1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. EM BI NET’EWÎ LI GIRTÎYÊN DOZA NET’EWÎ XWEDÎ DERK’EVIN!
EM BI NET’EWÎ  LI  GIRTÎYÊN  DOZA  NET’EWÎ   XWEDÎ  DERK’EVIN!,em,bi,net,ewî,li,girtîyên,doza,net,ewî,xwedî,derk,evin

EM BI NET’EWÎ LI GIRTÎYÊN DOZA NET’EWÎ XWEDÎ DERK’EVIN!

A+ A-



Ezîz ê Cewo


Dîsa li welêt hewar e, dîsa gelê K’urdistanê  li ser p’êyan e, dîsa banga berxwedan û serhildanan tê kirin.  

Vê care jî rewşa tendurustîya girtîyên siyasî di rojevê da ye, yên ku ji bo r’akirina t’ecrîda li ser r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan k’etine  birçîbûnê, û ev girêv êdî 40 r’ojan zêdetir e, ku didome. Û r’oj bi r’oj rewşa t’enduristîya wan xetertir dibe, jiyana gelekên ji wan di bin t’ehlûkeyê da ye. 

Ev ew dot û lawên gelê k’urd in, ên ku ji bo doza mafê gelê xwe hatine girtin, û ji bo wî mafî di zîndanan da jî di nava berxwedanê da ne. Wek ku agahîyên ji K’urdistanê digihîjin destê me, di vê r’ewşê da AKP-ê dixwaze bi zorê desttêwerdana girêva wan bike.  

Ger Hîtlêr hebûya, dê gelek tişt ji vê rêjîmê fêrbibûya!.. 

Ji bo wê jî hemû sazî û r’êxistinên Bakûrê K’urdistanê banga serhildanê û piştgirîya girtîyên siyasî kirine…

Bi heşmendîya mirovî ya normal, ev r’ewş t’enê Bakûrê K’urdistanê têk’ilîdar nake, her k’urdek, li ku jî dibe, bila bibe, li Başûr, li R’ojhilat û R’ojavayê K’urdistanê, li derveyî Welêt, divê dengê xwe bigihîne dengê xûşk û birayên me yên Bakûrê Welêt. T’enê bi vî awayî emê bikaribin bibin hêzek a net’ewî û li gel û welatê xwe xwedî derk’evin. Ji bo me divê t’unebin k’urdên Bakûr, ên R’ojhilatê, ên Başûr, ên R’ojava û yên derveyî Welêt, k’urd li ku jî hebe, kurd e, û doza me jî yek e. T’u kurdek, t’u parç’eyekî K’urdistanê t’enê, bi sere xwe, bêyî yekîtîya net’ewî wek mirovekî nivîşkan e. Em t’enê bi hev r’a di nav yekîtîyekê da dikarin bigihîjin armanca xwe ya dawîyê – r’izgarîya net’ewî. 

R’êjîma AKP-ê, ya ku di bingeha xwe da li ser faşîzmê avabûye, bi taktîkên  nû dixwaze gel û r’aya giştî bixapîne û k’arê xwe yê r’eş didomîne. Ew daxuyanîyên R’eceb T’eyîb Erdoxan ên di derbarê “Nexşeya r’ê” da lîstikek a nû ye, ji bo gel bi axavtinên vala va mijûl bike. A ku têr’ora dewletê li hember gelê k’urd dimeşîne, ev  r’êjîm e, ew bi vê helwest û zînyeta xwe nikare ji daxwazên gelê k’urd ên mirovî û net’ewî r’a bibe bersîv. Ji ber ku ev r’êjîma, ya ku têr’ora dewletê li hember gelê k’urd dimeşîne, îro berxwedana netewekê, ya ku têk’oşîna gelekî ye li dijî têr’ora dewletê û di bingeha  xwe da t’evgerek a dijtêr’orî ye (ante-teror), têr’or nav dike. Ev tê çi wat’eyê? Ango, ewan di pirsa ç’areserîya pirsgirêka k’urdî da helwest û r’ê r’êbazên xwe neguhar’tine…   

Ji bo wê jî ji bo gelê k’urd ji bilî  berxwedan û serhildanê ewan t’u r’êyek a din nehîştine! Her k’urdek di cîyê xwe da ji bo wê bwerxwedanê dive k’arekî bimeşîne û tiştekî li ser t’evgera net’ewî  da zêde bike… 

Lê ya ku îro ev serdema li me hemûyan ferz dke, ew e, ku em li berxwedanvanên girtîgehan xwedî derk’evin, ji ber ku her yek ji wan parç’eyekî  nirxên net’ewî yê hêja ye, ji ber ku hêza me ya netewî bi wan û bi her k’urdekî xwedî şan û şerefa mirovî pêk tê.  Û di vê r’ewşê da t’enê gelê k’urd bi xwedîderk’etina van nirxan dikare bigihîje armanca xwe. Ev cîhan, a ku xwe “şaristanî” nav dike, wijdanê xwe  kirye berîka xwe, r’ûmeta mirovayê daye bin p’êyê xwe û t’enê berjewendîyên xwe diger’e. Eger wisa nînbûya, dive  ji bo guhar’tina vê r’êjîma nemirovî bi dehan caran mudexeleyî wê kiribûya, wek ku mudexeleyî Afxanistanê, Îraqê, Lîbîyayê û welatên din kiribû. Ji van welatan bêhtir ev k’omara zulmê, ya ku Tirkîya tê navkirin, hewceyê guhar’tinan e. Û heya ev pirs ne tenê ya hukumeta îro ye, pirs bêhtir di wê zîhnyetê da ye, ya ku li ser bingeha destûra bingehîn a vê dewletê r’ayedar û siyasetmederên vî welatî p’erwerde û mamade kirine…  Eger di cîhanê da pêşîyê gel hebûne û van gelan ji bo xwe destûrên bingehîn amadekirine û p’ejirandine, lê di vî welatî da berovajî vê, di destpêkê da destûr nivîsîne, paşê li ser bingeha destûrê gel avakirine. Ji bo wê jî, her çiqas Partîya K’omarger, xwedêgiravî,  li hember AKP-ê ye, lê di pirsa k’urdî da ew bi hev  r’a ne û hevdeng in. Ji bo mafê p’erwerdeya zimanê kurdî Qilîçdaroxlû dibêje, ku ew  ji bo yekîtîya welatê wan t’ehlûke ye…

Ji bo wê jî di pirsên mafê xwe da gelê k’urd di vê cîhana hov û har da  t’enê ye, mafê wî bi hevk’arîya hêzên navnet’ewî jê standine, û ewê t’ucar wî gunehê xwe nep’ejirînin û serer’ast nekin, heya gelê k’urd bi xwe bi yekîtîya xwe wan û vê r’êjîma dijmirovî, ya  ku dûvika wan hêzan e, neç’ar neke. 

T’enê gelê k’urd dikare, wek netew, li berxwedanvanên zîndanan û doza net’ewî xwedî derk’evin, t’enê bi yekîtîya net’ewî û li wê yekîtîyê xwedî derk’etinê emê bikaribin bigihîjin armanca netewî…