Civak û Çand,civak,û,çand

Civak û Çand

A+ A-

û ji qalikê xwe ên roj û salên borî ên kevneperst dûrdikevin û bi perwerdehîya hunerî va xwe û dîroka xwe nasdikin.Her wiha huner ji civakan re dibe neynika vejînê û bi rêya çand û hunerê desthilatdarîya malbatî a bi fikrên teng têk diçe.Zarok,Xort û Keçên civaka meya îro wê bi perwerde û danasîna hunera xwe bigehîjin asta zelalîya mejî û wê xwe hê bêhtir azad bibînin.

Xwedî derketina li çand û hunerê gelek girîng û pêwîste.Destkeftîyên ku îro kurdan li bakûrê kurdistanê bidest xistine ne destkeftîyên piçûkin.Divê xort û keçên kurdan bêhtir li çand û dîroka xwe xwedî derbikevin û bidin pêşxistin.Kurdan bi destxistina şaredarîyan ve li bajarên mezin bi piranî avahîyên çand û hunerê ava kirine û îroj her navendek çand û hunerê bûye wekî dibistanekî û di warê hunerê de pêşxitinek mezin bidest ketîye.Divir de barê pêşxistinê dikeve ser milê malbatan da ku li pêşîya zarokên xwe nebin kelem û bila bi hêsanî di navendên çand û hunerê de xwe pêşbixin jibona dahatûya xwe û jibo rê liber pişaftina çand û ziman bê girtin.

Me di ser nivîsa xwe de jî daye xuyakirin ku çand û huner çiqas girînge.Kesên ku li çand û hunera xwe xwedî dernekevin nikarin bibin xwedî nasname jî.Nasname ziman û çanda netewan bihev re, dide girêdan û dibe hebûna gel û neteweyan.Dema ku mirov dibê çand di serê mirov de lêgerînek çêdibe ka mirov dikare çawa bibe xwedî (Çand) û xwe li ku derê çandê de bibîne.Yekem car Çand ne stran û helbest tenê ye.Peyva çandê ziman,dîrok û bi giştî nasnameya mirov derdixe pêş û mirov xwe digehîne wî astê ku jixwera bêje ez jî heme û vaye çand huner dîrok û nasnameya min.

Em werin ser beşên çandê û hinek mînakan bidin: Ziman di çandê de cîhê herî sereke digre û kes û civakê bihev re, dide girêdan bi nêrîn,dîtin axaftin hişmendî û bi awayekî felsefî mirovan bihev re dide girêdan û ziman li hemberê tunebûna gelan dibe asteng, hebûna gelan diparêze û ji civakan re dibe navgîn. Çand nirxê civakan diparêze û nahêle ku ew civak ber bi helandinê ve herin û ji dîrokê re dibe eserek mayînde jibo dahatûya gelan. Her wiha çand û ziman taybetmendîyekî gelan ên herî girînge.Jibo vî yekê ye dibê mirov ziman û çanda xwe wekî erkê herî bingehîn bibîne û bipêşbixe.


Gotinên miftehî :