1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gelawêj Ewrîn
  4. Gotinên êvaran ketin kunên dîwaran
Gotinên êvaran ketin kunên dîwaran,gotinên,êvaran,ketin,kunên,dîwaran

Gotinên êvaran ketin kunên dîwaran

A+ A-

Dema Tirkiye ket Cerablûsê yek ji çapemeniya ku bala mirov kişande ser xwe, ragihandina Başûrê Kurdistanê bû ku li şûna behsa dagirkeriyê bikin, wek ku behsa operasyonek şoreşgerî dikin, cih dan bûyerê. Derket holê ku senaryoya ketina Cerablûsê û çûyîna Barzanî berê hatibû dariştin û çapemenî jî li gor vê yekê hatibû amadekirin. Ne tenê çapemeniya ser bi PDK’ê piraniya çapemeniyê din bi girtina îlhamê ji çapemeniya ku berdevkiya konsepta şerê li dijî îradeya azad a gelê Kurd dike, dest bi propagandayên xwe kirin. Di dema êrîşa li ser Hesekê de jî jixwe hewayek bi vî rengî çêkirin wek ku li Hesekê şer girane û xelkê wê hemû jê koçber bûn. Ev helwest bi zanebûn û di çarçoveya konseptekî de tê meşandin yan jî ji nezaniyê tê kirin, zêde encamê naguherîne. Encam jî ew e ku zimanê îro yê çapemeniya Başûrê Kurdistanê xizmeta planên dijmin dike.

Mixabin niha li Başûrê Kurdistanê îradeyek bi hêza ku li dijî siyaseta Barzanî bisekine nîne. Ji bo bihêzkirina xwe partiyek berê xwe dide Tehranê, yek berê xwe dide Enqerê û yek jî berê xwe dide Bexdayê. Duh dema ku li Rojava serkeftinên mezin dihatin bidestxistin, şervan bi pêşve diçûn, wan jî li ber kamereyan sibê heta êvarê li çepikan didan. Yanî çepik ji bo ku ji vê qafileyê dereng nemînin, ji bo Kurd ji wan re nebêjin hûn rûreş in, lê didan. Ne ji bo ku bêjin serkeftina wan serkeftina me ye jî, mixabin hê jî hişmendiyek bi vî rengî ku em Kurd hem xweşî, hem jî nexweşiyê xwe bi hevre parve bikin, çênebûye. Başûrê Kurdistanê di vê rewşa xwe ya bi krîz de, tenê bi xwespartina dagirkeran û hêzên giregir ên cîhanî xwe li ser piyan girtiye. Tiştê ez dixwazim balê bikşînim ser ew e ku heta hêzên Kurdî li Başûrê Kurdistanê lingê neyaran li ser xaka xwe, nedin aliyekî, di nava xwe de nebin yek nikarin behsa îradeyek azad a li dijî dagirkeran bikin. Bi şoveke Tirkan hinek ser xwe ve çûn, yan jî ji tirsa xwe di mala xwe de bêdeng kirin. Yên ku duh digotin, ‘Şoreşa Rojava şoreşa me ye jî’ îro deng ji wan nayê, xuya jî nakin! Di wê germegerma dagirkirina Cerablûsê û gera Barzanî ya bi mebest! Goran û YNK ku qaşo lihevkirinek îmze kirin, lihev hatin, kîn û nebesiyên xwe danîn aliyekê û li ser dostaniya xwe ya berê sond xwarin ku bihev nekevin, ketin pêsîra xwe. Ew jî li ser guhertina erkên meclîsên parêzgehan. Bi zorê lihev kirin, bi zorê pîneya kun bûye, dirûtin. Ji ber êdî şansê wan yê dawî bû ku gel dabû wan. Di vê navberê de di nava YNK’ê bixwe de jî hinek bihev ketin. Îstîfa kirin, xeyîdin, ji bo ku çima ew bû cîgirê parêzgeh ez nebûm. Tenê ev tablo bes e ku mirov asta karesata şerê desthilatdariyê di nava hêzên Başûr de bibîne.

Heta siya desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê li ser serê me be, em ê nekaribin wek xwe bijîn û bi ya dilê xwe bikin. Hinek siyasetmedar dema li pişt perdê diaxivin, dibêjin nabe Îran yan Tirkiye yan jî Sûriye vê bikin lê belê dema dibe roj, gotinên êvaran di konê dîwaran de dimîne. Bi vê helwesta lîberal, tirsonek û berjwendîparêz ku tenê desthilatdariya xwe û ya partiya xwe difikire, li ber çavê me bi hezaran Kurd jî werin kuştin, emê newiribin bi hêdîka bêjin ax jî! Wê demê diyar e ku helwesta çapemeniya li Başûrê Kurdistanê ji helwesta aliyên siyasî cuda nîne. Ji hev ne serbixwe ne, bi zanebûn û ji bo mebestekî tê kirin. Ji wan re hatiye gotin ku tuyê bêjî zalim bihêz in û mezlûm jî bê hêz in. Ev gotina duh ya Kurdan bû birêz! Îro êdî ev gotin di ti bazarekî de pere nake!