1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. PÊVAJOYA PIŞTÎ MÛSILÊ
PÊVAJOYA PIŞTÎ MÛSILÊ,pêvajoya,piştî,mûsilê

PÊVAJOYA PIŞTÎ MÛSILÊ

A+ A-

Rizoyê XERZÎ

Niha li Rojhilata Navîn mijara herî zêde behsa wê tê kirin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne. Zêdeyî 2 salane ku tevgera gelê kurd li Rojavayê Kurditanê bi pêşengiya YPG û YPJ’ê li hemberî êrîşên komên çekdar ên cuda bajarên xwe diparêzin. Her wiha zêdeyî salekê ye ku bi çeteyên el Nusra û DAIŞ’ê re şer dikin lê herdem ew şer û pevçûn ji alî raya giştî ve an nedihat dîtin an jî dihate berovajîkirin û dûrî rastiyê dihate pêşkêşkirin.

Bi êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Mûsilê re ew yek hinekî hate guhertin. Lê tevî ku êdî vî şerî bêtir di medyaya cîhanê de cih girtin, hin dezgehên medyaya ereb ên bi nav û deng tevî hemû hovîtiya van çeteyan hê jî wan wekî şervanên şoreşê binav dikin.

Piştî Mûsilê rewşa Iraqê û helwesta desthilatdariya Nûrî Malikî jî ji hin tiştan hate guhertin û dema ku dît çember lê teng bû hewara xwe avêt Amerîkayê ku di warê leşkerî de alîkariya wî bike. Ji aliyekî din ve jî bang li kurdên Herêma Federal a Kurdistanê kir û amadebûna xwe ji bo imzekirina madeya 140 ya ku bi salane wiha bû aşkera kir. Li gorî wê madeyê di serî de Kerkûk, deverên Kurdistanê yên ku li derveyî desthilata Başûrê Kurdistanê mane dê tevli nav axa Kurdistanê bibin.

Siyaseta kurdan ya xweparstinê hate meşandin û tenê parastina axa Kurdistanê tê kirin. Ev siyaseteke raste ku kurdan şopand û xwe nekirina aliyek di vî şerê ku her diçe zelaltir dibe şerekî mezhebî. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman siyaset hate meşandin.

Tevî ku rayedarên Herêma Ferderal a Kurdistanê hêzên Rojavayê Kurdistanê ji bo vê siyaseta xeta sêyemîn a ku nebû alî di şerê di navbera hikûmet û komên çekdar de gelekî rexne kir lê niha em dibînin ku ew heman siyasetê dimeşînin û naxwazin bibin alî di vî şerê ku veguheriye şerê sunî û şîiyan de.

Dema ku kurdên Rojavayê Kurdistanê ev siyaset dimeşandin ew bi alîgiriya Esed re dihatin tewanbarkirin lê derkete holê ku siyaseta rast ew bû û başûr jî neçar ma ku heman siyasetê bimeşîne.

Heke em niha bêjin divê Başûr helwesta xwe rast bike û tevî muxalefeta çekdar şerê Nûrî Malikî bike dê ev çiqasî rast be, dema ku rayedarên Başûr ji hêzên kurd ên Rojavayê Kurdistanê dixwest ku bi komên çekdar re li dijî Beşar Esed şer bikin, ewqasî raste.

Niha tiştê herî giring ne ew e, em bêjin kê rast kê ne rast kir lê niha tiştê aşkera û berbiçav ew e ku ev çeteyên ku tu qanûn û rêbazên mirovahiyê nas nakin û di hemû êrîşên xwe de kuştin, kavilkirin û wêrankirinê dihêlin, elekî bihêztir bûne û bûne xwedî mal û çekên giran. Lewre heke kurd hêza xwe nekin yek li hemberî van çeteyan dê di pêşerojê de komkujiyên mezin bînin serê kurdan û kîjan ji wan taştê be yê din firavînê, bila kesek xwe nexapîne.


Gotinên miftehî :