Jêbir ne sîlgî ye,jêbir,ne,sîlgî,ye

Jêbir ne sîlgî ye

A+ A-

 Li Bakurê Kurdistanê mirov wextê ku li ser rewşa hînbûn û hînkirina peyvên Kurdî dirame, rastî şaşîyeke pirr mezin tê. Gellek Kurd wextê ku dixwazin wateya peyveke Kurdî hîn bibin an jî hîn bikin, berê xwe didin Tirkîya wê peyvê. Yanê xwe û ya/ê li hemberî xwe dixin şûna Tirkekê/î.

Ev rêbaza ku Kurdên me bi kar tînin, bêtir ji bo hînbûn û hînkirina zimanên bîyanî tê bikaranîn. Tirkek wextê ku li ser Kurdî bixebite û bixwaze hînî peyvekê bibe, dikare li Tirkîya wê binêre û fam bike. Li ser meselê, ew kesa/ê Tirk, rastî peyva “beq”ê tê, ji bo ku wateya peyva “beq”ê hîn bibe dikare li ferhengê(Kurdî-Tirkî) binêre û bibêje “Beq kurbağadır.”[1] Herweha Kurdek jî wextê bixwaze hînî zimanê Tirkî bibe, dikare heman rêbazê bi kar bîne.  Kurdek rastî peyva “kurbağa”yê tê û nizane wateya wê çi ye? Radibe li ferhengê(Tirkî-Kurdî) dinêre fam dike ku ew jê re dibêjin “beq”. Ew kes dikare bibêje, “Kurbağa beq e.” Yanê ji bo hînbûna zimanekî bîyanî ev awa rêbazek e, herweha mirov dikare danberhevîya zimanan jî bike ev tiştekî cuda ye, lê mirov ranebe zimanê xwe yê dayikê di ser zimanekî din re hîn nabe û nade hînkirin.

Wextekî, min di polê de “jêbir” nîşanî xwendekaran da û got, “Jêbir çi ye?” Xwendekarekî bersiv da û got, “Jêbir sîlgî ye.”[2] Min jî lê vegerand û got, “Jêbir ne sîlgî ye.” Ew bersiva wî xwendekarî, ji bo Tirkekê/î bû yan jî ji bo Kurdeke/î tambişaftî bû, lê ne ji bo Kurdekê/î bû. Lazim e, em peyvên xwe dîsa bi peyv û hevokên zimanê xwe hîn bibin. Wextê ku em bi zimanê xwe hîn bibin dê ew peyv pênaseya xwe radestî peyveke bîyanî neke, dê xwe di nava axa hişê me de baş bi cî bike. Wextê ku mirov peyva xwe bi zimanê xwe hîn dibe, ramana mirov a bi zimanê mirov xurt dibe û hiş çalaktir dibe. Dema ku pênase bi Kurdî tê kirin, asta têgihîştinê bilind dibe û têkilîya wê peyvê, bi peyvên din re çêdibe û paşxane û pêşeroja peyvê jî derdikeve holê û bi vî awayî ew peyv zû bi zû nayê jibîrkirin.

Eger em vê rêbaza şaş berevajî bikin dê meseleya me piçekî din jî zelal bibe. Em bibêjin ku em Kurd serdest in û Tirk bindest in. Xezeba ku îro ew bi ser me de dibarînin, em jî bi ser wan de dibarînin û ew tên bişaftin û dixwazin hînî zimanê xwe bibin. Yek ji wan wextê ku hînî zimanê xwe dibe dipirse û dibêje, “Silgi nedir?” Eger ew, wê rêbaza şaş bi kar bînin û li ferhenga Kurdî binêrin, dê bibêjin “Silgi jêbırdır.” Ev awa, dê wan hînî Tirkî neke, mirov peyvan li gorî kîjan zimanî pênase bike ew ziman dibe bingeh. Lê wextê ku ew bixwazin rêbaza rast bi kar bînin, ew ê wê peyvê bi Tirkî şirove bikin. Ev şaşîya ku gellek Kurd dikin û hay jê nîn in şaşîyeke weha ye.

Di her zimanî de peyv xwedî dîrok in û paşxaneyeke wan he ye. Çawa ku di navbera însanan de têkilî he ne wisa jî di navbera peyvan de têkilî he ne. Di hişê her milletî de peyv xwedî wate û serborîyên cuda ne, nabe ku mirov peyvên du zimanan rasterast bide ber hev û bike yek. Peyva “dayik”ê li gorî feraset û paşxaneya zimanê Kurdî xwedî wate û têgihîştinên cuda ye, “anne”ya ku Tirk vê gavê bi kar tînin ji bo Kurdan heman tiştî dernabirîne, ji alîyê hişê milletî û ji hêla tecrûbeyên wî û di warê etîmolojîk ve “anne” şûna “dayik”ê nagire. Herweha gotinên pêşîyan, biwêj, çîrok, mamik, zûgotinok kilam, nifir, dijûn û hwd. nikarin kirasekî zimanê din li xwe bikin. Ji hêla fonetîkê ve jî xusûsîyetên cuda cuda he ne, kesek nikare bergîdana gellek baneşanên Kurdî di zimanekî din de peyda bike. Dîsa hin peyv he ne ku li gorî jîyana wî milletî hatine afirandin û di zimanekî din de pênaseyeke wan tune ye.

Ev rêbaza şaş, Kurdan ji Kurdî bêtir hînî Tirkî dike. Mirov radibin pênaseyên peyvên xwe di ser zimanekî xerîb re hîn dibin. Hişê xwe li gorî zimanê serdestan eyar dikin. Piştî demekê heta Tirkîya wê peyva ku hîn bûne neyê bîra wan, Kurdîya wê jî nayê bîra wan. Ev yek rê li ber ramîna bi Kurdî digire, xizmetê ji bişaftinê re dike. Belkî gellek kes wextê ku vê rêbazê bi kar tînin hay ji girîngîya meseleyê nîn in. Ew kesên ku peyvên xwe yên Kurdî di ser Tirkî re hîn dibin, zimanê bîyanî ji xwe re dikin bingeh û xwe bi Tirkî ve dizeliqînin, Tirkîya wan, ji wan bê stendin, Kurdîya wan jî li meydanê namîne. Ji ber ku gellek kesan di hînbûn û hînkirina Kurdî de Tirkî ji xwe re kirîye bingeh, mantiqa hevoksazîya Tirkî jî pê re derbasî hevoksazîya Kurdî bûye û gellek hevokên sosret derketine holê, lê li dinyayê mînaka vê yekê nîn e, tu millet ranebe di ser zimanekî din re hînî zimanê xwe yê dayikê nabe.

Carinan di vî warî de tiştên ecêbtir jî diqewimin, hinek kes wextê ku dixwazin wateya peyveke Kurdî hîn bibin radibin li Tirkîya wê peyvê dinêrin, lê ji Tirkîya wê jî tiştekî fam nakin. Li ser meselê, Kurdek nizane “hewdel” çi ye, radibe li Tirkî dinêre peyva “bulamaç”ê[3] dibîne, lê ji peyvê jî tiştekî fam nake. Eger li Kurdîya wê binêrîya ev pirsgirêk dernediket.

 Ji ber çi ev rêbaza şaş belav bûye û dê çawa ji holê rabe? Yek jê, ji ber ku me Kurdan bi zimanê xwe nexwendîye em gellek peyv û qalibên zimanê xwe hîn nebûne û di gellek waran de ji kelepora xwe bêpar mane, ev yek tê serê me. A din, xwendina li dibistanê bi Tirkî bûye û di warê zanîn, xwendin û nivîsê de Tirkî derketîye pêş. Wextê ku mirov bi zimanê xwe dadikeve ew zimanê serdest xwe derdixe pêş û ji gellek kesan re dibe bingeh. Di warê hînbûn û hînkirina Kurdî û peyvên Kurdî de jî mamoste û dersdaran mirov gellek caran hişyar nekirine û rê nîşanî wan nedaye, ev jî sedemek e bingehîn e. A rast gellek kesan bîra vê pirsgirêka han nebirîye û biqasî ku xuya dike em li ser vê meseleyê baş neramîne û em bi girîngîya wê nizanin.

Wextê ku mirov bala xwe dide materyalên heyî, baş tê dîtin ku ew rêbaza şaş di wan de bi çi awayî bi cî bûye. Hinek materyal he ne ku hema hema, di her rûpelê xwe de xwe dispêrin Tirkî û nahêlin rê li ber ramîna Kurdî vebe. Ji van materyalan ên bingehîn ferheng û pirtûkên hînkirina zimên in. Heta niha ferhengeke Kurdî-Kurdî ya berfireh nehatîye amadekirin. Ev yek di vî warî de kêmasîya herî mezin e. Gellek caran mirov dixwazin li ferhenga Kurdî-Kurdî ya berfireh binêrin lê ferhengeke bi wî awayî peyda nabe. Herweha di materyalên dersan de jî pênase li gorî Tirkî hatine kirin. Eger wek feraset hem di dayîna dersan de hem jî di amadekirina materyalan de em feraseta Kurdî-Kurdî bi cî bikin dê rê li ber vê şaşîyê bê girtin. Xebatên ku di ser Tirkî re tên kirin xizmetê zêde ji Kurdî re nakin. Li ser meselê, niha em nikarin ferhegên “Tirkî-Kurdî” û” Kurdî-Tirkî” bişînin Rovajayê Kurdistanê. Pêwîstîya wan bi ferhegên Kurdî-Kurdî he ye û jixwe a rast jî ew e.

Ku me Kurdan li welatê xwe bi zimanê xwe bixwenda helbet dê ewqas zêde pêwîstîya me bi ferhengan nemaya. Wek kal û pîrên me, dê ferhenga me ya herî mezin jîyana me bûya. Lê îro roj gellek Kurdan berê xwe daye bajaran û qada zanînê berfireh bûye û êdî dem ne dema berê ye. Ji ber wê boneyê her mamosteya/ê ku dersa xwe dide, her kesê ku li ser Kurdî xebatê dike, materyalan amade dike gerek xwedî vê hişmendîyê be û vê hişmendîyê belav bike ku peyv û hevokên Kurdî bi Kurdî bên şirovekirin û zimanê serdestan ji bo hînkirina zimên nebe bingeh.                                                                                                        

                                        Bahoz Baran

 

[1] Kurbağa: Peyv bi Tirkî ye. Lawireke bej-avî ye, di avê de dijî, lê dikare di bej de jî bijî, di gerîna xwe de qevz diavêje û bi wî awayî cî diguhere, bi rêya hêkkirinê zêde dibe, dûvên çêleyên wan he ne, dema ku mezin dibin dûvên wan winda dibin.

[2] Silgi: Peyv bi Tirkî ye. Ew alava ku pê nivîsên li depê û lênûsan jê tê birin.

[3] Bulamaç: Peyv bi Tirkî ye. Şêranîya ku ji ard, dims, rûn û avê tê çêkirin.

 


Gotinên miftehî :