Merheba,merheba

Merheba

A+ A-

Dema min got ez ê dest ji xebatên kurdî berdim, min çiqas rewşa wê demê rexne kiribe jî rewş ji niha ne xerabtir bû. Piştî demeke dirêj em dibînin ku rewş bêhtir ber bi xerabiyê ve çûye. "Rizgarkirina Kurdî" ya QAŞO bêhtir bûye bingeha populîzmê.

Helbet QAŞO tenê tune di vê hewildanê de. Xuşka wî GOYA jî heye.

Qaşo û Goya dest dane hev, dibêjin em ê kurdî rizgar bikin. Bernameyeke wisa light, nermik, şermik û heta şerbik ava kirine ku tu çipirîskekê lêxî dê bi ser hev de parçe parçe hilweşe. Qaşo û Goya kengî ku tiştekî dibêjin, wekî dora wan tijî rojnamevan bin, li ber komputera (ku tê sûnd bixwî ji min çêtir dizanin li ber wê klavyeyê ew ne bi tenê ne), nûçeya xwe dinivîsin.

"Hate ragihandin ku hezkiriyên kurdî Qaşo û Goya li Xerabwaran çalakiyeke qerrase ji bo zimanê kurdî li dar xistine. Di çalakiyê de Goya derpiyê bi devdeling ê kurmancî li xwe kiribû û fîstanê heftrengo berdabû ser, kitana derikî girêdabû û hûçikê xwe li ser fîstên pêçabû. Goya ji kurdîhezên beşdar re got "aha vaye ez hatim, îcar ev e roja rizgariya zimanê kurdî ku hem YEKEMÎN e, hem TEKANE ye. Kî dibêje zimanê kurdî dê winda bibe nizanim çi dixwe. Ez û birayê xwe QAŞO hebin, kes nikare kurdî ji holê rake. Tenê hûn li pey me bin û zêde me dehf nedin. Me got "XALO hat", hûn serê xwa daaaanin. Me got "XALO çû", hûn serê xwe raaaaakin!"

Di çalakiyê de QAŞO jî mîkrofon girt destê xwe û ji gel re behsa xebatên xwe kir. QAŞO jî bi şalê reş ê ku navdelingê wî heta ber gûzikê dirêj, bi êlegê xwe yê ku zincîra saeteke karbetal bi ser de berdayî û bi kofiyek ji kofiya Ehmedê Xanî  li serî derketibû ser dikê û mîkrofona ku em hemû heyranê bejna wê ne, got: "Niha ez dizanim hûn meraq dikin. Serokê me piştî ku ferman da û got bila li malên tax û gundan dersên zimanê kurdî bêne dayin, we kesî bawer nedikir ku em bikaribin evqas malên perwerdeyê vekin. Îro êdî hemû mal bûne malên kurdî. Ne lazim e ku em li taxan perwerdeyê bidin. Jixwe em bi gelê xwe pir bawer in ku li malên xwe bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin. Se û kûçik jî bi zarokên xwe re bi zimanê çeqel, çiqûl, mirîşk û qazan naaxivin û bi kûçikiya xwe ser bilind in. Ma îcar dê kî xwe ji kûçikan jî xerabtir bike û bi zarokên xwe re bi zimanekî biyanî biaxive?"

Li ser vê yekê gel bi dengekî bilind got "bijîîîîîî"."

Ev nûçeya hûrgilî û hilçinî piştre yeko yeko bi riya pismamê Hotmail, dotmama Yahoo û zava Gmail ji çopemenî û mal(per)wêranan re tê şandin. Di ser re demek dirêj derbas dibe QAŞO û GOYA xuya nabin. Îtibar û populîzma ku berhev kirine û di bêrîka xwe de bi cih kirine, têra wan û gelek rojan dike. Demek dirêj derbas dibe. Nûçeya me hêj ku nûçe ye hatiye weşandin, Dûre kevin dibe wekî kevinçe tê weşandin, dûre xêr tê de namîne wekî pûçe tê weşandin. Piştre jî di arşîvan de cihê xwe yê biqedir digre û her dimîne. Hingê QAŞO û GOYA careke din biryarê digrin ku derkevin hemberî gel. Gel çawa be nêzîk e, Şakirê Dodo derkeve ser sergoyê bajêr û du caran li fîfîkê bixe dê hemû bajarî kom bibin.

Min di rewşeke xerab, lê ne ji vê xerabtir de, xwe kuştibû. Revê jî têr nekir. Hasan Kaya em kirin "Şehîdê Ziman", lê GOYA û QAŞO li ser kevirê gora min nivîsandine "Poxilşehîd" û Samî TanBerbang jî berê dêrindêza şûniyan ber bi "Goristana Projeyan" ve kiriye û ez li wir veşartime. Rojeke wekî îro bû, di bin navê xweşkirina gora min de kevirên mermerên giran bera ser dilê min dan. Piştre jî komek kulîlk li ser gora min çandin û çendek xebatkarên saziya hezkiriyên kurdî çewalek zibilê sergoyê Xerabwaran bera ber kulîlkan da, ku bêhneke xweş tu caran neyê min. Li vegerê ji hev re digotin wateya "Tovjîn" çi bû? Yekî ji wan ê kurdîhez digot "sperm" e û bi hev re dikeniyan. Min kir ku bêjim "haho sperm avik e, tovjîn toximê jiyanê ye" lê wekî di xew de kabûsek ketibe ser mirov, deng ji min nediçû.

Piştî demekê ku hemû ji ser gorê çûn, min nihêrî zebaniyek hat. Xwedê şahidê min û we ye, ne wekî zebaniyan dixuya. Porê wî yê gijgijî, riha wî ya sêtakî, simbêlê wî yê qamkurtî, laşê wî yê ku ewrê bêhna xwîdanê bi ser de girtî, diranên wî yê qîlrewt û ser bi qatek zerik pêçayî qet ji Hezkiriyên Kurdî xerabtir xuya nedikir. Şûnikê di destê wî de, mîrkutê li ser milê wî û çavên wî yên ku ji babîsoka agir qet bi qasî bernameya Hezkiriyên Kurdî ez netirsandim.

Got "Eyş smek?" Min got "Ene Rêzan Tovjîn." Got: "La! Şû ismek el heqîqî?" Min got: "Ew navê din li cîhana din ma. Heke hevalên min jî bi min re bimrana belkî we bi hev re bikariya wî navî li vir jî li min bikin, lê bi navê xwedayê te yê delal dikim, ew li wir man û hûn li vir bi tenê nikarin bi min. Şûnikek ji gomeyên wekî latan bi serê min de hat û ez heft qatan daketim binê erdê, cihê gogelîska agirê rojê û wekî lastîkek bi min ve girêdayî be bi lez dîsa hilkişiyam jor, ber destê wî. Canê min bi qasî gotina "Hevalê Abdulvahap te dest ji kurdî berdaye, ser xêrê be" neêşiyabû. Hîrehîra zebanî jî bi qasî wî kenê wan ê ku pê re dikeniyan hilma min teng nekiribû.

Yek ji min û yek ji wî em ketin ber hev û heta nîvê şevê min lêxistin û lêdan xwar. Hîn jî ez nizanim sûcê min çi ye! Ji nişka ve hate aqilê min û min jê pirsî "Malneşewitiyo ev tu çima bi min re bi kurdî diaxivî lo, ka zimanê Xeramkortê bi erebî bû?" Zebanî rawestiya. Li şûnikê destê xwe û mîrkutê xwe nihêrî. Bi wê zilma xwe jî xwe winda kiribû û bi kurdî diaxivî. Got: "Ez di we de westiyam. Bes e êdî." Min fam kir ku hinekî din jî hene. Dema Zebanî pişta xwe da min û çû, min jî berê xwe da Newala Dartakê.

Min nihêrî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hemû hezkiriyên rastî yên kurdî li wir in. Bi girî gotin "Ev çi hal e em tê de ne?" Wekî haya min ji tiştekî tune be, min got "Xêr e seyda, çi bûye?" Di dilê xwe de jî min digot "hela ji xwe re lê binihêrin, ew wêneyê wî yê heyî hema hema wekî wî ye. Tenê riya wî ne ewqasî gulover û bi pergal e, rûyê wî jî hinekî tijîtir e." Got: "Hela li vê dîmenderê binihêre." Min nihêrî di dîmendereke mezin a ewrkî re li cîhanê dinihêrin. Zarokên kurdan ên ku hewte hewta wan in, dayikên ku dikin zûrîn, bavên ku wekî çeqelan diûrin, xortên ku dikin nûzenûz û qîzên ku dikin newenew. Xanî got: "Ev çi hal e we xwe xistiyê? Ev çi ziman e ku kurd pê diaxivin?"

Min got: "Seyda wele min pir li ber xwe da!" Gotina min û rabûna seyda bû yek. Bi himehim xarî min kir ku li min bixe û got:

"Hey xerrrrab!
Ma min bazda, an te?
Ev êşkenceya ku em dikişînin ne bes e?
Here ji vir ax jî te nahewîne."

Min ewqas  ji seyda hez dikir ku min nexwest destê wî bi min bibe. Bi lez reviyam. Zebaniyê ku ji serê sibehê ve li min dixist ji nişka ve derket hemberî min. Mîrkutek li ser kêlekê li min xist ku laşê min li mermerê giran ê ser gorê ket û ez pilozî cîhanê bûm. Min çavê xwe vekir ku 3'ê tîrmeha 2008'an e. Di ser mirina min re sal û nîvek derbas bûbû.

Ez rabûm ser xwe û çavên min li kevirê gora min ket. Min nihêrî ku hevalên min kevirê gora min bi kurdî nenivîsandine û navê min wiha nivîsandine: "Heew Hewhew Ûûûû" Nivîsa li ser hemû gorên din jî bi wî zimanî bû. Min fam kir ku çima Zebanî doza navekî din dikir û navê min qebûl nedikir. Xuyaye lîsteya deftera wî jî li gor nivîsa li ser van keviran tê çêkirin.

Min kir ku biçim mal. Çavên min li rûpelek rojname ket. Min got hela binihêrim bê çi heye, çi tune. Min dît ku wêneyek li ser e, bi kurdî li binî nivîsiye "Goristana Qurbaniyên Helebçeyê." Çavên min li kevirên li ser gora wan ket. Hemû xêzik mêzikên xwaro maro, tev nivîsa bi tîpên erebî bû.

Hey hewar!
Em li ku bimrin jî
Em çawa bimrin jî
Heta bi kevirên gora me li me tên xezebê.


Gotinên miftehî :