1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Jan Dost Ji Min Lêborîna Çi Dixwaze?
Jan Dost Ji Min Lêborîna Çi Dixwaze?,jan,dost,ji,min,lêborîna,çi,dixwaze

Jan Dost Ji Min Lêborîna Çi Dixwaze?

A+ A-

Dibêjin rojek ji rojên dewra Hz. Mihemed, di navbera yekî nemusliman û Hz. Omer de tiştek çêbûye. Li gor ji min re hatiye gotin, Hz. Omer pê re dikeve lecê. Hz. Omer pişta wî datîne erdê û xencera xwe dixe stu, ji bo bikuje. Di wê navberê de, yê nemusliman tû dike ser çavên Hz. Omer.

Di rewşên wiha de mirov bêhtir hêrs dibin. Hz. Omer jî diviya hêrstir bûbûya û xencera xwe li stuyê wî xista. Lê piştre kê behsa vê bûyerê bikira, dê bigotina "yekî tû Hz. Omer kir, wî jî ew kuşt". Çîroka bingehîn dê bihata jibîrkirin.

Roja ku me bihîst gelê Efrînê rabûye ser piyan, hêzên Esed ji bo 24 saetan hişyar kirine û dest danîne ser dezge û saziyan, em li Weşanxaneya Lîsê komek heval bûn, wekî Lal Laleş, Mîran Janbar, Kawa Nemir. Çi deqeyên xweş bûn, ku em ji malperekê derbasî malperekê dibûn, vedigeriyan Twitter û Facebookê û bi heyecan me hesabê "çend metro ax azad bûye?" dikir.

Vê yekê dirêj ajot. Ma. Em çûn xwarinê. Me bi dilê xwe xwarinek xweş xwar, da ku em ji xwe re bikin cejn. Û piştre em belav bûn.

Êvarî di Twitterê de Ibrahim Halil Baran, ku serokê saziyeke stratejîk a lêkolînê ye, bi heyecan lînkeke ji YouTube parve kir. Li gor I.H. Baranî, bêrêz Jan Dost bi munasebeta vê serhildana gel ji qewlê tirkan ve "ulusa sesleniş" kiribû. Ji xwe Baranî bi vê etkîketê lînk belav kiribû.

Bi wê heyecanê guhdarîkirina bangawaziyekê dê çi tehmeke xweş bûya. Her çi qas bi telefonê guhdarîkirina vîdeoyan ne xweş be jî, min da ber guhê xwe. Û ji qewlê TV yên tirk ve şok, şok, şok...

I.H. Baranî vîdeo an temaşe nekiribû, an jî jê fam nekiribû. Xuya ye der barê rojê de li vîdeoyan geriyabû û têkildarî mijarê ev vîdeo dîtibû û weşandibû. Lê di vê vîdeoyê de bêrêz Jan Dostî devê xwe vekiribû, çavên xwe girtibû.

Wekî tê zanîn, bi rojan çopemeniya tirk nivîsî ku PYD desteka Hafiz Esad dike. Li gor tirkan PYD û xwediyê wê PKK li Şamê, li rejîma Sûrî û li Baasê xwedî derdiketin. Ji van nûçeyan em ew qasî aciz bûn ku kurdên rojava û rejîmê li hev xistibûna û di navberê de ji kurdan çend hezarek hatibûna kuştin û me çend silogan bavêta û bigota "şehîd namirin" û pesindariya qehremaniya wan bikira, dê xweştir bûya!

Ez bi xwe naçim şûn û veşartina mirovan. Ji bo min mirina mirovekî, veşartina mirovekî tiştê herî bi zehmet e. Li şûna mirina mirovekî/ê mirov hinekî zehmetiyên zêde bikişîne, hinekî derengtir bi ser bikeve çêtir e, xweştir e. Di dawiya dawî de kurdên Rojava bi ser ketin. Hîn jî tevliheviya wan didome, heta Baas bi giştî hilneweşe, heta Sûrî ji nû ve ava nebe, heta yasaya bingehîn a Sûrî bi hevkariya kurdan qebûl nebe, dê ev tevlihevî jî bidome.

Dema min li wê vîdeoya bêrêz Jan Dostî guhdarî kir, min dît ku ji PYD'yiyan re dibêje "vegerin şikeftên xwe" û gelek tiştên nexweştir dibêje. Ji ber ku PYD nahêle li herêma Kurdistanê kurd êrîşî rejîmê bikin, gotinan dike. Ya rast, heke li şûna PYD'ê partiyek din hebûya, belkî ji daxwaza Emerîkayê re negota "na", belkî ji Tirkiyeyê re negota "na" û belkî êrîşî rejîmê jî bikira, ango destek bida muxalefeta ereban. Lê dema partiya herî mezin şer nexwaze, kîjan koma biçûk şer derxe, ew dê bibe sedema tevliheviya herî mezin. Divê mirov baş fam bike, dema yek şer nexwaze, şer li hesabê wî/wê neyê û/an jî ji şer re ne amade be û mirov wî/wê bajo ser şer, ev provakasyona herî mezin e.

(Divê em bînin bîra xwe, ku di Şerê Kendavê yê duyemîn de jî kurd beşdarî şer nebûn û nehiştin leşkerên tu dewletên biyanî di ser wan re beşdarî şer bibin.)

Îro jî kurd xwe ji şer dûr dixin. Şam bikeve jî, bimîne jî, ji bo kurdan parastina hêza xwe û mezinkirina hêza xwe tiştê herî baş e.

Ez di ser bêrêz Jan Dost re ji hemû partiyên din ên kurd dipirsim: We di vê demê de hêza xwe çi qasî pirtir kir û PYD'ê çi qasî pirtir kir? Ji sala 1999'an û vir ve PKK li Sûrî hatibû tecrîdkirin, we çima di wê navberê de hêza xwe pirtir nekir? Piştî şer dest pê kir, valahî çê bû, PYD'ê dest bi rêxistina xwe kir, we çima heman tişt nekir? We çima hero-duro  xwest kurdan bibin têxin kozikên muxalefeta ereban? Çi yê we di wan kozikan de hebûn? We hêza xwe mezintir kiriba, we partiyek bi qasî PYD'ê mezin derxista holê dê ne çêtir bûya?

Ez gelekî ji daxuyaniya YouTube ya bêrêz Jan Dostî aciz bûm. Min di Twitterê de jî çend tişt jê re nivîsî, deng ji kozika wî nehat.

Heta roja ku me bihîst 25 ciwan ji aliyê rejîma Sûrî ve hatine binçavkirin. Gurpe gurpa dilê me bû, ku dê hinek hêzên herêmê û navnetewî bi ser bikevin û kurdan têxin nav şer. Hîn ez ji bin bandora veşartina lawikê 15 salî (Qoser, yê xwe şewitand) derneketibûm û tirsa ku dê kurdine din bikevin bin axê ez rapêçam. Gelê Qamişloyê rabûbûn ser lingan, îhtîmala şer û pevçûnê gelekî zêde bû û vê yekê têra xwe xof dixist dilê mirov.

Di wê navberê de, ku em li bexçeyekî Amedê digel çend bîrewerên kurd rûniştibûn, hewka min dît bêrêz Jan Dostî peyameke wiha di Twitterê de weşand: "Haydar bin, serbaz li rejîma kujer kêm ketine rabûye destê xwe dirêjî ciwanên kurd dike."

Ji ber ku min dizanî bêrêz Jan Dost difikire ku "PYD hevkariya Baasê dike", min peyama wî wekî "hişyar bin, PYD we neşîne leşkeriya rejîmê!" û her wisa wekî bêje "li hember îxaneta PYD'ê hişyar bin" dît.

Di Twitterê de bersivên me wiha domiyan:

Jan Dost: Haydar bin, serbaz li rejîma kujer kêm ketine rabûye destê xwe dirêjî ciwanên kurd dike. 

Rêzan Tovjîn: Tu neçî, kurdên din naçin leşkeriya Sûrî.

Jan Dost: Dermanê bêedebiyê tune ye.

Rêzan Tovjîn: Derman heba tê di xwe bida? Dema tu ji PYD'ê re dibêjî "herin şikeftên xwe" edeba te, edebyata te li ku ye?

Jan Dost: Tu jî ê şikevtan î, hey bêedeb kurê sed bêedebî. Kurê qehpê, PYD'a te dûvkê dijmin e, hey ker kurê kerê.

Bêrêz Jan Dost, ku ez hîn jê re bi israr dibêjim "bêrêz", careke din êrîşên xwe yên li hemberî tevgereke kurd didomand. Di vê navberê de bavê min ê 91 salî û diya min a dilsoj jî dibûn xwedî para heqaretê, lê ew qet ne girîng bû.

Hz. Omer, piştî ku yê nemisliman tû kiribû ser çavên wî, xencera xwe xistibû ber xwe û rabûbû ser xwe. Yê nemisliman berdabû. Piştre dema jê pirsîbûn, gotibû "heke min bikuşta, dê bigotina ji ber tûkirinê, ew kuşt."

Ez jî niha li vir dibêjim, ji bo her kes baştir fam bike, bêrêz Jan Dost di rûpela xwe ya Twitterê de ev beşên min weşandin jê biriye, lê min hîn jê nebiriye. Dema Jan Dost lêborîna xwe dixwaze, gelo ji ber çêrên xwe yên şexsî an ji ber çêrên xwe yên rêxistineke netewî lêborîna xwe dixwaze, min fam nekir. Xuya ye ji ber ku lêborîna xwe ji min dixwaze, derdê wî tenê ew beşa ku navê diya min û bavê min derbas dibe ye.

Wekî her kes dibîne, nîqaşa min siyasî ye, ne şexsî ye. Her kes qebûl dike ku netewa mirov, nirxên netewî, berjewendiyên netewî girîngtir in. Dayik û bavê min ne ji gelê Amûdê, Efrînê û Qamişloyê girîngtir in, ne jî zêdetir in. Ew zarokên li kuçeyên wan bajaran ku çavên xwe kutane azadiyê, ji hemû tiştên min girîngtir in. Heke bêrêz Jan Dost van heqarên netewî hemûyan datîne aliyekî û tenê ji şexsê min lêborînê dixwaze, ev dozeke vala ye, ne hewce ye vê dozê bike. Dê û bavê min û ez ne ji doza xwe mezintir in.

Bersivên me yên li ser Twitterê wiha domiyan:

Jan Dost: Tu jî ê şikevtan î, hey bêedeb kurê sed bêedebî. Kurê qehpê, PYD'a te dûvkê dijmin e, hey ker kurê kerê.

Rêzan Tovjîn: Li vî welatî parastina PYD'ê sûc e, qirêjkirin serbest. Ne wisa bûya min ê edeb û edebiyat nîşanî te bida. Heyfa keda ku dane te.

Jan Dost: Te yê bi kevçî gû bixwara qehpedê.

Min fam kiribû ku hemû êrîş û heqareta wî li ser bingeha dijberiya PYD'ê ye. Ez dixwazim ya dilê xwe rasterast bêjim, ku heta Apocî neketin Rojavayê Kurdistanê, partiyên kurd ên wir xwe ji vî hawî rizgar nekirin û her di halê xwe de man. Yekî li yekî zêde nekir, yekê tiştek nexist ser hev. Kî rabû û bû xwedî partî. Li Bakur ji salên 1970'î û vir ve mirov dikare behsa navê Rizgarî, KUK, PDK-B, Kawa, PSK bike. Îro jî mirov dikare tenê behsa BDP, Hak-Par û Kadep'ê bike. Yanî bila kes şaş fam nake, bîst-sih milyon kurd li vir bi 3 partiyan in, li Rojava Kurdistanê behsa 40 partiyan dikin. Kî devê xwe vedike, dibêje "her çil têkevin ser hev, bi qasî eşîrek Bakur nakin", ku eşîr jî bi kêrî tiştekî nayên.

Ez naxwazim kes min şaş fam bike, mafê her kurdekî heye ku li gor fikr û ramanên xwe di partiyekê de cih bigire. Mafê tu partî û hêzan jî nîn e ku pêşiya xwebirêxistinkirina wan bigire. Digel van heqaretên xwe jî, wekî her kesekî heke bêrêz Jan Dost endamê partiyekê be û heke partiyek an jî hêzek din mafê wî yê demokratîk ê birêxisin û têkoşînê binpê bike, ez digel wî me û ez ê bibim dengê wî. Û çawa ku ez heqareta wî ya li dijî rêxistineke kurd qebûl nakim, ez heqaretên kesekî din ê li dijî partiya wî û fikra wî ya siyasî jî qebûl nakim. Sekna min ev e.

Lê bêrêz Jan Dost jî bizane, ku helwest ev helwest be, nêzîkahî ev nêzîkahî be, 40 salên din jî herin dê tiştekî li tiştan zêde neke û her di cihê xwe de bihejmêre. Ka, ku karaktera te ev be, em ê hêviyên çi ji te, ji siyaseta te, ji îdeolojiya te, ji nivîskariya te bikin?

Gotara Mahabad Felat Arda

Nivîskar Mahabad Felat Arda ji dilsoziya xwe gotarek nivîsand û li ser vî tiştê nexweş, li ser vê kezebreşiyê çend gotin nivîsî. Wekî ku Arda jî gotiye, îro em tu kes tu qîmetê nadin berhema Şerefnameyê. Çi tê de hebe, behsa çi bike, em wekî sûdê ji xenîmetê dijminekî bigirin sûdê jê digirin û hew. Çima ku Şerefxanê Bedlîsî di çav me de çewtiyên dîrokî yên netewî kirine.

Nivîskar Arda jî behsa vê yekê kiriye û aniye zimên ku dema nivîskarek karaktera xwe ji çavan bixe, ew û berhemên xwe bi hev re noqî avê dibin. Çawa ku em dibêjin "heyfa berhemên Şivan Perwer ku kir qurbanê karaktera xwe ya siyasî."

Roja ku li ser Twitterê bêrêz Jan Dost ew heqaret kirin, parêzerekî ji Rihayê pirtûkek bêrêz Jan Dost dixwend. Em bi telefonê axivîn. Dilê wî xwestibû ku yekî li ser navê Jan Dost hesabekî Twitterê vekiribe û ew êrîş kiribin. Lê bi xemgînî dîtibû ku ew Jan Dost bixwe ye û dest ji xwendina berhema wî berdabû.

Nivîskar divê ji bîr meke ku karaktera wî/wê û berhemên wî bi hev ve girêdayî ne û ji hev nayên veqetandin.

Bêrêz Jan Dost di nivîsa xwe ya lêborînê de paragrafek tenê daye vê mijara navbera me û gotar hemû terxanî bersiva gotara bêrêz Mahabad Felat Arda kiriye. Mêro, tu lêborîna çi dixwazî? Tu çima lêborînê dixwazî? Min çi kir, te çi kir, çi bû, te çima biryara lêborînê da? Te ji rewşa xwe, ji kirina xwe çi fam kir, ku lêborîna xwe dixwazî? Te ewqas pirtûk û nivîs nivîsandin, tu hîn nizanî ku ji bo lêborîna mirov qebûl bibe, divê mirov aliyê hember kani' û îqna bike.

Bêrêz Jan Dost diviya meram û ramana xwe ya siyasî vegota û bingeha êrîşa xwe ya li dijî tevgereke kurd bianiya ziman. Da ku me jî fam bikira bê derdê wî çi ye, pirsgirêk çi ye. Gelo tiştek heye ku em wekî nivîskarekî kurd gazî li PYD'ê bikin, gazî li tevgerên kurd bikin û şaşiyek hebe, daxwaza serastkirina wê şaşiyê bikin. Lê di nîvîsa wî de daxwazeke wisa jî li holê tune, xuya nake.

Ji ber van sedeman, ez wekî ku Hz. Omer kiriye, xwe ji navberê vedikişînim. Min tiştekî şaş nekiriye û xwediyê helwesta xwe me. Lêborîna bêrêz Jan Dost jî di vê astê de, ne di cihê xwe de ye.