Jibere,jibere

Jibere

A+ A-

Lê ya rast tiştên ku me ji ber kirine têra xwendin û famkirina rojevê nakin. Ji ber vê yekê, bûyer û qewimînên ku çêdibin, dibin sedema ku tecrûbe û bîreweriya mirovan pêşvetir here. Mirov bûyera nû bi bûyera kevin şîrove dikin, lê ji ber ku şaş in, bi bûyera nû dersekê ji jiyanê derdixin, gavekê pêşve diçin.

Îro, em dibêjin "kurdan di serê sedsala 1900'î de (di dema şerê yekem û duyem ê cîhanê de) fersend û delîv ji dest berdan û kurd nebûn xwedî maf." Ev çiqasî rast be jî, nirxandinek wekî "îro rojhilata navîn ji nû ve tê sazkirin û heke kurd îro jî heman çewtiyê bikin dê dîsa nebin xwedî maf" tiştekî jibere ye.

Carinan, ku mirov derdikeve nêçîra kewan, mirov ezbera wan dihesibîne û li gor wê kemînan datîne. Mînak, çûkê reşêle, zivistanan dema difire, di berfê de bejahiyeke reş bibîne lê dadikeve, da ku xwarinekê bibîne. Lewre her der berf e. Ji ber vê, nêçîrvan hinek zibil bera ser berfê didin û bi sedan reşêleyan dikişînin wir û wir dixin kemînê.

Heke niha ez bêjim, her wekî vê mînakê, dê hinek vî halê kurdan binirxînin û wan bikişînin kemînekê, ev fikr bi qasî îhtîmala xwe jiberebûna xwe jî dihewîne. Yanî ev jî fikreke jibere ye.

Mirov dema li tiştekî nû digerin, ji tiştên heyî tiştekî çêdikin. Yanî heke ji bo çûna ser Marsê amûreke pir pêşketî çêkin jî, di endamê de dê ji elementên vê cîhanê tiştekî çêkin. Ev ne tişta jibere ye, ev jî tişta di sînorê derfetan de ye. Mirov nikare tiştekî ji dervê sînorê derfetan bîne. Mînak îro ji heyvê tiştek anîn jî di nav derfetên mirovan de ye.

Îro kurd nirxandinekê dikin. Bakur û Başûr li ser rewşa Sûriyeyê hewl dide ku bêyî çewtiyekê bikin, bi ser bikevin. Tişta jibere, ew e ku kurd dikarin dîsa jî hesabê berjewendiyên partîzanî û herêmî bikin. Ji aliyekî, tenê bi aliyekî re hebe jî bes e. Ev jibereyek.

Ya din, wekî me got, cîhan jî dê rewşa kurdan û fikra wan baş fêm bike û li gor wê tiştekî biafirîne, riyekê bibîne. Ewropa û Emerîka îro dê bixwazin li hember Şam û Tehranê bi kurdan re bibin yek. Ji bo vê çi lazim be dê bikin. Lê Şam jî dê hem nexwaze kurd pêşvetir biçin, hem jî kurd neçin alî Emerîka û Ewropa. Tehran jî dê wekî Şamê, an jî nêzî wê bifikire.

Tirkiye dê hesabekî wisa bike ku kurd nebin xwedî statuyek wisa ku sibe statuya wê têxe xetereyê.

Hemû jî, dema tiştekî bikin, dê hewl bidin ku ev tişt berê nehatibe ceribandin.
Ji bo çi?
Ji ber ku tiştekî berê mînaka wê hebe, ji alî mirovan ve bi hêsanî tecrûbe jê tê derxistin û ew ceribandin gelek caran vala derdikeve.
Nexwe çi?
Nexwe pir rast e ku mirov ji bûyeran tecrûbeyê derxe, lê dîsa jî divê mirov jibere nejî.
Her tim hêzên birêxistinkirî bi riyên nû, awayên nû û afirandinên nû biser dikeve.
Nûbûn...
Xwenûkirin...
Famkirina tişta nû...
Ev e tişta ku mirov pêşve dibe.


Gotinên miftehî :