1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Jan Dost Çawa Xapandin ?
Jan Dost Çawa Xapandin ?,jan,dost,çawa,xapandin

Jan Dost Çawa Xapandin ?

A+ A-

Li girtîgehê jî mirovên kal hebûn. Temenê wan ji 60'î bilindtir. Bi tirkî nizanibûn. Di girtîgehan de menzelên ku siyasî tê de diman û yên adiyan ji hev cuda ne. Ji yên siyasiyan jî îtirafkar, bêalî û berxwedêr ji hev cuda bûn. Di nav îtirafkar û bêaliyan de kal û pîr tune bûn, hemû kal û pîr li menzelên berxwedêran diman. Ji ber ku kes ji wan teslîm nedibû, birayê Jan Dost.

Xwendin û nivîsandin nizanibûn. Ji ber wê rêveberiya berxwedêran biryar girtibû ku ew bên hînkirin. Ev biryarek pîroz bû, lê çi fêde ku hînkarî bi tirkî dihate kirin. Kurdên bakur kurdin pir xerabûyî ne, birayê Jan Dost. Bi mûyê wan jî hatiye lîstin, bi molekên wan hatine lîstin tu dizanî ?

Ez jî yek ji perwerdekaran bûm, li girtîgehê, 17 salî. Min ji rêveberiya xwe re ragihand ku li qatê duyemîn perwerdeya girtiyên kal bikin karê min. Ji ber ku dilê min qebûl nedikir ew di şêstsaliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina tirkî bibin. Te digot qey berî mirina xwe divê Qur'anê xitim bikin. Min dixwest gurûzî were canê wan, dema ku hevokên kurdî bixwînin û demeke kin be jî xwe li dibistaneke kurdî hîs bikin, berî mirinekê. Hemû bi hesreta kurdî mirin, tu pir baş dizanî Jan Dost.

Li girtîgehê qet pirtûkên perwerdekariya kurdî tunebûn.
Ez ketim nav pirtûkxaneyê û min yek bi yek pirtûkên kurdî di ber çavan re derbas kir. Kal jî li hêviya min bûn, wekî li hêviya êşkencekarê xwe bin. Rûyê wan qet nedikeniya. Ji ber ku dizanîn dê perwerde bi tirkî be.

Min ji nav pirtûkan "Kela Dimdim" hilbijart û ez hatim li nav wan rûniştim, çarmêkî.
Min got "Ev destana berxwedana Kela Dimdimê ye, ew kelehek kurdan bû û bi êrîş hate desteserkirin. Çîrokek wê ya xweş heye, ez ê ji bo we bixwînim, kengî hûn jê aciz bûn, min hişyar bikin em ê navberê bidinê."

Yekî bi dengê xwe yê ji rengê gorê got: "Em bi tirkî nizanin berxê min, tu bixwînî jî em fam nakin."
Min bi mizicîn got "bi kurdî ye, bi kurmancî hatiye nivîsandin apê delal." Li rûyê hev nihêrîn û berê xwe dan min: "Bixwîne heval, bixwîne."
Roj hat nîvroj hîn me navber nedabûyê, Jan Dost.
Spas ji bo ku wê rojê tu hatî hewara min û berî mirinekê te dilê wan xweş kir. Ji ber ku tekane hewildana min ew bû.
Tu caran negotin "em navberekê bidin xwendinê."
Dîsa xwestin, min ji serî ve xwend. Êdî kîjan kal hatin, min ji wan re pêşî ew xwend. Hemû berxwedêr bûn, ji ber ku xera nebûbûn, hîn bi molekên wan nehatibû lîstin.

Îcar birayê min ê mezin, tu nizanî bê ev kurdên bakur çiqas hatine xerakirin û hevdu jî xera dikin.
Min bihîst ku Mîrname li tirkî tê wergerandin.
Tu dizanî, ku Mehmet Uzun mir ez neçûm merasîm wî jî, neçûm ser gora wî jî.
Ji ber ku wî li ser navê kurdî bi hezaran pirtûkên tirkî bi kurdan da xwendin. Tevî ku rexneya birêz Ocalan dikin, wisa dikin kurdên bakur.

Birayê Jan Dost, siyasetmedar heke bi zimanê serdest li ber xwe nedin mirî ne. Wekî min heftiyek berê di bernameya Ehmed Huseynî de jî got, siyasetmedarên bindestan 100 salî li dawiya helbestvanê xwe dimeşin. Yanî piştî sed salî dê vegerin ser riya Ehmed Huseynî û Jan Dost. Qebûl bikin nekin ev wisa ye. Heta têkoşînê qezenc bikin dê bi zimanê serdestan bixebitin, piştî têkoşîn bi ser ket dê vegerin ser zimanê Jan Dost, ku jixwe pê dinivîse. Yanî dawiya dawî dê vegerin ser riya te.

Lê bi şertekî, ku tu ji ser wê riyê neçûbî.
Ku tu jî çûbî, dê vegerin ser kîjan riyê kekê min ?

Ez ji te tika dikim ku tu nehêlî te bixapînin. Ew ên bêkêr ku nikarin pirtûkek te bi qasî 2 hezaran bidin firotin, dê bi tirkî bidin xwendin. Bi vî rengî dê tu fêdeya wê ji edebiyata kurdî re nebe. Heke derdekî wan ê wisa heye, bila wergerînin îngilîzî, almanî, swêdî, frensî, çînî.

Wergera berhemên edebî tiştekî cuda ye. Ji ber ku em û tirkî, erebî, farisî di nav hev de ne. Dema berhemek bi zimanê serdest hebe bi zimanê xwe yê bindest nayê xwendin. Wê demê çi ma'neya te ya bi kurdînivîsandinê dimîne ?

Bê çawa hevalên min ên siyasî hem berxwedêr bûn hem leheng, lê kalên şêstsalî hînî tirkî dikirin, hinek kurd jî dikin ku te bixin pêxîla tirkî. Ji ber ku Jan Dost jî wekî wan kalan li bakur dijî îro, bi berhemên xwe. Dîsa heman kurd dixwazin wî hînî tirkî bikin.

Ez tika dikim, tu jî ji wan tika bike. Bêje "min neherimînin û bihêlin bila gelê min min bi zimanê xwe bixwîne."
Nehêle ku bi dewla te avê bikişînin ser karê xwe yê bêwate.
Kes bi wergera tirkî navdar nabe, pereyan jî qezenc nake. Tirk jî bi xwendina romanên kurdî naguherin. Tirkên ku ev 30 sal in di nav PKK'ê de ne hîn bi kurdî hîn nebûne. Tevî ku em hevalê hev in û her roj hevdu rexne dikin.

Kekê Jan, ku ew qasî jê hez dikim ku min navê wî lu kurê xwe kiriye û Jan'a me tîne ziman. Heke "Kela Dimdim" bi tirkî hebûya, ehd dikim ku wan kurdên molekulxerab dê nehiştina ku kurdiya wê binivîsim.

Dema ku dibêjim molekulxerab bila kes şaş fam neke. Ez bixwe yek ji wan molekulxeraban im, ji aliyê siyasî, îdeolojîk û rûhî ve ez hevalê wan im û hebûna xwe deyndarê wan im. Heta wekî di sala 78'an de hatiye dinê, ez nifşê wan im. Lê rastiyeke me ye, ku ev 30 sal in em tînin ziman, kemalîzmê heta bi molekulên me lîstiye, xelasiya vê jî belkî bi ruhekî nû, edebiyateke kurdî ya geş û çandeke kurdî ya xurt mumkûn e.

Kekê Jan Dost, were nehêle. Nekeve kemîna ku Mehmet Uzun xistinê. Were binihêre Mehmet Uzun ji zû ve miriye, li pirtûkfiroşan yek pirtûka wî ya kurdî tune, deste bi deste yên tirkî tên firotin. Mehmet Uzun esil bi vê qansêrê kuştin, berbayê wan nekeve.

Nîşe: Ya rast 10 deqe dema min tune ku nûçeyan jî bixwînim. Lê dema min ev agahî bihîst, min xwest dengê xwe bigihînim Jan Dost, ji ber ku ev mijara man û nemanê ye ji bo nivîskar û xwendevanên nivîskêr. Dema min tune nivîsa xwe jî carekê bixwînim, heke kêmasiyek hebe efû bikin.


Gotinên miftehî :