1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. MEŞA BERBI AZADÎYÊ VA DIDOME!..
MEŞA BERBI AZADÎYÊ VA DIDOME!..,meşa,berbi,azadîyê,va,didome

MEŞA BERBI AZADÎYÊ VA DIDOME!..

A+ A-

GOTAREK A DERENGMAYÎ


Her çiqas gelê k’urd gav bi gav berbi destxistina mafê xwe va dice, ewqas jî r’êjîmên dagerkar û mijovdar har dibin û bi delk’ û dlabên nû, bi kirinên k’irêt ên dijmirovî li ser gelê me û t’evgera azadîxwaz da diçing. Û herr’oj şêwazên r’ê û r’êbazên wan êrîşan tên guhartin, ew mezintir û berfirehtir dibin, belgeyên nû, yên di derbarê peymanên li pişt gelê k’urd va tên girêdan, dertên hole, encamên şer’ê qir’êj r’oj bi r’oj tên guhartin. Lê her çi jî hebe MEŞA GELÊ K’URD A BERBI AZADÎYÊ VA DIDOME… Û di derbarê vê pêvajoyê da min nirxandinek ji bo weşanê ji AMÎDA KURDÊ r’a   şandibû, lê ji ber ku êrîş û desttêwerdanên teknîkî  yên r’êjîmê li ser vê malp’era me jî hebûn, wê demê derfet çênebibûn, ku wê bibînin û biweşînin, ji bo wê jî ez wê careke din dişînim, lewra ku…

E.C.


MEŞA BERBI AZADÎYÊ VA DIDOME!..


Ev serk’evtin a Ocalan e! (Ert’ûgrûl K’ûrkçû) 

 

Ezîz ê Cewo


...Û  R’ÊJÎMÊN DAGIRKER HAR BÛNE!


Eger em bibêjin ji dewletên herêma R’ojhilata Navîn dijminên mirovayîyê  yên here xeter K’omara T’irkîyayê û K’omara îslamî ya Îranê ne, emê tiştekû nû nebêjin. Lê, dema mirov  helwesta van herdû dewletan a vê serdemê û hevk’arîya wan a li dijî T’evgera k’urd a net’ewî dinihêre, tiştne balkêş derrtên hole. Ya yekem, a ku bala mirov dik’işîne, ew hevaltî û hevk’arîya di navbera van herdu dewletan da ye, ya ku hevaltîya gur û r’ûvî ya ç’îrokî  tine bîra mirov.

Ev herdu dewletên ku bi neç’arî hevdu t’amûl dikin, li ser pirsa k’urdî (r’asttir dibe, ku mirov bibêje –li ser k’arê t’unekirina gelê k’urd) dibin yek.   

Helbet, bingehên van têk’ilîyan û helwesta wan a berbi  k’urdan ji dîrokê tên, û, ez dibêm gelê k’urd bi girseyî êdî vê yekê tê gihîştye.  

Lêbelê, gelo di nav me da hemûyan ji van ders derxistine? 

Êrîşên r’êjîma K’T’ a AKP-î li ser T’evgera net’ewî, gelê sivîl, siyasetmederên Enîya K’edê, Aştî û Dêmokrasîyê hêrs û nefreta gelê k’urd r’akirye. Û berxwedana p’arazvanên doza net’ewî- Gêrîllyên PKK-ê careke din dide xuyan, ku  ne t’enê li ser qada siyasî, lê, her weha, di  warê hêza leşkerî da t’evgera k’urd a azadîxwsaz gihîştye asta p’arastina gelê k’urd a here bilind:  serkevtina nûnerên Enîya K’edê, Aştî û Dêmokrasîyê di hilbijaertinên Parlamênta (Meclis) K’T’ da r’ayedarên dewleta t’irk harkirin, ewan di  vê serkevtinê da mirina sîstêma xwe dîtin û ji  milekî va êrîşên t’unekirinê dibin ser gel û nûnerên wî, bi delk’ û dolabên k’irêt Parlamênterîya Xetîb Dîcle betalkirin, ew û pênc parlamênterên Enîyê yên din hê jî di girtîgehan da dimînin. Ya  din, dewlet ji milekî va bi r’êberê gelê k’urd (hebsîyê r’êjîma zulmê!) bir’êz Abdullah Ocalan r’a di girtîgehê da hevdîtinan pêk tîne, ji milê din va, bir’êz wî girtîgehê da dihêle û êrîşên  xwe jî didomîne… Pirs dertên hole:

-Ma gelo ev ne lîstik in? 

-Lê, eger ew me bi xwe ra mijûl nakin? 

Eger dewlet bi r’astî xwedî helwesteke mirovî bûya, ew bi xwe jî dibîne, ku ç’areserîya pirsgirêkên heyî her û her bi r’êya r’êberê gelê k’urd dikare bê, wê, wek şanê mirovên şaristanî dik’eve, bir’êz Ocalan derxista azadîyê û di r’ewşeke azad  da bi wî r’a dora masê  r’ûniştina û ç’areserîya pirsgirêkan biger’yana û bidîtana….

Lêbelê, dêmokrasîya T’irkîyayê weha ye, ew bê çek, balafir’, tank û t’op nikarin mirovan r’a biaxivin! Ew dêmokrasîyê wek xwe têdigihîjin: bixwaze, wê parlamênterên hulbijartî, yên ku  bi bêqanûnî hatine girtin û hê jî bendî  azadîya xwe, Serok û Welatê xwe ne,di girtîgehan da bendbikin. Bixwazin, wê opêratsîonên leşkerî li seranserê K’urdistanê berfireh bikin… 

Pêşîyên me vala negotine “R’oma r’eşe xayîn e!..” 

Û Cîhana ku xwe şarristanî dihejmêre, xwe li ser guhekî avîtye, tuyê bibêjî, ker’ û kor e. 

Wezîra  k’arê derva ya DYA xanim Hîlarî K’ilînton û r’ayedarê r’ojavayî yên din ji bo Mûammar K’adafî  û Beşar Esed dibêjin, ku siyaseta wan li dîjî gel e, ku mayîna wan a li ser  desthilatdarîyê dijî hemû qanûnên navnet’ewî  ye. Lê  Erdoxan, ê ku ji hêla siyaseta xwe ya dijmirovî  va  çend serîyan ji van bilindtir e, bûye delalîyê DYA û R’ojava ye. 

Çima?

Li vir gotinên serokkomarê DYA ê demekê Franklîn R’ûzvêlt ên di derbarê dîktatorê Nîkaragûayê  yê wê demê Anastasîo Somosa da tê bîra mirov: dema derdorên wî jê r’a dibêjin, ku  divê ew dest ji Somosa bokşînin, ku ew segbavek e.... R’ûzvêlt  bersîva wan dide, dibêje: “Belê, ew segbav e, lê segbavê me ye!” 

Wek ku tê xuyanê, dîrok xwe dubare dike. Naha jî dora “segbavekî” DYA yê din hatye?

Lê, eger R’ûzvêlt dawîhatina klana Somosa nedît, Hîlarî K’lînton û Obama wê dawîya Erdoxan û klana wî bibînin… 

Li ser vê fonê r’ewşa Îranê û helwesta wê naê têgihîştin. Eger, em bibêjin, Erdoxan “segbavê” DYA ye, lê Mehmûd Ahmedînejad ê k’ê ye û hêza xwe ji k’u digire?.. Ev jî bi sere xwe pirsek e. Ya din jî ew e, ku evî  hespê îslamîya paşver’û gemkirye, şûrê xwe xwe yê zengor’î  bawerdide û di sedsala XXI da wek ç’ekdarê sedsalên navîn t’evdiger’e: daye tank  û t’opên xwe û êrîşa dibe ser Başûrê K’urdistanlê û herêmên r’izgarkirî yên di bin kontrola  gêrîllayên PKK da. Çima hema di vê demê da agir ketye r’êvebirîya K’omara îslamî? Piştî hilbijartinên Parlamênta K’T’, dema hukumetê hemû qanûn binpêkirin, k’urdan dît, ku bi wî awayî nabe, xweserêya dêmokratîk daxuyandin, tirs û xofekê li r’êvebirên Komara îslamê ya Îranê girt, wan jî di vê da mirina sîstêma xwe dîtin û k’etin nav liv û t’evgerê… Lê bi van êrîşên xwe  ew mirina sîstêma xwe didin lezkirin… Her mirovên mejûyê wan nexweş tênagihîjin, k’a ji bo çi  helwesteke wisa, wê heya k’engê gelê Îranê di wê r’ewşê da xweybikin? Ya din jî, ew bi çiî  xwe difir’in? Û, bi rastî, dema min bihîst, wan di şerê dijî gêrîllayan da ji 250-î jortir kuştî dane û di nav wanda wisa jî gênêralek û hevt p’ayebilindên din hene, çi gunehê xwe veşêrim, min got, dibe ku propaganda ye, hinekî  zêde gotine. Lê, dema min di têlêvîzîonê da leşkerên wan û liv û t’evgera wan  dît, min xwe r’anegirt: “Ya Xwedê, ma ev r’ebenên hanê guneh nînin, ku wan dibin, bê nêt û armanc didin kuştin?!”

Û gelê Îranê çawa van r’êvebirên femkor t’emûl dike? 

Ma gelê îranê û r’ewşenbîrên wan çima wisa bêdeng in?  

Ma fanatîzma olî ewqasî jî mirov kor dike?  

 

HER DEMEK GOTINE XWE HEYE


Demajoyên dîrokê tên û li hev dibuhirin û ji xwe r’a pirsgirêkên nû û r’êyên ç’areserîya wan tînin. Û, eger mirov di dema xwe da ew r’ê dîtin, baş r’aç’avkirin, têgihîştin û firsenda dîrokî ji destê xwe bernedan, wê bikaribin wan pirsgirêkan ç’areser bikin.  

Her weha, her  demek tê û gotina xwe dibêje, û, eger mirov ew gotin baş têgihîşt, wê bikaribe r’êyên ç’areserîya pirsgirêkan r’ast bibîne û berbi armanca xwe va bilive. 

Dem û dîrok li hev zivir’în, demajo hatin û her yekê gotina xwe ji me r’a got, lê me guhê xwe da ç’îrokên dagerker û neyaran û me ç’areserîya ç’arenûsa xwe sparte wijdanê wan. Û ji  ber wê jî  em li pey k’êşa dîrokê man, xelkê bi hêza me û li ser p’arç’eyên welatê me ji xwe r’a  dewletên net’ewî avakirin û em jî di wan da (li ser xaka me!) wek k’ole xweykirin… Û me stuyê  xwe da bin  nîrê bindestîyê û em bi welatê xwe va di bin destê dagerkeran da man… heya ku bi daxwazîya serdema nû li dijî bindestî, bêmafî, t’evkujîyên sipî û sor hinek hest û r’amanên net’ewî di nav gelê k’urd da livyan. Û, her çiqas çû, têgihîştina r’ewşa heyî li hole bû, li vir û wir hinek  r’êxistinên k’urdî yên biç’ûk derdiketin hole, lê têgihîştina r’ewşa li K’urdistanê û r’êyên ç’areserîya pirsgirêkan heya dawîyê negihîştibûn. Lêbelê t’evgera bi Rêberîya birêz  Abdullah Ocalan bi taktîkên siyasî û stratêjîya demdirêj gav bi gav xwe da p’ejirandin û wek t’evgerekê, ya  ku hemû r’ewşa Welêt û T’irkîyayê derxistye zanebûnê, û gelê k’urd jî bi bawerî û   girêdanîyek a mezin berbi azadîyê va dibe… Û ev bûyerên vê dawîyê jî di derbarê vê yekê da ji me r’a dibêjin. Û ji wê tirsê, ku wê desthilatdarîya xwe winda bike, r’êjîma T’irkîyayê ya faşîst wek per’anîya gurên har li ser gel, siyasetmeder û hemû t’evgerê da dice…Lê ew tiştekî  tênagihîjin, ku demê ev t’evger gîhandye, ev Serok demê daye cîhanê, ji bo ku derdê gelê kurd ê hezarsale r’a bibe derman. Û ew çi dixwazin, bila bikin, meşa demê nikarin r’awestînin, û ew meş jî berbi ç’areserîya pirsgirêkên gihîştî va dibe. 

Îro r’êjîma T’irkîyayê mînanî dûp’işkê ye, ya ku ji hêrsana dizivir’e, dûvika xwe digeze û xwe jehrdadayî dike û dikuje. Û, wek ku tê xuyanê, Receb T’eyîb Erdoxan dê bibe tevirkolê  welata xwe û vê dewleta dijmirovayîyê bibe, di nav gor’istana dîrokê da binaxbike…   

Meşa berbi azadîyê va didome! Û gelê k’urd wê bi vê t’evgerbûna xwe, bi vê berxwedana bêhempa, bi berdêlên xwe, bi k’eda ku bi t’û tiştî nayê pîvandin bigihîje Azadîya xwe. Ev gel îro  gihîştye asteke wisa, ku mafê wî heye, ku di welatekî azad da bi  lehengên xwe, bi siyasetmeder û mafp’arêzên xwe, bi dayîkên aşîtîyê, bi kal û pîrên xwe, bi wan zar’okan, ên ku kevir kewkî tank û p’anzêrên dagirkran dikirin, bi van û yên din va di welatekî azad û serbixwe da bijî. 

Azadî, va, pir’ nêzîk e, û ji bo wê, ku ew  azadî zûtirîn dema xwe da  bê, dive her yek ji me hewl bide, ku ji  bo wê k’arekî bike, ku her k’urdek bibêje: “Va, va ye, Azadî p’ir’ nêzîk e, lê mirovek t’êrê nake, û ew mirov jî ez im!”  Lê ya sereke, Yekîtîya Net’ewî me divêt! Em hemû li dora T’evgera netewî bibin yek: bi k’arker û gundîyên xwe, bi mamosta û bijîşkên xwe, bi  nivîsk’ar,  r’ojnameger, hunermend, şanoger û wênegerên xwe, bi kal, pîr, jin û zarokên xwe, ji  ber ku mercê hebûna me, wek net’ew, Yekîtî ye. Bi yekîtîyê emê bikaribin welatekî azad û serbixwe avabikin û di wî welatîda bi şan û şeref, bi r’ûmetek a mezin bijîn…


*

*    *



Min dixwast r’amanên xwe bidomanda, lêbelê nameyek a min, a ku min yanzdeh sal berê ji Serokê Net’ewî birêz Abdullah Ocalan r’a nivîsî bû u bi rêya Byûroya huquqê ya sedsalê jê r’a şandibû, k’ete bîra min. Ew name sala 2000-î di hejmara 209-an ar’ojnameya “Azadiya   Welat”da di bin sernivîsa giştî ya “Nameyên bi zimanê qedexekirî” da hatibû weşandin. Di nav wê nameyê da min her wisa helbesta xwe ya “Dem û dîrok”  jî ji Serok r’a şandibû. Wê dema  teng û tevlihev da, dibe ku t’enê xwendevanên “AZADIYA  WELAT”  ew name xwendibûn,  ji ber wê jî min xwest li şûna  berdewamîya r’amanên xwe yên jorê wê helbestê  pêşnîyarî  xwendevanên xwe bikim:

 


Dem û dîrok

(Dîyarî ji  bo Serokê Net’ewî…)


Bila dîrok nep’onije,

Îcar demeke nû wê tê: 

Jiyaneke weke dojeh

Îro nema l-r’ewşa me tê!

Sal û sedsal l-hev zivir’în, 

Ev gel êdî ne  ew gel e,

R’oja çûyî naê k’ir’în:

Osmanîyê veneger’e… 

Keç’ û xortên me yên t’ûre

Agrê r’izgarîyê gur’kirin,

Partî, art’êş û gelê me,

Ocalan ew t’evgerkirin. 

Bila cîhan amade be, 

Îcar dora aştîyê hat,

Ji bo wê jî gel l-ser p’êyan e,

Îro azadî ye xelat.

K’ar û bare meyê ev be,

Û emê her li ser p’êyan bin, 

R’oja meyê r’onî bibe,

Dîroka me bê nûkirin… 

Va ye, îro Aştî tê,

Serokê me bûye serk’êş,

T’a Ewropa ji Îmralîyê

Aştî wek merc wî daye pêş. 

Nabe,- dibê,- weha nabe,

Bes e, êdî r’abin ji xew,

Îcar dema Aştîyê ye, 

Jiyaneke bê tirs û saw…

Îmralî jî ji wê r’ewşê

Neç’ar maye, bêpergal e,   

Hê p’al daye wek pîreşêr

Û diqîr’e, zarezar e: 

- Nema êdî qebûl dikim!..


Korda Mad

(Ezîz ê Cewo)

20.12.1999/Moskova



Gotinên miftehî :