1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Qur'anê Parastin Ferz Kiriye
Qur'anê Parastin Ferz Kiriye,qur,anê,parastin,ferz,kiriye

Qur'anê Parastin Ferz Kiriye

A+ A-

Wekî tê zanîn berhevkariya Qur'anê ne li gor qaîdeyê hatina ayetan (berat) hatiye kirin. Dema mirov derê Qur'anê vedike, mirov dibîne ku Qur'an bi sûretê Elhemdû dest pê dike, lê ew ne sûretê yekemîn e ku ji Hz. Mûhamed re hatiye. Lewre berhevkariya Qur'anê li piştre di dema xelîfetiya Hz. Osman de hatiye kirin û li gor hin pîvanan, li gor mijarê û girîngiya ayetan hatiye kirin.

Wekî tê zanîn sûretê duyemîn “Beqere” (Çêlek) ye. Di sûretê Çêlekê de ayeta yekem jî wiha ye:

“Zalîkel kîtabû la reybe fîhî huden lîlmutteqîn”.
Yanî: Qet şik û şubhe tê tune ku ev pirtûk ji bo wan kesan e ku mutteqîn in.”
Di hin tefsîran de mutteqîn wekî “bawermend” hatiye danasîn.

Ya rast ev tefsîreke pir kêm e. Heta vala ye. Gotina “mutteqîn” pirwate ye. Min tu caran nedixwest ku bikevim van mijaran, lewre ez ne mela me. Lê wekî feqiyekî kevin ê medreseyê, piştî ku dibînim a'limên îro Qur'anê gelekî bi kêmasî tefsîr dikin, mecbûr im ku li ser vê mijarê hinek tiştan bêjim.

Di ayeta yekem de, ev gotina “mutteqîn” ku derbas dibe, pirwate ye, yanî tê gelek wateyan. Ez wan wateyan wiha bi rêz dikim:
1- Bawermend,
2- Kesê hifz û parastina xwe dike
3- Zana, xwenede, teqwa

Min hem li tefsîrên erebî, hem li yên kurdî nihêrî ku ji Başûrê Kurdistanê min peyda kiribûn. Di hemû tefsîran de Qur'an gelekî bi kêmasî hatiye kiştin, ango tefsîreke rind nehatiye kirin. Di ser re derbas bûne. Ev jî ji “nihêrîna” a'lim û xwenedeyên olî ye.

“Mutteqîn” kesên bawermend in, lê her wisa jî parastina xwe dikin. Heke em vê “parastinê” wekî parastina baweriyê bi nav bikin, wê demê em wateya ayetê ya esasî jî davêjin aliyekî û vala dikin. Ji ber ku tefsîrek wisa “bawermenidiyê” dike karekî şexsî. Lê îslam oleke civakî ye, başî û xweşiya civakê armanc dike. Li gor vê yekê kesekî ku hew parastina xwe, baweriya xwe esas bigire û ya civakê dayne aliyekî ne kesekî ku îmana wî temam e.

Parastin tiştekî pir alî ye. Parastina baweriyê heye, lê parastina tenduristiyê jî tê de ye. Lewre bedena mirov li gor îslamê emanetê xwedayî ye û li ser mirovan ferz e ku wê bedenê biqarêze ji nexweşiyan, bobelatan û qirêjiyê. Heke nexweş bikeve û derman neke, bedena xwe, hişê xwe, aqilê xwe neparêze dîsa gunehkar e û pêdiviya ayeta yekem bi cih neaniye.

Parastina axê jî di vê ayetê de ye. Di ayetên piştre de jixwe parastinê axê hatiye vegotin, kesê ku parastina “ereseyê” dike jî wekî şehîd hatiye binavkirin. Jixwe gotina “erese” û “erz” (bi tirkî irz, namûs) ji yek kokê ne. Yanî axa mirovî namûsa mirovî ye, parastinê wê ferz e, mirineke di ber axê de jî bi şehadetê hatiye xelatkirin.

Em dibînin ku dema em ayeta yekem rast şîrove dikin, wekî xelekên zincîrê wateya hin ayetên din jî aşkeretir dibin, tefsîra wan temamtir dibe.

Di ayeta yekem de ku dibêje “ev pirtûk ji bo mutteqînan e”, em fam dikin ku di îslamê de “parastin” xala duyem e. Belê xala yekem çi bû? Xala yekem “iqre” ye, ango “bixwîne”, yanî xwendin e.

Em dîsa vegerin ser ayeta yekem. Qur'an parastina olî, bawerî, netewî û axê jî ferman dike, em fam dikin ku di gotina “mutteqîn” de wateya “parastinê” bi giştî hatiye bikaranîn û di wateya herî fireh de hatiye bikaranîn.

Gelo em ê cudahiya navbera parastin û êrîşê çawa fam bikin? Tefsîrek xurt di vî warî de jî encax dikare wiha bêje: "Parastina baş ew e ku berî dijminekî aşkere ku amadekariyê dike êrîşî ser we bike, hûn êrîş bikin. Lewre ew êrîş amadehiya dijmin têk dibe û parastina herî baş e."

Li gor vê yekê parastina sînor, parastina axê, parastina gel, parastina civakê hemû li ser bawermendan ferz e. Jixwe em piştre fam dikin ku mirov parastina axê nekin ax dikeve bin destê hinekên din (ku pirê caran ne ji baweriya mirov in û armanca dakirkeriyê jixwe “xwarin” e). Piştî ax kete destê hinekên din, rêveberiya gel jî dikeve destê wan û êdî rêveberî ne li gor baweriya mirov tê kirin, lê gor baweriya dagirkeran tê kirin. Ji vir û pê ve jî ne ol dimîne, ne oldar. Ne bawermend dimîne, ne bawerî. Jixwe li rewşa gelê me binihêrin, hûn ê fam bikin ku îman û baweriya gelê kurd a îslamê di çi rewşê deye.

Gelekî ku pêdiviya ayeta yekem a suretê Beqere bi cih neanîbe, nikare bêje “îmana min temam e”. Melayekî ku gelê xwe bi vî rengî ronî nekiribe jî ji her neferekî/ê vî gelî bêhtir gunehkar e û heke hesabek hebe jî dê ezabê wî ji yê her neferekî ji rêzê bêhtir be.

Bila tu kes nebêje “gelê me ne gelekî bawermend e û di ber gelekî wiha de kuştî nabin şehîd”. Kesên ku wiha dibêjin, ji bîr dikin ku îslam ne olek wisa ye ku li ser mirovahiyê barekî îbadetê ye. Îslam pêşî “oleke civakî” ye. Di bingeha xwe de Qur'an, Yasaya Bingehîn a Civakî ye û ji zagonên wisa pêk tê ku hewl dide ji bo mirovahiyê jiyaneke bi xweşî ava bike. Hemû îbadeta ku ferz kiriye jî bi armanca xurtkirina îradeya mirov e. Îslam ne oleke wisa ye ku ji qaliban pêk tê. Na! Berevajî vê yekê, tew der barê kirina nimêjê de zêde teferûat (kîtekît) neaniye zimên. Nizanim filan tişt bibe destnimêj dişkê, filan tişt bibe nimêj nabe, destê mirov gere wiha be, çongên mirov wiha... Ev kîtekît hemû piştre li gor şîroveya xwenedeyan hatine kirin. Jixwe ji ber van şîroveyên nîvco îslam parçe parçe bûye, ji Kurdistanê bêhtir hatiye parçekirin bi mezheb û hin wekî din. Xwenedeyên îslamî yên îro îbadetê wekî “deyndariya xwedê” bi nav dikin û ji “xurtkirina îradeyê” bi dûr dixin, dikin barê kerekî li ser pişta mirovekî. Ji ber wê ye ku diçe li mizgeftê nimêjê dike, lê heta êvarê jî li dijî gelê xwe an jî gelekî din sîxuriyê dike, cerdevaniyê dike, an jî tiştekî girantir dike. Ji ber wê ye ku hem nimêj dike, hem jî fesadiyê, gelaciyê, derewan û diziyê dike, tişta ku ne heqê wî be dixwe. Ya rast mirovekî ku bi baweriya “konsantrasyon” û “xurtkirina îradeyê” li nimêj, rojî û îbadetên din binihêre, nikare zû bi zû van tiştan dubare bike. Ev hemû ji bo îradeyek wisa hatine ferzkirin ku mirov hînî parastinê bibin. Lewre ev xalên ku me behs kir, hemû li ser bingeha parastinê ye.

Ji ber vê ye ku ez dibêjim gerîlayekî ku li serê çiyê dimeşe, di bengeha xwe de wekî nimêj bike îradeya xwe xurt dike. Û îmana wan a civakî ji îmana gelek melayan xurtir e. Ew mela ku nikarin du saetan di ber kurdekî de lêxistinê bixwe. Ew mela ku hem meaş ji dagirkeran digire, hem jî nikare gotinekê ji xutbeya wan zêdetir bike. Ez bi hemû baweriya xwe dibêjim ku ew ên di ber gelê xwe de wisa fedakariyê dikin û bi vî rengî ayeta yekem bi cih tînin, di rojek lêpirsîna hesab de pirsa nimêjê nabihîze û dê hesabê wê nebîne. Li roja heşrê gunehê wan di stuyê min de be heke pirseke wiha ji wan were kirin.

Ya rast, her çiqas îslam wekî oleke “qaliban” tê naskirin jî, ne wisa ye. Ji bo mirovekî ku şehadeta xwe neaniye û baweriyê bi xwedê nayne, hatiye gotin ku “ew dê bikeve dojehê, lê agir dê wî neşewitîne.” Çima? Ji ber ku ew kes ne misluman e, lê karekî baş dike ji civakê re. Wekî me li jor gotî, îslam oleke ji bo başiya civakê ye û karekî baş ê ji bo civakê ku kê jî kiribe dihesibîne. Ji bo vê yekê kesên ku dibêjin “Tevgera Kurd” ne bawermend e jî pûş dikutin, bi vî rengî tenê xwe dixapînin. Kî bi kirina xwe ketiye pey rizgariya xwe ya şexsî û hewesa cineta horiyan û kî ketiye pey armancên eslî yên hemû ol û pêxemberan û fedekariyê dike, belî ye.

Wekî encam, ji bo hûn “mutteqîn” bin parastina xwe bikin. Di warê parastina şexsî û netewî de çi ket ser pişta we, para xwe bi cih bînin. Kesên ku pêdiviya ayeta yekem bi cih nîn in, Qur'an ne ji bo wan e. Lewre dibêje “Qet şik û şuphe tune ku ev pirtûk ji bo wan kesan e ku mutteqîn in.”


Gotinên miftehî :