 1988-an û vir va ha li vî welatî, ha li wî welatê cîhanê şer’ destpêdibin (ên Kavkasîyayê, Asîya Navîn, R’ojhilata Navîn, Balakn û h.w.d) û dewletên gewre beşdarî van şer’an dibin – r’astedêr an bi navgînî (an jî helanan didin wan û agirê wan gur’tir dikin!).

Dabeşkirina cîhanê ya nû pêk tê û, wek ku tê gotin, “qanûnên cîhanê yên nû” tên danîn: Şer’ê Cîhanî gur’ dibe. Lê dewletên gewre êdî ne yên berê ne: ewana şer’ bi nîv-“dûreke”, an bi ç’ekên nûtirîn, an jî bi destê hineke dinê dimeşînin. Ev jî t’aybetmendîya şer’ên nû ye.

Li r’ex çalakîyên leşkerî r’a, an jî di demên bêhnvedanê da nûnerên dewletan li hev dicivin, forûman û tiştên dinê lidardixin, ji bo ku bi hev r’a pêvajoyan û mêla pêşveçûnên wan binirxînin, bi hev r’a çalakîyên xwe serer’ast bikin û careke dinê – berbi qada şêr va! (Demên krîza Kosovoyê tê bîra we?!).

T’aybetmendîyên mirovahîyê weha ne. Bûyer li her cîhan dubare dibin – hema-hema bê guhar’tin...

… Dema di K’urdistanê da xwîna mirovên bê sûc û guneh dir’ije (ya zar’okan, kal û pîr û dayîkan), dema r’oj bi r’oj ew meskenê bedewtirîn ê cîhana me tê wêrankirin û valakirin, dema bi mîllîonan mirov dibin p’enaber, dema lawê mezin ê gelê k’urd, têk’oşer’ê ji bo mafên mirov, hûmanîst û welatp’arêzê mezin bir’êz Abdullah Ocalan bi alîk’arîya cîhana “şaristanî” hatye girtin û îro di nav dîwarên girtîgeha sîstêma faşît a T’irkîyaê da dir’ize, siyasetmeder, zanyar, dîplomat û erk’darên fermî li şûna wê, ku bi r’êbazên bir’yardar trajêdîya gelekî t’am r’awestînin, di forûman da li hev dicivin û wan bûyeran analîz dikin, yên ku pêk hatine, an pêk tên!? Û hercar jî “nikarin” bersîveke t’am bibînin.

Lê bi r’astî bersîv heye…

… Dibe ku dem pêr’a gihîştye, ku helwesta li hember pirsgirêka k’urdî divê ne ku t’enê ji hêla siyasî û dadmendî va binirxînin, lê wisa jî – ji hêla mirovî û exlaqî va.

Mirov dixwaze li pirsgirêka k’urdî wek r’astyeke ji hêla hemûyan va tê zanîn, binihêr’e, ya ku bigihîje asta têgihîştina cîhanê ya sade, ya ji hêla zar’okan va. Û ev nêr’în jî min bi zanebûn hilbijart: ma ne, têgihîştina here r’astîn a cîhana hawîrdor – ew têgihîştina zar’okan e – ya bêt’eref û r’astîn…

K’a, werin, em li cîhanê bi ç’avên zar’okên bê guneh binihêr’in, lê ne bi ç’avên xwe – yên mirovên bi t’emen, ên ku her cur’e qanûn ji ber xwe derxistine (ên navnet’ewî û hundur’în) yên di derbarê hevk’arîya di navbera dewletan da, di derbarê bi hev r’a bi aştîyane jîyanê da, di derbarê mafên mirov û net’ewan da, lê di heman demê herr’oj wan qanûnan dit’er’ibînin, ên ku wan bi xwe jî p’ejirandine. Dertê, ku ewana ew qanûn bi zanebûn ji bo wê p’ejirandine, ji bo ku paşê jî wan li dû ev bit’er’ibînin û heya di wî warî da bi hev r’a bik’evine pêşbirkê?!

Lê, di vê navberê da, zar’ok dixwazin di aştîyê da bijîn, derfet’ên wan ne ku t’enê ji bo wê hebin, ku zikê wan têr be, baş wergirtî bin, bilîzin û hevaltîyê bikin, lê wisa jî derfet’ên wan hebin, ku zanîn û p’erwerdeyê bi dest bînin, wisa bin, wek ku ew ji dêya xwe bûne – bi t’aybetmendîyên xwe yên net’ewî va: bi ziman, bi çand, bi derûnê, bi jiyana r’ojane!

Nak’eve heşê wan, k’a çima ên mezin qanûna derdixin, eger wê paşê wan bit’er’ibînin, û peyr’a jî r’êxistin, komîsîon, dadgeh û trîbûnalên cihêr’eng ên navnet’ewî saz dikin, ên ku hîç tiştekî jî bo wê nikarin bikin, ji bo ku trajêdîya mirovî pêk neyê, û t’enê wê demê li hev berv dibin û dixwazin tiştekî bikin, dema êdî zulm û zordarî hatye şkandin, ...lê ewê êdî k’arê xwe yê r’eş pêkanye. Ewê çawa tê bigihîjin, ku ên mezin li hev dicivin, ji bo ku qîmetekî bidine wan bûyerên pêkhatî – dîsa jî ji bo bervkirina hinek komîsîonan, ji bo ku ji nûva k’arên wan analîz bikin.

Lê, gelo wê çêtir nînbûya, zar’okan dê bigota, eger me ew hemû r’êxistin, komîsîon, dadgeh, tribunal belavbikirana û wek mirov bijyana? Ma ne, yek e, dîsa jî di cîhanê da bêdadî biserdik’eve?!..

Helbet, helwesta min ne ewqasî jî r’eşbînî ye, û ez naxwazim bibêjim, ku hemû qanûnên ku hatine p’ejirandin, kêrî tiştekî naên. Na, pirs hîç jî di qanûnan da nine. Pirs di wê da ye, eger em bi xwe dê wan qanûna bit’er’ibînin, wê demê ji bo çi wan dip’ejirînin? Eger ew qanûnan li hember mirov û gelên cuda dê bi r’engên cuda bên bik’aranîn, wê demê em ji bi çi xwe dixapînim?

Dibe ku helbestvanê r’ûs ê mezin Krîlov hezar carî r’ast bûye, dema nivîsye: “Li ber ê bi hêz hertim yê bê hêz gunehk’ar e!”

Hinekê bibêjin – na?!..

Mirov dikaribû ji wan t’erefan bipirsya, yên ku heya r’adeyekê dixwazin, ku pirsgirêka k’urdî ç’areser bibe… Û t’erefên wisa di cîhanê da t’êra xwe hene. Helbet, her t’erefek dixwaze, ku pirsgirêk bi şêwazekî bê ç’areserkirin. Ev jî tê têgihîştin – her yek hesabên xwe yên siyasî-aborî hene! Di heşê her yekî da berjewendîyên xwe hene…

Di encama siyaseta t’evkujîyê da herr’oj beşekî gênofonda gelê k’urd tê t’unekirin (ma xwe, ew bêdawî nine!), axa K’urdistanê tê wêrankirin, sotin û valakirin û bi mîllîonan k’urdistanî dibin p’enaber, lê ew dewlet, ên ku berjewendîyên wan hene, jixwe r’a hêsan li vê pêvajoyê dinihêr’in, şûna wê, ku destê wan cinewirîyên asta dewletê bigirin, û wan r’awestînin.

Mirov nikare ne vê siyasetê, ya ku ji hêla hevk’ar û hevpeymanîyên T’irkîyayê (DYA, hinek dewletên ewropî û Îzraîl) va tê meşandin, ne jî, ya ku ji hêla dijberên wan va (R’ûsya, hinek welatên ereban, Îran û ên dinê) tê meşandin, wek siyaseta şopandina berjewendîyên jiyanî yên xwe yên net’ewî navbike.

Nak’eve heşê mirov: dema di derbarê axa Qibirêsê, ya ku ji hêla T’irkîyayê va hatiye dagerkirin, tê axavtin, mafên kêmanîya t’irkan a li giravê tînin hole. Her çiqas jî, li giravê t’irk ne binecîh ne, lê dîsa jî ewana hewl didin axa xelkê bikin ya xwe. Û evê xwesteka xwe ya bê bingeh ewana venaşêrin jî: van demên dawîyê “serokk’omarê”, xwedêgiravî, K’omara t’irk a Qibrisê hîç şerm jî nekir, daxuyand, ku, eger hîç t’irkek jî li giravê nînbe, yek e, Qibrisê ya t’irkan be (li her derê, li k’u ew îro dijîn, ewan wê demê li wan deran p’eyda bûne, dema gelên binecîh êdî bi hezarsalan li ser xaka xwe ya dîrokî jîyane); dema di derbarê albanên (armawit) Kosovayê da diaxivin, ên ku mafên xwe yên xweser hebûn (bila ne t’am bûna jî) û di derbarê Çêçênistanê da, yak u ji mîllîonekî jî kêmtir binecîhên xwe heye û di nav sînorên Fêdêratsîona R’ûsîyayê da dewleta xwe heye, diaxivin, li Ewropa R’ojava di derbarê binp’êkirina mafên mirov da dibêjin. Lê ew, ku bîst million k’urd li welatê xwe yê dîrokî (Bakûrê K’urdistanê), yê ku ji hêla T’irkîyayê va hatye dagerkirin, dijîn, mafên wan nîne, heya ku bi nave xwe jî bên navkirin, DYA û Ewropa R’ojava wêya tiştekî normal hesab dikin, lê wan k’urdan, ên ku doza dadmendîyê – mafên xwe yên net’ewî dikin, ter’orist navdikin. Û hîç kes naxwaze têbigihîje, ku heya di welatên mêtîngeh da t’u carê hebûna gelên binecîh nehatye r’edkirin, her çiqas jî mafên wan hatine p’êpeskirin. Di T’irkîyayê da, wek ku di Destûra wê ya Bingehîn da hatye nivîsîn, k’urd nînin! Zimanê ku 20 mîllîon mirov pê diaxivin, di vî welatî da qedexe ye, lê wan, ên ku wêrekîyê di nava xwe da bibînin, xwe k’urd nav bikin, an bi k’urdî biaxivin, wek mirovne suck’ar dibînin, li dû wan dik’evin, digirin, ceza dikin. Van demên dawîyê di Meclîsa T’irkîyayê da bir’yar girtin, ku “zimanê k’urdî zimanekî xweser nîne”. Û ev jî îro dawîya sedsala XX, di dewletekê da, ya ku di gelek waran da welatên cîhanê yên şaristanî bi wê r’a hevk’arîyê dikin!

Mirov evê çawa têbigihîje?!

Eger mirov wisa nêzîkî pirsê bibe, dikare çend sed mirovên nîvhov berev bike, û ewê di heman demê da qanînan bip’ejirînin, ku zimanên Bayron (înglîzî), Balzak (fransî), Pûşkîn (r’ûsî) ne zimanên xweser in?! Eger mirov bi cûr’ê p’arazvan û hevk’arên wan nêzîkî pirsê bibe, mirov dikaribe Corc Waşîngton, pey wî r’a jî Dmîtrîy Donskoy, Îvan Sûsanîn, Garîbaldî û gelek têk’oşerên dinê yên azadîya gelên xwe têr’orîstên №1 bi nav bike! Ji bilî wê, bi nêzîkbûneke weha ne t’enê mafên gelê k’urd tên binp’êkirin, lê, ji ber piştgirîya r’êjîma dijmirovî ya t’irk, ew derbê digihînin berjewendîyên gelê t’irk bi xwe jî. K’anê, li vir hîs û wateya durust? K’anê, li vir heşmendî? Gelo eger li K’urdistanê aştî bûya, wê di wê da hem k’ara Tirkîyayê, hem ya Ewropa R’ojava, hem jî ya R’ojhilatê nînbûya?

Wek ku tê xuyanê, na!

Dibe ku li vir ew prênsîp k’ar dike, ku bazirganîya here baş şer’ e? Lê eger sibe-dusba evê r’astîyê gelê t’irk jî tê bigihîje? Ma ne, r’adeya bêheşkirina wî jî sînorên xwe heye! Wê r’ojekê jî bê, û t’irkê hişyar bibin û wê ziyana xwe ya aborî ya di vî şer’î da bihejmêrin, hem jî wê ziyana xwe ya exlaqî, jimara kuştîyên xwe bihejmêrin (û ewana êdî destpêkirine wan bihejmêrin).

Êdî dem e, ji asîmanê jirîn dak’evina erdê, ji ewrên siyaset û dîplomasîya “bilind” peya bibin û ç’avên xwe li ser cîhanê vekin û lê binihêr’in: wek ku DYA di dema xwe da dijwarîyên şer’ê viyêtnamê derbazkirin, “sîndroma viyêtnamê” tamkirin, îro di T’irkîyayê da berhemên şer’ê gemar, ê ku wan bi xwe di K’urdistanê da meşandine, berevdikin. Sîndromeke wî cûr’eyî, sîndroma k’urdistanî êdî di T’irkîyayê da jî peyda bûye...

Lêbelê, di cîhanê da kesek nîne, ku di derbarê wê da bike qêr’în.

Eger ne ji bo xatirê mafên xwezayî yên gelê k’urd û r’awestandina şer’ê xwînrêj li K’urdistanê be jî, hîç nebe, divê alîk’arîyê bidin gelê t’irk, ji bo ku ew vê kirîzê derbaz bike, ya ku bi siyaseta bêheş û nedûrdîtî ya r’êvebirên K’T’ ew gel îro têda ye.

Hemû şer’ demekê destpê dibin û demekê jî bidawî dibin. Ev şer’a kêrî k’ê tê? Ez bi bawer im – ew ne kêrî gelê k’urd tê, nejî kêrî gelê t’irk. Ew siyaseta r’aster’ê û dûrdîtî, ya ku r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocalan meşandye û îro jî, di r’ewşeke ne azad da dimeşîne, ji bo wê r’ê vedike, ku bi r’ê û r’êbazên aştîyane pirsgirêka k’urdî bê çareserkirtin.

...Gelo kesekî carekê pirs daye xwe, k’a PKK çima ji welêt derk’et? Ez dikarim bersîva vê pirsê bidim – derbeya 12 r’ezbera 1980-î tê bîra we, ya ku xûnta leşker di K’T’ da anî ser desthilatdarîyê?

Lê çima derbeya leşkerî pêk hat?

Ew çi derbe bû? – Gelo kesekî li ser vê pirsê serê xwe êşandye? – Helbet – erê!

Lê van agahîyan vedişêrin, ji ber ku wisa ji wan r’a dest dide. Lê r’astî di wê da ye, ku di K’T’ da t’u demê jî desthilata sivîl nînbûye. Û îro jî bêhna sivîlbûnê jê nayê, ewqasî pirs di wê da ye, dema ku li wan pêwîst be, ewana xwe desthilata leşkerî nav dikin, ji bo ku ç’avê cîhanê bitirsînin û bi hêsane zulm û zora xwe pêkbînin: zordarî, kuştin, çalakîyên leşkerî li dijî gelê sivîl û paşê jî di destê wan da tiştek hebe, ku kirên xwe efû bikin û bê tirs û xof hovîtîyên xwe pêk bînin.

P’ir’anîya siyasetmederan, baş dizanin, di dadgehên navnet’ewî da li hember K’T’ çiqas doz hatine vekirin – ji bo sûcên wê, ji bo binp’êkirina mafên mirov! Lê çiqas jî hê di pêvajoya amedek’arîyê da ne, lê çiqas jî li dijî wê hatine qazenckirin?! Lê T’irkîyayê t’fûyî wan bir’yaran kirye, xwedîyên wê yên bi hêz li pişta wê sekinîne!...

Li vir pirseke dadmendî dertê holê: gelo hêja ye, ku k’urd hêvîya xwe bidin ser wan r’êxistinan?

Tê bîra min, ez bi hevalekî xwe va çûbûn mêvanîya malbeteke k’urd, a p’enaberên ji Bakûrê K’urdistanê. Xwedîyê malê arşîveke wisa dewlemend berevkiribû – ya berhemên aûdîo, vîdêo, r’ojname û kovaran ên di derbarê bûyerên di K’urdistanê da û yên bi wê va p’êwendîdar, ku arşîva here mezin a cîhanê dê xwezîya xwe bi wî banya.

Hevalê min weha matmayî pirsî:

– Hûnê ji van hemûyan çi bikin?

– Bibêjim! – Malxwê male bêhneke r’ahişt û domand, – Lê hûn dikarin bibêjin, hîç demekê dadgeh, trîbûnalan û r’êxistinê din ên navnet’ewî yên destûrmend (kompêtênt) em – k’urd ji t’unekirinê parastine? Helbet, na! Lê hûn dizanin dewletên gewre ji bo berjewendîyên xwe yên demi ji destpêka sedsalê heya van r’ojên me çend caran em firotine û îro jî difiroşin û piştgirîya celatên me dikin? Em nikarin hêvîya bidin ser kesekî jî…

Û, hûn dizanin, arşîvên vî rengî di p’ir’anîya malbatên k’urd da hene! 

 – Beraxêvê me axavtina xwe bidawî kir.

Erê, ez têdigiîjim, ku r’êvebirîya K’T’ jî ne azad e, hevsarê wê di destê xwedîyên wê da ye, wê wek jendermê herêmî xwedê dikin. Lê dem hatine guhar’tin, û xwedîyên wê êdî dê jendermekî wisa ji bo çi xweybikin?! Ew p’ir’ biha ye, bi t’aybetî jî, dema pêdivîyeke wisa mezin bi wan nîne. Hem jî k’urd êdî ne yên berê ne… Ewana xwe xwedîyên r’astîn ên welatê xwe hîs dikin.

Îro K’urdistan mêtîngehek a navnet’ewî ye. Lê dîrokê daye xuyan, ku, mêtîngeh çawa jî bibin, ne bi aborî, ne bi siyasî êdî jizûva xwe efû nakin. Li xerîta siyasî ya cîhanê binihêr’in: hemû dewletên gewre, yên ku ji xwe r’a r’êz girtine, bi xwe azadî dane mêtîngehên xwe. Her t’enê r’êvebirîya T’irkîyayê bi soza xwe, ya ku daye Ewropa R’ojava bi çencir’ûkan xwe bi Bakûrê K’urdistanê va qemitandye, bi wê armancê, ku piştgirî û xwedîderketina xwedîyên xwe bi destbixe, welatê me wêran dike û ew ji bo xwe t’enê kirye k’ana dewlemendîyên sererd û binerd ên xwezayî.

Pêvajoya pêşvaçûna cîhanê diyarkirye: dagerker çi jî bikin, çiqasî jî hewl bidin, yek e, gelên bindest azadîya xwe dibînin.

Pêşvaçûna dîrokî berbi wê va dibe, ku pirsgirêka k’urdî dê çareserya xwe bibîne. K’oledarên gelê k’urd, alîk’ar û hevk’arên wan nikarin bi dehan mîllîonan k’urdan t’unebikin. Di destpêkê heya nîvaeka sedsala me ji sê mîllîonan zêdetir k’urd hatine t’unekirin, lê îro ew ji 40 mîllîonî zêdetir in û ji wan t’enê 20 mîllîon di Bakûrê K’urdistanê da dijî. Pirs t’enê di wê da ye, k’a gelo çi p’êwendî wê di navbera t’or’inên celadên berê û yên îro û t’or’inên gorîyên wan – ên k’urdan da hebin.

Û evê di gelek waran da wê pêwendîdarî me û we be. R’êvebirîya net’ewî ya k’urdî bi serokatîya bir’êz Abdullah Ocalan çi ku ji destê wê hatye, pêk anye û îro jî pêk tîne, ji bo ku ev şer’a werguhêzî şer’ê navbera herdu gelan nebe, her çiqas jî, r’êvebirîya K’T’ a îroyîn her tiştî dike, ku ew hema wisa jî bibe.

P’ir’ xeter e, dema mirov t’enê bi menfaetên xwe yên vê demê dijî, ew jî dema ku li pêşya wî hê r’oja sibê jî heye. Lê r’oja sibê a t’or’inên me ye, û şanê t’u kesî nek’etye û mafê t’u kesî nine, bextewarîya xwe li ser hesabê wan ava bike. Divê cîhanê wisa avabikin, ku t’or’inên me nebin gerewên (r’ehîne) siyaseta îro, ya ku r’êvebirîya K’T’ dimeşîne. Ew ne kêrî gelê k’urd û ne jî kêrî gelê t’irk tê.

Gotineke pêşîyan heye, dibêje, ku zulm zulmê tîne. Lê bûyerên vê dawîyê derxistin holê, çi ku di derbarê PKK da heya naha hatye belavkirin, hemû jî derew e, ku PKK, her çiqas sedem û derfetên wê jî p’ir’ hebûne, ne ku t’enê naxaze û nikare têr’orê pêk bîne, lê her weha, ew nizane jî, k’a wê çawa dikin...

Lê têr’ora dewletê, minê bigota, ya navdewletî, ya ku gîhandine r’adeya here bilind a cerda zordarî û stemk’arîyê, dawîya dawîyê wê k’urdan neç’arî berxwedanê bike. Û ew jî, ne merc e, ku cengewarên PKK-ê bin... Di nav k’urdan da mirovên p’eyda bibin, ên ku bersîva wê stemk’arîya xeder, bêwijdan û nemirovîyê bidin, a ku gelê k’urd ji destê têr’ora dewletan a navnetewî dîtye...

Ew her pirs demê ye!

Û ji bo ku ev pêk neyê, ji bo ku paşê k’urdan t’ewanbar nekin, dem pêr’a gihîştye, ne ku li ser şkandina wê zulmê, ya ku wan ji ber xwe derxistye, serê xwe bêşînin, lê li ser şkandina wê zulm û zordarîya r’astîn, a ku êş û azar û trajêdîyayê bi xwe r’a tîne. Û wê demê wê hêsan be, ku bedbextîya bi mîlîonan mirovan di vê cîhanê da ji holê r’akin.

Ew dikare pêk bê, eger dewletên gewre bixwazin, ji ber ku ew bi xwe baş dizanin, k’a ew çi zulm û zordarî ye, bingehên wê li k’u ne û mirov çawa dikare wê ji holê r’ake. T’enê divê ew bi xwe wê bixwazin!

Ez heya dikarim navnîşanên wê jî destnîşan bikim, fermo: T’irkîya, Ankara, Çankaya, Destûra Bingehîn a K’omarê û yên ku wê pêk tînin: Serokk’omar, Hukumat, Meclîs û ew, ya ku Fermandarîya Giştî pêk tîne – Biryargeha Giştî... Û, ji bilî van, k’omên mafîoz û yên cerdên bi t’evger – hemû bi hevr’a ne, hemû li hev civyane!

Hûnê bipirsin – çawa?

Ev jî k’arê wan e! Ewana baş dizanin, çawa bi wan r’a ziman bibînin.

Ev – ji bo wê, ku di derbarê pirsgirêkê da têgihîştineke giştî hebe!


3. Berbi bir’yarên dadgehî yên Nyûrnbêrgê va…

Pirs dertê holê: dewletên gewre yên cîhanê di ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî da çawa dikarin r’ola xwe bilîzin û ji bo destpêka pêvajoya aştîyê çi divê bê kirin?

Îro li ser asta navnet’ewî forûmên cihêr’eng tên lidarxistin: hevdîtin, k’omcivîn, maseyên gulover’... Ew forûm bi şêwaz û naver’oka xwe va çawa dibin, bila bibin, k’urd mafdar in, ewan wek xelekên destpêkî yên trîbûnalên (dadgeh) leşkerî yên navnet’ewî bihejmêrin (k’urdan ew wisa hejmartine û ji vir û pêva jî dê wisa bihejmêrin), û ji ber wê jî, ew mirovana, yên ku hê dêmê xwe yê mirovî winda nekirine, wê herdem t’ewanbarîyê r’aberî r’êvebirîya K’T’ bikin.

Wek ku tê xuyanê divê hesab bikin, ku Dadgeha Nyûrnbêrgê her t’enê ser demekê navber daye pêvajoya xwe. Dibe ku pêwîst dike, ku ew bi k’omeke nû ya dadgeran va pêvajoyê jinûva destpêbike û doza hember r’êvebirên wan welatan bibihê, li k’u sûcên giran li dijî mirovahîyê pêkanîne, ç’ekan didin destên cinewirîyên barbar û, wisa jî, pirsa wan hêz, dewlet, r’êxistin û kesayetîyan, ên ku wê demê (û hem jî îro) alîk’arî dane geşvedana faşîzmê – di hemû r’engên wê da. Wan hemûyan divê wek beşdarên zulm û zordarîyan bihejmêrin, ên ku li dijî mirovahêyê hatine pêkanîn.

Lê wek dozdar divê nûnerên gelên herêma R’ojilata navîn derk’evin pêş, ên ku ji siyaseta T’irkîya duh û îro gorî û windayîyên wan çêbûne... Wisa, ku ez pêşnîyarî hemû r’êxistinên mafp’arêz û hûmanîtar dikim (helbet, eger yên wisa heya îro hê hene û xwedî erk’ in), bila amede bin, hîç nebe, ji bo destpêkê, p’êngava xwe ya t’ewanbarkirinê diyar bikin. Ew deynê mirovî yê wan û me ye!

Lê ji bo ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî ji navê t’erfê k’urd ê dozdar ez îro van pêşniyaran dikim:

Ya yekem: dewletên gewre, eger ew bi r’astî dixwazin, ku pirsgirêka k’urdî bi aştî bê ç’areserkirin, divê dest ji siyasete dustandartan berdin û li hember K’T’ wan hemû sepandin (sanction) û çalakîyan bi k’ar bînin, ên ku li hember Yûgoslavyayê – dema krîza Kosovoyê û li hember Îraqê – dema êrîşk’arîya wê ya li ser K’uvêytê (“Bahoz di xîzgehê da”) hatine bik’ar anîn.... Bi hemû hêz û derfetan divê r’êvebirîya T’irkîyayê neç’ar bikin, ku guhar’tinan di wî beşê Destûra Bingehîn a wêlêt da pêk bîne, li k’u tê gotin, ku hemû niştecîhên K’T’ t’irk in, û li şûna wê binivîsin, ku “gelên bingehîn ên K’T’ t’irk û k’urd in, û anegorî wê jî maf û erk’ên wan diyar dibin. Ku ew k’omar ji du welatên ji hêla maf va weke hev – T’irkîyayê û K’urdistanê pêk tê”. Mafên nûnerên gelên dinê jî divê bi Destûra Bingehîn a K’T’ bêne misogerkirin.

Ya duyem: civaka navnet’ewî divê girtina Abdullah Ocalan wek cerda dewletan a navnet’ewî qîmet bike, wê t’ewanbar bike û daxwez bike, ku r’êberê net’ewî yê gelê k’urd di bin garantîya R’êxistina Nat’ewên Yekbûyî (R’NY), Yekîtîya Ewropayê (YE) û r’êxistinên dinê yên navnet’ewî û dewletên gewre da bê azadkirin. Dewleta t’irk divê wisa jî hemû girtîyên siyasî azad bike û li şûna ziyanên wan ên wat’eyî û darayî dagire.

Ya sêyem: ji bo ku qîmetekî t’am bidin wan barbarî û t’evkujîyan, ên ku r’êjîma t’irk a berê û naha li hember gelên k’urd, ermenî, yewnanî, asorî û gelên dinê pêk anîne, trîbûnala navnet’yewî saz bikin û pirsa wan r’êvebirên zulmk’ar ênT’irkîya duh û îro, wek pirsa sûck’arên leşkerî bibihên, ên ku li dijî mirovahîyê sûcê giran pêk anîne.

Ya çarem: leşkerên dagerker ên K’T’ ji sînorên Bakûr û Başûrê K’urdistanê bên derxistin.

Ya pencem: ji hesabê byûcêya T’irkîyayê û byûcêyên wan dewletan, yên ku piştgirî dane zûlk’arîyên wê, yanê jî ç’ek danê û îro jî didin wê, û bi wan ç’ekan t’evkujî û wêranî ji K’urdistanê r’a naîne, şûna zyanên wat’eyî û darayî yên k’urdistanîyan dagirin: gund, bajar û r’êyên r’ûxandî ji nûva ava bikin, merc û derfet’an amade bikin, ji bo ku k’urdên ku bi neç’arî bûne p’enaber, veger’in cîh û warên xwe (bêyê wê, k’a çiqas dem berê ew p’enaberî pêk hatye, û di bin ewlehîya r’êxistinên navnet’ewî da).

Bi vê r’a dê ji bo dewletên gewre derfet’ çêbin, ku ew beşdarî avakirina gund û bajarên K’urdistanê yên wêrankirî bibin û aborîya wê ya t’alankirî r’akin ser p’êyan.

Ya şeşem: bingeheke p’ir’alî amade bikin, ku bi qanûneke t’aybet derfet’an ji bo wan k’urdan biafrînin, ên ku di encama siyaseta nep’ejirandin û bêt’ehmûlîyê, binp’êkirina mafan û t’evkujîyê ya dewleta T’irkîyayê da neç’ar mane, welatê xwe bit’erikînin û, ev çend nivş in, di welatên bîyanî da dijîn, veger’in welatê xwe yê kal- bavan, ji bo ku T’irkîya hemû zyanên wan ên wat’eyî û darayî li wan veger’îne û, wisa jî, xercê veger’a wan a welêt û bi cîh û warkirina wan ji byûcêya dewletê bide.

Û, ji bilî wê, di dawîyê da gotinek jî ji bo Mala Nûneran (Meclîs) û gelê DYA heye:

“Hukumeta DYA her salê navnîşa (lîste) r’êxistinên têr’orîst amade dike, û di r’êza wan r’êxistinan da wisa jî navê PKK datîne. Mirov dixwaze ji amadek’arên vê navnîşê bipirse: “We li ser çi bingehê ew navnîş amadekirye, dadgerên bir’êz ên qencî û xirabîya vê cîhanê? Helwesteke weha ya li hember têr’orîzmê bi xwe hema r’ê li ber têr’orîzma r’astîn – têr’orîzma dewletê – vedike!” Ew, ên ku xwe mirovnê dadmendî dihejmêrin, ên ku navê wan ê Mirov bi tîpa mezin nivîsî ye, bila destê xwe bide ser dilê xwe an P’irtûka pîroz û bibêjin, k’a ewana, wek mirov, lê ne wek erk’darekî, yê ku di bin desthilata qanûnên dijmirovî da ye, dê bi çi awahî li dijî hovên devbixwîn ên heya diranan biç’ekkirî bitêk’oşyana, yên ku ajotine welatê wan, malwêranîyê û miriinê ji kes û kinêzên wan r’a tînin?

Gelo r’êyeke dinê dimîne, dema mirov hîç bi awayekî dinê nikare wî hovê dir’inde yê di dilqê mirov da r’awestîne? Ma ne di dîroka hemû gelên cîhanê da demajoyên weha hebûne, û ew gelana li dijî dagerkerên bîyanî têk’oşîna xwe ya mafdar meşandine. Û ev mafê gelan di tûzika R’êxistina

Net’weên Yekbûyî (R’NY) da misogerkirî ye!

Lê, dema di navnîşa r’êxistinên têr’orîst da PKK-ê didin xuyan, di Meclîsa Nûneran da wê bi hêsane wan xalên byûcêya DYA (di nav da wisa jî yên veşartî) bidin erêkirin, ên ku wê alîk’arîya leşkerî ya ji bo r’êjîma faşîst a T’irkîyayê misogerbikin. Ev ya yekem! Ya duyem, ji bo ku domandina wê hovîtîyê bê efûkirin, a ku art’êşa T’irkîyayê di K’urdistanê da dimeşîne û ew ç’ek, ên ku dane wan, bêne dêrskirin, ji bo ku peyr’a dîsa bikaribin r’êvebirya T’irkîyayê bik’işînin ber derê Mala Sipî, ji bo ku ew mîna parsekan destê xwe dirêjî xwedîyên xwe bike... Û bi vî awahî... heya bêdawîyê.

Lê naha êdî T’irkîya heya qir’ikê di nava vî şer’ê neheq û qir’êj da maye...

Ma, R’NY an NATO li hember hinekan ç’ekan bik’ar naynin (ew dadmendî be an – na, pirs ne di wê da ye), dema ew ji bo ç’areserkirina nak’okî û p’evçûnan r’êyeke dinê nabînin?! K’a, bibêjin, fermo: erê yan na? Û eger erê, ji bo çi!? Pîvana mafderbûnê li k’u ye, kê bi wan mafan k’î erk’dar kirine, ji bo ku ew li ser serê hemûyan bibn dadger? Erê, mirov têdigihîje, wisa jî dibe, ku R’NY jî neç’ar dibe, ku berê xwe bide ç’areserkirina pirsê ya bi vî şêweyî.

Lê ew camêrana çima wisa nakin, dema pirs tê-digihîje T’irkîyayê?

Û paşê jî, ma, gelo ev ne bêhurmetî ye li hember pîrozîyên mirovî: wê dewletê, ya ku di t’evahîya dîroka xwe da ji derdorên xwe (û t’evahîya cîhanê) r’a t’enê k’irêtî, wêranî û t’evkujî anîne, wek endama r’êxistinên navnet’ewî hildibijêrin. Ji art’êşa vê dewletê k’omên leşkerî dikin nav hêzên aştîp’arêz.

Hûn tê digihîjin?! – Dewleta t’irk – û aştîp’arêzî?!

Bi erêkirina bêdeng a cîhana, xwedêgiravî, şaristanî, t’irk, ên ku şaristanîya Vîzansê t’unekirine, t’evkujîya gelek gelê herêmê pêkanîne, naha jî xwe gîhandine beşê gelê k’urd ê mayî û çûne-derketine Qibrisê...

Gelo ne bes e?! Gelo ne dem e, wê pirsê wisa ç’areser bikin, ji bo ku aştî bê vê herêmê jî?! Lê heya pirsgirêka kurdî nehatye ç’areserkirin, zû ye, ku mirov di derbarê aştîya herêma R’ojhilata Navîn da biaxive.

Sala 1997-an di R’omayê da konfêranseke navnet’ewî pêk hat. Mijara wê konfêransê “Ji pirsgirêka k’urdî r’a ç’areserîya aştyane”. Abdullah Ocalan ji beşdarên wê konfêransê r’a p’eyamek şandibû, û di wê p’eyamê da dihat gotin: “...Eger têk’oşîna gelê me ya ji bo mafê xwe yê net’ewî ya bi r’êberîya PKK-ê nînbûya, wê demê, piştî xûnta 12-ê r’ezbera sala 1980-î dê heman tişt bihata serê wî jî, ya ku hatibî serê gelên ermenî û asorî...

Rêvebirên DYA û hinek dewletê Ewropa R’ojava, – di p’eyama Ocalan da dihate gotin, –bi zanebûn hewl didin, ku PKK wek r’êxistineke têr’orîst bidin xuyan, lê civaka navnet’ewî, derfet’ên wê hene, ku bi xwe di ya berovajî vê da bi bawer be. Û, eger beşdarên konfêransê naxwazin, ku bir’yarên wan li ser k’axezê bimêînin, dixwazin bi ç’avên xwe r’astîya K’urdistanê bibînin, konfêransa we dikarbû k’omek erk’dar bikira û bişanda wir, û PKK jî wê ji bo alîk’arîya şandeke wisa çi ji destê wê tê, wê bike. Lê ji bo wê, ku encamên lêger’înan di çavê civakê da bêhtir cîyê bawerîyê bin, we dikaribû r’êxistineke xwedî r’ay a navnet’ewî jî beşdarî wê bikira, em jî amadene ji qanûnên navnet’ewî r’a r’êzê bigirin”. – Pêdivîya gotinên R’êberê bir’êz bi şiroveyan nînin.”

Di dawîyê da min dixwast hêvîya xwe bida ser mirovbûna mirovahîyê... Ku, wê demê bê, û wê tirîbaûnaleke mîna ya Nyûrinbêrgê berv bibe û dema daxuyandina bir’yara gunehbir’înê, dadger dê bi divyayî ji van pêşniyarên jorê sûdê wergirin.

Tenê, eger dadmendî jinûva bihata, k’urdan dê bikaribûya xwe azad hîs bikirana û dê bi dilê xwe ji k’ê r’a bixwazin, yekîtîya xwe avabikin, lêbelê, ji bo ku t’enê ew yekîtî li dijî berjewendîyên wan ên net’ewî nînibe...

Ezîz ê Cewo

Endamê Kongrêya Netewî ya K’urdistanê

28. 11. 1999