1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Matematîka bi Kurdî û avakirina zanistê
Matematîka bi Kurdî û avakirina zanistê,Matematîka,bi,Kurdî,û,avakirina,zanistê

Matematîka bi Kurdî û avakirina zanistê

A+ A-

Lê ziman û zanist ne wisan in. Her çi qas endam û dînamîkên wan ên geşbûn û pêşdeçûnê yên hundirîn roleke xurt û girîng dilîzin jî, ziman di warê wergerê de, zanist jî di warê adaptasyonê de hewceyî ziman û zanistên dî ne ku ew jî di nav zimanên dî de ne.

Her wekî, Galileo jî ji bo zanistê gotiye, “Zanist, di wê pirtûka mirêsdar de ku navê wê ‘gerdûn’ e û rûpelên wê vekirî ne, nivîsandî ye. Lê belê, heta ku em bi zimanê wê yê ku pê hatiye nivîsandin hîn nebin, nikarin wê pirtûkê bixwînin. Ev ziman Matematîk e. Ne mimkun e ku mirov bêyî vî zimanî ji hevokeke vê pirtûkê jî fam bike.”

Û matematîk jî beşeke ji zanistê ya mantiqî ye. Di her beş û aliyê jiyanê de heye, cî girtî ye û ji bo jiyanê jênager e. Tevî ku di xîm û bingeha xwe de zanisteke mantiqî ye jî, xwedî zimanekî taybet e û zimanekî ku wekî ‘zimanê matematîk’ hatî binavkirin heye.

Çawan ku zimanê axaftin û nivîsandinê ya gelan, ji sembolên di nav alfabeya wî zimanê de cî girtine pêk tê, alfabeya zimanê matematîkê jî ji sembolên wekî, ‘x,y,1,2,3,[], <>, =, ∏, α, %....’ pêk tê û bi van sembolan, hevokên ku hem ligelheviya mantiqî û hem jî hevokên fambar ku ji mantiqên wan tê famkirin, tên sazkirin.

Matematîk, di dîrokê de, bi taybetî di hin herêm û cografyayên dinyayê de pir bi xurtî hatiye bikaranîn. Di her herêm, beş û cografyaya ku lê matematîk hatiye bikaranîn de, zimanê wî gelî, bi hemû xweserî û taybetiya xwe ya mantiqî ve, wekî zimanê têgihîştandina mantiqa matematîkê û hînkirin û hînbûna matematîkê hatiye bikaranîn.

Her wiha, di matematîka rojhilatê û di ya rojhilata navîn de, matematîka Misiriyên kevn, matematîka Hîndistanê, matematîka Mezopotamyayê (matematîka Mezopotamyayê; ji aliyê Sumerî, Akadî, Babîlî, Asurî, Huriyî, Persî… ve bi xurtî hatiye bikaranîn û ji ya Misirê pêşketîtir e), di matematîka Ewrûpayê de jî, matematîka Yewnanî wekî bingeh û destpêkî hatiye bikaranîn. Û ligel vê yekê, di matematîka van hemûyan de zimanên cuda cuda yên axaftin û nivîsandinê hatiye bikaranîn. (Misirî; Erebiya kevn, Sumerî; Sumerîkî, Aramiya kevn, Asurî; Suryanîkî, Yewnanî; Latîniya kevn û Yewnaniya kevn, Persî; Farisiya kevn û Erebî…)

Îcar piştî van agahiyên kurt ên der heqê têkiliya matematîk-jiyan, matematîk-ziman, ziman-matematîk de, ez ê li ser van bingehan berê xwe bidim pirtûka ‘Matematîk’ ku vê pêla dawî bi zimanê Kurdî hat weşandin.(1)

Serê pêşîn, min divê ez car din berê we bidim destpêka nivîsa xwe û vê bêjim. Gelê Kurd, wekî neteweyekê, di demajoya avakirina dem û dezgeh û pergal û sîstemê de ye. Helbet di vê demajoyê de çi kar û tevkarî, ji kîjan alî ve û ji aliyê kê ve bê kirin, sûd û havilek tê de heye. Lê bi şertê ku nebe sedema şaşitî û çewtiyên ku dûre hewcetiya rastkirinê çêbibe ku rastkirina wan ji ya destpêkê zehmettir û dijwartir e.

Ji ber vê yekê jî, divê xebatên wekî, amadekirina pirtûkên tip, fîzîk, matematîk, ekonomî, felsefe, psîkolojî, sosyolojî, pîrikî, hemşîretî, endezyarî, mîmarî, spor, dad û hiqûqî, teknolojiyê, ji aliyê wan kesan ve ku hem di vî warî de perwerdehî dîtine û hem jî di zimanê Kurdî de zal û serdest in were kirin. Û ev kar ne ew kar in, ku kesek bi tena serê xwe bike; divê ji bo van karan kêmtirîn sê kesên ku xwedî van taybetiyan in bên ba hev; divê ev kes xebat û lêkolîn û lêgerînên dûr û kûr bikin da ku siberojê di têgih, nav û navlêkirin û têgihbarkirina navên di van dîsîplînan de hene, şaşîtî û çewtiyên mezin û beloq dernekeve pêş.

Min carekê di nivîseke xwe ya di A. Welat de, pêşniyaz li TZP’ê Kurdî kiribû ku xebatên di vî warî de jî wekî proje bidin destpêkirin. Bi boneya vê nivîsê ez dikarim pêşniyaza xwe ducar bikim û bêjim; hewce ye projeyeke bê çêkirin û kêmtirîn pênc kesên hay ji ziman û matematîkê heyî di nav vê projeyê de cî bigirin, kar bikin û li gelek herêman bigerin û wekî mînak;

a) Kesên ku dê li herêman belav bibin, dê hosteyên Kurd ên lêkirina dîwaran peyde bikin. Ji ber ku, ev hoste gava dîwaran lê dikin, bi Kurdî pîvan û geometriyê bi kar tînin; ligel vê geometriyê nav û gotin û têgih û navlêkên bi Kurdî yên geometrî û endezyarî û mîmariyê jî bi kar tînin. Ji ber vê yekê, mirov dikare di vî warî de gelek nav û navlêk û têgihên geometriyê berhev û peyde bike.
b) Kesên ku dê li herêman belav bibin, dê herin tevnxaneyan. Ji ber ku tevnker û korsker li wir gelek şikl û dirûvên geometrîk radiçînin û li gorî jiyanê û ji ber karê xwe navek li wan şikl û dirûvan dikin.
c) Û gelek rê û metodên dî.


Her wiha bi vî awayî dê gelek beş û aliyên jiyanê têkeve nav vê berhevkarî û peydekirina nav û têgihan û dê nav û navlêk û term û têgihên matematîka Kurdî ji nav matematîka jiyanê were peydekirin, ne ji ferhengên ku bi du zimanî hatine amadekirin.

Nivîskarê pirtûka Matematîk a bi Kurdî, di pêşeka pirtûkê de dibêje, di sala 2007’an de dest bi amadekirina pirtûkê kiriye, kedek daye, serê xwe bi nav, têgih, navlêk, mantiq û zimanê matematîkê re êşandiye. Lê ciyê dax û mixabinê ye ku di amadekirina vê pirtûkê de, hem di warê lidûhevrêzkirin û sîstematîzekirina mijarên matematîkê de, hem ji aliyê teknîk û metodolojiya pirtûkê ve, hem jî ji aliyê zimanê ku wekî çavkanî û referans hatiye girtin ve, ketiye nav hin şaşitiyan.

Carekê, diviya berî her tiştî, berî ku qala mijarên matematîkê, kirariyên tê de were kirin, ferhengeke term û têgih û nav û navlêkên matematîkê ya bi Kurdî bihata çêkirin û ji aliyê lijneyeke maqul û pispor ve bihata pejirandin; dûre berî her tiştî wek broşurekê bihata belavkirin. Pê re jî ev ferheng, ji aliyê dor û alî û kesên têkildarî mijarê ve bihata erêkirin. Dûre, diviya amadekirina pirtûkan ji pola yekem ku bi hînkirina têgihên pîvan û hejmaran dest pê dike, bihata destpêkirin.

Lê mixabin wiha nebûye; mijarên di pirtûkê de, li gorî sîstema hînkirina matematîkê ya perwerdeya li Tirkiyeyê, ji pola 6’an dest pê kiriye, hin mijarên pola 7’an jî ketiye navê û hin par û beşên pola 8’an jî tev lê bûye. Yanê bi vî rengî û awayî, mirov nikare bêje, destpêka hînbûnê ye, an broşureke li ser matematîkê ye, an pirtûkeke danasînê ye; bes wekî destpêkekê tercîhkirî xuya dike û hin mijar û beşên bingeha matematîkê jî tê de hene.

Ji alî zimên ve jî, her çi qas Îngilîziya hin term û têgih û navlêkan hatiye dayîn jî, zêdetir ferhenga Tirkî-Kurdî û zimanê Tirkî wekî çavkanî û referansa esasî hatiye girtin.(2)

Hal bû ku, zimanê Tirkî ku, di matematîkê de tê bikaranîn, ji zimanê Osmanîkî hatiye deynkirin û revîze û reformekirin, ji sedî 30 bi Yewnanî, Elmanî û Frensî ye (bi bingeha Latînî), ji sedî 40 bi Erebî, Farisî û Kurdî ye û ji sedî 30 jî ji bo danfêmkirinê, bi peyv û gramer û mantiqa Tirkî ye.

Ger ez ji aliyê mijarên matematîkê ve lê binêrim, ez ê zêde li ser wan tiştekî nebêjim, ji ber ku ew maye ji hilbijartina amadekar re û mijarên tê de cî dayî xwe bi kîjan zimanî werin gotin û vegotin jî, li hemû derên dinyayê, ji aliyê mantiq û mijarbûna matematîkê ve wekî hev in, naguherin û ev yek layê herî xurt a gerdûnîbûna matematîkê ye.

Piştî van yekan, ez ji alî zimanê ku hatiye bikaranîn ve, ji alî mantiqa zimanê ku ligel mantiqa matematîkê hatiye bikaranîn ve û ji alî lihevkirin û lihevguncîna wan ve, dikarim hin dîtinên xwe yên li jêr bêjim û rewşê bînim ber tavê.

Min divê hema di serî de bêjim ku, gava min bala xwe da bikaranîna kirar û têgihên wekî ‘tevîn, carandin û kêmekê’, kêmasiyê bi beloqî xwe da der.
 
Wekî mînak:
 Di pirtûkê de wiha ye:
‘Tevîna 5 û 0’ê çend e?’
‘5+0=5 (pênc tevîn sifir yeksan pênc)’
‘Carîna 0 û hejmareke din çend e?’
‘0XA=0 (sifir carîn A (hejmareke xwezayî) yeksan sifir e)’
‘Ji 35’an 19 derê çend dimîne?’
‘35-19=16 (sî û pênc derîn yeksan şazdeh)(3)’


Gava mirov li van ravekirinan dinêre, bi xweşikî tê dîtin ku bikaranîna kiraran ne li gorî forma jiyanî û gramera Kurdî ne. Peyvên tevîn (tevandin), carîn (carandin), derîn (derandin), wekî lêker hatine bikaranîn. Lê belê, bikaranîna awayê wan ê navdêrî dê çêtir bibûya.

Her wiha, peyvên ‘tevîn, carîn û derîn’, li gorî bikaranîna peyvên bi Tirkî (çarpı, artı û eksi) hatine bikaranîn.

Ka bala xwe bidinê; Em di jiyanê de, ji kîjan Kurdî bipirsin û bêjin ka bêje ‘5+3 dike çend?’, teqez ew ê wiha bêje: “pênc û sê dike heşt” Yanê ew ê li şûna ‘artı’ ya bi Tirkî, gihaneka ‘û’ bi kar bîne. (Ev yek di Îngilîzî de jî wisan e. Îngilîz jî di matematîkê de bi giştî wiha dibêjin: ‘five and three equal eight.’ )

Gava Kurdek 5 û 3 bicarîne, nabêje ‘pênc carîn 3 yeksan pazdeh’, lê dê bibêje, ‘pênc car sê dike pazdeh’.

Gava Kurdek, 19 ji 35 derîne, dê nebêje, ‘sî û pênc derîn nozdeh yeksan şazdeh’, lê dê bibêje, ‘ji sî û pênc kêm nozdeh dike (an jî dimîne) şazdeh’

Her wiha ji bo nav û têgihên ku di nav mijaran de û ferhenga pirtûkê de hatine bikaranîn, dikarim van balkêşiyan darî çavan bikim.

- Hejmarên bi serî: (Bi Tirkî: üslü sayılar): Mantiqa van hejmaran, li ser xîma carandina bi xwe re ya çend car lidûhev a hejmarekê ava bûye. Ji ber vê yekê bikaranîna ‘bi serî’ dê di warê têgihbarî û watebariyê de tevliheviyê çêbike.

-  Hejmarên Aqlî: Ev komehejmar her wekî di gelek zimanan de jî heye, diviya nehata guherandin û rasterast wekî ‘Hejmarên Rasyonel’ bihata bikaranîn.

-  Goşe: Ev peyv wekî peyveke Farisî û bi awayê ‘gōşa’ tê zanîn. Ji bo bergîdana peyva bi Tirkî ‘Açı’ hatiye bikaranîn, (bi Îngilîzî ‘angle’). Hal bû ku di mantiqa matematîkê de, goşeyê ‘goşeyê (yanê ‘açı’yê)’ heye. Loma jî diviya peyveke dî bihata peydekirin.

- Kêlek: Ji bo peyva ‘kenar’ hatiye bikaranîn. Lê belê ev peyv aîdî pismamê zimanê Kurdî, zimanê Farisî ye. Faris vê peyvê wekî, ‘kanār’ bi lêv dikin. Û bi ya min peyva Kurdî ya ‘kêlek’ wek têgih û termînolojî ne bergîdana ‘kenar’ê ye.

- Dor: Ji bo peyva bi Tirkî ‘Çevre’ hatiye bikaranîn. Peyva ‘dor’ di Kurdî de tê wateya ‘çûr’ jî. Ji ber vê yekê, ger peyvên wekî ‘doralî-dor(û)ber’ bihata bikaranîn, dê çêtir bûya.

- Xelek: Ji bo peyva bi Tirka, ‘Çember’ hatiye bikaranîn. Ev peyv ne bi Tirkî ye, bi Farisî ye û wekî ‘çanbar’ tê bikaranîn. Her wiha, di matematîka razber de, mijareke bi navê ‘Xelek’ heye. Di Tirkî de wekî ‘Halka’ tê bikaranîn û peyveke Erebî ye.

- Dûrbûn: Di Kurdî de hem wekî navdêr hem jî wekî lêker tê bikaranîn. Ji bo bergîdana peyva bi Tirkî ‘uzaklık’ hatiye bikaranîn. Hal bû ku, Kurdiya wê, ‘dûrahî-dûrayî’ ye.

Her wiha, tevî ku gelek mînakên bi vî rengî hene jî, ez ê zêde dirêj nekim.

Û wekî gotina dawîn dixwazim vê bibêjim.

Heye ku em bixwazin bibin avakarê destpêkekê û li çûra hinekan bixin. Lê belê reng e ku em bi vê destpêkê li çûra xwe bixin û ji dorê bikevin…

Û em hemû di avakirina siberojeke xurt ku li ser xîm û bingeheke rast hatiye danîn de xwedî berpirsiyar in. Hewce ye em vê berpirsiyariya xwe pir bi pêjnkarî û baldarî pêk bînin.  Divê em destpêka xwe ne bi çewtiyan ku dê rastkirina wan ji destpêkê zehmettir be, bidin destpêkirin, lê belê divê heta ji me tê em kûr û dûr û bi sebr û bi mêjî û feraseteke zanistî nêzî meseleyan bibin û dawî bigihîjin armanc û merama xwe.

Têbiniyeke îronîk: Mizgînî ji bo me; em kurdên ku em pir hez dikin gotina ‘Kurdiya Akademîk’ bi kar bînin! Va ye, Kurdiya Akademîk ev Kurdî ye ku pê matematîk, tip, fîzîk, felsefe, psîkolojî, siyaset, ekonomî, tê nivîsandin û vegotin. Ez bawer im, bi nihêrîna vê pirtûkê re em ê baş tê bigihîjin ku ka avakirina Kurdiya Akademîk çi qas zor û zehmet e.

Çavkaniyên vê nivîsê:
(1)Matematîk, Hesen Güneylî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, Avrêl 2009, çapa yekem.
(2)Ferheng (Tirkî-Kurdî), Zana Farqînî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, çapa yekem.
(3)Matematîk, Hesen Güneylî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, Avrêl 2009, çapa yekem (rûp 15)
http://www.nisanyansozluk.com/search.asp?w=boyut&x=24&y=3
http://tdkterim.gov.tr/bati/?kelime=buut&kategori=terim&hng=md&BSTS=ON
http://www.dicts.info/ud.php?k1=59&k2=97
http://sozluk.sourtimes.org/show.asp?t=ingilizce+türkçe++
matematik+terimleri+sozlugu
http://matematik.baskent.edu.tr/index.php


Birêz Dilawer Zeraq,
 
Min nivîsa we ya ku bi kurdiyeke xweśik u bedew hatiye amede kirin, bi dilgermî xwand. Zor spas źi bo ku we ev karê hanê înformatîf radestî xwîneran kiriye.
Źi ber ku min ew pirtuka matematîkê ya bi zimanê kurdî nediye, ez ê ti tiśtî di derbarê wê da nekaribim bibêźim. Lê qasî ku di ragiyandinên we yên hêźa da têne diyîn, him di warê pêkhanîn u him źî di warê bikarhanîna biwêźên matematîkê da ćewtiyên nezanî hatine kirin. Qasî ku mirov źi mînakên ku we dane, derdixe (‘Tevîna 5 û 0’ê çend e?’ …), bi zêdeyî raśtî/rastî zimanê kurdî nayê. Bê guman di bikarhanîna zimên da zimanê dimatî u gelêrî yê bingehîn e. Heger di vî warî kêmasî hebin źî, hingê mirov li gorî taybetmendiyên vî zimanî dikare hindek têgeh u biwêźên nuh biafirîne, bi śerta ku haya wî kesî źi vî zimanî pirr baś hebe u sedîsed vê bi metodên zanyarî bikaribe śîrove bike.
 
Di warê bi karhanîna ćend peyvan da źî ez dixwazim bi kurt u kasî vê bibêźim:
 
1.) Peyva «gośe» di zaraveyên kurdî da bi gelek cureyan tê bi kar hanîn. Lê giśtî źî źi kurdiya/îraniya kevn *gawša-ka- «kośe, kuće» tên u ev peyva źî bi saya paślêka/sufîksa *-ka źi peyva *gawša- «guh, gućik» hatiye ćêkirin (avestî gaośa-, farsiya kevn gauša- n. «guh, gućik»). Ango peyvên guh, guhar-k, gućik, kuće, kośe, kośk … bi tevayî źî źi heman peyvê têne. Wekî mînak, peyva «kośk» bi navbera zimanê osmanî «kyöšk» dîsan derbazî zimanên ewrupî źî dibe (> tirkî köşk, köşe): Frensî kiosque, îtalyanî chiosco, elmenî Kiosk.
 
2.) Peyva «kenar» di farsiya navîn u nuh da wekî karān «perav; kevî, kêlek, kenar; dawî» tê bi kar hanîn. Di avestî da wekî karana- «kevî, kêlek, kenar; sînor; dawî» ye, ango ne farsî ye…
 
3.) Li vir źî ez dixwazim balê bikiśînim ser peyva «doralî» (~ dorhêl), lê ya raśt mebesta min peyva «alî» ye. Di kurmanciya resen da źê ra «hêl» tê gotin. Teśeya «alî» ne aîdî zaraveya kurmancî ye, berevaźî vê aîdî zaraveya soranî ye. Gelo źi ber ći kurmancîbēź peyvên aîdî kurmancî bi kar nayînin? Her husan forma «hêl» źi ya «alî» kevintir e, ango źi kurdiya kurmanciya kevn *hai- «ev» + *arda-/*r̩da- «nîv, nîvî; hêl» tête … (her weha peyva *hai- «ev» dîsan di peyvên î-roź u î-śev da źî mewcud e, źi hîndî-ewrupî *hei- «ev» tête. Lê dengê *h tenê di kurdiya kurmancî da xwe hevandiye, wekî din di ti zimanekî din yê hîndî-ewrupî da nemaye; di zimanê hetîtî da li hin ciyan xuya dibe u ewqas. Dîsan h-ya di peyvên kurdî herê (ne erê!), hetav, herî, henî (ne enî!), hesp, hêk, hirć, hestî u hwd. da źî źi hîndî-ewrupî *h tête. Di beśa zimanên hîndî-ewrupî da ev dengên *h1, *h2 u *h3 wekî teoriya relatîvîtetê ya di fîzîkê da, roleke pirr mezin dilîze).
 
Bi kurtasî min xwast tenê van ćend haydariyan bi bîr bînim.
Bi tevî rêz u silavên germ
 
Beyhanî Śahîn