1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Deng, şahî û êşa dil û giyana min Bavê Felek
Deng, şahî û êşa dil û giyana min Bavê Felek,deng,şahî,û,êşa,dil,û,giyana,min,bavê,felek

Deng, şahî û êşa dil û giyana min Bavê Felek

A+ A-

Di nav kûrahiya giyana min de veşarî ye dengek ku ji zarokatiya min maye. Ji kûr bangî min dike caran, li nav derd û êş, kul û azarên hezarê salan digerîne, min li min vedigerîne, min li min tîne: Cana min cana min/ Tu yî êş û jana min/ kî zane ez kî me/ bêyî te çi ye mana min.

Bi vî dengî mezin bûm, pê şa bûm, pê giriyam û pê êşiya, pê givişî û pê paqij bû giyana min: Were were li nik min rûne/ Dilêm kul e bikewîne/ Eger rojê te nebînim/ hemî deman li min girîn e.

Hebûn çi ye gelo? Xwarin vexwarin, razan û hemî livên li jiyanê? Lê mirin? Rawestana liva hebûnan e? Belê ji bo gelekan, lê ne ji bo hinekan: Lewre ew hinek bi kiryarên xwe, bi rawestana xwe, bi hilberînên xwe ji xwebûnê derdikevin û ji xwe didin gelekan û dibine gelek, di nav gelekan de bi sedê salan dijîn. Jiyan bi wan geş dibe, bi wan re li ser piyan dimînin û bilind dibin nirx û rûmet, bi wan xurt dibin dil û mêjî û bi wan mezin dibin xiyal û paqij dibin giyan… Êdî ew ne xwe ne.

Mezinahî di dûrbûna ji "xwebûn"ê de veşarî ye û tunebûn di xwe bisînorkirina "xwebûn"ê de. Dema ji xwebûnê dûr dikevî, mîna gotinên xwe dijî, mîna xiyalên xwe û wê demê di rastiyê de dibî XWE. Bi gotin û xiyalên xwe re yek î êdî, ji lewre jî mezin…

Deng û dilê mezin hunermendê kurd Mihemed Şêxo di sala 1948an de li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, li Gundê Xecokê ku li ser bajarê Qamişloyê ye, tê dinê. Bavê felek hîn ji zarokatiya xwe ve di nav tengasiyên aborî de mezin dibe û ji bo vê alîkariya malbata xwe dike. Nûxuriyê dê û bavê xwe ye û bar dikeve ser pişta wî. Hîn di zarokatiya xwe de rastiya bindestî û xizaniyî dibîne û dinase. Ji ber van tengasiyan, bi derengî, di sala 1959an de dest bi dibistanê dike, lê ji tunebûnê û neçarî, hîn di dibistana navîn de ye, dest ji xwendinê berdide û dest davêje biska xwe, dest bi muzîkê dike. Wî êdî li Qamişloyê li gel Aramê Tîgran, gelek hunermendên kurd ên din jî nasîne. Di sala 1970yî de diçe Lubnanê û du salan li Navenda Yekîtiya Muzîkê perwerde dibîne û piştre bawernameya xwe digire. Di heman sala ku bawernameya xwe digire de (1972) bi navê ”Serkeftin” komeke muzîkê ava dike. Piştî demekê vedigere gundê xwe Xecokê û ji wir jî derbasê Başûrê Kurdistanê dibe. Piştre bi pêşmergeyan re derbasê Rojhilatê Kurdistanê dibe, lewra pêşmerge wê demê li dijî hêzên Îraqê têk diçin. Di dema ku li Rojhilat dimîne de, ji ber ku li dijî rejîma Îranê derketiye, biryara girtin û bidarvekirina wî tê dayîn û ew car din bi rêyan dikeve, direve diçe Sûriyê.

Hozanê nemir Mihemed Şêxo 14 kaset tomar kirin û Bavê Felek di 9ê Adara sala 1989an de koçê xwe bar kir û li bihuşta rengîn danî. Lê bihuştekê jî di nav me de ava kir û li nav 14 gul û nêrgizên herî xweş çand ku hemî adaran di nav dilan de car din serî bilind dikin û bang li Bavê Felek dikin, da bike şînê bo me hemuyan.

Têbinî: Ez spasdarê kekê xwe Sadûn im ku hîn di zarokatiya me de Mihemed Şêxo bi me da zanîn û gohdarkirin. Ev, yek ji diyariya herî mezin a jiyana min e.

Mahabad Felat ARDA 2009-03-07 [email protected]