1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. Kar û zirara êrîşên DAIŞ'ê
Kar û zirara êrîşên DAIŞ'ê,kar,û,zirara,êrîşên,daiş,ê

Kar û zirara êrîşên DAIŞ'ê

A+ A-


Bi êrîşa dawî ya DAIŞ'ê li ser Mûsil û Kerkûkê gelek rastiyên veşartî eşkere bûn û bi wê yekê wekî ku dibêjin hin xal ketin ser gotinan û niyet zelaltir bûn.

Gelo çima çekdarên DAİŞ'ê wiha bê şer û pevçûn derbasî bajarê Mûsilê bûn. Di serî de bingeheke fikir û ramanê sunî , yê nijadperestiya Basî di serê piraniya leşkerên Iraqê de ye. ji xwe berê nakokiyên mezin di navbera Sunî û Şiiyan de heye.

Leşkerên Iraqê yên bi fikr û ramana Baasê xwedîbûne, ji xwe ji desthilatiya xwe ya ku Şîiyan temsîl dike ne razî ye. her wiha ew ne amade ne ku li dijî DAİŞ'a ku berdewamiya fikra basî a nijadperest temsîl dike şer bike.

Lewre jî me tevan di dezgehên medyayê de dît çawa ku leşkerên Iraqî çekên xwe li şûna xwe dihiştin, cilên xwe yên leşkerî davêtin û bi cilên sivîl direviyan û cihê xwe û wesayit3en xwe yên leşkerî ji DAIŞ'ê dihiştin.

Hinekan bi zanebûn û hinekan ji tirsan re ev yek dikir. Nexasim di dema dawî de piştî ku Daış'ê gelek bûyerên hovîtiyê komkujî û serjêkirina mirovan bi dîmen û wêneyan belav kir tirsek di nava gelê herêmê de afirand. dibe ku ew jî sedemek be ji sedemên reva leşkerê Iraqê lê sedemê bingehîn hişmendiya wan e û nakokiyên mezhebî ên vî welatî ne.

Dibe ku ji bo dema dûr planên qirêj ji bo kurdan jî tên amadekirin ku ev rêxistina tundîparêz li dijî destkeftiyên kurdan ên li Başûr û Rojava jî bên bikaranîn.

Lê bê guman di demek ne dûr de ev rêxistina ku bi vê xezwa xwe ya li ser Iraqê gelek çekên giran, pere û wesayitên zirxî bidest xistin dê bibin bela serê kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku di pêvajoya destpêkê ya avakirina rêveberiya xwe ya xweser de ne. lewre divê kurdên Rojava jî xwe li wê gorê birêxistin bikin û ji alî çekan de bibin xwedî hêzek ku bikaribe li hemberî van alavên lleşkerî ên ku DAIŞ'ê nû bidest xistin da ku bikaribin herêma xwe biparêzin.

Dibe ku ev hemû hêmayên neyênî hin tiştên erênî jî bi xwe re bîne û mînakên vê yekê yên niha xuya dikin evin. Bi vê talana DAIŞ'ê re dibe ku kurd deverên ji Kurdistanê veqetandî vegerînin bin kontrola xwe. Sembolîk be jî nêzîkaya di navbera Yekîneyên Parastina Gel û pêşmergeyên Herêma Federal a Kurdistanê de her çiqasî di navçeyek biçûk de be jî û tenê ji bo demeke kin be jî dibe ku bibe destpêkeke nû ji bo hevkariyek biratî ya mezintir û berfirehtir.

Her çendî cudahî û nakokî di navbera fikir û ramanên me de hebin, wekî dibêjin dawî xwîn nabe av. Her wiha dîsa jî wekî her carê tê xuyakirin ku ji bo dijminên kurdan ferq di navbera kurdan de tune ye. Dema ya wî were ber ew napirse ev kurd çawa difikire an jî hevalê kê ye.

Bi hêvîme ku ew wêne û dîmenê balkêş û teng ê li ber deriyê navçeya Rebîa bibe dîmenekî berfirek û asayî ne ber derî lê di nava dilê hemû bajarên Kurdistanê de.

Rizoyê Xerzî- Amed- 12-06-2014