1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Hingura Kardoxyayê
Hingura Kardoxyayê,Hingura,Kardoxyayê

Hingura Kardoxyayê

A+ A-

Çawan ku Baruch Sopinoza ji bo çareserkirina kêşeyên felsefeyê, rê û rêbazên geometriyê, yanê bi navê xwe yî din, ‘zimanê gerdûnê’ sepandiye, ligel vê yekê jî têkiliyeke taybet bi ramana pirsyarker û hişê analîtîk re daniye û serê xwe li ser geometriya jiyan û xwezayê êşandiye, Şener Özmen jî, tevn û zimanê romana xwe bi heman şêwe û rê û rêbazê ava kiriye û em bi navê romanê neheyirandine…

 Ger em piçekî bala xwe bidin taybetiya geometriyê em ê karibin bibêjin; ji du niqteyên hevşîp (hevhêl, hevalî, hevber) rastekek pêk tê, lê ji sê niqteyên nehevşîp jî sêkuj (sêgoşe) û ji gelek niqteyên nehevşîp jî gelek şêwe û dirûv pêk tên. Her wiha pê re jî gelek tebeqeyên lidûhev û liserhev ava dibin. Rojnivîska Spinoza jî, bi temamî bi ziman û tevneke bi vê geometriyê hatiye avakirin û wekî mijara sereke xwezayê Kardoxya û mirovên Kardoxyayê tîne zimên û ji vegotina wê zêdetir, hewl dide ku mijara ku hildaye dest watedartir bike.

Her wekî ku Stendhal jî ji bo romanê dibêje, “Tekane sedema heyîbûna romanê ew e ku tim hewlê dide ku nûneriya jiyanê bike.” Rojnivîska Spinoza, beş û qismên jiyana Kardoxiyan a ku bûye çend parçe, -ji layê erdnîgariyê ve, ji layê zimên ve, ji layê polîtîk ve, ji layê desthilatdarî û birêvebirinê ve, ji layê biyanîbûna çandan ve û têkiliya bi endam û elementên van çandan re û wekî tevahîbûna van alî hemûyan, ji layê biyanîbûna hundirîn ve-, hildide dest û hewlê dide ku hê bêhtir darî çavan bike û perdeya nixumandinê ji ser rake û şêlobûnê zelaltir bike. Ma ne ji ber vê yekê ye ku Schellinger jî dide dû Stendhal û wiha lê zêde dike, “roman, guncantirîn rê ye ji bo şayesandina jiyana modern.”

Der heqê vê yekê de Roland Barthes bi bîra me dixîne û dibêje, “Hejmara astên ku tê pêşniyazkirin çi dibe bila bibe û ev ast çawan tên pênasekirin bila bên kirin, bêguman vegotin gehînekdarkirina astan e. Fêmkirina ji vegotinekê ne tenê şopandina jihevveçirîna çîrokekê ye, di heman demê de, dîtina hebûna tebeqeyên vegotinê ye; û bi awayekî nixumandî teyisandina lêkdanên berwarî ya li tewere û koordinateke tîkane ye ku di xeta vegotinê de hene.”(2)

Her wisan, vegotina romana Rojnivîska Spinoza, li ser bingeha gehînekdarkirina ast û sewiyeyên jiyanê ava bûye û gava em hewlê didin ku pûş û nixama vegotinê ji ser rakin û ligel jihevveçirandina romanê têkevin nav tebeqeyên jiyana di romanê de, rastî van tebeqe û rasteqîniyên ku hatine bisîmgekirin tên (ne rastî û rasteqîniya jiyana heyî, lê belê rasteqîniya romanê ya hundirîn).

Roman li gorî rasteqîniya hundirîn a romanê bi gelek hêman û elementan hatiye avakirin: Yasînê lehengê romanê; ku di navbera gelek Xelîl û Celîlan de diçe û tê û nizane ka kîjan dêrê yan jî mizgeftê hilbijêre û lehengiya wî bi liv û tevgerên lehengên dîtir tê aşkerakirin û ew ji aliyekî ve jî û bi awayekî nixumandî dibe neleheng (antihero) û gelek tiştên der heqê wî de guhnedêriya wî dinimînin. Peymana ku mêbûna xwe ya “jirêze” nade bi “jirêzederbûna” jinên dîtir û her wiha bêyî ku xwe bike endameke femînîstiya li gorî sîsteman hatî îdeolojîzekirin, mêbûna xwe diparêze. Nûrşena dilketiya Yasîn ku di nav evîna xwe û xwe de maye. Helbesta ku jiyana wê bi likumandinê ava bûye. Silêmanê ku bi awayekî dijminane li hember çekdaran dixebite û dareke dîtir li darê kurman zêde dike. Mamoste Mûsayê ku ligel her tiştî bi karê welatparêziyê dadikeve. Balaya keça Azerî ku di nav behra evîna Simko û qehpîtiyê de hînî melevaniyeke bêhempa bûye. Yilmazê çepgir û sosyalîst ku ji xelkê Ergenokonên Enedoluyê ye û dikare ji bo qîzekê jî hevraman û mutefîkê xwe (şoreşgerê Kurd) bide dest (helbet ne ji bo evînê). Simkoyê ku ligel ku di evîniyê de têk çûye jî, berevaniya bilindtirkirina doza welatparêziyê dike, lê mixabin di evîngehê de dimire. Mamoste Semra ya dilketiya Yasîn a beriya Nûrşenê ku ji bo watedarkirina vegerê derdikeve pêş me. Firazê sertirûmbel, hevalê zarokatiya Yasîn ku ji bo ku em di kana jiyana Yasîn bigihîjin em pê diçin dema zarokatiya wî. Tûtiya pisîka Yasîn, celeb û nîşaneyeke dîtir a pevbestîn û ligelheviyê.

Her wiha du hêmanên din jî hene ku ji derveyî rasteqîniya romanê ne (Yek: Ziraat Bankası ku navenda desthilatdariya aborî ya bakur e, ya din jî Özdemîr İnce ku wek şairekî sembolîk e ji bo navenda neteweperestiya îdeolojîk a ku li ser bakuriyan tê meşandin) ku qalkirina wan, ne wekî camid û bireserên vegotina romanê ye, lê ew bi hebûna xwe bi awayekî sembolîk awayê lidijsekinîn û meşandina rêbaza sîstemê bi me didin hisandin.

M. Butor, ji bo ku bandor û jihevcudatiya rastî û rasteqîniya romanê û jiyana heyî bi me bide zanîn, dibêje, “cîhana romanê, têgihîştina me ya cîhana rastiyê pir karîger, no û kûr dike.”(3)

Ji ber vê yekê ye ku Şener Özmen di romana Rojnivîska Spinoza’yê de ji hewldayîna nivîsandina romana rasteqîniyê bêhtir, lê xebitiye ku romaneke rasteqîn ava bike û di vê yekê de bi ser jî ketiye. Cîhana romanê ku di ser rasteqîniya heyî re hatiye afirandin, dibe alîkar ku em di sernixamtinê bigihîjin, di navbera tebeqeyên romanê de çûnûhatekê bikin da ku karibin jihevveçirîneke durist pêk bînin.

Her wiha, em di ser şanîdana rewş û dirûvê mala Mamoste Mûsa re ku ji qirêjê diçe, hay ji rade û dereceya pelosiyê dibin ku hê Mûsa hay jê nîn e (an jî ji bo ku ji ramana welatparêziyê dûr nekeve û karê ku dike bi şûn de nekeve, girîngî pê nade). Helbet divê em li vê derê ji qirêj û gemarê jî wêdetir, ber û bala xwe bidin J. Kristeva ku dibêje, “… ji hêleke din ve jî, sedem û binyada pelosiyê bi zayendî, têkiliya bi zayendî û herikana ji ber wê ve vebestandî ye…”(4)

Û zimanê ku bi vê pelosiyê re tê bikaranîn; zimanê argo ye ku zimanê heyî ji hundir de dewlemendtir dike. Gava Mûsa çayê çêdike, qedehan tije dike û ji Yasîn re dibêje, “Lêborînê divêm hevalê Yasîn, nizanim bê kevçî bi ku de çûne!” û Yasîn lê vedigerîne û dibêjiyê, “Heke mesele kevçî bin, hêsan e. Em ê bi kîrê xwe tev bidin!” (rûp:70), li vir ji ber ku kevçî tune ye (kevçî: dirêj û tûj û alava tevdana şilaviyê. Dirêjî, tûjî û şilaviyên mezeloqî, sê sîmgeyên pelosiya zayendiyê), zimanê argo wek serhildanekê digihîje hawara zimanê romanê û bersîva Yasîn careke din jî dibe sedem ku em bi zistî û pelosiya di jiyanê de heyî bînin ber çavan.

Romana Rojnivîska Spinoza, bi dayîna parçeyên ji tevahiya jiyana parçewesle û tevlihevbûyî (ango hatî tevlihevkirin) ya Kardoxiyan, dest pê dike; puxteyên hemû parçeyan di serî de tên dayîn û bi pêdeçûna di romanê de jî, ligel ku têkiliyeke jidûrîheviyê pêkhatî di navbera wan de tê danîn jî, her parçe di hundirê xwe de tê firehkirin. Û ger ku em karibin bêjin postmodernî piçek jî lêkdan û lêkbûna parçeyên têkelreng ku dûrî hev in û di heman demê de jî ew parçe dikarin tevahiyeke taybet di hundirê xwe de bihewînin pêk tê ye, romana Rojnivîska Spinoza gaveke wê di qada postmoderniyê de ye.

Ji ber ku hem ji aliyê şûn û mekanê, hem ji aliyê kesên ku wek parçeyekî romanê di romanê de bi cih bûne û hem jî ji aliyê zimên ve ku bi rengînî tên bikaranîn (wek devokên cuda cuda yên Kurdî, zimanê Tirkî, Azerîkî, Elmanî), parçeyên rasteqîniya jiyanê –helbet her yek di nav heqîqetên xwe de- hatine lêkdan.

Her wiha gava em ji awirekî dîtir ve bala xwe didin, ji aliyê şûn û mekanê ve jî veguhastineke muhayyîle û hêza nîgaşkirinê heye di romanê de. Şûn mekan, (Zex, Zox, Da, Xo, Deşta Kûr û Kardoxya), tenê ne şûn û mekan in, li gorî vegotina romanê û li gorî têkiliyên bi hev re yên endam û hêmanên ku di van şûn û mekanan de qala wan tê kirin, li hev tên veguhastin. Her wiha tevahiya ji parçeyan pêkhatî di hundirê xwe de aloziyeke arizî xwe jî ava dike û ji bo ku em karibin di kêşeya esasî bigihîjin -her wekî R. Barthes jî gotî: ji bo ku xwendina (an jî guhdarîkirina) vegotinekê bikin-, ne ku em ji peyvekê derbasî peyva din bibin, lê divê em ji astekê derbasî asta dîtir bibin.

Zimanê Rojnivîska Spinoza sert e (lê ne tûj e) û gava hewce kiriye nivîskêr xwe ji gotinên argoyî (yên wekî, jina tolik, qûnek û qûnhez…) nedaye alî û hin çêr û sixêfên ku hatine bikaranîn jî di hundirê romanê de hewiyane û awa û şêweyê vegotina romanê jî bi xweşikî ew qebûl kirine.

Her wiha, em bi çend hevokên diyarker fêm dikin ku (wekî mînak: “heke partî wan biqefêle dê wan tune bike” , “jixwe karker jî avê li wan venaxwin”…) helwesta romanê helwesteke neteweyî ye; lê ji ber ku fikr û ramana nivîskêr di hundirê çanda xweser de modernîze bûye û ew retorîka kevneşopiyê bi kar nayîne, xwe bi dem û çaxên destpêkî û avakirina qada neteweyî ve girê nedaye, xwe ji rengê vegotina bi wî cureyî dûr hiştiye û neketiye nav kemîn û xetereya wê ya dilkêş.

Romana Rojnivîska Spinoza romaneke polîtîk e. Û bi awa û şêweyekî postmodern, bi zimanekî fesîh û pircure, me dixe nav ‘hingura Kardoxyayê’ û em pê hay ji şêlobûn û têkelrengiya jiyana Kardoxiyan dibin.

(1) Rojnivîska Spinoza, roman, Şener Özmen, Weşanên LÎS, 2008, Amed
(2) Nivîs û şîrove, Roland Barthes, weşanên Metis.
(3) Roman û Netew, Haşim Ahmedzade, Weşanên Pêrî.
(4) Hêzên Tirsê, (Ceribandineke li ser pelosiyê) Julia Kristeva, Weşanên Ayrıntı.
 
Dilawer Zeraq


Gotinên miftehî :