1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Konferansa Netewî Derewek Netewî ye!
Konferansa Netewî Derewek Netewî ye!,konferansa,netewî,derewek,netewî,ye

Konferansa Netewî Derewek Netewî ye!

A+ A-

Di 26.06.2008'an de di nivîsa xwe ya AmidaKurd EU de, min ev gotina jêrîn gotibû:

'Agahî ne tenê ev in. Van kesan berî operasyona Zapê jî lîstikek lîstin. Konferansa navnetewî ye nizanim çi ye. "Cî li we teng bû, nizanim çi bikin." Hahey hahey... '

Heke wê demê min ev paragraf bi zimanekî girtî be jî neaniya ziman, îro gelek kesan dê ji Derewa Konferansa Netewî bawer bikira, jixwe gelek jê bawer dikin jî.

Bi zimanekî sergirtî min ev mesele hinekî aşkere kiribû, niha ez ê hemûyî di vê quncikê de binivîsim.

Berî Operasyona Zapê dewleta tirk planek berfireh çêkir. Li gor planê dê leşkerên tirk 6 mehan di herêma Zap û Xakurkê de bimana. Piştre dê pêşmerge aciz bikirina û dê êrîşî pêşmergeyan jî bikirina û ber bi herêma dûz ve daketina, nav bajêr.

Dewleta tirk li gor vê planê bi hinek başûriyan re jî peymanek kûr çêkir. Ev kes îro jî di hikûmeta kurd de ne. Li gor planê dê pişta PKK'ê bihata şikestin. Di 21'ê adara 2008'an de jî dê li Hewlêrê bi beşdariya PKK û hemû partiyan Konferansa Netewî bihata lidarxistin.

Gelo dê kîjan PKK'yî beşdarî vê konferansê bibûna? Helbet ew jî hatibû belîkirin.

Li gor planê, dema pişta şervanan şikest dê şervan ji eniya şer bireviyana. Ji bo canê xwe xelas bikin dê biketina tengasiyeke mezin. Di wê berf û bahozê de dê biketina etiriya canê xwe. Ji bo şerekî mêranî nekin jî dê riyek revê ji wan re bihata nîşandan. Þervanên ku îradeya wan şikestiye û direvin, dê di herêmeke pêşmergeyan re derbasî nav bajaran bibûna. Dê çekên xwe jî teslîmî pêşmergeyan bikirina. Aha ew şervanên îradeya wan şikestî, dê wekî delegeyên PKK'ya şikestî beşdarî Konferansa Netewî ya 21'ê adara 2008'an bibûna.

Ji bo vê min di nivîsa xwe ya meha rezberê de wiha nivîsîbû:

'Agahî ne tenê ev in. Van kesan berî operasyona Zapê jî lîstikek lîstin. Konferansa navnetewî ye nizanim çi ye. "Cî li we teng bû, nizanim çi bikin." Hahey hahey... '

Dûmahîk jî ev e... Li gor agahiyên ku hinek rayedarên başûrî dane min, van kesên di hikûmate kurd de agahî şandin ji PKK'ê re. Wî nizanibû ev peyam çûn ber destê kîjan rayedarî û aşkerekirina wê çiqasî li wan tê, an li wan nayê jî nizanim. Wekî nivîskarekî ev karekî rewşenbîrî ye û ez her tiştî didim ber çavan ji bo aşkerekirina wê. Li gor tiştên ku wî dizanî, PKK'ê demek dirêj nizanibû dê kî beşdarî wê konferansê bibe. Heta ku operasyonê dest pê kir û bi serkeftin qediya. Îcar PKK'ê ev mesele şopand û agahî xwest. Lê wan rayedaran gotin “konferans ji bo demeke nediyar hate taxîrkirin.”

Binihêrin dîsa beriya operasyoneke mezintir ev mijara Konferansa Netewî hate rojevê...

Van kesan berî operasyonê jî ji PKK'ê re gotize “di dema operasyonê de heke cih li we teng bû, filan û bêvan herêmê bi kar bînin û derbasî filan û bêvan deverê bibin.” Bi vî rengî dê çekên wan jî bihatina berhevkirin.

Îcar çîrokek ku ji par ve haya gel jê heye, çima îsal dîsa dubare dibe ez fam nakim. Taktîkek têkçûyî çima dubare dibe? Çimaya wê jî belkî ev be, dewleta tirk ev e 30 sal in bi taktîkên têkçûyî li ber xwe dide û tekane derdê wê dirêjkirina demê ye.

Ji bo wê bila hêviya kesî ji Konferans û Kongreyên Netewî tunebe. Tiştekî wisa dê li Hewlêrê çênebe. Hêza Hikûmata Kurd têra Kongreyeke Netewî nake, em hemû vê yekê baş dizanin. Hêza tu dewletê nîn e ku PKK'ê beşdarî konferanseke nav axa xwe bike. Ev yek hevkêşa polîtîka û aboriyê têkilhev dike.

Helbet riyên cuda hene. DTP dikare beşdar bibe. An jî hinek rêxistinên din ên qaşo meşrû dikarin beşdar bibin, lê hêza kurdên başûr tune PKK'ê beşdar bikin. Encax piştî operasyoneke berfireh ku DYA jî beşdar bibe û pişta PKK'ê bişikê, hingê li Hewlêrê bi beşdariya delegeyên şikestî dikare konferansek çêbibe. Wekî Sevr û Lozanê ye.

Wekî encam, kin û kurt. Li gor çavkaniyeke pêbawer, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hay ji vê konferansê tune. Niha belkî hinek bêjin “ev çi dîn e, çi tiştên beredayî dibêje.” Helbet em dizanin Barzanî serokê komisyona amadekar e. Lê kesên bawer nakin bila biçin ji şexsê wî bipirsin. Rê li ber rojnamevanan jî vekirî ye. Ji ber ku navê “Netewî” li ser konferansê ye jî Barzanî bi dilîniyeke netewiyane qebûl kir, ku ev xeyalek wî ye jî. Lê ez bixwe difikirim ku dilîniyên Barzanî jî ji bo xwediyê van planan xetere ne û di dawiya vê planê de tasfiyekirina wî bixwe jî heye. Di bingeha xwe de ev plan bi berfirehî li ser Kerkûkê ye û serê wê diçe meha Gulan û Pûşper (Hezîran)  a sala 2006'an. Wê demê ev plan li ser du gavan hate avakirin. Sedema ku plan bi du gavan hate dabeşkirin jî ev bû: Cemaeta Gulen ne amade bû, li Tirkiyeyê li pêşiya Cemaetê hin pirsgirêk û plan hebûn.

Sê rûyên vê planê hene:
1- Ji hinek kurdên hikûmeta kurd re dibêjin: “Kerkûk a we ye, lê em ê PKK'ê bişikînin.”
2- Ji tirkan re dibêjin “Em Kerkûkê nadin kurdan, lê divê pêşî digel wan em PKK'ê bişikînin.”
3- Ji kurdên bakur re dibêjin “Bila PKK çekan berde, em ê bi dewleta tirk gavan bidin avêtin û dê demokrasî ji we were.”

Plana ku Neteweyên Yekgirtî ji bo Kerkûkê amade kirin û planên ku senatorên DYA'yê amade dikin hemû di hembêza xwediyê plana jorîn de ne û kurdên başûr wan baş nas dikin. Par min bi zimanekî sergirtî ewqas gotibû, îro jî dikarim evqasî bêjim. Lê heke şirîkatiya aborî ya hinek siyasetmedarên kurd bi xwediyê wan planan re tunebûya, îro dê serê kurdan pir rihet bûya. Û heke xwediyê wan planan di Rojhilata Navîn a Nû de cihekî girîng nedana Tirkiyeyê, dîsa şensa Kerkûka kurdan hinekî hebû. Lê mixabin... Konê Felekê dîsa li ser sînga me vegirtî ye.

Hela bê operasyona îsal dê çawa derbas bibe!?
Piştî hilbijartinan pirtir jî ev girîng e.

Heke dîsa PKK di operasyonê de bi ser bikeve, cih li Bexda û DYA'yê teng dibe. Tirkiye di planê de bi tena serê xwe dimîne. Lê aktorên vê planê pirtir in. Îran, Rûsya, Sûriye, Îsraîl bixwazin nexwazin ji vê planê bandorê dibînin. PKK bi ser bikeve Tirkiye dê mecbûr bi Bexda re here planên dijwar. Wê demê jî Barzanî di mijara Kerkûkê de dê zêde derkeve pêş. Li hember vê yekê herkes dê êrîşî Barzanî bikin. Hinek siyasetmedarên başûr jî. Dê wekî berpirsiyarê bûyerên xeternak û trajîk nîşan bidin. Aha wê demê dê çêtir were dîtin ku hebûna kurdên bakur a bi rûmet çawa ji mirov re dibe pişt û palge.