JavaScript çi ye?,javascript,çi,ye

JavaScript çi ye?

A+ A-


JavaScript ji bo rûpelên Webê scripteke nû ye û taybetiya wê ew e ku di nav rûpela we ya HTML de dikare were bicihkirin. Bi javascriptê mirov dikare amûrên balkêş bi kar bîne û bi vî rengî rûpela xwe ya HTML pêş ve bibe. Ji vî alî ve gelek derfetan dide mirov. Mînak, mirov dikare di demildest de bersivê bide tevgerên bikarhêner ên di rûpela mirov de. Her wisa, hinek tiştên ku demekê tenê bi CGI pêkan bûn, bi JavaScriptê dikare bên kirin. Ango bi JavaScriptê mirov bi rastî jî dikare rûpelên Webê ên bikêrhatî biafirîne. Niha di înternetê de, der barê JavaScriptê de gelek mînak hene. Di Gamelan'ê (beşa JavaScript) de gelek navnîşan hene. Di Netscape'ê de jî der barê JavaScriptê de mirov dikare pelgeyên herî nû û berfireh bibîne, lê zimanê van pelgeyan hinekî giran e.

Çi cudahî di navbera Java û JavaScriptê de hene?
Her çi qasî navê wan hema hema wekî hev bin jî, Java û JavaScript ne heman tişt in. Java zimanekî bernamenûsiyê ye. JavaScript jî script e (wekî ji navê wê jî tê famkirin). Cudahiya wan jî; bi Java mirov dikare bernameyên rastî binivîse, lê ji ber ku mirov dixwaze bêyî nivîsandina bernameyan tiştên xweşik biafirîne û ji ber ku Java pir giran dixebite, pir belav nebûye. JavaScript ji zimanekî bernamenûsiyê yê cuda wêdetir, dikare bête gotin ku dûmahîka HTML'ê ye. Helbet ev ne danasîneke fermî ye, lê ji bo naskirina cudahiya navbera Java û JavaScriptê danasîneke baş e.
Hem der barê Java, hem der barê  JavaScriptê de ji bo agahiyên pirtir li http://www.gamelan.com binihêrin.

Xebitandina JavaScript'an

Yekemîn geroka ku JavaScript destek kir Netscape Navigator 2.0 bû. Helbet guhartoyên wê yên piştre jî ev ziman destek kir. Her çiqas di hinek guhartoyan de hinek pirsgirêk derketibin holê jî, malbata Netscape bi tevahî destek kiriye. Digel vê, her çû pirtir gerokan JavaScript destek kir. Microsoft Internet Explorer 3.0 jî bi desteka JavaScriptê derket piyaseyê. Hîn ji wê demê ve, pêşvebiran fêde û sûde di naskirin û zanîna JavaScriptê de dîtine. Hûn jî her ku bibînin, dê fa m bikin ku bi rastî jî nivîsandina JavaScriptê pir hêsan e. Tenê zanîna çendek teknîkên mak (bingehîn) û çend kesên ku bi mijarê re têkildar û tiştina dizanin li der dora we hebe baş e. Helbet ji bo mirov JavaScriptê bizane, divê mirov pêşî der barê HTML'ê de xwedî agahî be.

Der barê HTML'ê de Dersên Kurdî yên Rêzan Tovjîn wekî vîdeo li vir dikarin bên temaşekirin.



Gotinên miftehî :