1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Rewşa Dawî ya Kurdistana Başûr
Rewşa Dawî ya Kurdistana Başûr,rewşa,dawî,ya,kurdistana,başûr

Rewşa Dawî ya Kurdistana Başûr

A+ A-

Kurd an dê vê demê baş fam bikin an jî dê winda bikin.

Her kes li ber televizyonan rûniştiye û bûye alîgirê serhildanên Efrîqa û Rojhilata Navîn. Dibêjin qey gelên wan welatan sibehekê şiyar bûne ku hew îdare kirine zilmê bikişînin û rabûne ser lingan û dê desthilata xwe ava bikin. Her kes bi zilma heyî û karaktera lîder û kralên heyî dixape, lê li ser wê yekê nafikirin ku çima ji nişa ve ev agir pê ketiye.

Yên herî jîr behsa Îsraîl û Amerîka dikin, lê ew jî teoriyeke ku mirov têr bike naynin ziman. Wekî oldarê ku dibêje "tu tişt bêyî Xweda nabe" dibêjin "Amerîka her tiştî organîze dike."

Li Tûnisê bi xweşewitandina kesekî re serhildanan dest pê kir û derbasî Mîsrê bû. Di navberê de her çiqas gelê Cezayîr û Îranê xwestin ku dorê bi dest bixin jî, Lîbya ket pêşiyê û niha jî di dorê de Siûdî Erebistan û Iraq xuya dike. Ji ber ku Cezayîr, Bahreyn û welatên din ne xwedî dewlemendiyek mezin in ku bibin parçeyekî vê konsepta nû.

Bala xwe bidinê, xeta ku xuya dike ne têkildarî zilma dewletan û kirinên îqtîdaran e. Serhildan li ser xeta petrolê pêk tên. Ji ber vê Kerkûk dê deqez têkeve navenda van bûyeran û Îran jî dê para xwe jê bibîne.

Ya din, wekî min di nivîsa xwe ya "Goran û Kurdistan" de nivîsî, li Kurdistana Başûr her çiqas gel ji hikûmetê ne razî bin jî, qet têkildariya xwepêşandêrên 17'ê sibatê bi yê yekê re nîn e. Di 17'ê sibatê de li Başûr jî bi xweşewitandina kesekî re bûyeran dest pê kir. Xeta petrolê û destpêkek bi xweşewitanin bûye rengê van serhildanan.

Têkiliya Goran û gel bi hev re nîn e. Wekî xeta serhildanan ji Tûnis heta Kerkûkê, ev xwepêşandanên Silêmanî jî parçeyek ji konsepta navnetewî ye.

Guhertin li ser kontrola petrolê tê kirin, ne di îqtîdarê de. Dê tu tişt wekî berê nebe, lê gel, di van serhildanan de ne aktor in û tenê pêlîstok in. Rast e, dê ev rewş bibe sedema ku gel bêhtir baweriyê bi hêza xwe bînin, lê kengî lazim bibe dê hêzên ku wan derdixin kolanan wê baweriya wan jî ji wan bistîne. Ev qedera girseyan e.

Li Herêma Kurdistana Federal mijara herî girîng ji bo hêzên navnetewî Kerkûk e. Nav li aliyekî, lê di nav kurdan de kîjan lîder der barê Kerkûkê de pirsgirêkan ji hêzên navnetewî re derdixe, armanca tevliheviyên Kurdistana Başûr jî ew e. Sedema ku YNK û Talebanî bêdeng e ev e. Sedema ku êrîş diçin ser PDK'ê jî ev e. Sedema ku Duhok, Zaxo, Amêdiyê û heta Hewlêr bêdeng e jî ev e.

Wekî min di nivîsa xwe ya "Goran û Kurdistan" de anî zimên, li Başûr rewşa ku gel ji bo berjewendiyên xwe rabe ser lingan tune. Ji ber ku pêşengekî kurmanc û soranan bîne ber hev xuya nake. Rewşa ku PÇDK tê de ye jî rewşeke sînorkirî û xitimandî ye û helwestên PÇDK'ê yên der barê xwepêşandanan de jî ji ber vê bêçaretiyê ye. Cudahiya di navbera PÇDK û Goran de ew e ku PÇDK dûrî vê konsepta navborî ye û pirsgirêkên wê tenê ji xwendina wê ya rewşê pêk tên.

Ji gotinên jorîn armanc ew e ku li Kurdistana Başûr di dawiya vê pêvajoyê de tasfiyeya Serokê Herêmê Mesûd Barzanî tê armanckirin. Sedema ku wî xelata aştiyê stand jî ev e. Mixabin ji daxuyanî Barzanî ya roja yekem jî xuya bû ku ew ne di ferqa plana navnetewî de ye û wî bêhtir xwepêşandêr tawanbar kir û li sîstema heyî xwedî derket. Şêwirmendên wî an radizên an jî wî der barê mijaran de durust agahdar nakin. Barzanî di vê rewşê de diviya daketa kolanan û ji nav gel derneketa. Li Kurdistaneke ku belî bûye dê kî were şûna wî û dê ji bo Kerkûkê helwesteke çawa nîşan bide, Barzanî jî bi xelateke aştiyê tê aşkirin û wekî jê re bêjin "karê te qediya, ji bo xizmeta te ya heta niha spas" tê birêvekirin.

Li aliyê din, cara yekem neyîniyeke kurdan dibe sedema ku plan û konsepteke derve nemeşe. Ew neyînî parçebûna kurdan e. Ji ber ku li Başûr gel ne yek parçe ye (behdîanan û soran û êlên kurdan) hêzên derve nikarin wan wekî Tûnis û Misrê bi kar bînin.

Herêma Kurdistana Federal û bi taybetî Barzanî di nav xitimandineke mezin de ne. Rewşeke wan a ku li Kurdistanê guhartinan bikin, demokrasiyê pêşve bibin û pîvanên azadiyê bilind bikin naxuye. Çapemenî û weşanên kurd ne di asteke baş de ne. Hîn yasayên Kurdistana Başûr destûrê nadin ku saziyên kurdên parçeyên din li Hewlêrê û bajarên din bên vekirin. Îro dewletek bi vî rengî paşvemayî li dora sînorên Ewropa nemaye û heke Kurdistan di vî warî de ji xwe re ne Ewropa, lê Îran, Sûrî û Iraqê dike mînak, ya rast tiştekî mirov bêje jî namîne.

Her wisa Barzanî divê projeyeke çareseriyê ji bo nelirêtiyan, bertîl û kurtêlxweriya siyasî û aborî pêşkêş bike.

Heke dengê min biçûya Barzanî, min dixwest vê hevokê jê re bêjim: "Heke Kerkûk ji ber têkbirina te têk here, sedemên vê ne neyar û dijmin in, lê ew e ku te di dema xwe de pêdiviyên xwe bi cih neaniye û gel avêtiye hembêza têkderan."

Wekî Encam:
Îro dê li Silêmanî dawî li xwepêşandanan bihata anîn. Lê hêzên ku ev agahî standin teqemeniyek teqandin û ji nû ve agir têk dan. Ew hêz naxwazin ku niha di vê rewşê de kurd berê xwe bidin Kerkûk û Mûsilê û armanc ew e ku kurd ji van rojan sûdê wernegirin û bala wan belav bibe, hêza wan têra rojê neke.

Hêvîdar im Tevgera Azadiyê ji her demê çêtir di vê demê de di ronîkirina rewşê de gelê Herêma Kurdistana Başûr bi tenê nehêle.