1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. DÎPLOMASIYA SEQET
DÎPLOMASIYA SEQET,dîplomasiya,seqet

DÎPLOMASIYA SEQET

A+ A-

Rizoyê XERZÎ

Di van şert û mercên ku bi giştî niha kurd tê de derbas dibin, hewcedariya kurdan û bi taybetî ya Rojavayê Kurdistanê ji her demê bêtir bi hevgirtin û yekrêziyê heye. Di warê dîplomasî de hewcedariya Rojava bi têkliyên dîplomatîk ên Bakur û Başûrê Kurdistanê heye ku di raya giştî ya navnetewî de piştgiriyê bi Rojava re bikin.

Têkilyên Başûr bi gelek dewletan re heye û dikare vê dîplomasiya xwe têxe dewreyê ku rastiya êrîşên li ser kurdan ji saziyên navnetewî re aşkera bike. Lê mixabin em dibînin ku li şûna vê yekê hin partiyên kurd ên ku ji wan têkliyên dîplomasî ên başûr sûdê digirin di nava raya giştî ya Ewropayê de li şûna piştgiriyê zirarê li şoreşa Rojava dikin û rastiyan berobajî dikin. An jî hin mijarên biçûk mezin dikin û li dijî tevgera gelê kurd a ku şerê man û nemanê dike dike bikar tînin.

Her wiha Bakur jî nikare di warê navnetewî de rola xwe ya dîplomatîk bilîze û rastiya şoreşa Rojava ji raya giştî ya navnetewî re bi rengekî profisyonek û akademîk pêşkêş bike. Tenê di warê nûçe û agahdariyê dimîne.

Herêma Başûrê Kurdistanê dikare di warê van têkliyan de roleke pir mezin bilîze lê mixabin ji ber nakokiyên siyasî û hin tiştên biçûk pêşeroja hemû gelê Rojava dixe xetereyeke mezin û di wî warî de xwedî lê dernakeve û carna jî dibe hevparê ambargoya giran ya li ser Rojava.

Di dema dawî de rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê bi rayedarên dewleta tirk re li hev civiyan û mijarên wekî çeteyên DAIŞ, revandina sefîr û dîplomatên tirk û hin mijarên din nîqaş kirin. Her kes dizane ku nêzîkaya herî zêde ji bo peymanên firotina petrolê ne û kesek li dijî têkliyên bi vî rengî ên ku sûdê bide Herêmê nasekine. Lê pirsa mirov şaş û mat dihêle ew e ku gelo bi qasî van cîranan mafê Rojava jî tune ye ku hûn ji bo van mijaran hevdîtinê bi wan re bikin. Biratiyê jî deyne aliyekî ew jî li ser sînorê te ye, ew jî cîranê te ye, ma gelo bi qasî wan cîranên din jî mafê van birayan li ba we tune ye. Ma gelo pêwîstî bi şêwira wan tune ye ji bo destnîşankirina qeder û paşeroja Rojava.

Qe nebe wekî bi cîranên xwe re bi wan re şêwira çawaniya parstin û berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nîqaş bike.

Bi rastî wekî seferberiya ku niha bakurê Kurdistanê ji bo Rojava dest pê kiriye, divê di warê dîplomatîk de jî seferberiyek wiha ji bo Rojava were destpêkirin. Hemû partî û rêxistinên kurd li Bakur, Rojhilat û Başûr ji bo xwedîderketina li parçeyeke ji dilê xwe dest bi seferberiyê bikin. Qe nebe hûn hinekî ji deynê bi dehê salan ê gelê Rojava ku di hemû şoreşan de hûn bi tenê nehiştin ji stûyê xwe derxînin.


Gotinên miftehî :