1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Li Ser Nîqaşa ”Memozîn”
Li Ser Nîqaşa ”Memozîn”,li,ser,nîqaşa,memozîn

Li Ser Nîqaşa ”Memozîn”

A+ A-

Min nivîsa seyda Zeynelabidîn Zinar xwend, bi rastî kêfxweş bûm, ji ber divê mijarên bi vî rengî ku di seriyan de ne zelal in bikaribin bêne nîqaşkirin. Min nivîsa birêz A. Balî jî xwend, nivîseke hêja ye, destê wî jî xweş bin. Di gelek aliyan de em agahdar jî kirine, lê piştî ku min nivîsa birêz A. Balî xwend ez hinek xemgîn jî bûm û min xwest ez jî bi çend gotinan tevlî vê nîqaşê bibim. Belê ez xemgîn bûm, ji ber di paragrafa dawî de hinek hişk nivîsiye, xwezî hinek din jî bikaribûya nerm bûya.

Ya din jî ev e; mîna ku birêz Zinar gotibe ”îlehîm weha ye”, wisa ew mahkûm kiriye, lê min bi xwe tiştek wisa nedît di nivîsa seyda Zeynelabidîn de. Tiştê min fam kir ku berhema Ehmedê Xanî fîlozofê kurd, li gor xwe nirxandiye û ji bo navê berhemê jî dibêje ”Gelo”!.. Ev jî pir normal e bi ya min.

Lê seyda jî kêmasiyek kiriye ku hin mînak nîşan nedane ji berhemê bi xwe. Xwezî ew kêmasî jî nebûna, ez bawer im dê nirxandinên ku piştre hatin kirin jî, li gor wê bihatana kirin. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim ji berhema Ahmedê Xanî hin mînakan bidim ku bûne sedema vê ”Gelo”yê û vê nîqaşê. Bê guman ku ez jî tu îdîa nakim, tenê bala xwe didime nîqaşan, lê ji bo bikaribim hin mînak bidim min pêwîstî dît vê nivîsê amade bikim:

1- Peyva ku bûye navê evîndarê Zîna Zeydan, bi hezaran kesên ku navê wan Mem, Memê yan Memo ye, di helbesta Xaniyê nemir de wek ”Memek” jî hatiye bikaranîn. Herweha di helbestê de halê tewandina navê herdu evîndaran ku ”û” ketiye navbera wan, diviya ku navê pêşî nehata tewandin lê Xanî ew jî tewandiye, wek mînak:

”Şerha xemê dil bikim fesane Zînê û Memê bikim behane” Beş 7, r. 48

”Dewrek te nekir demek ji bo min Pir dî te meger Memek ji bo min” Beş 45, r. 186

2- Peyva ”Mem” halê netewandî ye, çewa ku di helbestê de jî diyar e: ”Şahî ji te ra û xem ji bo min Tacdin ji te ra û Mem ji bo min” Beş 29, r. 134

3- Peyva ”Memê” halê tewandî ye, çewa ku di helbestê de jî diyar e: ”Xem çunku li sûretê Memê ne Lew xem ji mi ra li ser xemê ne” Beş 29, r. 134

4- Peyva ”Memo” çewa ku di helbestê de jî diyar e, tê zanîn ku navê rastî ev e:

a) Îlla ku tenê Memo û Tacdîn Wan dane xwe duxterane tezyîn” Beş 13, r. 67

b) Mîr xwendine pêş Memo û Tacdîn Go ”Çerxe li min Memo, tu şoşbîn” Beş 22, r. 106

c) ”Zîna ku du sed perî perestar Hora ku Memo ji bo giriftar” Beş 39, r.161

d) Zanîn ku Memo bi bend û baz e Mîr gote Memê ”Du destê taze” Beş 43, r. 177

e) Gotin ku ”Memo rabe Zîn hat! Rûha te ye, bê guman, yeqîn hat” Beş 52, r. 216

Çavkanî: Ehmedê Xanî – Hemû Berhem – Weşanên Lîs

Li gel rêz û silavan. Mahabad F. ARDA [email protected]


Gotinên miftehî :