1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Di zimanê sînema û şanoyê de çewtiyek
Di zimanê sînema û şanoyê de çewtiyek,di,zimanê,sînema,û,şanoyê,de,çewtiyek

Di zimanê sînema û şanoyê de çewtiyek

A+ A-

Di nûçe û nivîsên der barê şano û sînemaya kurdî de çewtiyek bal dikişe. Di vê kurtenivîsê de dixwazim çewtiya wê û rastiya wê raxim ber çavan.

Rist: Rist bi kurdî, rol jî bi zimanên biyanî, di tirtkî de jî rol e. Di nûçeyan de wiha tê gotin, mînak “Aydin Orak di rista girtiyekî de lîst.”

Ji ber ku di kurdî de rol dibe du şax, ev hevok jî şaş e. Ji ber ku di vir de wergera rol ne rist e, dilq e. Yanî ya rast “Aydin Orak di dilqê girtiyekî de ye.”

Lê gelo kengî rol dibe rist?

Ev jî bêhtir wekî misyonê ye. Mînak “Rista Aydin Orak ew e ku di dilqê girtiyekî de bilîze.” Dilq û dirb li hinek deveran têkilhev dibin. Mînak li şûna gotina “Dirbê bavê xwe dide” dibêjin “dilqê bavê xwe dide.” Ji ber vê yekê “dilq” li hinek deveran di şûna “rol” de nayê famkirin. Hêvîdar im şanoger, sînemager û nûçegihanên me vê çewtiyê êdî nedomînin.

Hêvîdar im hûn jî bi şîroveyên xwe vê nivîsê dewlemendtir bikin...