1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Hefteya Mafê Mirovan -3
Hefteya Mafê Mirovan -3,hefteya,mafê,mirovan,3

Hefteya Mafê Mirovan -3

A+ A-

Em kurd hê nû bi tirajediya xwe dihesin, dagîrkeran çi anîne serê me; ziman, kultur û dîroka me, xweza, sererd û binerdên me, îro em baştir dibînin, deqîqtir diwezînin, dikarin rûbikin û bipîvin û ev êşa neteweyî çawa, kengî, li ku û bi kîjan metodan ketiye rê, bi nav û nîşan, hoste û avahîsazên wê kî ne, serketîtir û biîsabetir em dikarin tap dikin.

Em ku têkiliya me bi rastî û realîteya me re hatibû birîn, ji dîrok û giş nirxên xwe hatibûn biyanîkirin, mîna kesê ku ji xewa Eshabilkaf rabe û morîka xewê ji guhên wî/wê bikeve, li serpêhatiya xwe û berpirsiyarên wê, li ferqa di nav xwe û gelên cîhanê de, li nerewatî û mafnenasiya em di nav de xerq û noqbûne, divarqilin.

Bixwehesîn û xwenaskirin, hişyarî û çavebûn, însên bi pêş dixin, şareza û zana dikin û ji cîhekî û pêde jî di nav wî/wê û lêkolînê de dibin pir û xelek, rêber û hevkar.

Lêkolîn jî navçeyeke ne serî û ne binî heye û tu çendî xwe bi nav de berdidî, ewçendî tu dibînî ku tiştê tu zanî kêm e, ji ya gerek bê zanîn bi tenê çend çim û çend bêhnik in.

Em jî çendî di meha Hefteya Mafên Mirovan de li têkiliyên xwe û dewleta tirk, siyasetmedar û rêvebirên, doh û îro hûr dibin, em dibînin ku ji tiştên anîne serê gelê me tiştên hayê me ji wan heye û çêbûye, hê jî ji devê ne guh e.

Piştî Lozanê, qebûla komara kemalîstî û îtîrafa pê ji aliyê dewletên rojava û peymanên ji Tirkiye re bûn palik û destek ku bi aliyekî xwe jî dihatin wateya „Tirkiye fermo êdî destên te ji te re ne, tu çi dikî tu zanî“, deshelatdarên dewleta tirk bi nisbeta lingên wan erd girt, kozik û çeperên xwe tebût kirin, herêmî û navneteweyî rewşa xwe ewle kirin, bi dû êrîşa li ser zimanê kurdî de, wek gavek ji gavên ewil, parlamenterên kurd ji meclîsê tesfiye kirin.

Ji wur xwe dirêjî dîrok, wêje û lîstikên kurdan kir in, dest avêtin navçeyeyên zargotin û folklorê, bi muzîka kurdî lîstin, metin û peyvên wê guhertin , şeqil û mohra xwe li wan dan, cîlakir in, nirxên sedsal û hezarsalan xesp kirin, dejenere û deforme kirin.

Ne ev b i tenê, di vitrîna tirkîtiyê de raxistin, di pilatform, konferans, festîval û mîhrîcanên navneteweyî de, wek dewlemendiyeke tirkî pêşkêş kirin, xelat û şabaş girtin.

Bi gotinên Sami Banarliyê di salên me li dibistanên navîn dixwend de ku pirtûkên wî li ser dîrokê wek pirtûkên dersê dihatin xwendin, Tirkiye „mafê xwe yê fethê“ bikar dianî.

Li gora vê dîtinê „tirk neteweyekî esker û fatih in, welatê dikevinê û bi zora şûr feteh dikin, ji ber qanûna fethê, mafê wan û her şêweteseruf çêdibe; jin, zarok, mal û can her tişt di nav de êdî malê fetehkar in, di xizmeta wî de ne, ji ya wî nikarin derkevin.“

Ew kê dikuje, kê direvîne, çi navî li kê dike, dest davêje jina kê, mal û milkê kê, ew zane, ew biryarê dide û ne kesekî din.

Gotineke pêşiyên ereban dibêje: heger tu di gundekî re derbas bû ku tenterûs tê de nemabe, ne pêjna mirovekî û ne jî heywanekê bê û bîr û çalên gund jî hatibin xitimandin û ziwakirin, bizanib ku di wur re dagîrkerên tirk derbas bûne.

Giş belge û dokûmanên li ser kurdan ku di zemanekî ji yên berê de ketibûn çapê, di nav kitêbên kitêbxaneyan de bûn di çend salên ewil yên komara tirk de desteser û nebedî bûn. Xwediyên belgan, Kesên ew hiltanîn, ji cîhekî neqlî cîhekî din dikirin, vediguhestin, li malên xwe di kitêbxaneyên xwe de cîh didan wan, ew diparastin hatin cezakirin.

Ketûber davêtin ser herêmên kurdan, bi hezar hincet û mahnan diketin bajar, gund û malên wan û her raperîna kurdan di nav xwîn, barûd û agir de dihiştin, hûr û mezin, nêr û mê di şikeftan de didan ber agir, davêtin avên çeman, di geliyên kûr re werdikirin, bi dehhezaran dikuştin û yên mayî jî koçberî her aliyê Tirkiye dikirin ku ew jî bi giranî telef dibûn.

Aşê ermenî û asûrî kiribûn tiraf, niha jî kurd dihêrtin û di 10 mîn salvegera Komara Tirk de qeraşê vî aş û vê çerxê Mistefa Kemal, sala 1933 an di 29 ê meha kewçêrê de salên derbasbûyî bi gotinên li jêr ku heta îro bûye diruşmê xwendegehan, daîreyan û di rengê siloganên mîna „Tirkiye ya tirkan e“ li ser gir û çiyan hatiye kolandin xulase dikir: "Xwezka min bi dilê wî kesî ku Tirk e."

Didome


Gotinên miftehî :