1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Der barê DMOZ'ê de
Der barê DMOZ'ê de,der,barê,dmoz,ê,de

Der barê DMOZ'ê de

A+ A-

DMOZ ji bo kesên dixwazin malpera wan di Google de xuya bike, girîng e. Kesên ku hewl didin dia qada înternetê de bên asteke baş divê teqez serî li DMOZ bidin. Bi taybetî ji bo malperên kurdî.

Kesên ku dixwazin malpera wan di lêgerînan de bibe yekemîn divê serî li DMOZ bidin, lê ev nayê wateye ku dê tenê bi vê yekê bibin yekemîn. DMOZ ji bo vê yekê gavek girîng e.

Pêşî, piştî ku mirov malperek bi kalîte û li gor motorên lêgerînê amade kir, dê DMOZ bibe alîkar ji bo ew malper di lêgerînê de derkeve rêzên herî bilind. Jixwe mirov malperek bi kalîte amade neke mirov nikare malpera xwe di DMOZ'ê de tomar bike.

Gelek kes DMOZ'ê bi rexneyek wekî “gelek malperên bêkalîte jî tê de hene” tînin ziman. Di gelek maleprên foruman de bi rastî jî bi dehan û heta bi sedan mijarên neyînî der barê DMOZ'ê de hene. Lê ev nayê watye ku DMOZ ne peldanka herî bi kalîte ye. Ew “peldanka herî mezin e, ya ku bi destê mirovan hatiye amadekirin.”

Mirov dikarin şaşiyan bikin û malperên bêkalîte jî dikarin carinan xwe tê de tomar bikin. Lê mirovên dilxwaz ên di DMOZ de kar dikin wan malperan jê paqij dikin.


Gotinên miftehî :