1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Celalettin Yoyler
  4. Rastîya diroka ji dayîkbûna Melayê Cizîrî
Rastîya diroka  ji dayîkbûna Melayê Cizîrî,rastîya,diroka,ji,dayîkbûna,melayê,cizîrî

Rastîya diroka ji dayîkbûna Melayê Cizîrî

A+ A-

Wan zanayên kurdên wê demê û heta serdema bistan, ji bilê zimanê Ereban,Farisan û Tirkan dikarîbûn bi zimanê gelê xwejî berhem derxistana û pêşkêşê gelê xwe bikirana.Biserde bi sedan salan di Medreseyên Kurdistanê de, bi zimanê Erebî, Farisî, dersdane û ji Feqîyên xwere bi zimanê kurdî ravekirine.Jibil vê beşa ku her bi zimanê bîyanîyan pênûsa xwe xebitandine,beşek giran ji zanayên kurt bi zimanê gelê xwe,berhemên pir hêca pêşkêşê gelê xwe kirine.Seydayê mezin( Mele Ehmedê Cizîrî)jî,yek jiwan kesane ku di meydana wêjeya kurdîde,berhema xweya rengîna wêjeyî,bi naverokên bê hempa, pêşkê gelê xwe kirîye û ketîye radeya herî bilinda wêjezanîya di qada cîhanêde.Lê dîsa pir mixabin;kesek ji Melayên Medreseya kurdî,rojek ji rojan negotine: em vê berhema Melaya gewherî, jibo gelê xwe şrovekin û bi gelê xwe bidene zanînê: ku, ev berhema Melaya wêjeyî, deryakî ji zanîna bê hempaye.Mela û feqîyên Medreseya kurdî, tim bi çavê dengderanîna muzîkî, livê berhema Melaya giranbiha nihêrîne û bi dengên xweyên êlî û zîz,xwendine û guh danehev.

Birastî dîwana Mela, çiqas helbestekî bi muzîka xweş awaze jî lê jibo xweş awazîyê nehatîye amadekirinê.Lewra helbestên Melê ;xudanê naverokên felsefîne û bi watedarîyên piralî hatine dagirtinê û xemlandinê.Jiber van sedemên ku me dane rêzkirinê ,me pêdivî bi şrovekirina vê berhemê dît û di Sala 1997 de dest bi şrovekirina wê kir.

Lewra berhema Seydayê mezin(Melayê Cizîrî)çiqas dagirtîyê bi gewherên curbecure, ewqas jî bi neqşandina bêje û hevokên erebî,farisî û bêjeyên giran wateye. Bi zanîna min;kesên ku derketîyên ji Medreseyên kurdî nebin û ji xwendina xweya medreeyê jî, qenc nizanîbin,ew nikarin ji Dîwana Mela bizanin û Şrovekin.

Herçiqas em ne mêrê vê meydanê ne jî, me daxwe ku vê berhema piralîya felsefî, jibo xwendevanên wê, şrovekin û di tarîtîya dîrokê de nehêlin.Bi giranî di şrovekirina "Dîwana Mela" de,me ji şroveya Seydayê (Mele Ehmedê Zivingî)ya ku bizimanê Erebî şrovekirîye û ji şroveya Seydayê Hejar(Ebdûrehman Şerefkendî)ya ku bi devoka Soranî şrovekirîye istifadekir.Lê her bi tenê ew herdû şrove, bome bûne alîkarê hinek peyvên nedîyar.Herçiqas rêbazên meyên şrovekirinê nêzîkê hevbin jî, şroveya me ne wergera ji berhema wane.Rêbaza şroveya meya liser helbesta Mela;bi rêbaza "şroveya bêje û hevokan, bi kurtayî şrove ,û ramana şroveker" hatîye nivîsandinê.Ger di beşên şroveyande kêmayî hebe jî,tikaya me ji xwendevanên şroveyê heye, ku limenegrin û me hişyarkin.Digel şroveya her helbestekî ji helbestên Melê; bi berfirehî,me pêdivî bi kurte ferhenga pirtûkê dît, amadekir û danî dû nivîsa pêşgotinê.

JîNENİGARİYA MELA

NAVÊ MELA, NASNAVÊ Wİ,BAJAR Û EŞİRA Wİ

Navê Mela Ehmede. Nasnavê wîyê binavdeng (Melayê Cizîrî)ye.jiber ku ji Cizîra Botaye,jêra gotine (Melayê Cizîrî).Dîsa Mela di helbesta xwede,xwe bi nasnameya(Nîşanî)daye dîyarkirinê. Armanc jivê nasnavê ewe, ku Mela tim hedefbûye jibo tîrên evîna yara xwere û dijwarîyên diwê rêyê de.Navê bavê wî çawa ku Eladîn Seccadî dipirtûka xweya binavê (mêjûwê Edebê Kurdî)de) di derbarê şroveya rewşa Mela de, ku( Ebdulqadirê kurê Elîyê Umadî) di Sala 1338’ê koçîde nivîsîye û gotîye: navê bavê Mela Muhemmede û di Bajarê Cizîrêde ji dayîkbûye û ji eşîra Bextîya Kurdî, ji binemalekî mezin û xwendaye .

DEM Û HEYAMÊ KU MELA TÊDA JİYE

Gava ku em dikevine nav vê mijara ku ji dem û heyamê Mela salix dide,em mijarê ji şroveya Seyda yê (Mele Ehmedê Zivingî) ya ku bi zimanê Erebî liser Dîwana Mele Ehmedê Cizîrî amadekirîye, digrin û dertînin rojeva niqaşa xweya di derbarê heyam û dîroka ji dayîkbûn û hemdemîya Melaya bi kesayetên dema wîra.

Diberya ku em dîtin û ramanên Seydayê Elaeddîn Secadî bînin rojevê,em dikarin bibêjin:Raman û dîtinên ku Seydayê Secadî di derbarê heyam û hevdemîya Melaya bi hinek kesayetan re di pirtûka xweya bi navê(Mêjûyê edebî kurdî)de anîye ziman û raste rast nedîtina wîye û dîtina hinek ji nivîskar û dîrokzanên ku nekarîne xwe bigehînine rastîya mijarê û hevdemî û dîroka ji dayîkbûna Mela bi hinek gotinên nevebir û pir jihev cuda, di berhemên xwyên dîrokîde, bi guman dane dîyarkirinê û nivîsîne.

Emê van ramanan yek biyek ji jêderdkên wan derînin û jibo rayagiştîya xwendevanên şroveya xwere dîyarkin. Lidû ramanên curecurên di derbarê Melê de,emê dîtin û ramanên xweyên ji jêderkên vebir û bêguman, biberfirehî dîyarkin û pêşkêşê nirxandina xwendevanên şroveya xwekin.

Seyda Eladîn Secadî, di lêkolîna xweya di derbarê jînenîgarîya Mela de, dibêje:

Belîc Şêrgo (Celadet Elî Bedirxan)dipirtûka xweya bi navê(Elqedîyetil Kurdîyet)de dibêje:Navê Melayê Cizîrî(Şêx Ehmede)û ji Cizîra Botane .Di Sala (1160) tê koçîda liwî bajarî çûye ser dilovanîya Yezdan.

Muhemed Emîn Zekî Beg jî, dipirtûka xweya bi navê "Xulasetî Tarîxil Kurdî wel Kurdistan"(Kurte Dîroka Kurd û Kurdistan)de,dîsa di pirtûka xweya binavê "Meşahîril Ekrad"(Navdarên Kurd)de, dibêje:Navê Mela;(Şêx Ehmede)di dawîya Sedeyê Şeşê koçîde jîye û hevdemê Umadedînê Zengî, hakimê Mûsilêye û piştê Mewlana Camî, hatîye dinê û nusxek ji Dîwana xwe, jibo (Xanê xanan)hakimê Tebrêzê kirye dîyarî û şandîye.

Muhemmed Elî Ewnî Beg jî,, di (Meşahîril Ekradê) de dibêje:Peyva(See'dî û Hafiz)ku di Dîwana wî de hatine, neji gotinên Melane.Belkî hinekan didû wîre danîne nav helbestên wî.Lê Mamosta piştê demek gotîye ew herdû peyv ji gotinên Mela;ne Çawa ku Mamosta Secadî jî; di pirtûka xwede dîyardike.

Rojhilatnasê Rûsî(Ogest jaba)di pirtûka xweya bi navê(Mijûlîya ji Kurdan)de,dibêje:Mela; ji Cizîra Botane û di Sala (540-556) ê koçîde,di heyamê (Umadedînê Zengî )de,hebûye.

Rojhilatnasê Elmanî(Fon Hartman)ê ku Dîwana Mela li Berlînê di Sala 194l ê mîladîde çapkirîye, ewjî bawerî bi gotinên kesên navborî kirîye û gotinên wan rast dîtîye.

Lê Seyda Eladîn Secadî dengeya di navbera wan gotinan û rastîya dîrokêde nirxandîye û rast nedîtîye û nebejrandîye.Eladîn Secadî, piştê ku ramanên wan kesan dide dîyarkirinê,dibêje: Ezê ji wera dîtineke nû di derbarê jînenîgarîya Mela; de derînim meydanê û dîyarbikim:Dibêje dîtina min ewe ku min nusxekî jj Dîwana Melaya ku "Ebdulqadirê kurê Elîyê Umadî" di Sala 1338ê koçîde bi destê xwe nivîsîye,diberçavanra derbaskir.Mindî ku di wê nusxeyêde Ebdulqadir dibêje:Navê Mela Şêx Ehmede navê bavê wî Şêx Muhemmede,di Sala 1407ê mîladîde li bajarê Cizîrê ji dayîk bûye û ji Eşîra Bextî ye.Xwendina xweya destpêkê libal bavê xwe xwendîye û di dûra lidevera Amed,Cizîr,Hekarî(Colemêrg)û Umadîyê Dersên ji curbecur zanistan girtîye û di dawîya qedandina xwendina xwere, li Gundê (Sitrabas)a Bajarê Amedê, libal Seydayê bi navê (Mele Taha) Destûrnameya xweya qedandina xwendinê standîye û bûye Melayê Gundê

binavê (Sirba) li devera Amedê.Di dûra zivirîye Bajarê Heskîfê û demek liwî bajarî maye û ders daye û gelek ji feqîyên wî libal Destûrnameya xwe girtine.Dema ku li Heskîfê bûye, lerza evîna Xudayî girtîye û dest jidersdayînê berdaye û ketîye nav pêlên evînê û dest bi nivîsandina helbestên xiramî(Evîndarî) kirîye.

Lidû vê rewşa xweya evîndarî, di Sala 1481 de zivirîye bajarê Cizîrê û di temenê xweyê 75 Salîde çûye ser dilovanîya Yezdan(Xuda).Seyda Mele Ehmedê Zivingî;xwedîyê şroveya Dîwana Mela ya bi zimanê Erebî, di pêşgotina şroveya xwede dibêje: tu bawerîya min bivan dîtin,ramanên ku di derbarê jînenîgarîya Mela de ji hêla hinek ji rojhilatnasan û rewşenbîran ve hatîye gotinê û nivîsandinê tuneye.Seyda M.Ehmedê ZivingîDibêje: ez dixazim nerastîya van ramanan, yekbiyek bînim ziman û pûçbikim û rastîya jinenîgarîya Mela bidme nîşanê xwendevanên berhema xwe.Seyda Mele Ehmedê Zivingî, dibêje:Melayê Cizîrî gava ku di helbesta xwede ji Cengizxan dipeyîve û dibêje:

(Ji reena nêrgizên tey mestî xûn rêz)

(Zeman bû ehdê ceng engîzê Cengîz)

Rengê dirindî û barbarîya êrîşa Cengizxanê Teterî ya liser welat û bajarên îslamê tîne ziman û dide dîyarkirinê.Neku hevdemîya xweya bi Cengiz ra tîne ziman.Lewra Cengizxan di 624ê koçîde mirîye û Mela ji rengê gemarîya wî dipeyîve.Dîsa Mela di helbesta xwede,dibêje:(Cengizî hat Têmûrî leng)Eva helbetajî dide zanîn ku Mela piştê Têmûre.Ewjî di 807 de mirîye.

Dîsa:Seyda Mele Ehmedê Zivingî dide zanînê,ku Melayê Cizîrî nehevdemê Hafizê Şîrazî,nejî yê See'dê Şîrazîye.Herçiqas di helbesta xwede jiwan axivîye û gotîye:

(Ji Hafiz qutbê Şîrazî,Mela er fehm bikî razê)

Hemjî gotîye:

(Ger Luelu ê mensûrî jinezmê tu dixazî)

(Wer şie'rê Melê bîn, te bi Şîrazî çihacet)

Gava em li dema Hafizê Şîrazî û li ya Şêx See'dîyê Şîrazzî dinhêrin;em dibînin: ku dinavbera wande jî, nakokîyên dîrokî heye.Lewra Mewlana Camî;di berhema xweya binavê(Nefehat)de dibêje:Hafizê Şîrazî di Sala 792 ê koçîde mirîye.Herwisa Şêx See'dê Şîrazî jî, di sala 691ê koçîde mirîye.Mewlana Camîyê ku navê wî bi See'dê Şîrazîre di helbesta Melê de derbasdibe û dibêje(Ji rengê Seedî û Camî)ewjî di Sala 898 de çûye ser dilovanîya Yezdan.Seyda Mele Ehmedê Zivingî dibêje: van nakokîyên dîrokî besin jibo ku Seyadayê Cizîrî nehevdemê van kesane.

Dîsa em dibînin ku Mela dihelbesta xwede, rêze helbetek erebî ji helbesta Fadil Ehmed Paşayê ku di Sala 902 dê koçîde çûye ser dilovanîya Yezdan nivîsîye.Yanî her hevokek ku Mela ji berhemek girtibe an axiftibe nabe nîşana ku Mela hevdemê wî kesîye.

Jivan mînakan têzanînê,ku ramana rojhilatnasê Rûsîyê bi navê(Ogest Jaba)di derbarê Melade ku dibêje:Mela di (540-556) de didema (Umadedînê Zengî) hakimê Mûsilê de jîye,neraste.

Dîsa gotina (Muhemmed Emîn Zekî Beg) ku dibêje: Mela dinîveka qirna şeşê koçîde û di heyamê (Umadedînê Zengî) de jîye û nusxek ji Dîwana xwe dîyarê hakimê Tebrêzê(Xanê xanan)kirîye, ewjî neraste.Lewra gava bi Mîr Umadedîn re helbet gotîye ji Umadedînê Mîrê Cizîrê mijûlbûye û bi wîra helbest gotîye.Gava ku van dîroknasan di helbestêde navê (Umadedîn) dîtine Umadedînê Zengî zanîne.Ewjî neraste. Lewra dihelbestêde ji Mîrê Cizîrê dipeyîve û dibêje:

(Ji Mîr û Bekler û Çîran=xulamê Mîr Umadînim)

Birastî mebesta Mela di helbestê de Umadedîn Mîrê Cizîrêye û ne Umadedînê zengî yê hakimê Tebrêzêye.A evaye çewtîya mijara ku dibêjin: helbesta Melaya bi sernivîsa(xanê xanan)jibo hakimê tebrêzêye.Hemjî em dikarin bibêjin: helbesta (xanê xanan,) jibo Mîrê Cizîrêye û nejibo Umadedînê Zengî hakimê Tebrêzêye.Lewra Mela dihelbseta xweya di beşa (Xanê xanan) de dibêje:

(Ayetulkursî û En-am heykela toxa tebin)

Dîsa dibêje:

(Sûre-ê umulkitab madarê hedret sûrî bî)

Van helbetên binaverokên ayetên Qur-ana pîroz, didene nîşan, ku Mela helbesta xwe, jibo Mîrê Cizîrê Mîr Umadedîn gotîye û nejibo Umadedînê Zengîyê hakimê Tebrêzê.Lewra van ayetên Qur-anê lidora Sûr û bedena bajarê Cizîrê hatine nivîsandinê.

Hemjî Mela di helbesta xwede ji bajarê Cizîrê û ji eqlîmê rabîe' dipeyîve û dibêje:

(Ma Cizîrê şubhê Darê textê hevt eqlîmê bit)

(Gerçi der eqlîmê rabîe hate textê seltenet )

Van herdû helbestan didene nîşan ku peyva(Xan û Şehînşah) jibo Mirê Cizîrê hatine xebitandinê.

Dîsa helbesta Melaya:

(Netenê Tebrêz û Kurdistan liber hukmê tebin)

(Sed wekî şahê xurasanê di ferwarê tebî)

Dide nîşan ku armanc ji şehînşah û xanê xanan,Mîrê Cizîrêye.

Dîsa Seyda Mele Ehmedê Zivingî dibêje:Mela di helbesta xweda gava dibêje:(Teşbîhê tîrên xanşeref)Armanca wî jê xanşerefê kurê Mîr Ebdalê Cizîrêye.Çawa ku Şerefxanê Bitlîsî di pirtûka xweya bi navê(Şerefname)de dibêje:Şerefxanê Mîrê Cizîrê di Sala 1005ê koçîde, di jîyanêde bûye. Gotina Şerefxanê Bitlîsî raste û Şerefxanê Mîrê Cizîrê hevdemê Melaye.Seyda (Mele Ehmedê Zivingî) di pêşgotina Şroveya xweya liser Dîwana Mela de dibêje:Rastîya dema Mela û dîroka wî, bi lêkolina mina liser mijarê, ewe, ku Mela di dawîya serdema dehande û di piştê nehwêd û pêncîyê koçîde jîye û hevdemê Mîrê Cizîrê(Şerefxanê kurê Mîr Ebdalê ji Mirekên Azîzane .

Dîsa Seyda Mele Ehmedê Ziingî, didomîne û dibêje:Şerefxanê Mîrê Cizîrê di bajarê Cizîrê de, xwendegehek binavê(Medreseya Sor) avakirîye û Mela jî, yek ji dersdayê wê Medreseyê bûye û hevdemê Mîr Şerefxane.Lewra di helbesta xwede çawa me di pêşîda gotibû,Şerefxan di 1005 ê koçîde hebûye.Çawa Mela jî diwê demê de qala Mîr kirîye û gotîye:

(Xef wan reşandin dil xedeng*teşbîhê tîrên Xanşeref)

Dîsa helbest gotina Melaya bi Umadedînê Cizîrîre, dema hevaltîya wîya bi Mîr Umadedîn raye.Çawa ku têzanînê di hinek nusxeyên Dîwanê de, Mela û Mîr Umadedîn, bi hevra helbest gotine û di berya hezarê koçîde, kesek binavê Mîr Umadedînê Mîrê Cizîrê hebûya wê Şerefxanê Bitlîsî di kitêba xweya binavê(Şerefname)de jê mijûlba.Yanî têzanînê ku eva Mîr Umadedîna di dû hezarê koçîra,bihevdemîya Melaye û yek ji Bira an kurmam û pismamê Mîr Şerefxane û di piştwîra bûye Mîrê Cizîrê.

Dîsa wekî Mîr Umadedîn,dinavbera (Feqîyê Teyran)û Mala de jî, bihevra helbset gotin û

xwendin çêbûye.Yanî gava(Feqîyê Teyran)bi Melare helbet gotîye û diwê helbetê de dibêje:ji temenê min (Hezzar sal çil û yek çûne) Seyda Mele Ehmedê Zivingî dibêje:Eva gotina (Feqîyê Teyran)ku dibêje:Hezar Sal çil û yek çûne,dide nîşan ku Mela dipişt Nehsidê koçîra û heta piştê hezarê koçî maye û hebûye.Seyda Mele Ehmedê Zivingî dibêje:Ez mame şaş,! çawa ku van kesên Dîroknas û nivîskar, vê rastîya dîrokî nedîtine û ewqas ketine nav şaşîya di derbarê Mela de û diroka jîna Mela nedîtine.

Bi rastî: dîtin û ramana Seyda Mele Ehmedê Zivingî(Muftîyê Qamîşloya Sûrîyê)pir nêzîkê rastîya dîroka jîna Melaye.Lewra Seyda (Mele Ehmedê Zivingî) jêderk û delîlên vebir anîye ziman û xwe pir nêzîkî dema ji dayîkbûna Mela kirîye.Lê mixabin dîsa xwe negîhandîye vebir demê.Lewra çawa gotina (Feqîyê Teyran)a ku gotîye (Hezarsal Çil û yek çûne )anîye ziman, diva gotina ku Feqî gotîye:Gava min û Mela bi hevra helbset digot:(Sal:1031) bû jî bianîya ziman.Helbesta ku Feqî bi Melara gotîye, wihaye:(Zanin meddahê kême=di hezarû yek û Sîhan).Eva gotina Feqîya di helbest gotina bi Mela re bo destpêka ji dayîkbûna Mela û destpêka jîna wîya dîrokîye.Emê vê gotina Feqîya ku pir rêya meya xebata di derbarê dîroka jidayîkbûna Mela de ronahî dike,di dawîya lêkolîna xweya liser jînenîgarî û dîroka destpêka jîna Mela de,biberfirehî hildine mijara xweya lêkolîna liser destpêka jîna Mela û şrovekin.Di berya nirxandin û dîtina meya derbarê destpêka jîna Melê de,em dikarin bibêjin: dîroka despêka ji dayîkbûna Melê ya di berhema Mamoste(Feqî Huseyîn Saxnic)de, ya bi navê (Dîroka Wêjeya Kurdî) ji encama lêkolîna me, hatîye bidestxistinê.Lê pir mixabin navê me, di çavkanîya wê mijarê de, nehatîye nivîsandinê û birêz Mamoste nedaye dîyarkirinê û negotîye: min ev dîrok ji lêkolîna Celalettîn a di derbarê şroveya liser Dîwana Mela de girtîye û pejirandîye.Ez dîsa Mamostayê hêca dibîrtînim û jêra dilovanîya Yezdan dixazim.

NİRXANDİNEK LİSER PÊŞEKA TÎPGUHÊZÎYA DÎWANA MELA

Birêz Zeynelabidîn Zinar,di pêşgotina tîpguhezîya Dîwana Mela ya ji tîpên Erebî bibal tîpên kurdî ya Latênî ve de, dibêje :an ji hinekan hiltîne:di malika helbesta Melê de,ya bi nivîsandina:

(Ji herfan mah û salê ma,nehat der şiklê falê ma)

(Kuca danendî halê ma,sipikbaranê sahil ha)

Dîroka ji dayîkbûna Mela di vê helbestê de; bi hejmarên ebcedî hatîye dîtinê.

Yanî ji pêş (Falê)ma ve (Xalî)ma dibêje:bi hejmarên ebcedî(Herfan û xalî)dike 980ê ger bi hesabê Koçîbe? Bi beranberîya mîladî,dike:1570'ê.Ku ewjî dîroka ji dayîkbûna Mela ye.Em dinhêrin ku (Herfan Xalî)ji binîve neraste. Ger gotina Zeynelabidîn, an kesne ku gotine (Xalî)rastbe jî;bi hejmara Ebcedî (Herfan û Xalî)nabe 1570ê, dibe1575.

Pir matmayîn jibo kesên bixazin xwe bigehîne dîroka nedîyara(Mela)ya ku tu Lêkolînerî xwe negîhandîyê ku bi bêjeyên Dîwana Melê dilîzin (Fal dixin Xalî) û bi serda hejmarên (Herfan,Xalî)bi 5 hejmaran Kêm dihejmin.

Hemjî dibêjin:(Falê ma nîne Xalî ma) ye. Lewra me di nusxekî dîwana Mela de; dîtîye ku Xal hatîye nivîsandinê.Ew nusxeya ku ew dibêjin:Tê de xale ne fale, di dest mindaye û bi şaşî ji tîpa (F)re gotine (X)ye.Anjî bi zanetî xwestine (F)bi(X)yê biguherînin û hejmara 600î ji (X)yê,ya 10 han jî ji (î)yê bi destxin û bibêjin:Me ji peyva (Herfan Û Xalî)dîroka ji dayîkbûna Mela derxiste meydanê û zanîye.

Nusexeya ku ew dibêjin:tê de (Xal)e ne (Fal)e,çawa me lijor got didestmeda ye û ne (Xal)e bi rastî (Fal)e.Nusxe bi destxeta tîpên Farisî Hatîye nivîsandinê û (F)ya wî dişube (X)yê ger bi zanetî ne afirandibin.Emê jibo (Xalê)û rastî ya (Falê)nivîsa hemî nusxeyên di dest xwe de,bi tîpên wanên resen di rûpela pêşgotina derbarê dîroka ji dayîkbûna Mela de ji xwendevanên berhemê re dîyarkin.

Em dixazin bibêjin: me dîroka ji dayîkbûna Mela wisa bi hêsanî nedîtîye;Me heft salan lêkolîna liser şroveya Dîwana Mela û dîroka ji dayîkbûna wî,da meşandinê û xwe gîhande encamên pir giring û hêca.Em ji hemî kesên rewşenbîr û nivîskar dixazin: ku gotin û dîtinên me di berçavan re derbaskin û şaşîyên meyên teknîkî, şiroveyî û lêkolînerî bibînin û me agahdar bikin.

Me li jor got dîtina dîroka Mela ya bi guhertina (Fal bi Xal)neraste û (xal)nîne û (Fale).Hemjî tu dem û gavan bi paşîya (Xal)ve (î)ya ku tim di peyvên Erebî de,(Y)ya nusbetê û îdafê ye,bi peyvekî Kurdî re nayê.Yanî jibo hejmara Dehan bidestxin (î)ya Erebî dane pişt (Xal)û gotine (Xalî).

Divê nusxeyê da:

(ji herfa mahû salê ma, nehat der fikrû falê ma)Di nusxeyên din da (Şiklê Falê)ye.

Dîsa Mamotayê birêz,Ebdulla Varlî di berhema xweya bi navê (Dîroka Dugelên Kurdan)da ji Melayê Cizîrî axivîye û gotîye:Méla di dema Mir Şerefxan û Şah îsmaîlê Sefewîde hebûye û liser navê herdûkan gelek helbest jî gotîye.Herwisa helbesta Mela ya bisernivisa (Ey Şehîn Şahê muezem heq nigihdarê tebî)jibo Şah îsmaîl dihesibîne.Birastî gava mirov dikeve nav lêkolîna rastîya dîroka destpêka jînenîgarîya Mela, mirov dibîne ku tu giza Mela bi hevdemîya Şah îsmaîlre tuneye.Lewra Şah îsmaîl di sala 1524 ê mîladîde çûye ser dilovanîya Yezdan û mirîye.

Dîsa em dibînin ku cenga di navbera Sultan Selîmê Osmanî û Şah îsmaîlê Sefewîde,di(1514)ê mîladîde derketîye meydanê û di eynê demê de bi (Cenga Çaldêranê) hatîye bi navkirinê û Şah îsmaîlê Sefewî diwê Cengê da feşilîye.

Bi rastî dîtina ku Mamotayê hêca Ebdulla Varlî,dîyardike û dibêje:Mela hemdemê Şah îsmaîlê Sefewîye,ewjî neraste.Lewra Feqîyê Teyran,bi gotina xweya vebir dide dîyarkirinê ku di Sala (1031)ê koçî de bi Melare helbest gotîye.Eva dîroka helbest gotina bi Mela re digehêje (1622)yê mîladî û dibe nakokîya di navbera dema Mela û Şah îsmaîl de.Hemjî dema jidayîkbûna Mela jî,nakokîye jibo hevdemîya Mela û Şah îsmaîl re.Lewra bigor lêkolîna meya di derbarê destpêka jîna Mela de,1590,e.Yanî Mela bi hindikî 65 sal piştê Şah îmaîl hatîye Cîhanê û ji dayîk bûye.Bi gelemperî me ji raman û dîtinên dîrokzan û rojhilatnasan ,tu rastîyekî dîrokî nedît.Mehjî di navbera raman û dîtinên wan de nakokî û gelemşeyên dûrê rastîya jîna Mela hate dîtinê û nirxandinê.

Bi dîtina min me bi xebata xweya Pênc saleya liser şroeya Dîwana Mela yê Cizîrî,xwegîhande rastîya dîroka jidayîkbûna Mela û jînenîgarîya wî.Dema ku di Sala 1997 de, me dest bi şroveya Dîwana Mela kir,me tim di nav domandina xebata xwede, rastîya dîroka Mela di serê xwre derbasdikir û dixwest ku rojekî ji rojan em rastê gotinek Melayê di derbarê ji dayîkbûna wîde werin.

Rojek di şroveya beşa duyem de û di beşehelbesta bi destpêka (Min diber qalû belê batin viwîra bû evîn)û di dawîya pêncekên wê helbestêde û di rêze helbesta bi zimanê erebî de, min bala xwe dayê ku Mela bi zimanekî nehînî û neeşkere, ji destpêka dîroka helbest nivîsandina xwe dipeyîye û bi hesabê ebcedî wê dîrokê bome dîyar dike.Dema min zanî: Mela ji dîroka destpêka helbestnivîsa xwe dipeyîve,ez pir dilşad û renggeşbûm û min helbest hilda nirxandina bi hesabê ebcedî û gihîştim encama rastîya dîroka ji dayîkbûna Melê.

Bi rastî bi nirxandina mina helbstêre, helbseta(Feqîyê Teyran)jibo xwegîhandina mina bi bal dîroka ji dayîkbûna Mela, bû alîkar û piştevanek pir mezin. Herwekî bi dengekî êlî bangê min kir û ji minre got:Dîtina teya bi hsabê ebcedê raste û binirxîne.Lewra gotina Feqîya bi helbest gotina bi Mela re, bo min jêderk û delîlek vebire.Lewra herçiqas Mela bi zimanek eşkere ji destpêka jîna xwe neaxivîye û birewşekî nehînî û bi razên ebcedî jixwe axivîye.Lê Feqîyê Teyran bi zimanekî eşkere û vekirî ji hevdemî û dîroka jîyana xwe û Mela axivîye.

Em werin mijara nirxandina helbesta erebîya di dawîya pêncekên Melê de û bi hesabê ebcedî bi nirxhinin û li rewşa hevgirtina wê û gotina Feqî binhêrin, ku çawa hev temamdikin û rastîya dîroka jidayîkbûna Mela dertînin meydanê.

Helbesta Melaya ku têda bi zimanek nehînî û ebcedî, ji rewşa xweya destpêka helbest gotinê tîne ziman û dibêje(Tilke enbaun yeqûlû ennasû mınna beede hînin) Berya nirxandina tîpên helbestê,em dixazin bala kesên ku nirxandina meya bi hejmarên ebcedî dibinçavanre derbaskin, bira bizanin ku di rêbaza nirxandina tîpande, tîpên bi Şedeyên di bêjeyande yek tîp nedu tîp têne hejmartinê.

HEJMARTİNA TîPAN:

T=400-L=30-K=20-E=1-N=50-B=2-E=1-Y=10-Q=100-W=6-L=30-E=1-L=30-N=50-E=1S=60-M=40-N=50-E=1-B=2-E’=70-D=4-H’=8-Y=10-N=50.

Hejmara tîpan liserhev:1027 bi hejmara koçîye.Mela divê rêze helbestê de, bi zimanek derûnî û bi hesabê Ebcedî dide dîyarkirinê, ku wî di Sala 1027 tê koçîde, dest bi nivîsandina helbestê kirîye.Dema ku Mela dest bi helbest gotinê kirîye, temenê wî (30)sal bûye.Lewra di derbarê (30)sal temenê wiyê di berya destpêka helbestê de,Mamosta (Eladîn Secadî) anîye ziman û gotîye: Mela di 30 Salîya umrê xwede helbest gotîye.Herwisa Mela bixwejî, di beşên helbestên xwede temenê xweyê di berya helbetê de, tîne ziman û dibêje:

Sih Sale ji derdû ji belayê te hilakin

Hetta bi felek her diritin ahû ehê min

Dîsa di rêze helbestek dinê de dibêje:

Ernekî rihmê tu Mîro,dê çibit halê me îro

Qet nebê carek esîro girtîyê sî sale ye.

Gava ku Feqî bi Mela re helbest gotîye:Mela pirtûka xweya helbestê birîye nêzîkê dawîyê.Gava ku çarsal di navbera wande cudatî hebejî nepire.Lewra Mela heta pirtûka xwe birye nêzîka dawîyê,jixwe çarsal dikêşe. Yanî Feqî piştê çarsal xebata Melaya liser helbestnivîsê, pêra helbest gotîye. Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn, ku temenê wî di berya helest gotinê de (30)sale.Yanî lêkolîn û dîtina meya bi hesabê ebcedê,dîroka destpêka wêjenasîya wîye.Gava em (30)sal temenê wîyê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin,rastîya dîroka wîya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê.Çawa me di rûpela jorde gotina (Feqîyê Teyran)a di derbarê helbest gotina wîya bi Melare di Sala (1031)kî de dabû nîşan,wisajî gotina Feqî ya dîrokî,bome jêderk û delîlek bêguman û vebire.Hemjî jibo dîtina meya bi hesabê ebcedî jî,destek û piştevanîye.

Em werin ser mijara nirxandina hejmarên ebcedî û dîyarkirina dîroka ji dayîkbûna Mela:

NİRXANDİNA HEJMARAN:

1027ê oçî; bi hesabê mîladî dibe:998ê mîladî, 998-30=968+622=1590

/1665,Bûyîn û Mirin.

Bi vê nirxandinê em didene dîyarkirinê ku Mela di(1590 dî de; hatîye dinê û di 1665)de;mirîye.Mijara here giringa ku heta niha ji hêla tu dîrokvan û lêkolînvananve nehatîye zanînê,dîroka ji dayîkbûna Mela ye.Divî mijarê de em dibêjin:Me bi lêkolînek berfireh rastîya ji dayîkbûna Mela, jibo rayagiştî û xwendevanên pirtûka xweya şroveyîre derxiste holê.Lê diroka koçkirina wîya ji Cîhanê, me xwe siparte dîtin û gotina Eladîn Secadî û hinek dîrokzanên din.Em dîsa jibo xwendevanên şroveya xwere,bi bêdudilî didne dîyarkirinê,ku lêkolîn û dîtina meya bi hejmarên ebcedî raste.Lewra me çawa gotina (Feqîyê Teyran) bo xwe delîlek vebir dît,em ji xwendevanên şroveya xwere jî dibêjin: hûn bi zanînên xweyên pîroz û bi însafî, dîtina me binirxînin û rastîyê bibînin.Lewra em dibêjin:bi hejmarên ebcedî destpêka helbestnivîsa Mela,1027 ê Koçî û 998 ê Mîladîye.Di berya wêda temenê Mela,(30)ye.Feqî jî dibêje:dema me bi hevre helbest digot Sal (1031)bû.

GOTİNÊN EFSANEWîYÊN DİDERBARÊ EVîNA MELA DE.

Bi gotinên gelek kesên ji ciavaka Gelê kurd,curbecur gotinên efsanewî jibo evîndarîya Mela û sedema evîndarîya wî hatine gotinê.Yek jiwan riwayetan ji Mamosta Eladîn Secadî hatîye riwayetkirinê. Ewîjî,ji nusxeya Dîwana Mela ya ku bi destxetê Ebdulqadir Umadî hatîye nivîsandinê girtîye û gotîye:Mela gava ji devera Amed(Dîyarbekirê)zivirîye bajarê Heskîfê,liwir dest bi dersdayîna zanizta Medreseyê kirîye û Destûrname daye gelek ji Feqîyên xweyê Medreseyê.Diwî heyamê ku li bajarê Heskîfêye,rojek ji rojan li Medreseya Melakî ji Melayên deverê, şahîya Destûrnameya Feqîyek tê amadekirinê û Melayê Cizîrî jî tev liwê şahîyê dibe.Di dema şahîya Destûrnameyê da sê qîzên Melîk Kamil Hakimê Heskîfê jî tev liwê şahîyê dibin.Navê yek jiwan qîzan(Selma)yeGava çavê Mela bi (Selma)yê dikeve,dibe evîndarê wê û dest bi helbestgotinê dike.

Liser vê rewşa evîndarîya Mela bo (Selma)yê,navê evîna Melaya bi Selmayê ra dikeve nav hemû der û kolanên bajarê Heskîfî.Melîk Kamil bi gava bivê bûyerê dihee,pir hêrs dibe û dibêje:Çawa Melayek hejar,bênav û bêkes,dikare bibe evîndarê qîza min û ferman bi girtin û kujtina Mela dertîne.Liser vê helwesta Melîk Kamil,kesên xudan kesayetên payebilin û libal Melîk Kamil birûmet,dikevine nav tevgera tika û ricayê û dixazin ku Melîk Kamil ji fermana xweya di derbarê cezakirina Mela da derbasbe û keça xwya (Selma)bide Mela, ku ev bednamîya jiser keça wî rabe.Melîk Kamil mehdera van kesayetan dipejrîne û biryara dayîna keça xweya Selma bo Mela dide.Liser vê biryarê heval,hogir û kesên ku Mela rind nasdikirin dikeine nav tevgerê qederek diraf dinavhevda berevdikin û ji Melara dibêjin: Here bajarê Mûsilê û amadekarîya rihela Selma bike û bîne.Mela demek ji bajarê Heskîfê dertê û diçe bajarê û di demek nêzîkda dizvire bajarê Heskîfê.Gava dizvire Heskîfê,Melîk Kamil bandikê û jera dibêje:Te jibo rihela Selmayê çi anî?.Mela di bersiva Melîk Kamil da dibêje:Mîrêm,ez li Sûk û Dikanên bajarê Mûsilê yek biyek geryam.Di Sûk ûdikanên bajarê Mûsilê da bi sedan û hezaran topê ji pirtîyên biha bilind û bê hempa hebûn,lê bi dîtina min yek jiwan jî babetê bejnû bala Selma yê nebûn.Hemjî ez dikarim bêjim:xemlên ku li bejna Selma yê werin di tu deverên Cîhanê da tuneye.Dipişt van qewmînan ra Mela ji bajarê Heskîfê diçe bajarê ji dayîkbûna xwe Cizîra Potan û liwir diçe ser dilovanîya Yezdan.

Di riwayetek dinde û dinav kesên li devera Cizîrê de,têgotinê Mela evîndarê keçek ji binemala Mîrên Cizîrê û bi navê (Sitî ya Biskkesk)bûye.Herwisa dibîjin:Mela bi evîna vê keça bi navê Sitîya Bikskkesk tim çûye goristana Cizîrê û helbestên evênê ristîye.dema ku liwir helbest ristîye,pala xwe daye kevirek ji kevirên di nav tirbande û ji germîya arê evîna wî,ew kevir sincirîye û pîrejinek tim Hevîrê xwe bi germahîya wî kevîrî pijandîye.Bi dîtina min van ramanên hanê efsaneyên bê bingehin û nerastin.

Nîşe:

Me di Çapa yekema ku pêşkêşê Enstitüya Kurdî ya Stembolê kiribû de; bi şaşîyek teknîkî,hejmarî, gotibû: destpêka temenê Melê(1589)e. Gava me jibo amadekirina çapa dûyem diberçavanre derbaskir;me zanî:ku rastîaya Dîrokê (1590)e Lêborînê dixazin.

Celalettin Yöyler 20/4/2003