1. Tekst

  2. Rewşenbîrî

  3. Amîda Kurd
  4. E-Pirtûka Rewşenbîrî
E-Pirtûka Rewşenbîrî,E-Pirtûka,Rewşenbîrî

E-Pirtûka Rewşenbîrî

A+ A-

  1. Armanca vê e-Pirtûkê bi berfirehî dazanîna rewşenbîriyê ye. Rewşenbîrî çi ye, rewşenbîrî kengî derketiye holê, bingeha wê çi ye, mirov ji kê re dikare bêje rewşenbîr, di dîrokê de rewşenbîrî çawa pêşketiye, mînakên neteweyan ên rewşenbîrî, mînakên helwestên rewşenbîrî ji cîhanê... Di nav kurdan de rewşenbîriyê kengî dest pê kiriye, pirsgirêkên rewşenbîriya kurd çi ne ?
  2. Di vê e-Pirtûkê de hemû xebat kollektîf (hevpar) in. Gotar ji ensîklopediyên cîhanê, pirtûkên der barê mijarê de, gotarên nivîskaran û malperên têkildar hatiye berhevkirin.
  3. Hevokên ku ji derekê din hatine girtin di nav neynûkê de hatine nivîsîn û çavkanî bi koda hejmarekê, mînak [1] hatiye nîşandin. Li binê e-Pirtûkê jî wateya van kodên hejmaran hatiye dazanîn.
  4. Çavkaniyeke ku pêbaweriya wê tune be ji aliyê xwendevanên me ve dikare were gilîkirin.
  5. Her nivîskar û xwendevanê ku bixwaze bi hevokekê jî fikra xwe lê zêde bike, dikare ji e-peyama Amîda Kurd re nivîsa xwe bişîne. Piştî nirxandinê, heke pêwist be dê gotinên wî / wê li e-Pirtûkê were zêdekirin. Bi vî rengî e-Pirtûka herî berfireh û bê kêmasî dê derkeve holê.
  6. Tu dikarî cihê hevokan biguharî, paragrafeke ku ne di cihekî rast de hatibe bicihkirin, dikarî bînî cihekî rast. Hevokeke ku li gor te ne pêwist be dikarî derxistina wê pêşniyar bikî.  Gotin, bêje û têgehên ne di wateya rast de hatibin bikaranîn dikarî serast bikî.
  7. Ev e-Pirtûk her ku hate guhartin dê bi guhartoya dawî careke din were weşandin. Her ku hate guhartin dê hejmara guhortoyê wekî mînak Guharto 0.1, Guharto 0.2 û hin wekî din bêne weşandin. Kesên ku carekê e-Pirtûk daxistin, bi vî rengî dikarin fam bikin ku guhartoya di destê wan de nû ye, an kevin e.
  8. Lînka e-pirtûkê dê li vir were bicihkirin.

Gotinên miftehî :