1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?
GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD  K’ENGÊ DIKARE BÊ?,gelo,ç,areserîya,pirsgirêka,k,urd,k,engê,dikare,bê

GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?

A+ A-

(Rêplîk)

Ezîz ê Cewo

Bersîva vê pirsê hem sade ye, hem jî – na!

Eger ç’areserîya vê pirsê biçûya ber destê wan mirovan, ên ku pirsê r’ast têdigihîjin, an jî xwasteka wane têbigihîjinê û ç’areserkirinê heye, wê demê k’ilîta wê ç’areserîyê di Destûra Bingehîn a K’omara T’irkîyayê (K’T’) da ye. Ango eger Destûra Bingehîn a vê dewletê bê guhar’tin û li şûna “T’irkîya ya t’irkan e!”, “Hemû mirovên ku T’irkîyayê da dijîn, t’irk in!” û “Ji bilî zimanê t’irkî zimanên dinê qedexe ne!” bê nivîsîn, ku: “K’omara T’irkîyayê ji du gelên bingehîn – t’irk û k’urdan pêk tê!”, “Mafên gelên t’irk û k’urd di vî welatî da weke hev in!” û “Mafên gelên dinê jî yên vê k’omarê misoger in!”, wê demê, dibe ku pêdivîya ç’ekan nemîne, an jî ç’ekê her ji bo xwep’arastina ji êrîşên derva bihatana hiştin… Lê, eger bi helwest, têgihîştin û pêşniyarên r’êvebirîya K’T’ be, ew pirs dijwar wisa hêsan here sêrî.

…Binihêr’in Serokê Hukumeta K’T’ Ammet Davûtoxlû di p’aytexta Pakîstanê – Îslamabadê da di civîna çapemanîyê da (17.02.2015) çi gotye: “Pêvajoya ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî gihîştye xaleke krîtîk. Ew pêvajoyeke p’ir’’ aloz û giran e, di wê da ne ku lezk’etin, lê helwesteke ji dil û can û daxwazên qenc girîng in. Hukumet hîvyê ye, ku k’urdê di derbarê amadebûna xwe ya r’awestandina têk’oşîna ç’ekdarî da daxyanekê bidin”. Mirov li vira çi dikare bibêje? Wek ku tê xuyanê têgihîştin, heşmendî û helwesta r’êvebirîya Ankarayê nehatye guhar’tin. Îro dem pêr’a gihîştye, ku ew di derbarê hêvîyên gelan da biaxivin, lê ew li dû hêvîyên hukumetê ne. Gel dixwazin û hîvyê ne, ku pirsgirêka k’urdî bi aştyane bê ç’areserkirin, ku dawîya dayîyê aştî bê vî welatî, lê serokê Hukumetê, bêyî ku gavekê berbi ç’areserîyê va bavêje, daxwaza r’awestandina têk’oşîna ç’ekdarî dike! Ewana art’êşeke hemdemî ya bi hêz li pişt xwe va dane sekinandin û, bêyî ku di derbarê mafên gelê k’urd da p’eyvekê bibêjn, daxweza “helwesteke ji dil û can û daxwazên qenc” ji k’urdan dikn…

K’a, bibêjin, îjar li vir heşmendî li k’u ma?! K’a, gelo, k’îjan gel di vê cîhanê da bi van helwest û daxwazan bûye xwedî maf. Yê ku di derbarê “helwesteke ji dil û can û daxwazên qenc” da diaxive, divê di sêrî da ew bi xwe wana diyar bike...

Dîsa jî têk’oşîna gelê k’urd a dehsalan a bêhemp’a r’êvebirîya K’T’ anye, li ber derê ç’areserîyê daye sekinandin. Ji bilî ç’areserîyê r’êyeke dine nine. Eger ev r’êvebirî ji bo gelê xwe mitale dike, dixwaze ku gel û welatê wan xwe ji r’ûr’eşîya sedê salan paqij bike, cîhê xwe yê bi r’ûmet di r’êza gelên cîhanê yên şaristanî da bigire, ewê gavên r’eal û konkrêt berbi ç’areserîyê va bavêjin û ne ku li dû hev gotinên di derbarê ç’ekberdan an ç’ekr’awestandinê da dubare bikin…