1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. NÊÇÎRVAN BARZANÎ AMADE YE, KU K’URDAN BI DESTÊ K’URDAN BIDE KUŞTIN! ÇIMA?
NÊÇÎRVAN BARZANÎ AMADE YE, KU K’URDAN BI DESTÊ K’URDAN BIDE KUŞTIN! ÇIMA?,nêçîrvan,barzanî,amade,ye,ku,k,urdan,bi,destê,k,urdan,bide,kuştin,çima

NÊÇÎRVAN BARZANÎ AMADE YE, KU K’URDAN BI DESTÊ K’URDAN BIDE KUŞTIN! ÇIMA?

A+ A-

Ev hewl, ên ku ji hêla KCKê va ji bo avakirina Yekîtîya Net’ewî hatye destpêkirin, ji hêla hemû r’êxistin, sazî, k’om û k’omeleyên k’urdî va bi erênî hatin pêşbazçkirin, û hemûyan jî ji bo wê piştgirîya xwe dîyar kirin, … ji bilî PDK.

Weha, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cigirê serokê giştî yê PDKê Nêç’îrvan Barzanî ev banga KCKê ya ji bo Yekîtiya Net’eweyî çawa bersivandye: “... Ger PKK ji Şengalê dernek’eve, pêwîst bike, emê şidetê bik’ar bînin!” ( http://www.rojnews.org/ ku/haber/7907/barzan-eger-pkk-ji-sengal-dernekeve-em-sdet-bikarbnin.html ).

Bi rastî, çiqas diçe, ev biradera mirov matma dike!

Û mirov dixwaze ji wî bipirse, k’a, gelo, ewê ji navê k’ê şiddetê bi k’ar bîne? Eger ji navê Hukumeta herêmê, ne erka serokê herêmê, û ne jî ya hukumeta wî êdî sal û nîvek e, ku bi fermî ne pêkan in (non-legitimate), ango, r’êvebirîya Herêmê îro ji hêla k’omekê va hatye zevtkirin (uzurpation), a ku bi r’êjîma faşîst a T’irkîyayê va girêdayî ye...

Ya dinê van biraderana di dema xwe da dikaribûn anegorî xala 140. a Destûra bingehîn a Îraqê pirsgirêka xakên K’urdistanê ç’areser bikirana, lê nekirin, lewra ku bazirganîya xwe ya malbatî va, bi dik’anên xwe yên li Stenbolê va, û bi derxistina nak’okî û t’evlihevîya siyasî ya li herêmê va mijûl bûn... (Fermo li xerîteya jêrê binihêr’in, k’a çiqas erdên Herêma Başûr îro derî sînorên Herêmê yên fermî hiştine!) Û, li şûna ku bi qanûnî vegerandina wan xakên k’urdî va mijûl bibin, r’abûne, û dixwazin şer’ê birakujîyê derbixin û xwîna k’urdan bi destê k’urdan bidin r’ijandin...

Wek ku tê zanîn, her çiqas r’êvebirîya PDKê ew xakên K’urdistanê bi dest r’êjîma Îraqê va berdaye(bi zanebûn, an bi nezanî), hemû r’ayedarên PKKê hert’im jî daxwîyandine, ku ew wan xakan wek beşekî Herêma otonom a Başûrê K’urdistanê nas dikin...

Û di vê r’wşê da, ya ku PDKê bi xwe gîyandye, eger yek r’abe û hêzên pêşmerge, an art’êşa tirk a dagerker li ser Şengalê da bibe, ewê bê wat’eya êrîşa hêzeke çeteyî li ser hêzên PKK yên p’arastina şengalê, û wê demê dê t’u ferqa di navbera wan û DAÎŞê da nemîne. Û, ji bilî vê, her çiqas paradoks jî bê xuyan, di vê statûya heyî da, ya ku wan bi xwe afirandye, ewê bi van êrîşên xwe r’êjîma Bexdayê neç’ar bikin, ku li dijî wan r’aweste...

Û ya dawîyê: wek ku tê zanîn bi “vexwendina” PDKê ev êdî bîst salî zêdetir e, p’arleşkerên art’êşa t’irk li Başûr in, û r’êvebirîya PDKê ji bo berjewendîyên xwe yên partîyî û malbatî dikare wan hêzên dagerkeran li dijî hêzên PKK bik’ar bînin.

Ji bo wê jî, banga min ji bo fermandarên hêzên pêşmergeyan heye:

– Ez hêvîdar im, ku hûnê neyên van lîstikan, nebin ç’eka destê dijmin, ji bo berjewendîyên teng ên hinekan hûnê şer’ê birakujîyê li dijî wan dernexin û navê xwe yê pîroz ê p’arazvanên gel r’eş nekin, lewra ku hûn jî baş dizanin, ku têk’oşer’ên PKKê xwîşk û birayên we ne, ew p’arazvanên gel, welat û r’ûmeta me ya net’ewî ne,! Hûn dikarin bi hev r’a, mil bidin milê hev, û li dijî dagerkerên welatê me bitêk’oşin!...

Ezîz ê Cewo

24. 12. 2016