1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. DERTÊ HOLÊ, KU R’ÊVEBIRÎYA HERÊMA BAŞÛRÊ K’URDISTANÊ PIŞTGIRÎYA R’AYEDARÊN DEWLETA ÎSLAMÎ (DAÎŞ) DIK
DERTÊ HOLÊ, KU R’ÊVEBIRÎYA HERÊMA BAŞÛRÊ K’URDISTANÊ PIŞTGIRÎYA R’AYEDARÊN DEWLETA ÎSLAMÎ (DAÎŞ) DIK,dertê,holê,ku,r,êvebirîya,herêma,başûrê,k,urdistanê,piştgirîya,r,ayedarên,dewleta,îslamî,daîş,dike,çima

DERTÊ HOLÊ, KU R’ÊVEBIRÎYA HERÊMA BAŞÛRÊ K’URDISTANÊ PIŞTGIRÎYA R’AYEDARÊN DEWLETA ÎSLAMÎ (DAÎŞ) DIK

A+ A-

(Li şûna r’êplîkê)

Wek ku malp’er’a kurdinfo.ro li ser bingeha agahîyên pukonline.net r’adigihîne, di p’ayt’exta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê da Kongrêya erebên sunnî pêk hatye, û t’erefdarên “Dewleta îslamî” (DAÎŞ) jî beşdarî wê kongrê bûne (http://kurdinfo.ru/эрбиль-поддерживает-террористов).

Wek ku tê r’agîhandin, di nav r’ayedarên sîyasî û serokên eşîrên erebên Mûsilê da wisa jî nûnerên eşîra bi nave “tîya” şêx Sebah Gazî Xînş hebûye, yê ku piştgirîya DAÎŞ-ê dike û mirovê nêzîkî r’êberê DAÎŞ-ê Ebûbekir el-Bexdadî ye.

Tê gotin, ku Desthilatdarîya Îraqê gelek caran daxuyandine, ku Hewlêr piştgirîya têr’orîstan dike û wan vedişêre. Bexdad daxweza r’adestkirina wan dike, lê Serokê Herêma Başûrê K’urdistanê r’adestkirina r’êberên erebên sunnî, yên ku têkilîyên wan bi DAÎŞ-ê r’a hene, r’ed dike.

Tiştê mat’mayînê ew e, ku Kongrêya erebên sunnî r’oja berî “r’izgarkirina” Şengalê pêk hatye. Gelo ev jinişkêva pêk hatye, yan...?

Helbet, mirov dikaribû ji van agahîyan bawer nekiria, eger pêşmergeyan di dema here teng da bi pilan û amadek’arî k’urdên êzdî yên Şengalê di devê wan merivxuran da bi bê piştgirî û p’arastin nehîştana, û ev jî nebûya sedema t’evkujîya k’urdên êzdî ya 74-an... ger heya vê dawîyê jî êzdîyên li ç’îyanê Şengalê da hasê mayî bê piştgirî û alîk’arî nehatana hîştin,... eger van r’ojên dawîyê Serokokê Herêma Başûrê K’urdistanê birêz Mesûd Barzanî wisa bi lez û bez ew ŞOW-a sîyasî ya “r’izgarkirina” Şengalê lidarnexista...

Helbet cîhê şik û gumanan e, ku, dema % 80 Şengalê hê di destê daîşîyan da ye, kek Mesûd daxwîyanîya “r’izgarkirina” Şengalê dide... Li vir pirs dertê holê, gelo ew ŞOW-a sîyasî ji bo wê nehate kirin, ji bo ku bala r’aya giştî ji wê kongrêya erebê sunî bide dûrxistin? An...?

Ezîz ê Cewo

31. 12. 2014, P’ampa K’urdan