1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Lixwe(ve)gerînên sîmetrîk
Lixwe(ve)gerînên sîmetrîk,Lixwe(ve)gerînên,sîmetrîk

Lixwe(ve)gerînên sîmetrîk

A+ A-

Ji ber ku gava em pir zêde xwe di romanekê de bibînin, xuset û taybetî, çistî û tevlivîn, aktîvî û pasîvî, başî û xerabiya lehengê/î bişibînin xwe (an jî ew bişibe me), dê xwendina me ne xwendineke objektîv be; em çi jî bikin, em ê nikaribin bi çavekî zelal û objektîv parçe û beş û hest û tevgerên lehengan ên negatîv (an jî zêde pozîtîv û hatî îdealîzekirin) bibînin. Û vegotina wê romanê çi qas serketî be jî, dê ji karakteran bêpar û mehrûm bimîne û bes wê bibe vegotineke ku ji gelek rûpelan pêk hatiye.

Her wiha, bi vê romanê em careke dî jî hay jê dibin û fam dikin ku hevoka (an jî hevokên) ewil û destpêkî ya romanekê (an jî vegotineke çîrokî) diyarker in di awa û şêweya xwendina wê de.

Di romana Neynika Dilî de, vebêjer û lehengê sereke Mustefa, tim li ber neynikê ye (neynik carinan dibe awêne; lê belê, lênêrîn û têkiliya bi neynik û awêneyê re naguhere) û pê re diaxive.

Û leheng di romanê de bi van gotinan dest bi axaftina xwe ya bi neynika xwe re dike: “Awêneya min a spehîtirîn; çima min wisa xuya dikir, te digot qey ji bîwareke dî ya gerdûnê hatiye? Çima rûyê min wisa xuya dikir, te digot qey di bin barekî giran de felişiyaye? Ez li ber kîjan teql û verêjên jiyanê ketibûm; min xwe ji te dipirsî: Neynika min ez kî bûm? ”

Mustefa bi axaftina bi neynika xwe re, dikeve nav lêgerîna ‘kîbûna xwe’ û pirs û awirsên lêgerînî ji xwe û ji neynikê dike. Helbet ev rê û rêbaz û hewldan jê re dibe riya parçekirina wêneyê tikûtenêtiyê ku mirov pê ji qad û biwara ‘nekesbûnê’ derbasî qad û biwara ‘kesbûnê’ dibe.

Û bi hevoka, “Li ber xwedîkê gava ku min li xwe dinihêrî, ez pê dihesiyam ku dest û lingên min dilerizin. Ez gelekî bi kelecan bûm û ji welatekî dûr hatibûm. Ji bo dîtina Bîşenga hewşa dilê xwe...” berê xwe dide Bîşenga delala xwe û diçe dîtina wê. Ji ber ku dê pêvajoya ‘kesbûnê’ bi dîtin û hestpêkirina Bîşengê dest pê bike; yanê bi evînê; yanê bi navê xwe yî dî; ‘neynika dilî’. Bi hevgihana wan dê evîn watedartir û berayîntir bibe û ‘kesbûn’ bibe pêvajoyeke domdar. Û nivîskar vê pêvajoyê wekî ‘hewşa dil’ bi nav dike ku hewş di jiyana me Kurdan de cî û qada bêhnvekirinê ye.

Her wiha, honaka vegotin û çîrokiya romanê li ser mal û malbata lehengî, li ser malbata Mustefa ava bûye. Leheng tim ji bajarekî dûr tê; carinan ji bo dîtin û hevgihana evîna xwe ya Bîşeng, carinan ji bo dîtina malbata xwe; dê û bav û xwişk û bira û xal û ap û pismamên xwe…

Ji bo pevgirêdana vê yekê jî; vebêjer her cara ku xwestiye ji jêrhonakekê derbasî jêrhonaka dîtir bibe, ‘neynika dilî’ û axaftina xwe ya pê re, ji xwe re kiriye pêlik û derbasî qada vegotineke dîtir bûye. Helbet dubarekirina hin peyv û hevok, şayes û beşên dem û demsalan (ên wekî; erê neynika min, berf dibariya, payîz bû, roj li nîvro bû…) ku di van derbasbûnan de derdikevin pêş me, her çi qas ji bo vegotinê wekî kêmasî xuya bikin jî, ji bo ku xwîner xwe di nav ‘demên winda’ de hîs neke û belasebeb nekeve dû wan deman û ji xwendinê sar nebe, ji aliyê nivîskêr ve bi hayjêbûnî hatiye bicîkirin (ji ber ku ew dem, demên lehengî yên windabûyî ne ku lê digere, da ku ‘kesbûnê’ bi dest bixe).

Her wiha, tevî ku nivîskarê romanê hewlê dide ku vegotineke ‘bajarî’ ava bike û zimanê Kurdî bike şînasê hin qad û biwar û dîsîplînan jî, hem di hin taswîr û şayesan de ev yek pêk  nayê û hem jî ji ber ku honak û bûyer û çîroka esasî û bingehîn a romanê li ser jiyan û têkiliyên gund(iyane) ye, du awa û şêweyên vegotinê li hev kumişîne û vegotinê hin tişt ji zelaliya xwe winda kirine û fetisandî maye.

Min divê ez vê jî bêjim ku; wekî diyarkirin û bijartina cîûwar û mekanan û binavkirina kes û leheng û endamên romanê yên wekî gundê Xan, Ehmed û Tajdîn, bibîrxistin û xweşpesniyek pêk hatiye ku pişta xwe dispêre Xaniyê Nemir û şahesera wî ya Mem û Zîn. Em bi binavkirina birayê leheng a wekî Ehmedê ji gundê Xanê û ajandaya gewr (Mem û Zîn) ku piştî çûna Ehmed a çiya wekî emanet jê maye, bi vê yekê dihisin. Her wiha, ev bibîrxistin di nav çîrokiya honakê de bi awayekî dî jî derdikeve pêş  me; Ehmed û Tajdîn ew leheng in ku tu dibêjî qey ji Mem û Zîn’ a Xanî derketine, bêyî ku tiştek ji taybetiyên xwe yên dildarî û bengîtiyê bixwin, wekî (dij)lehengek hatine ketine nav romanê û bûne birayê lehengê ku li ber ‘neynika dilî’li ‘kesbûna xwe’ digere. Û leheng jî Mem bi xwe ye ku ‘kesbûna’ wî ancax dikare bi ketina nav evînê (yanê neynika dilî) pêk were. Ma ne Xanî jî lehengê Xanî, Mem jî, ji bo ku îxanetê li ‘kesbûna’ xwe neke û xwe winda û tune neke, riyeke dîtir hilbijart, xwe di ‘behra evînê’ de ‘bêevîn hişt’ û bû lehengekî nemir.

Di çîrokiya romanê de; êş û zehmetî û qehr û ezab û pevçûn û jihevçûn û şer û (ne)aştî û xinizî û sixûrî û evînî û dilreşî û bextreşî û bêbextî û zikreşî û perwerî û dilqewînî û tirs û sawa ji serdestiya hundirîn û ya dereke, kêfşikîn, xwisî di qirik de mayîn, sêwî û belengaz mayîn, şîn û behî danîn û dîlan û dawet gerandin ku di jiyana Kurdan de ketine nav hev wekî rewş û kawdanên asayî û normal derkevin pêş me; ji ber ku rewşeke ji van rewşan hema ji nişkê ve jî pêk were jî em pê naheyirin.

Hêmaneke girîng a honak û vegotina romanê heye; -her çi qas yek ji endameke bivênevê ya tevahiya nirx û hêjahiyên mirovane ye jî-, ji ber ku gava pêk tê dibe sedem ku jiyan û dinya tim biheje, em bi temamî nikarin wê qebûl bikin; ew hêman, kirûya ‘xerabî’ ye. Belê xerabî, xerabiya beloq ku her wekî Georges Batallie jî dibêje, “Xerabî jê re sinc û exlaqeke bilind divê”. 2

Xerabî di romanê de di kesayetiya Saloyê Keşkanî û bi vê çîrokiyê derdikeve pêş me: Saloyê Keşkanî cerdevan e; ew pêşî bavê Mustefê dide kuştin, dûre şopa Ehmedê birayê wî digerîne û Ehmed ji bo ku bi destê wî neyê kuştin tevî ku bi zewac û xweyî zarok e jî, berê xwe dide çiyê û car dî wekî şervan li dora gundê xwe bi riya cerdevanan tê kuştin, dûre Mustefa dev ji lêgerîna ‘kesbûna’ xwe berdide û îcar ji bo ku winda bibe berê xwe dide bajarê mezin, dûre bi carekê re vedigere û dibe mêvanê gazînekirî yê dîlana xwişka xwe û bi sergêjiyekê fam dike ku ew dane Saloyê Keşkanî, dûre ew û xalê wî Ferzende biryarê didin ku Saloyê Keşkanî zavayê xwe bikujin (ji bo tolhildanê, ji bo ku neyê famkirin ku wan li şûna serîrakirinê serşorî qebûl kiriye, ji bo heqnemîniyê, ji bo hêsankirina dil), dûre bi kemîndanînê di tariya şevê de Saloyê Keşkanî bi dest dixin, dûre bi lêdanê danê wî dikutin û eyarê wî nerm dikin û pê re jî çi gotinên li ser pênasekirina xerabiya wî kirî bi gotinên wekî, “Kuro tûlê ji tûlikan veketî, Saloyê xayîn, tu van çiyayan dibînî; eve hemû warê min in. Eve axa min û bavê min e. Eve welatê min e. Ji bilî kuştina min çu kes nikare min ji vî welatî derxe! Tu dibihîzî, kurê dêhlê, bîjiyê binteraşan, seyê fêşika seyî, te hay ji min e; çu hêz nikare min ji vî welatî derxe!” heye jê re dibêjin û piştî ku Saloyê Keşkanî sedem û bingeha xerabiya wî kirî bêrarûtî, bi gewrîrastî û aşkera ji wan re dibêje, “Gundê we avîn û xweş bû, zilamên we mêrçak û baş bûn, jinên we wekî xatûnan bûn; qesrên we hebûn, lê em veder bûn, çu tiştê me nebû, çavên me her tim li ber destên we bûn; heke hewe kûteke ji ber we mayî bidaya me bo me wisa bû, heçko dinya bûbûya ya me. We keçên me yên herî spehî û delal ji jinên xwe re bo serhewî dibirin û wekî qerwaş û xidam didane şolê. Erê xalê Feqî, ez bêbextiyan nakim, wekî dîtir ji bo nav alemê we em diparastin, ji ber we me jî di nav xelkî de rû û rûmet didît. Lê bawer bike, di dilê her keşkaniyekî de serjêstendina xaniyekî hebû. Bawer bike Mustefa, heke tu ji keşkaniyekî re bêjî kerem ke tu dixwazî bibî qeymeqamê dewletê, an jî bibî çawişekî li ser serê xaniyekî; yê Keşkanî bêtexsîr dê çawişî qebûl bikira.”, û efûkirinê ji wan dixwaze, îcar xerabiya hatî kirin ji ‘xerabiya bi sinc û exlaq’ dûr dikeve û dibe wekî sûcekî ku dikare têkeve ber efûyê. Her wiha rehma mirovane û dilşewatiya ji ber lêzimiyê dikeve dilê Mustefa û xwarziyê wî yê ku dê çend roj şûnde ji diya xwe re çêbibe tê bîrê, bi gotinên, “Here! Nanekî bixwe, yekê bi xêra mindalê xwe yê ku hûn çavrê ne, bide. Malneket, bila Xwedê ji te bistîne!”, Saloyê Keşkanî efû û azad dike.

Û bi efûkirina Saloyê Keşkanî nivîskar tercîha xwe ji aliyê başî û qenciyê de dike, her wekî Georges Batallie jî gotiye, “Xerabî ancax bi geşiya şewqa başiyê dikare were famkirin”, bala me dibe ser hêz û hêzdariya ku li ser navê ‘başî û qenciyê’ tevdigerin û xerabiyê fît dikin.

Digel vê yekê jî ez dişêm bibêjim ku vê efûkirinê nehiştiye ku Saloyê Keşkanî bibe karaktereke xurt ê romanê; belê nivîskêr tenê peywira ‘kesê xerab’ lê bar kiriye û ew kiriye yek ji kevirî îsilê ya romanê.

Min divê ez vê bibêjim ku Omer Dilsoz yek ji wan nivîskaran e ku bi roman û nivîs û berhemên xwe ve, gelek peyv û gotin û qalib û biwêjên Kurdî yên xweser û orîjînal dixe nav wêje û nivîsbariya Kurdî û reng û dirûvekî dîtir dide vê qad û biwarê.

Romana ‘Neynika Dilî’, hewla ‘kesbûn’ ê ye û ji bo ‘xwebûniyê’ lêgerînek e. Di vê hewl û lêgerînê de, em jî car caran bi leheng Mustefa re di ‘neynika dilî’ de rûbarê hev dibin û mesafe û dûrahiya di navbera xwe û xwe’ ya ku di neynikê de bi awayekî sîmetrîk li me vedigere de diçin û tên.

Dilawer Zeraq

1- Neynika Dilî, Omer Dilsoz, Roman, Weşanên Aram, 2009, Diyarbekir.
2- Wêje û Xerabî, Georges Batallie, Vekolîn, Weşanên Ayrıntı, 1997, Stenbol


Gotinên miftehî :