1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. HELWESTA BÊSÎNOR A ASTA ABSÛRDÊ Û NEDÎTINA R’ASTÎYAN
HELWESTA BÊSÎNOR A ASTA ABSÛRDÊ  Û NEDÎTINA R’ASTÎYAN,helwesta,bêsînor,a,asta,absûrdê,û,nedîtina,r,astîyan

HELWESTA BÊSÎNOR A ASTA ABSÛRDÊ Û NEDÎTINA R’ASTÎYAN

A+ A-

Li şûna pêşgotinê

Ew pirs, k’a, gelo çima mirov berê xwe ji r’eha xwe ya net’ewî diguhêze, heya bi xwe ji xwe cuda dibe, hê jimêjva ez mijûlkirime. Hê sala 1989-an (26 sal berê!) di poêma xwe ya “Dojeh” da min nivîsye:

“…Fesil, bi fesil, bi alav hatin

Bînayên Îsa, Mehmed û Hûda,

R’uh û sewdayê mirov hingavtin,

Ya Mehmed beşek gelê min hilda...

Û beşê din jî, j'nekarîya xwe,

Wa vîalî-wîalî bi xwe j'xwe ta bû,

Xwest gelê xwe t’am bigihîne xwe,

Dît, ku nikare, ji xwe cuda bû...

...Û eva yeka îro bûye sedem,

Ji bo hinekên, k’irêt û nemerd

Du birayên hev – xweşmêrên hêle,

R’akin dijî hev bê t’ext, t’ac û erd...”

Belê, ev cudaxwazîya (sêparatîzm) hindur’în (ez wê “ji xwe cudabûn” nav dikim!) di dîroka gelê me da jimêjva jêr’a bûye hevr’êwî...

Çima?

Sedem çi ye?

Bingehên vê ji k’u tên?

Van û gelek pirsên dinê t’avetî nedidan min, min dixwast bersîvekê bibînin, lê diger’yam, lê di gelek cîhan da bersîv nîvhero û nivîşkan dima.

Û dem dibihurîn, dîsa wan pirsan serî hildidan û daxweza bersîvan dikirin... Di hinek gotarên xwe da min hewl daye, ku, eger ne t’am be jî, bersîvekê ji wan pirsan r’a bibînim...

Ji wan gotaran ya bi naver’oka xwe va here berfireh û bi mijarê va dewlemend gotara min a “Êk’spansîya bierebkirina K’urdistanê didome?” ye:

(http://www.amidakurd.net/qunciknivis/êk_spansîya_bierebkirina_k_urdistanê_didome_1 ; http://www.amidakurd.net/qunciknivis/êk_spansîya_bierebkirina_k_urdistanê_didome_2 ; http://www.xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12&Jmara=165 û R’ojnameya “Pênûsa nû” – http://www.penusanu.com , hejmarên 31, 32, 33).

Lê, wek ku dibêjin, jîyan di cîhekî da r’anewaste, ew t’im û t’in dilive, diher’ike, tê guhar’tin, pirsên nû bi xwe r’a derdixe holê, bersîvan ji bo wan daxwaz dike, û mirov neç’ar dike, ku ew beşdarî lêger’în û dîtina bersîvên wan pirsan bibe.

Û di evê gotarê da jî dê di derbarê hinek ji wan pirsan û bersîvên wan da bê axavtin...

Belê, hîç pirsek jî divê bê bersîv nemîne.

Û evê yekê jî jîyan bi xwe li me ferz dike!..

I

Çima gelo?..

Vê care jî, ya bû sedem, ku ez berê xwe bidim vê mijarê, ew gotara Hoşeng Broka a ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’! bû…

Bi r’astî, di destpêkê da min xwest bi xudanê vê gotarê r’a li ser pirsên olî govtûgo bikim. Heya ez ji bo wê li ser sernivîsekê jî r’awestyam, û ji bo destpêkê ev şêwazê wê jî derk’et hole: “Gelo destûrmendîya k’ê heye, di derbarê amatorî û sextek’arîyê da biaxive?”

Çima?

Lewra ku, eger mirov dest davêje pirsekê û xwe r’ast û destûrmend (competent) dibîne, divê ferqa di nava xwe (wek lêger’îner) û yên dinê da (wek siyasetmeder) bibîne. Erk’ û jêderên helwestên van herdu katêgorîyên kesan cuda ne. Siyasetmeder ji bo bi r’êyên siyasî çareserîya pirsgirêkên gelê xwe bibîne, r’ê û r’êbazan diger’e, lê lêger’îner jî, ji hêla bi zanistî bi k’arê wan r’a bibe alîk’ar, bi berpirsyarîya xwe r’adbe.

Ev herdu divê hev t’emam bikin, ne ku r’abin dijî hev û bi hev r’a bêne gulaşê…

Di jîyanê da hîç tiştek jî ji sedî sed (absolyût) nine, divê mirov ewqas jî li ser ra’stbûn û destûrmendîya xwe ferz neke, ji ber ku, yê ku divê wê bibîne û bip’ejirîne jî, civaka kesên pispor bi xwe ye.

Her tişt di jîyanê da di nav p’êwendîyan da ye. Ji bilî vê, hê jî kesek ne amade ye, û nikare jî, yekawa bersîva pirsên olên gelê k’urd ên kevnar – êzdîtîyê û zerdeştîyê, bide. Ji bo vê lêger’în û lêk’olînên zanistî yên k’ûr û berfireh pêwîst in.

Ev pêvajo ye!

Lê dîsa jî îro di hinek tiştan da mirov dikare gotina xwe ya zanistî bibêje – bêyî ku xala dawîyê dayne… Ew êzdîtî (yan êzîdîtî), ya ku hinek wisa yekalî, zêde wek daxwîyanî, ne wek gotineke zanistî, ferz dikin, di r’astîya xwe da ne wisa yekawa ye…

Belê, êzdîtî ne zerdeştî ye. Û hîç kes nikare vê r’ed bike! Lê ji ber ku êzdîtî (ne êzîdîtîya Şîxadî) ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê bûye, di nava bingehên wê û zerdeştîyê da gelek tişt hene, yên ku hevbeş in û wan nêzîkî hev dikin, lewra ku zerdeştî, mîna êzdîtîyê, oleke k’urdan a Medyayî-K’urdistanî ye, û di derbarê vê da jî delîlên dîrokî hene…

Û ev jî bûye (û îro jî dibe) sedem, ku hinek van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê!) bigihînin hev. Helbet, bi vê cîhanê wêran nebe! Dibe ku ev jî r’êyek e, ji bo ku di nava t’omerîyekê da bingehên êzdîtîya r’esen a kezî bên dîtin (hîç nebe, li ser asta zanistî!). Û bi dîtina gelek k’urdên êzdî yên têgihîştî, ev ji wan têgeh û têrmînên îslamî çêtir e, yên ku piştî hatina Şêx Adî (Şîxadî) û bi “r’êformên” wî êzdîtî pê xeşivandine û kirasekî îslamî li stuyê wê danîne û ew kirine êzdîdîtî. Û ev jî êdî ne êzdîtîya pêşîyên me ye, ew êdî êzîdîtî ye – ev jî ji navê Sult’an Êzîd (Yezîd bên Muawîya Ebî Sifyan) tê...

Û, k’a, gelo çi pêwendîya Sult’an Êzîd û yên ku bawerîya wî anîne nav êzdîyan, bi êzdîtîyê r’a heye, kêm mirov dibînin û bibêjin! (Di vê derbarê da – di gotara min a “Êk’pansîya bierbkirina K’urdistanê didome?” da bi hûrbînî heye – jêder li jorê ye).

...Tiştekî balk’êş jî: di nava govtûgoyeke di Facbook-ê da, ya ku p’êwendîya wê bi vê mijarê r’a nînbû jî, beşdarekî wê – Ilias Arian Shaddadi, bi dilêşî weha nivîsîbû:

“Ji wê "gengeshîyê" eyan dibe ku hinek ji Êzdîyên me bûne Yêzid...!” (https://www.facebook.com/tosn.ozmanian/posts/10206812505737064?notif_t=close_friend_activity) – Ango, çi dertê holê? – Di nav gel da yên ku vê cudahîyê dibînin, hene, û ev jî ne t’enê ye, di derbarê r’êze dîtinên weha di pêveka gotara min a “Êk’pansîya bierbkirina K’urdistanê didome?” da jî hene. Lê sed heyf û mixabin, yên ku xwe pisporên vî warî an ezdazan (t’êolog) dibînin, ewê nabînin, an jî didin xuyan, ku tiştekî wisa nîne...

Helbet ev mijara pêdivîya xwe bi lêger’înên zanistî yên k’ur û berfireh heye!

...Li ber ç’avan e, ku di vê gotara Hoşeng Broka da mijar û pirsgirêkên nêzîk û dûrî hev wisa di nav hev da tên r’adestkirin, ku dîtina bersîveke yekgirtî û yekawa dijwar bikaribe derê holê. Divê ew gotar dabeşî ser çend pirsgirêkan bibe, hinekên ku hîç pêwîst jî nake, ku mirov bala xwe bidê (ji ber ku ew li ser bingeha hêrsekê derk’etine holê), lê yên dinê, bi serê sar, bi zanistî bên nirxandin û hewl bê dayîn, ku bersîvên wan bên dîtin...

Ev, wek têgihîştineke giştî – di derbarê vê mijarê da!

II

...Lê, dîsa jî!

Ji bilî van hemûyan û ji van jî zêdetir, a ku di wê gotara Hoşeng Broka da bala mirov dik’işîne, ew pirsa têgihîştin û helwestên pirsên olî-net’ewî ne, yên ku dikarin mirov bik’işînin nava r’amanên t’evlihev û aloz.

Ew pirsa, qaşo, “faşîzm” û “nat’sionalîzm”-a k’urdî ye.

Berî ku li ser vê pirsê hinek nirxandin bikim, em binihêr’in, k’a “faşîzm” û “nat’sionalîzm” çi ne, tên çi wat’eyê û, k’a gelo ew di nav gelê k’urd ê bindest û bê dewlet da dikarin hebin, an – na?

Weha: faşîzm navekî giştî yê t’evgerên siyasî û bîrdozî yên bêpîvan û t’und û tûj e, û ev jî dibe bingeha r’êvebirîyeke bi şêwazê dîktatorî. Û t’aybetmendîyên r’êvebirîya vî şêwazî jî ev in: nat’sîonalîzma mîlîtarî (bi têgihîştina wê ya fireh va), bêt’ehmûlîya li hember bîyanîyan (k’sênofobîa), r’êvanşîzm û şovînîzm, r’edkirina dêmokrasîyê, bawerîya bi serwerêya yên bijarte (êlît), dewlet li ser her tiştî r’a girtin û t’evkujî (gênot’sîd)...

Û, eger mirov van hemû t’eybetîmendîyan dinihêr’e, dibîne, ku gelê k’urd ew hemû jî li dijî xwe dîtine û hemû pêkanînên wan ên dijmirovî li ser ç’ermê xwe hîs kirine, lê ji wan hîç yek jî di nav wî da nîne! Ji bilî vê, ji bo faşîzmê desthilat – serwerîyek pêwîst dike! Wisa jî, hem bi dîrokî, hem di vê r’ewşa obyêktîv da di nav gelê k’urd da hîç bingehek ji bo faşîzmê nîne... Û t’evgera gelê k’urd a dêmokratîxwaz jî govenîya wê ye!..

A, ew tişt, ê ku hêja Hoşeng Broka gîhandîye van dîtinan, ew tiştekî dinê ye, û di derbarê wê da jî gotina min dê hebe...

Naha em bên ser pirsa nat’sîonalîzmê: nat’sîonalîzm şêwazekî r’ewşa civakekê ya derûnî (p’sîkolojî) û îdêolojî yê, dîtin û têgihîştina wê ya cîhanê û siyasetê ye, ya ku hinek net’ewan li ser hinekên dinê r’a digire, net’ewa xwe ji hemûyan bilindtir dibîne, nak’okîyan û r’eşbînîyê di nav gelan da gur’ dike...

Gelek şêwazên nat’sîonalîzmê hene, ji şovînîzma faşîstî girtî heya nat’sîonalîzma tenik, a di bin gotinên ç’epgir û pêşver’û da veşartî.

Ji vê hêlê va nat’sîonalîzm û faşîzm nêzîkî hev in. Lê, dîsa jî, ev hemû, wek derûnî, wek bîrdozî, wek siyaset di nav gelê k’urd da nikare hebe û nîne jî...

Divê bê zanîn, ku nat’sîonalîzm, şovînîzm û faşîzm nexweşîyên civakî ne, û, Xwedê neke, ew di nav hîç gelekî da jî bidin der, belav bibin û bibin bela serê wî gelî bi xwe (ji bo vê mînaka gelê alman li ber ç’avan e)!

Divê mirov nat’sîonalîzma gelên serdest a sîstêmî ji “nat’sîonalîzm”-a gelên bindest cuda bike, helbet, eger mirov bikaribe ya gelên bindest “nat’sîonalîzm” nav bike!. Eger nat’sîonalîzma gelên serdest net’ewa xwe li ser ên dinê r’a digire û, anegorî wê jî, berjewendîyên net’ewa xwe li ser ên hemûyan r’a dibîne, lê ya gelên bindest, ew helwesteke xwezayî ye – li hember bindestî, stemk’arî û mijovdarîya faşîzm û natsîonalîzma sîstêmî ya dewletên serdest. Ango, ew r’êaksîona xwep’arastinê ye...

Û ji vê hêlê va, xwezî, hîç nebe, hinek hêmanên vê “nat’sîonalîzm”-a gelên bindest li bal gelê me jî hebûya, ya ku heya r’adeyekê helwestek e, ji bo ku xwe ji bindestî, û k’oledarîyê r’izgarbike...

Na! Natsîonalîzma şovenî ya paşver’û li bal gelê k’urd nîne! Na, ew helwest, daxwez û dîtina bîrdozî, yên ku ji bo p’arastina maf û berjewendîyên net’ewa xwe hene, ne nat’sîonalîzm e! Ew helwest û daxwezek e, ji bo ku di warên jîyana civakî yên cuda da bi berhemdarî xizmeta net’ewa xwe bikin. Di vê r’ewşê da, eger di nava bîrdozîya “nat’sîonalîzmê” da (ne jê hêla net’ewa xwe li ser hemûyan r’a girtinê va, lê ji wê hêla têgihîştinê va, ku: “Ma ne, weke hemûyan mafên me jî ene?!”) di cîhê sereke da maf û berjewendîyên net’ewê û yên nûnerên wê yên cuda tên danîn. Û, eger ew di t’evahîya xwe da, di civakê da mafên gerdûnî û azadîya mirov dip’arêze, wisa jî – mafên net’ewê yên pêkanîna xwe ya siyasî di jîyanê da (xwer’êalîzekirina siyasî), ev r’êyeke xwedîtin, xwetêgihîştin û xwep’arastina her net’ewekê ya xwezayî ye!..

Dîsa, xwezî, hinek ji van helwest û daxwezan li bal me – k’urdan jî, wek net’ew, bibûna sîstêmekê!..

Û baş tê zanîn, k’a ew k’î ne, yên ku helwest û daxwezên gelê k’urd ên vî r’engî yên xwezayî nat’sîonalîzm navkirine û îro jî dikin!..

Ev têgihîştina net’ewî di vê serdemê da hê nû bi dijwarîyên demê r’a, di nav gelê me da hişyar dibe...

Vê r’ewşa ku di nav gelê me da di nava sedê salan da derk’etibû holê, ew, a ku di nav wî da gelek kes an k’omên kesan, ji bo berjewendîyên xwe yên kesî, malbatî, berekî-eşîrî, xwe di sêrî da misulman didîtin, û her paşê ew k’urd bûn, an – na, di nav hinek êzdîyan da jî ew helwest gîhandin, ku ew xwe cuda bibînin (helbet ji bo vê sedemên dinê jî hebûne)! Û ev jî malwêranîya me ya net’ewî bûye û îro jî wisa ye!

Û, ya ku li bal Hoşeng Broka pirsa têghîştina êzdîtîyê tê berovajîkirin û dighîje asta absûrdê, li ber ç’avan e. Ji bo ku ev yek bê têgihîûştin û derê zanebûnê, ezê li vir p’arç’eyekî ji gotara wî camêrî bînim û peyr’a hewl bidim, wê r’avebikim û bidim xuyan, k’a çi çi ye û k’î k’î ye!

Weha ew çi dinivîse:

“...Êzîdiyatî û Êzîdî li seranserî dîroka xwe a ji fermanan heta bi fermanan, rastî faşîzma gelek îdeologiyên nasyonalîst hatine...

Lê bandora nehênî û xirab a herî balkêş di van 30 salên dawiyê de, bandora nasyonalîzma Kurd e. A rast metodên ku nasyonalîstên Kurd beramber bi pirsa Êzîdiyatiyê wek ol ku berê wê bi darê zorê didin „îdeologiyeke xurû bi Kurdî“, ji her rêbazekê bihtir, dişibihn rêbazên faşîzmê.

...Jixwe Êzîdiyan heta anuha 74 ferman sebuneta ola xwe a ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê, bedel dane û hîn jî heta bi kêlîkê didin.

…Her gava ku hindek gotinên „Ne-Kurdî“ di „Ilmê Sîngê“ yê Êzîdiyatiyê de, ku 95% bi Kurmanciya jorî ye, li gorî mantiqê nasyonalîzma Kurd, bi darê zorê, tên „kurdîkirinê“, bê guman e, ku ev bixwe jî faşîzm e. Çimkî teoriya „zimanê zelal“, bingeha „zimanê“ faşîzmê bixwe ye. Jixwe „zimanê zelal“ jî, li gorî tazetirîn teoriyên zimannasiyê mehal e”...

Dixwînî û matma dibî û dixwazî têbigihîjî, k’a gelo ev helwest ji k’u tê?! Belê, belê, ev helwest e û ne nêr’în, dîtin an zanist!

Çi gunehê xwe veşêrim, di sêrî da min digot, ku ev ji tênegihîştian êzdîtîyê tê, lê paşê min dît, ku mabesta vî camêrî ne êzdîtî ye, êzîdîtî ye (li beşê vê gotarê yê I binihêr’in!) – ew li cîhekî jî di gotara xwe da peyva êzdî bi k’ar nayne, şer’ê wî ji bo êzîdîtyê ye, ne ji bo êzdîtîyê! Û, ku êzîdîtî ne êzdîtîye jî, tiştekî veşartinê nîne (di derberê vê pirsê da bi hûrbînî di gotara min a “Êk’pansîya bierbkirina K’urdistanê didome?” da heye! – jêdera wê li jorê binihêr’in!).

Dibe ku, ji bo wê ye, ku ew wisa bi gef û gur’ doza nek’urdîbûna êzîdîtîyê dike. Û di vê da dibe ku ew r’ast be! Heman dozê mîr T’ehsîn beg jî dike, û ew jî r’ast e, ji ber ku t’u p’êwendîyên êzîdîtîyê bi êzdîtîyê r’a nînin...

Ew, a ku Hoşeng Broka dibêje: “...Aya bo çi nasyonalîstên Kurd li şûna Newrozkirina Qewlên Êzîdiyan yên heman heman xurû bi Kurdî, heta anuha ceger nekirine û nakin jî, Quraanê ku pirtûka pîroz a 97% ji miletê Kurd e, derbasî „Newrozê“ û herweha „Newroz“ê jî derbasî Quraanê bikin?

Gelo çima nasyonalîzma Kurd li şûna „kurdîkirina“ olên Kurdî (Êzîdiyatî wek nimûne), heta anuha hewl nedaye ku Islama xurû bi Erebî, Kurdî bike û wê di filtera Kurd û Kurdistanê re, derbas bike?” – Li vira p’eyamek heye – êzîdî (ne êzdî!) ne k’urd in, û ev jî ne ola k’urdan e! Û ev jî, di destpêkê da, heya r’adeyekê r’ast bûye. Lê naha ewê bawerîyê çi şêwaz jî girtibe, bi obyêktîvî bûye ya k’urdan (her çiqas ew ne êzdîtîya k’urdan a kevnar be jî!)... Di dema xwe da Seddem Huseyn jî p’ir’ hewl da, ku êzîdîyan veger’îne, lê jêr’a li hev nehat, ji ber ku ew bûne k’urdîaxêv (helbet, ne hemû!), û ji gelek hêlan va di nav k’urdan da hatine bişavtin, her çiqas berxwedaneke wana ya hindur’în a veşartî hebe jî!..

…Û ev pêvajo jî weha pêk hatye: êzîdîyên ku bi Şêx Adî r’a hatine nava êzdîyan, ew civakeke ji nûnerên gelek gelan pêkhatî bûye – ereb, kurd û yên dinê, bi demê r’a bûne k’urdîaxêv û gelek têgeh, têrmîn û navên îslamê kirine nava êzdîyan jî û bi wê yekê r’engekî êzîdî-îslamî dane êzdîtîyê, û ew êzdî biêzîdî kirirne. Dibe ku di destpêkê da na, lê bi demê r’a êzdî hînî vê r’ewşa xwe bûne û îro ew jî, wek wan – êzîdîyan, ên ku ew bişavtine, di nav êzdîyan da şer’ê p’arastina êzîdîtîyê dikan…

Naha balêkêş e, ev, a ku Hoşeng Broka dimeşîne jî, ji k’îjanê tê?

Dîsa jî, divê bê gotin, eger pirs di derbarê êzdîtîyê da ye, ev ola gelê k’urd a kevnar a berî zerdeştîyê ye, Newroz jî cejneke êzdîtî-k’urdî ye, her çiqas, piştî bi êzîdîkirina êzdîtîyê navê Kuloç’a sersalê dane pêş, a ku her û her kuloça Newrozê (wek sersal!) bûye. Û şopên wê jî di nav êzdîyên ku dused sal berê ji Welêt p’enaber bûne û ji bandora êzîdîkirinê der mane, hê jî hene. Weha hê sala 2004-an min di gotara xwe ya “Êzdîtî” da min li ser vê çi nivîsye:

“...Lê kuloç’a sersalê? Ev jî hema-hema dik’et dema ku şev û r’oj weke hev dibûn – dema sersala k’urdî ya net’ewî – Newrozê. Wan r’ojan li fêza gundê me-li Davanê berfînek derdik’et- ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivir’îbin – vajî bibûn, wek p’elên serbixwe. Rengê wan sût bû. Û di navenda her p’elekî tûdirêjkî r’a kêleke zerê vekirî (qîçik) derbas dibû – teyê bigota yekî ta û derzî hidlaye û ew kêl daye... Û hûn dizanin navê vê berfînê çi bû? – Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê – Newroz – Newroza delal!..” (http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makal e/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html ).

Û ev ne ji bo xatirê “bik’urdîkirina” êzdîtîyê û Newrozê ye, ji xwe ew k’urd in û bi k’urdî ne – bi şêwaz û naver’oka xwe va! Dubare dibêjim, eger gotina xudanê wê gotarê di derbarê êzîdîyan û êzîdîtîyê da ye, ew tiştekî dinê ye... Û hîç jî ne di cîh da ye, ku ji bo wê ew berê xwe dide faşîzm û nat’sîonalîzmê... Ev tiştên weha bîyanîyan hinartine (belê, ev helwest, bi serê xwe ya bîyanîyan e!), û hîç şanê mirov nak’eve, ku gotinên bîyanîyan (ew jî, yên neyarên gelê k’urd) dubare bike... Li şûna vê, wê r’asttir bûya, eger Hoşeng Broka helwestên xwe danya hêlekê (bingehên wan çi dibin, bila bibin!) û bi lêger’înên xwe yên zanistî bingehên êzdîtîyê û êzîdîtîyê ji hev vibijarta, û ev ji hêla zanistî va dê xizmeteke erênî bûya (her çiqas, ew bi van nivîsên xwe êdî bûye sedem, ku ji bo destpêkê r’ê li pêşîya wê vebe – hîç nebe, li ser asta goftûgoyê!)...

Her çiqas diçe, mirov zêdetir matma dibe!

Belê, bi r’astî, mirov nikare tê bigihîje, ku mirovek, ê ku xwe ne wek r’êxistin an sazîyeke siyasî, lê wek lêger’îner dide nasîn, çawa dikare, ewqasî vekirî li hember gelekî (bila ew bi xwe ne ji wî gelî be jî!) wisa bê bingeh û bê dadmendî t’ewanbarîyan bîne!

Ev heya r’adeyekê mîna êrîşekê ye – êrîşeke derûnî...

Çima? Ev ji k’u tê? – Ya ku divê bê zanîn jî, ev e!

Ew helwest û daxweza gelê k’urd, ku dixwaze veger’e ser bingehên xwe yên net’ewî, çima wisa ne bi dilê Hoşeng Broka ye? Çima ew hewar û hêwarzeyekê r’adike û berê gel dide wê, ya ku ewî di dîroka xwe da êdî temandye? Ev daxwezeke xwezayî ye, ku gelê k’urd (bila ne hemû be jî!) dixwaze r’ehên xwe yên net’ewî nas bike, wat’edar bike. Çima ev li vî camêrî xweş nayê, û ew wisa bi hêrs hewl dide berê wî berbi cîhekî dinê va biguhêr’e?

Bi xwe binihêr’in:

“Gelo çima nasyonalîzma Kurd li şûna „kurdîkirina“ olên Kurdî (Êzîdiyatî wek nimûne), heta anuha hewl nedaye ku Islama xurû bi Erebî, Kurdî bike û wê di filtera Kurd û Kurdistanê re, derbas bike?..

... Gelo çima nasyonalîstên Kurd, li gor heman mantiqê bi Kurdî û heman nasyonalîzmê, berê xwe nadin Islam û Quraanê, ku pirtûka 97% ji miletê Kurdistanê ye, û zimanê wê jî xurû bi Erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê ye?”

– A, li vira ye, ku gelê me gotye – Ya st’ar!

Çi bûye? Çima gelê k’urd nikare li dîroka xwe, çanda xwe, olên xwe (wek beşekî çanda net’ewî!) xwedî derk’eve?! Ma, ev guneh e?! Ma, ev, çi ku anîne û îro jî tînin serê gelê me qederî ye, sûck’arî ye, ku heya r’ojên wî yên dawîyê, ew divê wek t’oqekî di stuyê wî da be?..

Binihêr’in, di Japonîyayê da du olên sereke hene sîntoyatî (sînto/sîntoîzm) û bûddayî (bûddîzm) û yên ku van herdu olên sereke dip’arêzin jî, derdorê 96 % -ê hemû japonîyan in. Ew hinekên dinê jî xaçp’arêz an misulman in. Lê p’ir’anîya japonîyan xwe heman demê hem sîntoyî, hem jî bûddayî dihejmêrin... R’ojên cejn û merasimên olî r’êvebirîya vî welatî diçe qubeyên (p’erestgeh) herdu olan jî û dirozga xwe pêk tîne...

Û ev jî, mala Xwedê ava, p’ir’ başe, bi vê ew Yekîtîya xwe ya net’ewî dip’arêzin!

Lê ya me? Wek ku tê xuyanê, bi daxweza Hoşeng Broka, ji bilî misulmanîyê, mafê k’urdan nîne, li olên xwe yên net’ewî yên dinê xwedî derk’eve!?

Çi ye, çima êzdîtî (ne êzîdîtî!) û misulmanî ji bo vî camêrî yek in? Çima ew dixwaze, ku k’urd “li şûna olên Kurdî (Êzîdiyatî wek nimûne) berê xwe bide Quranê, ya ku, wek ew bi xwe dibêje, “zimanê wê jî xurû bi Erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê ye, û Islama xurû bi Erebî, Kurdî bike û wê di filtera Kurd û Kurdistanê re, derbas bike”. – Ango, çi ku piştî êrîşên Umer Bên Xettab heya dawîyê neçûne sêrî, pêk bîne...

Eva 1300 sal e, misulmanî bi zora şûr li gelê k’urd hatye ferzkirin, û îro k’urd ewqasî misulman in, çiqasî misulman in. Û ev çima ne bi dilê vî birayê hêja ye, û ew dixwaze, ku ew hinek şopên bingehên r’ewanî yên destpêkî, yên ku di nav gelê k’urd da mane (û ew winda nebûne!), ew jî ji holê r’abin?

Ev daxweza k’ê ye?..

Li ser pirsa „Êzîdxan“ – ê! Weha ew çi dinivîse:

“Her dema ku nasyonalîstên Kurd dixwazin Êzîdiyatiyê ji serê wê heta bi paniyên lingên wê, di filtera „îdeologiya bi Kurdî“ re derbas bikin û hewl didin ku „Êzîdxan“ di Qewl, Beyt û Dwayên wan de, bi darê zorê bibe „Kurdistan“, ev jî bê guman faşîzm e. Ji ber ku berê faşîzmê tim li zorê ye, wek çawa berê zorê jî tim li faşîzmê ye. Eger bi rastî Êzîdxan Kurdistan e û wisa ye, aya çima nasyonalîstên Kurd dixwazin serê „Êzîdxanê“ bi darê zorê bitewînin û bibin „Kurdistanê?“”

Mirov dixwîne û nizane, bigirî yan bik’ene!

Ev an ji nezanîya zimên û kevneşopîya gelê me tê, yan jî, hinek bi zanebûn vê nezanîyê didn lîstin.

Di sêrî da bibêjim, ku ev p’eyv ne ku “Êzdîxan” e, lê “êzdîxane” ye!

...Kal û bavên me, dema gotine êzdîxane, mabesta wana ne ku war û meskenê êzdîyan, lê civaka wana bûye. Û dema gotina êzdîxana serhedê, êzdîxana Ermenîstanê, an yeke dinê, mabesta wana civakên êzdîyan ên wan deveran bûye. Gelê me, wisa jî ji civaka mirîdan r’a gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Dema oldarekî êzdî ji cîhekî veger’yaye û mirîdên wî jê pirsîne, k’a gelo ew ji k’u tê, ewî gotye: “Çûbûn Gurcistanê, nava êzdîxana me!”

Hew!

Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane û misulmanî, mabesta wan du civakên (beşên) gelê k’urd bû – civaka k’urdên êzdî û ya k’urdên misulman.

Û di r’astîya xwe da, ya ku heye, ev e!

Bi hûrbînî – di gotara min a “ “Êzdîxan” an “êzdîxane”?–k’îjan ji wana r’ast e û tê çi wat’eyê?” da (http://www.amidakurd.net/qunciknivis/êzdîxan_an_êzdîxane_k_îjan_ji_vana_r_ast_e_û_tê_çi_wat_eyê ; http://xendan.org/kurdi/drejawtar.aspx?NusarID=12&Jmara=312)

Û li ser pirsa “Tu êzîdî yî, yan kurd î?” Hoşeng Biroka dinivîse:

“Her dema ku ji Êzîdiyekî tê pirsyarkirin: „tu Êzîdî yî, yan Kurd î?“ (ev pirs di medya Kurdî de, êdî bûye klîşêh û model), bi ya min ev ne tenê pirseke nenormal, belê pirseke faşîst e jî, ji ber ku mantiqê pirsê, wek diyar e, faşîzm bixwe ye. Gelo carekê ji Kurdekî Misilman, ev pirs hatiye kirin: „tu Mislman î, yan Kurd î“?

Her cara ku navê „Êzîdî“ tê û „Kurd“ pê ve tê parçîmkirin, bi ya min ev jî faşîzm yan jî xwişka wê bixwe ye, çimkî di mantiqê „parçîmkirina“ „Kurd“ bi „Êzîdî“ ve, zor û sextbûn heye, û zor jî metodek ji metodên faşîzmê ye.

Aya bo çi heman parçîmkirin, li sea asta nasyonalîzma Kurd, ji bo „Kurdê Misilman“ yan „Misilmanê Kurd“ jî, derbas nabe?”

Ev pirsa li cîhekî vala dernek’etye û t’u p’êwendîya wê bi faşîzmê r’a nîne!

Piştî ku nûnerên mala mîran û erk’darên olî, yên bi wan va girêdayî, di nav gel da ew t’êz belavkirin, ku êzîdî (ne êzdî!) ne k’urd in, bi xwezayî ev pirs derk’et holê. Heya di dema xwe da nûnerên mala mîran – “mîr” Bazîd û “mîr” Muawî xwe gîhandin k’omarên sovêtî yên Ermenîstan û Gucistanê û ev nexweşî li vir jî belavkirin (di derbarê vê da jî hûn dikarin di gotara min a “Êk’spansîya bierebkirina K’urdistanê didome?” da bixwînin!). Helbet li vir helwesta p’ir’anîya êzdîyên Sovêtê li dijî vê bû, lê ew hêzên ku li pey vê pêvajoyê va sekinîbûn, yek bi yek ji nav êzdîyên sovêtê hinek kes k’işandin bal xwe, devê wan şêrîn kirin, serê wan t’ujekirin û paşva ver’êkirin...

Û îro êdî r’ewş ne wek berê ye...

Ç’avê k’ê r’onî?!..

III

...Ma çi p’êwendîya vana bi k’urdeyetîyê,

gelê k’urd û K’urdistanê r’a heye?..

Her çiqas Hoşeng Broka di vê gotara xwe da têgihîştina pirsê û helwesta xwe ya li hember wê dîyar kirye jî, lê dîsa, wek ku tê xuyan, ew hîs dike, ku her tişt ne wisa ye, û hinek şiroveyên balk’êş dide, yên ku hîç jî vê helwesta wî betal nakin...

Ji bo ku ev hemû bên têgihîştin û bersîvên wan bên dîtin, ezê li vir hinek p’eyamên vî camêrî bînim:

– Min pirrcaran got û hîn jî dibêjim, ku Kurdistan a sisiyan e; a „dînê bihêz“, „eşîreta bihêz“ û „partiya bihêz“ e!..

– Min pirrcaran got û hîn jî dibêjim, ku Kurdistan ji bo xatirê Şingalê Kurdekî îdam nake.. bi Kurdekî re hesab nade dîtin, û rê li ber Kurdekî jî nagire!..

– Min got û hîn jî dibêjim, ku biryara serok Barzanî ji bo zindankirin û binçavkirina hindek berpirsên rûxandina Şingalê, tenê ximav e li ser kaxeza Kurdistanê!..

– Û anuha.. piştî dora heft mehan ji fermana Şingalê, „Kurdistana jor“ careke din vegeriya wekî berê.. Her tişt li jor wekî berê vegeriya!

– Anuha, Şêxan a 2007an li Şingala 2014an xwe dubare dike!

– Gelo çima Kurdistan liser rûxandina Şingalê hewqasî bêdeng ma û heta anuha ne berpirsek, ne nîv- ne jî ribekberpirs ji rêza dehan, nehate sizadanê?

– Çima Kurdistanê xwe diser rastiya Şingalê a diyar wek roja wê re çengkir?

– Çima Hewlêrê „genosîda Şingalê“ piştguhkir û xwe ji ber erêkirna wê li jêr banê parlemana xwe, da alî?

– Çima Kurdistanê „gênosîda Şingalê“ bi qaçaxî ji Hewlêrê derbasî Genfê kir?

– Gelo Êzîdî ku dê sibê li ber dergehên parlemana Ewropî li Brukselê bicivin, dê çiqasî û heta kîjan radeyê bersiva van pirsan bidin?

– Êzîdî bi sebûneta „vekêşana tektîkî“ a bi Kurdî, li jêr ala Kurdî û sirûda Kurdî, pêrgî yekemîn genosîd di sedsala 21ê de hatin, ku di serencamê de, Êzîdiyan dora 4000 qurban, bihtir ji 4000 hezar jinên sebîkirî, navbera 5-7000 revandî û bihtir ji 400 hezar derbeder (dora 90% ji hejmara giştî a Êzîdiyan) ku koçberî Kurdistanê û dewletên dorûber kirin, bedel dan. Ev qas karesat tev li jêr ala Kurdistanê û îdeolojiya nasyonalîzma Kurd bi serê Êzîdiyan de hat, lê pirs ev e: Çima serokê Herêma Kurdistanê hîn lêborîn ji Êzîdiyan nexwestiye, ne jî dê bixwaze?

(Yên ku bixwazin van nivîsn di t’evahîya xwe da bixwînin, dikarin wana li vir bibînin: https://www.facebook.com/hosheng.broka?fref=ts ).

Erê, ev, çi ku pêk hatye, r’ast e – wek pêkhatin!

Lê, gelo, çi p’êwendîya wê bi k’urdîtîyê, gelê k’urd û K’urdistanê r’a heye?!

Ev sûcek e, yê ku li hember gelê k’urd û K’urdistanê hatye kirin (ji navê wan bi xwe!)...

Û evên ev yek kirine, îro dixwazin sûcên xwe bi hovîtîyên DAÎŞ-ê bişon-paqij bikin.

Helbet, dîrokê qîmetê xwe bide van bûyeran, wê li ser tayekî mêzînê sûcê DAÎŞ-ê bê danîn, lê li ser tayê dinê – sûcê wan, ên ku Şengal (wek p’arç’eyekî xaka K’urdistanê), û êzdîyên Şengalê (wek beşekî net’ewa k’urd) r’adestî wan hovan kirin û t’evkujîya êzdîyan pêkanîn... Û ev jî, ne t’enê ne k’urdîtî, lê, her weha, ne mirovî ye jî!

Û, wê demê bê, gelê k’urd, zû an dereng, dê ji wan bipirse!

K’urdîtî û mirovî ne ev in! Ew tiştekî dinê ne: dema êrîşên ser Şengalê û t’evkujîyên li hember gelê me hêzên HPG-ê li gelê xwe xwedî derk’etin, û di wî şer’ê man û nemanê da gelek p’akr’ewan jî dan, ew hê jî li wir in û li dijî êrîşên DAÎŞîyan r’adiwestin û li berxwedidin, ji bo mafên êzdîyên Şengalê di her waran da k’ar û xebatê dikin, bi her awahî alîk’arîya gelê xwe dikin... Gelê K’urdistanê, li herçar p’arçeyên Welêt ji bo piştgirîya Şengalê r’abû ser p’êyan, dengê xwe bilindkir û alîk’arî da xwîşk û birayên xwe.

A, eger Hoşeng Broka di derbarê k’urd û K’urdistanê da diaxive, divê vê bibîne û di derbarê vê da bibêje...

Û piştî ewqas malwêranî û t’evkujî, îro jî hê r’êvebirîya Herêma Başûrê K’urdistanê li ser ya xwe ye...

Binihêr’in, fermandarekî hêzên pêşmergayan, general Farîk Cemal hê jî li ser çi ferz dike: “...t’u hêzeke leşkerî naxwaze, dema bik’eve Şengalê, şaşîyan bike, hemû bajar bi gundên ereban va dorpêç’kirî ye, DAÎŞ wana wek hêwirgeh bik’ar tîne...

Divê em di sêrî da T’elafarê r’êzgar bikin, û wê wek bihur’ekê ji lojîstîkê û hêzên degel ji bo wan amade bikin, ên ku wê ewlwk’arîya bajêr biparêzin...” (http://kurdistan.ru/2015/05/17/news-24076_Komandir_peshmerga_otvetil_na_obvineniya_ komandira_RPK.html ) – Wisa – ne kêm, ne zêde!

Û heya ev camêrana T’elafarê r’izgar bikin (???), van “planên” xwe bibin sêrî, dîsa bi hezaran êzdîyên Şengalê wê bibin gorîyên wan û “plananên” wana!

Dibe ku armanca wana jî hema ev e? Ya ku ew dixwazin, ku pêk bê jî, dîsa ev e?

Nizanim, nizanim!

Lê tiştek li ber çavan e: yên ku bixwazin li gelê xwe xwedî derk’evin, wê li wan gund-mundên êwirgehên DAÎŞ-ê nenihêr’in! – Cîhan ewqas ç’ek û teknîkê ji bo çi dide?

Lê li vir dîsa pirsek dertê holê: “Lê ew şowa t’êatroyî, ya ku serokê Herêmê kek Mesûd li p’er’ê Şengalê lidarxist û gelê k’urd ji bo r’izgarkirina bajêr pîroz kir, li k’u ma?”

Ev çi ye, ev camêrana gel dixapînin, an di nav r’êvebirîya Herêmê da destê r’astê haş ji destê ç’epê nîne?

Her çi jî hebe, ya ku hatye (an anîne) serê gelê me, îro jî didome! Û ev jî t’u pêwendîya xwe ne bi k’urdîtîyê, ne bi gelê k’urd û ne jî bi K’urdistanê r’a nîne!

Û ya ku min dixwast, ku hêja Hoşeng Broka bidîta jî, ev e!

Wekî dinê?..

Wekî dinê, yên ku bixwazin bizanibin, k’a ev kiryarana p’êwendîyên xwe çiqasî bi k’urdeyetîyê, gelê k’urd û K’urdistanê “hene”, dikarin wisa jî di van gotaran da bibînin:

“R’eşkujîya Şengalê û dersên wê”

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/r_eşkujîya_şengalê_û_dersên_wê

http://xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12&Jmara=70

R’ojnameya “Pênûsa nû” – http://www.penusanu.com , hejmar – 28

“R’eşkujîya Şengalê hemû p’akî û nep’kîyên me derxiste holê” http://www.amidakurd.net/qunciknivis/r_eşkujîya_şengalê_hemû_p_akî_û_nep_akîyên_me_derxiste_holê

http://xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12&Jmara=103

“Daxwîyanîya Mesûd Barzanî”

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/daxwîyanîya_mesûd_barzanî

R’ojnameya “Pênûsa nû” – http://www.penusanu.com , hejmar– 29

“Dertê holê, ku r’êvebirîya Herêma Başûrê K’urdistanê piştgirîya r’ayedarên Dewêeta Îslamî (DAÎŞ) dike”

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/dertê_holê_ku_r_êvebirîya_herêma_başûrê_k_urdistanê_piştgirîya_r_ayedarên_dewleta_îslamî_daîş_dike_çima

“RÛDAW dîsa defa fitne û derean dixe”

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/rûdaw_dîsa_defa_fitne_û_derewan_dixe

“Girtina Heyder Şeşo nak’eve xizmeta yekîtîya net’ewî”

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/girtina_heyder_şeşo_nak_eve_xizmeta_yekîtîya_net_ewî

19. 05. 2015

P’ampa K’urdan