1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Hilbijartin. Du Gavan Pêşve
Hilbijartin. Du Gavan Pêşve,hilbijartin,du,gavan,pêşve

Hilbijartin. Du Gavan Pêşve

A+ A-

Li Kurdistana Bakur du tişt van rojan pir têne axaftin. Ya yekem û herî girîng mijara hilgijartinan e. Ya duyem jî TRT 6 bû. Em hatin devereke wisa ku êdî gerek em hevdu baş nas û fam bikin. Dem dema du gavan pêşde ye.

Mijara hilbijartinan li piraniya bajaran bûye sedema nexweşiyan. DTP di her hilbijartinekê de sîstemekê deceribîne. Ceribandin tişta herî zanistî û herî baş e. Lê dema mirov li navçeyekê ceriban û encamên ne baş derketin holê, gerek mirov di demildest de li navçe û bajarên din sîstemê pêşve bibe.

Di çavên min de sîstema dawî “Lihevkirina DTP û Feodalîzmê” ye. Qet û bîla divê navê Tevgera Azadiyê têkildarî vê mijarê nekin. Ji ber ku sîstema nû li ser esasê “naskirinê” hatiye danîn. Çawa?

1- Çend kesan ji bo berendamiyê serî li DTP’ê dabe, hemû bi mulaqatan tên qebûlkirin.
2- Ji bo namzetên Meclîsên Þaredariyan 1 deqe jî mafê axaftin û danasînê tune.
3- Namzetên berendamiya şaredariyê bi 5 deqeyan xwe didin naskirin. Proje, armanc, amadehî, pirs, nirxandin tune. Ev qet ne girîng in.

Di encama hilbijartinên wiha de 2 kes dikarin bêne hilbijartin:
1- Kesên ku mar di kaniya gund de kuştine (leheng).
2- Kesên ku mi kaniya gun de pîsî kirine (xiraker).

Li aliyê din Meslîsên Þaredariyê bi hilbijartinên wiha nabe ku bêne belîkirin. Henek bi meslîsan nabe. Divê kesên hilbjartî bin. Kesên hilbijartî jî encax ji aliyê kadroyên Tevgerê ve bêne hilbijartin.

1- Paşeroja wan kesan,
2- Xebatên ku heta niha kirine, tecrûbe û serboriyên wan,
3- Beşa ku xwendine, dibistan,
4- Di dema şoreşê de cezayên ku ji aliyê Tevger û saziyên kurdan ve standiye,
5- Nêzîkatiya wî ya azadiya jinê, konfederalîzmê û rêveberiyên herêmî,
6- Ji bo pêşerojê fikr, proje, amadehî û konsantre.

Kadro divê li gor van esasan kesan hilbijêrin. Pêwist bike gerek ew gazî kesan bike û bêje “were li vê meclîsê bibe endam.”

Di her meslîsekê de divê ev kes hebin:
Mamoste (pedagojî),
Nivîskarên kurdî (bihîstyariya ziman û katibê dîrokê),
Muhendîsê çandiniyê (çandiniyeke bi kontrol),
Muhendîsê komputerê (bikaranîneke bi zanebûn),
Muhendîsê elektrîk-elektronîkê (kontroleke baş li ser projeyan),
Oldar (mijarên olî û şîroveyeke rast a olî),
Aborînas (rêvebirineke aborî ya bi zabebûn),

Ji her beşên zanist, civakî û muhendîsiyê kes divê di meclîsê de cih bigirin û wekî parlamentoyeke herêmî divê meclîsê bi rê ve bibin. Perspektîfên ku têne dayin têr û tijî ne. Lê pêkanîna van perspektîfa wekî “Lihevkirina DTP û Feodalîzmê” derket holê.
Ez bixwe sedemên vê yekê baş dizanim. Nav bi nav, kom bi kom dizanim. Heta berî hilbijartinê bi 5 mehan me dizanî ku dê kî li ku bibe şaredar. Ku em bizanin ne mumkûn e Tevger nizanibe.

Êl û eşîran li gelek deveran li hev kirin. Di hilbijartina 2004’an de jî ji ber heman kesan gelek dever hatin windakirin.

Niha jî heke kes li hember Tevgerê durust in, ez dibêjim fermo:
1- Çima namzetekî xurt naçe Mûş, Agirî, Qers, Bîngol, Bedlîs, Mêrdîn, Riha, Meletî, Semsûr û navçeyên wan ?!
2- Çima namzetên herî xurt xwe xistine cihên herî bi garantî wekî Amed, Êlih, Þirnex, Culemêrg. Vê hilbijartinê ez bawer dikim ku Sêrt û Wan jî dê bikeve destê DTP’ê. Lê heke kes hilbijartinên 1999, 2003, 2004 û 2007 ên Sêrtê fam neke, Sêrt were standin jî tu qîmeta wê tune.
3- Deverên ku namzetên xurt diçinê, hemû deverên ku Tevgerê ew garantî kirine. Deverên ku hinek divê bixebitin û kedekê bidin jî vala hatine hiştin. Ev di çav min de bêxwedîtiyeke siyasî ye.

Divê em du gavan pêşde biçin û di hilbijartinan de Pêşvebirina Civakî bikin xala herî girîng. Namzet divê bi projeyên xwe derketina pêşberî gel. Divê gel ew bidana ber pirsan. Her ku namzet bigota “Ez ê sererd û binerda vî bajarî çêkim”, divê delegeyan jî bigota “ka tê bi kîjan pereyî çêkî?”.

Dema ku pîvana mirov gotin be, her kes dikare bi dengê herî bilind bêje “Bijî Serok Apo”. Ya rast ku ew kes di pratîka xwe de dike ku gel bêje “Bijî” an na?!

Pîvan li tu deverê nabe ku “kes” û “ked” be. Heke pîvan “ked” be, di 5 salên borî de keda kîjan şaredarî ji keda MIN bêhtir e, bila fermo bêje. Ez amade me. Digel hemû butçeya şaredariyê, digel hemû xebatkar û derfetan fermo! Di tevahiya jiyana xwe de, min tu caran 5 quriş ji derekê nestandiye, lê min timî bi keda destê xwe derfet ava kiriye û bi sedan proje biriye serî. Gelek ji van projeyan îro li tevahiya cîhanê bûye sedema pêşketina zimanê kurdî. Bi sedan kesên wekî min hene. Dîrok, çand, ziman, huner û doza gelê kurd bi tevahî li ser xwîdan û keda xwe pêşve birine. (Helbet ku Tevgera Azadiyê tunebûya ez ê jî tunebûma, ev îradeya min jî dê tunebûya, ev tiştekî din e.)

Madem ku rewş wiha ye, çima kin kes ji bo namzetan behsa şertên “kedê” dikin? Heke mesele ked be, va ye ez û bi sedan kesên wekî min!

Lê em dibêjin mesele ne ked e. Mesele ew e ku “Koça Mejî” divê were rawestandin. Ji ber van pîvanên “Peymana Feodal û Komikî” koça mejî pêk tê û bi sed hezaran xwenedeyên kurd ji DTP’ê direvin. Muhendîs û zanistên kurdan niha ku dixwazin xizmetekê bikin, hevalên me “buhh” dikin wan. Dibêjin “ka keda te çi ye?”. Helbukî camêr çûye xwendiye, bûye zanist.

Dibêjin “heta nina tu li ku bû?” Helbukî camêr çûye bajarên mezin diye, karên mezin kiriye, xwe gihandiye, tecrûbe qezenc kiriye.

Dibêjin “ne Apocî ye, ne PKK’yî ye”. Tê bêjî qey ew PKK’yî ne, karta endamtiya PKK’ê di bêrîka wan de ye. Tê bêjî qey DTP hemû şaredariyan dide kesên endamên PKK’ê.

Li gor min nivîsandina van mijaran bixwe jî Du Gavan Pêşde ye.
Bi vebûna TRT 6’ê re êdî gelê kurd dê asoya xwe bibîne. Em êdî gel in, em netew in, kes nema dikare me înkar bike. Ji îro û pê ve armanca me ne îspatkirina me ye, armanca me bidestxistina rêveberî û azadiya me ye.

Axa ku sererd û binerda wê ne di destê te de be, ne axa te ye û tu jî ne azad î. Netewebûn ew e ku ji bilî hebûna zimanê te, hebûna te ya aborî jî di destê te de be.

Êdî em doza vê dikin.
Ev hilbijartin dê me du gavan pêşde bibe û em ê bêhtir ber bi rêveberiya xwe ve biçin. Ew roja ku em sînoran rakin û hemû parçeyan bikin yek nêzîk e.

Ew roja ku kurd, ereb, faris û tirk di Konfederalekê de bibin yek neyê, dê tu caran sererd û binerda welat û Rojhilata Navîn nekeve destê gel.


Gotinên miftehî :