1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Lê ku Amed Dêrbikir be!
Lê ku Amed Dêrbikir be!,lê,ku,amed,dêrbikir,be

Lê ku Amed Dêrbikir be!

A+ A-

Tê gotin ku piştî artêşên ereban Amed dagir kirine navê “Diyarî Bekîr” lê kirine. Di Tirkiya nû de tîpa “î” tê veqetandîn û wekî “Diyar-î Bekîr” tê nivîsandin. Kesên ku dibêjin ereban ev nav li Amedê kirine, nabêjin ku çima qalibê nav li gor farisî danîne. Jixwe di hemû gotinên nerast de, lihevnehatinên ku zana û pispor dikarin derînin holê hene.

Cara yekem bi wateya navên wekî “Kercews” û “Kermirara” wateya navê “Diyarbekir” jî di serê min de bû cihê meraqê.

Wekî tê zanîn “kir” kevirê ku bi kêrî tiştan nayê, cews jî ew tişta li ser kevir çêdibe ye. Yanî navê “Kircews” tê wateya “kevirê bi cews” an jî “kevirê cewsê”. Dibe ku navekî cewsê jî bi kurdî “hinetaşk” be, ez bawer im li herêma Qerejdax wisa tê gotin.

Li gor vê yekê dibû ku navê Amedê jî ne li gor çîroka ereban be û bingehek wê ya din hebûya. Gelo dibû ku navekî Amedê “Diyarê Bi Kir” bûya û ereban piştî dagirkirinê ev nav li gor wateyek nêzîkî xwe guhertibûya. Diyarê Bi Kir tê wateya bajarê bi kevir. ”? Hem jî ne kevirê saxlem, lê yê qul, yê ne pir bikêrhatî. Lê gelo çima “diyar”?

Ta nûçeyek di rojnameyeke herêmî ya Amedê de derket, ev dîtin û raman di serê min de li aliyekî ma. Di nûçeya rojnameya rojane ya herêmî “Ozgur Haber” de nûçeyek der barê dêrek kevin a Amedê de pir balkêş bû. Li gor nûçeyê dêra dîrokî ya bi navê “Deyrbikir” li ber xerabûnê bû. Navê dêrê rasterast dîtina min a “bikir” piştrast dikir. Em kurd nabêjin “deyr” em dibêjin “dêr”. Dîsa jî pirsa min a gelo çima “diyar” derdiket holê. Wekî ku ji Dêra Zehferan re “Deyrul Zehferan” jî tê gotin, gotina “dêr” li gor xwendina zimanekî din hatibû tewandin. Nexwe dibû ku navê “Diyarbekir” ji navê vê dêra dîrokî hatibûya û ereban ev nav li gor xwe tewandibûya, ango şibandibûya navekî erebî.

Di kurdî de wekî navê “Dêrikê” gelek deveran bi navê “dêr” nav stendine. Ev tiştekî pir normal e. Gelek kurd di dema piştî dagirkirinên rojava de bûne mesîhî. Her wekî ermenî, suryanî û cihûyan gelek kurd jî bûne mesîhî. Her kes cihûyan bi giştî wekî mûsewî dizanin, lê îro hîn li Kurdistanê, bi taybetî li Riha cihûyên îsewî hene. Kurd jî di demek dîrokê de, berî îslamê wekî êzdî û îsewî parçe bûbûn.

Ne ji ber ku kurd îsewî bûn, lê ji ber ku suryanî (asûrî), ermenî, cihû û gelek gelên din jî îsewî bûn, hema hema li her derê Kurdistanê dêr hebûn û ji îro re mane û navê wan li deveran bûye, ango devera ku dêr lê bûne bi navê dêrê hatine binavkirin.

Di dawiya vê gotinê de ez bêjim ku der barê navê Dêrabikir (Deyr Bikir) de wekî min xweşkirî wisa ye, lê dîroka wê ne diyar e. Pêşî hat hişê min ku gelo nivîskarê amedî yê navdar Şeyhmus Diken der barê vê dêrê de tiştek di pirtûkên xwe de aniye ziman an na. Piştre jî mirov meraq dike ev dêr çiqasî kevn e?! Gelo navê “Diyarbekir” ji vê dêrê kevintir e, an na?! Heke kevintir be xweşkirina min wekî min got tenê xweşkirinek e. Lê li gor min %99 navê Diyarbekir ji “Dêrbikir” tê, ku ew li herêmek hevirên reş ên qulik qulikî ye. Ez bawer dikim piştî vê gotarê dê hin kes ronahiyê bixin ser vê mijarê.


Gotinên miftehî :