1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Mirov û Heywan -4
Mirov û Heywan -4,mirov,û,heywan,sedemek,ajo,mejiyê,zindiyan

Mirov û Heywan -4

A+ A-

AJO ÇAWA KAR DIKIN:

Sedemek heye ku em jê re dibêjin “ajo”.
Di mejiyê zindiyan de ne, di reh û goştê mejî de ye, bi xwînê kar dike.

Bezê ajoyan heye. Dema pêdiviyê dibîne ew bez xweziyekê, girêzekê çêdike û tevî xwîna mirov an jî heywan dike.

Dema ku bezê ajoyan girêzê çêdike û berdide, ew girêz berî saniyeyekê tevî hemû xwîna mirov dibe. Dema ew girêz di demeke kin de pir were çêkirin û berdan, heywan û mirovan derdest dike, bandoreke mezin li ser dike, mecbûrî bicihanîna wî karî dike.
Heke ajo tunebûna dê mirov jî tunebûna. Belkî. Heke ajotunebûna dê heywan û mirovan guh neda dema xwarinê, dema têkiliyên cinsî, dema pêşveçûnê, dema guhartina cih, dema bilindbûnê, dema bidestxistinê, dema parastinê û hin wekî din ku hemû jî gelekî girîng in.

Di vir de tişta ku mirov û heywan ji hev diqetîne ew e ku di mirovan de li ser beşa ajoyan beşeke nû çêbûye. Ev beşa ku zanyar difikirin 100 milyon sal berê çêbûye, bi pêşketinê re bûye navenda aqil. Dema ku mirov ajoyên xwe di kontrola aqilê xwe de bi kar bînin mirov in, heke na heywanên baqil in.

Mirovên ku ajoyên heywanî bi wan re xurt in, ji rûniştin, axaftin, nihêrîn, awayê xwarin û vexwarinê, rabûn û rûniştinê jî xwe didin dest. Divê mirov vê xalê zêde veneke û kesî nexe rewşeke xerab, lê wekî mijareke zanistî divê ev xal jî xere gotin.

Teswîr:
Niha li hember du mase hene. Li ber maseyekê xortek û keçikek rûniştî ne, li ber maseya din jî xortek û keçikek din rûniştî ne. Niha li maseya yekem binihêrin. Xortê li ber wê maseyê serê xwe daniye, pişta wî xûz bûye, gewdê wî bi ser hev de hatiye xwarê. Wekî heywanekî di kemînê de xuya dike. Em nêzîk bibin. Deng tê. Hewl dide keçikê îkna bike ku ew çi mirovekî bihîstyar, taybet û cuda ye. Jê re çîroka xwe dibêje. Destê xwe dirêjî destê keçikê dike û hewl dide di demeke kin de keçikê bike hevala xwe.

Niha jî em li maseya duyemîn dinihêrin. Xortê wê maseyê di rûnişteka xwe de pir rihet e. Bîbikên çavên wî rihet in, nerm in. Di axaftinê de ecele nake, dora peyvê timî nade xwe. Armanceke wî ya ku tiştekî di demeke kin de bi dest bixe tune. Hewl dide keçikê nas bike ku ji bo hevaltiyê hilbijartineke rast e, an na. Mijaran ji zanînên civakî vedike. Xuya ye di mejiyê wî de beşa jorîn çalak e, ji zanîn û zanyariyan, bawerî û hêviyan bêhtir zewqê digire.

AJOYÊN VALA:
Bi taybetî nizanim navekî çawa li vê beşê bikim. Ji bo min beşa herî zehmet e. Lê bi mînakan, bi teswîran dikarim bînim ziman.

Di mirovan de hinek tişt hene ku di eslê xwe de ne ajo ne. Mînak “jîrbûn”. Helbet ji ajoya “bidestxistin” û ajoya “bilindbûnê” dikare hêzê bigire, lê ne wekî wan e. Jîrbûn di eslê xwe de hêza heywanî ji van herdu ajoyan digire, lê para din ji beşa mejî ya jorîn (beşa ehlaq, bîrdozî, ol) digire. Ji ber ku jîrbûn ne ajo ye, taybetiyên jîrbûnê jî piştre dikarin bêne bidestxistin.

Tişta esil ku ez dixwazim bêjim. Mirovek her roj jîrbûna xwe bi kar bîne, an jî mirov her roj jîrbûna zarokekî, mirovekî/ê derxe pêş mirov dikare “jîrbûnê” bike wekî ajoyekê. Ew mirov êdî di her karî de dê hewl bide ku jîr be. Helbet ev yek bi dubare çêdibe. Lê mamoste divê di vê dubareyê de ji gelek riyan sûdê wergire. Lê divê em ji bîr nekin. Tevî ku em dizanin bi 10 tiliyan jixweber klavyeyê bi kar bînin, an jî em dizanin devîraj, frên, dîreksiyon û gaza siwareyê jixweber bi kar bînin jî ev herdu tişt bi me re kurmên nivîsandinê, an jî kurmê ajotina siwareyê çênakin.

Lê hin ajoyên din, mînak ajoya bidûrketinê dikare ji mirov bixwaze ku bîstekî siwareyê bajo û hinekî bigere.

Sedema ku ez ji vê beşê re dibêjim “Ajoyên Vala” jî ev e. Di mejiyê mirov de beşek heye ku mirov dikare di wir de ajoyan biafirîne, wekî ajoya “jîrbûnê.”

Di dema lêkolînên xwe de min dît ku gelek doktor û zanyaran ev yek ferq kirine lê wekî riya bidestxistina pereyan bi kar anîne. Li DYA'yê pirtûkên di vî warî de bi milyonan hatine firotin. Yanî ajoya wan a “bidestxistina” pereyan di wan de jî derketiye pêş û ev taybetiya mirovan di vî warî de jî bi kar anîne. Bûye zanyar, lê ji heywan bi dûr neketiye.

Tişta ku ez behsa wê dikim ew pirtûkên “ajoyan” e ku hatine nivîsandin. Çendek mînak:
1- Riya Serkeftinê, 2- Riya Zîrekbûnê, 3- Rê û Rêçikên Di Kar De Bûlindbûnê ...

Gelek pirtûkên di van waran de hatine nivîsandin di eslê xwe de hindikekî mirovan motîve dikin, ajoyên mirovan bi kar tînin û devûrû davêjin erdê û diçin. Hin ji van pisporan ajoyan, hin jî ajoyên vala mane bi kar tînin. Yanî ev qad jî kirine qada “bidestxistina” pereyan.

Lê heke mirovek bixwaze bi rastî bi ser bikeve, di karê xwe de divê pergalekê çêke:

Duşem: Sêşem, Çarşem: Pêncşem: În: Şemî: Yekşem
Di van rojan de divê saeta kar û dema kar belî be. Bê navber divê li gor vê pergalê ew kar, an jî ew perwerde were kirin. Di vir de mesele ne motîvasyon e, ne konsantre ye. Bi dubareyê ajoyeke ku di mirov de tune be tê afirandin. Ji bo sînemager “ajoya pêşvebirina sînemayê”. Ev mînakek, ji bo herkesî ev dikare were guhartin.

Di mirov de dikare gelek gelek ajo bêne afirandin. Ev jî tenê bi pergal dikare were kirin. Pergal û dubare. Xwe baş amade bikin, dokumanên xwe amade bikin, pergala xwe belî bikin. Dema dirêj nexin navberê. Her roj, rojê çendek saet. Û dest pê bikin. Ji we serkeftîtir mirov çênabe.

Qediya...

 Nîşe: Di sala 1998'an de min ev teorî wekî pirtûkek nêzî 100 rûpelî li girtîgeha Trabzonê amade kiribû û daktîlo jî nivîsîbû. Wê demê hevalên me di girtîgehê de rojek xwe ya perwerdeyê dabûn vê pirtûkê (Riya Aqil) û nirxandinên xwe kiribûn. Lê mixabin ku ev pirtûk bi min re derneket derve, wekî gelek berhemên din