Diyalogên Rojiyê,diyalogên,rojiyê,rêzan,tovjîn

Diyalogên Rojiyê

A+ A-

Beşa Rast:

-- Eselamûelêkum!
-- Elêkumeselam, ser çavan.
-- Ew çi cigare ye di destê te de?
-- Wele ma çi cigare ye, jehr e, ji acizî vedixim.
-- Keratiyê vexwe. Lê çima vê roja remezanê tu vedixwî?
-- Aha bibore. Min ji bîr kiribû remezan e.
-- Piştî ku tu ne bi rojî bî, te ji bîr kiribe nekiribe çi ye!
-- La hewle wela, heyra ma ez mecbûr im rojiyê bigirim?
-- Erê, ma xwedê wanî ferman nekiriye?
-- Wa! Ey min medrese xwendiye, an te?
-- Te quzilqurt xwendibe nexwendibe nizanim, tu şertên îslamê çawa bi cih tînî ew girîng e.
-- La hewle wela, heyra tu naçî qehwê?
-- Belê diçim.
-- Tu li qehwê lîstikan nalîzî?
-- Belê dilîzim. Car caran, ne hertim.
-- Îcar heyran xwedê çiqas tiştên ne baş qedexe kiribe ez nakim, dîsîplin ji min re ne lazim e!
-- Wa! Ev jî riyek nû ya ji derketina dîn e?
-- Na wele ne wisa ye. Tu tiştên ne baş dikî, ez nakim. Dîsîplin ji te re lazim e.
-- Tiştekî wanî tune, tu ji ber xwe derdixî. Gunehkar û ne gunehdar divê rojî bigirin.
-- Bavê min digot “kerê girêdayî”.
-- Ev çi ye, haşa haşa. Emrê xwedê ye rojî.
-- Dema yek nimêjê neke û rojî bigire jê re “kerê girêdayî” tê gotin.
-- Ez nimêjê jî dikim.
-- Lê waye tu diherî qehwê lîstikan jî dilîzî, dîsîplîna te bi te re îrade çênekiriye, vala ye.
-- Waaa! Îcar tu gunehan nakî rojî û nimêj li te ne ferz in?
-- Çima bila ferz be? Ne ferz e! Ma rojî û nimêj ji bo çi ne?
-- Xwedê wisa ferman kiriye. Deynê te ye, gerek tu bidî. Gerek tu jê re îbadetê bikî!
-- Pêdivî û ihtiyaca xwedê bi nimêj û rojiya min tune.
-- Rast e, tune. Lê xwedê wisa ferman kiriye. Deynê te ye, gerek tu bidî.
-- Heyra binihêre hemû dîn (ol) ji bo hizûra mirovan e, ji bo xweşiya mirovahiyê ne. Îsa, Mûsa, Brahîm, Nûh, Zerdeşt û dînê wan ji bo refaha mirovahiyê ne.
-- Rast e, lê Zerdeşt ne pêxember e.
-- Helaaa! Gelo ji bo ku kurd e?
-- Aha hûn wisa hemû nijadperest in. Di bin we de tiştên din hene. Hûn çepgir in.
-- Te devê min vekir, xwe zemke! Di dînê îslamê de gunehê herî mezin “kufr” e. Kufr çi ye, “înkar” e. Yanî înkara tiştekî heyî ye.
-- Înkara xwedê ye!
-- La hewle wela. Heyra kufr ew tişt e ku tu tiştekî heyî înkar bikî. Li cîhanê guneh û sûcê herî mezin ev e. Îcar tevî ku Zerdeşt berî Îsa jî hatiye û tevî ku pirtûka wî heye, çima ew ne pêxember e, ev înkar ji ku tê?
-- Kê ji te re got pêxember e?
-- Berhema wî heye, dînê wî heye, pîvanên wî heye. Kesên li ser dînê wî heye. Çi kêm e?
-- Sexte ye, ne heq e.
-- Ji bo ku kurd e? An pîvaneke din heye?
-- Pîvan ev e, di îslamê de Zerdeşt ne pêxemberê heq e.
-- Di îslamê de dest ji Zerdeşt berde, ma qala kurdan dibe?
-- Îcar te dest bi êrîşa îslamê kir. Jixwe min hêvî dikir. Tu çepgir î. Niyeta te ne baş e.
-- Heyra binihêre min ji te bêhtir îslam xwendiye, ji te bêhtir jî misliman im. Were em xwe li gor pîvanên îslamê yek bi yek bipîvin. Lê ji kerema xwe re polîtîkayên ereban û îslamê tevî hev neke, ez ferqa navbera herduyan bi ber te dixim.
-- Ev çi ye? Polîtîkaya ereban çi ye?
-- Mînak di îslamê de behsa gelek gelan dibe. Di quranê de navê wan tê gotin. Kurd cîranê ereban in lê navê wan tune. Gelo ji bo ku çavên ereban li ser axa kurdan bû?
-- Ev bêbextî ye, kufr e.
-- Kufr înkar e, min tiştek înkar nekiriye, ez îdia dikim. Îdia jî bi delîlan tên pûçkirin an jî îspatkirin. Were bi min bide famkirin ku çima di îslamê de navê kurdan derbas nabe?
-- Eqrad heye, haya te jê tune.
-- Eqrad navê kurdan e, lê tenê di pirtûkên hin alim û zanayan de heye. Di kitêbên esasî û quranê de tune. Welhasil haya te ji van tiştan tune.
-- Ne girîng e li gor min.
-- Li gor îslamê gelên ku dînê wan hebe, kitêba wan hebe, pêxemberê wan hebe axa wan nikare bi şer were dagirkirin, dînê wan bi zorê nikare were guhartin.
-- Rast e.
-- Aha ji ber ku Zerdeşt hatiye înkarkirin rê li ber dagirkirina erebên musliman jî vebûye. Mesela ereb û îslamê ev e. Te 2 kitêb xwendiba te jî dê bidîta.
-- Ez qebûl nakim, ev buxtan in tu dixî stuyê îslamê.
-- Tu çima ereb û îslamê dikî yek heyra, ez behsa îslamê nakim, behsa polîtîkaya ereban dikim.
-- Çi ferq dike, tê piştre herduyan bikî yek.
-- Na, na ez wekî ereban bende fen û fûtan neketime, ez kurd im, bindest im, tebîet û taybetiyên serdest û dagirkeran bi min re peyda nabe. Ne xwezayî ye.
-- Wele tu tiştan qebûl nakî. Bi te re nayê axaftin. Hem rojiyê nagrî, hem Zerdeşt dikî pêxember, hem îslamê dikî dagirker.
-- Birayê musliman tiştekî ku te nîşan daye û min qebûl nekiriye tune. Ez nîşan didim û tu qebûl nakî. Helbet tişta ku te baş jê fam nekir qebûl neke, ez wekî ereban nabêjim bê fikr û raman qebûl bike. Ez rojiyê nagirim, lê min îradeya xwe qewîn û zexm kiriye jixwe. Ferqa min û te ev e.
-- Tu xwe dixapînî, min jî dixapînî. Îrade mîrade tune, divê tu rojiyê bigirî.
-- Niha tu ji xwedê ditirsî ?
-- Erê, pir.
-- Heke tu ji xwedê netirsiya tê çi bikira?
-- Min ê her cure guneh bikira.
-- Aha ferqa min û te ev e. Xwedê gotiye “zînayê nekin.” Çima, ji bo ku hevşabûn encax di navbera kesên ji hev hez dikin de çêbibe. Kesên ji hev hez dikin xwedî peyman in. Ji wê peymanê re te divê bêje zewac, te divê tiştekî din bêje. Te fam kir? Ji bilî hezkirinê her cure hevşabûn zîna ye, yanî ji dervê ehlaq e, heywanî ye. Te fam kir? Madem xwedê gotiye neke, sedemek wê heye. Gerek tu wê sedemê hîn bibî û gerek tu bêjî “spas ji bo te ez nezanê xwedê agahdar kirim” û tu ji xwedê re spas bikî, tirsa te tune be jî gerek tu ji zînayê birevî. Te fam kir?
-- Rast e, te ev rast got.
-- Ferqa min û te v e. Ez bi qasî misqalê zere ji xwedê natirsim.
-- Haşa sume haşa, dîsa tu kufr bû.
-- Heyra kufr înkar e, ez kufr nebûm, min fikra xwe ya li ser fermanên xwedê anî ziman, tu çi mirovekî ezber î loo! Binihêre ez pir hez dikim ku kesek rastiyan bi ber min bixe. Wexta ez dikim jehrê vexwim û yek bêje “ew jehr e, ez ê jê hez bikim ji bo ez agahdar kirim, ji mirinê xelas kirim.” Ne wisa?
-- Rast e.
-- Aha xwedê jî der barê tiştên ne baş de ez agahdar kirime bi vê meseleya gunehan.
-- Rast e, hemû tiştên guneh bi zerar in, ne baş in.
-- Hah. Îcar ji bo ku xwedê ji min hez kiriye û ez agahdar kirime, ez jî jê hez dikim û qet tiştên ne baş nakim. Tiştên ne baş hemû li dijî mirovahiyê ne. Îslam jî, îsewîtî jî, olên din jî hewl dane sûcên li dijî mirovahiyê qedexe bikin.
-- Îsewîtî sexte ye, ew hatiye xerakirin. Kitêbên Îsa, Mûsa, Brahîm û Dawid hatine xerakirin.
-- La hewle. Yaho ez ketime pey çi, tu ketiyî pey çi. Ez ji te re dibêjim hemû ol ji bo başiya mirovahiyê ne, rolek wan heye. Hemû jî amûr in, alav in, navgîn in. Ne armanc in, alav in.
-- Dîsa jî xwedê rojî, nimêj, zekat û hec ferz kiriye, gerek tu bi cih bînî.
-- Binihêre! Şeva Mîhracê ku Hz. Muhamed çû qatê xwedê, xwedê jê re got “here bila umeta te 50 riqet nimêj bike.” Lê Hz. Muhamed 2 caran rica kir û daxist 5'an. Ma em ji xwedê çêtir dizanin, çima Hz. Muhamed rica kiriye? Ka were em rojê 50 bikin, xwedê çêtir dizane.
-- Te ev ji ku derxist, tiştekî wiha tune.
-- Fermo em telefonî mele ... bikin. Hela bê tiştekî wanî heye an na! Xuya ye tu cahilekî muslimanan î. Elo ... Seyda eselamun elêkum. Bibore me tu aciz kirî lê pirsek me heye. (...)
-- Seyda: Rast e. Hz. Muhamed cara sêyem jî xwestiye here, lê rûyê wî hew girtiye, hîn jî dilê wî hebû kêmtir bike.
-- Mala te ava, xwedê ji te razî be seyda. Eselamun elêkum, bimîne di xweşiyê de.
-- Seyda: Elêkumeselam. Ser çavan.
-- Te dît birao? Îcar em çi fam dikin? Ji bo erebên wê demê terbiye bibin 50 riqet encax bes bû. Lê dîsa jî hate kêmkirin. Bi 5'an jî dikaribûn bihatina terbiyekirin. Îradeya wan bi 5'an jî terbiye dibû, lê hinekî derengtir. Te fam kir?
-- Erê, dibe wisa be.
-- Îcar ez dibêjim îradeya min temam e, ya min wisa bê nimêj jî temam bûye. Helbet bi xwendina zêde, bi ilm. Min ew di ruhê xwe de temam kiriye.
-- Ma tu ji Hz. Muhemed bêhtir musliman î?
-- Aha ev nebû? Tu xwe dikî mehkûmê qaliban. Qalib, zeman û mekan bila te neke mehkûmê xwe. Ez mirovê sedsala 21'ê me, ez ne li nav ereban im, ez ne di şert û mercên Hz. Muhamed de me.
-- Heyra weleh haya te ji îslamê tune. Bi 50 hezar awayan hatiye gotin ku nabe însan ji nimêj û rojiyê bireve.
-- Ey wisa nehata gotin dê çawa îradeya muslimanan bi rojî û nimêjê bihata xurtkirin?
-- Erê nedibû. Ji ber vê jî rev nabe.
-- Îcar were em nerevin, lê em xwe wisa bikin ku bêyî wê jî îradeya xwe qewîn û zexm bikin!
-- Nabe!
-- Dibe. Were min bibe kerxaneyê, hela ez têm an nayêm.
-- Tu naçî belkî, lê dîsa jî gunehkar î ji bo ku nimêjê nakî.
-- Biracan. Binihêre. Selewatê dizanî? Mirov dema selewatê dikişîne mirov dibêje “Allah, Allah, Allah...” Ne wisa?
-- Erê, xêr e.
-- La hewle wela. Xêr an jî ne xêr. Kesekî ku zemîna gunehan pê re hebe gerek selewatan bikişîne. Her wekî te dest ji cigarê berdabe û tu bi benîşt û dendikan xwe biştexilînî. Bi selewatê gerek tu mejiyê xwe ji ajoyan dûr bixî. Ji tiştên heywanî dûr bixî.
-- Baş e, bi ber aqilan dikeve.
-- Hah. Îcar dema zemîna gunehan di min te tune be jî, tu bêjî “îla bêje Alah, Alah, Alah” ez ê jî bêjim “xwedayê min û te ne yek e.”
-- Çawa ne yek e?
-- Xwedayê min mezin e, pir mezin e. Li her derê ye. Her tiştî dibîne, dizane. Ji bo wî pêdivî bi selewata mirovan tune. Bi van selewatan ne mezin dibe, ne kêfxweş dibe. Psîkolojiya wî ne xerab e, wekî zarokan nabêje “hema hey behsa min bikin.” Te fam kir?
-- Haşa sume haşa, tu çawa diaxivî yaw?!
-- La hewle wela quwete îla bilah. Ma ez derewan dikim? Xwedê tiştekî wisa ye qey ?
-- Temam temam. Le tu nikarî wisa sivik nêzîk bibî. Gotinên wisa tu nikarî bînî ziman, tu qala xwedê dikî, hinekî xweşik biaxive.
-- Biracan. Tu xwedê nas nakî. Yanî tu dibêjî “xwedê heye”, lê haya te ji taybetiyên wî tune. Ew pir fireh e, wekî derya ye. Min gava din taybetiyên wî yên baş gotin. Ew li aliyekî, ez niha pêkeniyekê der barê wî de bêjim jî ji min hêrs nabe, ji bo ku ew ji mirovan hez dike. Tew belkî pêkeniya min bi qalîte be, dibe ku hinekî bimizice jî. Ji ber ku ew hay ji hezkirin û taybetiyên mirovane heye.
-- Ez şaş dibim te çi medrese xwendiye, tu bi qasî misqalê zerre ji îslam û xwedê fam nakî.
-- Haho ji derdê te. Te xwedê kiriye wekî zalimekî. Tu wisa dizanî ku mirov hema navê wî nedikirînin dê xwedê wan bavêje nav agir û dê bêje “çima we navê min ne dikirandiye?” Binihêre. Di îslamê de mînakek heye. Heke kesek têrkirina zarokên xwe dayne aliyekî û here bikeve mizgeftê û bala xwe hemûyî bide dikirandina xwedê, ew xêr nayê hesêb, guneh tê hesêb. Heke xwedê pir bixwesta em jê re bidikirînin, dê kêfa wî ji vê hereketê re bihata ku zarokên xwe berdaye û jê re didikirîne.
-- Rast e, gerek mirov li zarokên xwe binihêre.
-- Ka xwedê qismetê wan dişand? Were em zarokan bihêlin û biçin 24 saetan li mizgeftê îbadetê bikin! Çima ew dibe guneh? Çawa be qismetê wan xwedê dişîne!
-- Di îslamê de tê gotin ku “wekî hûn niha bimrin ji axretê re, wekî ku hûn ê qet nemrin ji dinyayê re bixebitin.”
-- Hah. Dema ku yek here 24 saetan xwedê bidikirîne, xwedê jê re dibêje “here hinekî ji bo dinyayê jî bixebite.” Te fam kir?  Firandina balefirê jî karê dinyayê ye lê we qet balefir çênekir. Karê dinyayê hemû ma li ser pişta yên ne musliman. We jî îslam kir îbadet bi tenê. We meseleya îbadetê fam nekir. Ereban nehişt hûn fam bikin.
-- Aha ev fikra te baş e, lê dîsa jî gerek tu nimêj bikî, rojiyê bigirî.
-- Yanî fikrên min xweş in, lê gerek ez dest jê berdim, ne wisa?
-- Tenê nimêja xwe bike, rojiya xwe bigire. Ez ji bo te dibêjim.
-- Heyra gotina te ne girîng e. Esil xwedê ji bo min her tişt gotiye. Tişta baş û ne baş nîşan daye. Heke dilê min bi ser tiştekî ne baş de hebe, ez ê herim bi selewat, nimêj û rojiyê îradeya xwe zexm bikim. Ji te heye ku ez ji rojiya rojekê ditirsim. Heyra ez 21 rojî di gireva birçîbûnê de mame, 21 rojên bê fitar tu dizanî?
-- Ew jî guneh e.
-- De here ji xwe re ber golikan lo! Ez belesabeb serê xwe bi te re diêşînim. Çima guneh e? Me li ber xwe neda ku îradeya me teslîm bihata girtin? Îcar karê me yê ji bo dinyayeke bi rûmet li ku ma? Ev e baweriya te?
-- Gireva birçîbûnê guneh e, gerek rojî tenê ji bo xwedê be.
-- Heyra saetek rojî ji bo xwedê tune. Carek din dibêjim, xwedê ne berketiyê rojiya te ye. Ji bo îradeyek xurt, ji bo mejiyekî li dijî ajoyan bi serketî rojî ferz kiriye, ne ji bo xwe. Kêmasiyek wî tune ku bi rojiya te temam bike. Ya din ez ji te re mînakekê bidim. Heke di hundirê odeyekê de gelek quran hebin, derî li ser te hatibe girtin û xwarin pir bilind be. Heke te dît ku tê ji birçûna bimrî, tu dikarî pê li quranan bikî û herî wê xwarinê daxî. Yanî esil tu yî. Tu ji gotina xwedê jî girîngtir î li cem xwedê, te fam kir îcar?
-- Haşa haşa haşa. Tu îcar ji dîn derketî.
-- Ka were dîsa em telefonî mele ... bikin. Elo, seyda carek din eselamun elêkum. Seyda pirsek min heye dîsa, li min bibore, ez bi birayekî musliman re li ser nêzîkatiya îslam û xwedayê teala diaxivim. Min mînakek wiha da (...). Gelo tu çi dibêjî.
-- Seyda: Rast e. Ew mînak ji aliyê hin alim û zanayan ve hatiye gotin. Yanî ji bo xwedê esil ê girîng însan e. Xwedê ev cîhan, ev gerdûn, ev quran hemû ji bo însan çêkiriye. Dîn ji bo refah û murefeha însan e.
-- Gelekî spas, mala te ava seyda, xwedê ji te razî be. Eselamun elêkum, bimîne di xweşiyê de.
-- Seyda: Ser çavan, ehlen we sehlen.
-- Heyra îcar ez westiyam. Karê min heye gerek biçim. Ji kerema xwe re pêşî dînê xwe nas bike. Sebeba hemû dînan nas bike, bizane. Wê demê tê bêhtir bibî mirovekî salih.
-- Ez jî careke din dibêjim nimêja xwe bike, rojiya xwe bigire, zekata xwe bide, heca xwe bike. Hemû ferzan bi cih bîne. Heyfa mirovên wekî te ku herin cehenemê.
-- Ez rojiyê bigrim û biçim qehwê qumarê bilîzim? Ez rojiyê bigirim û daran jêkim? Ez rojiyê bigrim û diziyê bikim, fesadiyê bikim, zilmê bikim, dagirkeriyê bikim, zimanê gelan qedexe bikim, mirovan bê derfetên tenduristî bihêlim? Ev e îslam?
-- De tu ji peyvê fam nakî lo?
-- Helaaa! Ez jî cara dawî dibêjim: Destê xwe ji diziyê û xerabiyan, devê xwe ji derew û fesediyan, lingê xwe ji çûna cihê xerab dûr bigire û 24 saetan vê bike. Ev rojiya 24 saetan e û heke te ev nekir rojiya 30 rojî te ji tu tiştekî xilas nake. Heyra karê min heye, gerek ez herim. Ez pir li te sekinîm. De ya xwedê.
-- Oxir be, em ê hevdu li cehenemê bibînin.