1. Tekst

  2. Rewşenbîrî

  3. Mahabad Felat
  4. Romana “Bextê Dagirkirî” û serdemeka grîng
Romana “Bextê Dagirkirî” û serdemeka grîng,romana,bextê,dagirkirî,û,serdemeka,grîng

Romana “Bextê Dagirkirî” û serdemeka grîng

A+ A-

Romana mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç a bi nave Bextê Dagirkirî demek berê ji nav Weşanên Ar derket. Roman 359 rûpel e û di dawiya pirtûkê de nivîskar ferhengokek amade kiriye. Mijara romanê, bi aliyê xwe yê siyasî, civakî, sosyopsikolojî û aborî ve, parçeyek ji jîyana kurdên li Ewropayê ye ku bi zimanê wêjeyê û bi hostetî hatiye honan. Vegotina bi taybet vê mijarê bi zimanê wêjeyê, valahiyek jî bû ku diviya bihata dagirtin. Dikare bê gotin ku bi vegotina gelek bûyeran bi awirek objektîf û rexneyî, nivîskar vê valahiyê dagirtiye.

 

Roman herikbar e û buyer xweşik bi hev ve hatine honan. Kesekî ku hay û agahiyên wî/ê li ser wê demê tunebe, bi xwendina vê romanê re dikare xweşik bibe xwedî agahî û kesên ku bi taybet di wan deman de li Ewropayê jiyane jî pir bi hêsanî dikarin parçeyek ji jîyana xwe di vê romanê de bibînin û ne tenê bibînin, lê di heman demê de bi xwe re bikevin nava lêpirsînan jî. Rawestan û helwestên mirov ên demekê, çewa û bi çi rengî dikarin di pêşerojê de derkevine pêşberî mirov û çi bandore li ser jîyana mirov bikin, di romanê de xweş tê xwendin.

 

Ji ber hin egeran, mirov digihêje wê baweriyê ku çi di dema nivîsandinê de û çi jî di dema weşanê de roman, bi lezgînekê hatiye amadekirin û çapkirin. Lewra roman bi şaşiyên rêzimanî û cî bi cî jî teknîkî dagirtî ye. Li gel grîngî û dewlemendiya mijarê û hostetiya honana romanê jî, ev yek kalîteya romanê dixîne..

 

Li jêr, ez ê hewl bidim egera van nêrînên xwe bi hin mînakan piştrast bikim. Divê bêjim ku min heya rûpela 100î, bi hûrgulî romanê xwend û piştre jî tiştên dubare û zêde ne grîng not negirtin.

 

Nîşe: Hevok û balkêşiyên li nav kevanê yên min in!

 

li dor maseyên li bexçe tîqîn û bilqîna vîndarên coşa ciwaniya xwe bi bextewarî diçêşandin bû. r.12 (Awayê danîna hevokê ne forma kurdî ye, lê dikare bi bandora forma almanî hatibe nivîsîn. Vîndar jî diyar e diviya evîndar bûya.)

 

cane wî wê kêliyê qehweyekê jî dixwest. r.12 (Canê wê dixwest an dilê wê diçûyê?)

 

Wê hewa li wî bajarî xebitînê jî, di wê zewaca wî de rolekê lîstibû. r.13, Lê na di awirên wê de tenê pêkanîneke yariyê xwe bi wî kirinê hîs kir. r.76 (Awayê danîna hevokê ne forma kurdî ye, lê dikare bi bandora forma almanî hatibe nivîsîn. Hewaya xebata li wî bajarî jî..)

 

Zewac serenceyeke wisa ye ku tirsonek jî dişemitin navê, lê nikanin bibînin rêya revê r.14 (dişemitin nave ne weke gotineke kurdî tê guhê mirov

 

gihîştibû ber kerta teqînê. r.14 (ne weke gotineke kurdî tê guhê mirov)

 

bi bişirîneke têrşoxî gote wê (wê li vir ji bo Bernas hatiye bikaranîn!) r.15

 

qehweyeke me ya tehl biçêştîne wer biçe! r.17 (ne weke gotineke kurdî tê guhê mirov û gotina biçêştîne pir beloq û çêkirî xuya dike.)

 

Pêşgeh (ji bo pêjgehê hatiye gotin) r.17,

cerdwewan (cerdevan) r.40,

li kêlaka wî rîne (bi tenê bohtî dikarin jê fam bikin, loma jî; rûne an jî rûnê dikare rasttir be) r.46,

kudand (min fam nekir çiye) r.53,

hînavê min (li gelek ciyan), di hênavê xwe de r.76, (Diviya hinav bûya.)

gîrîn (li gelek ciyan û diviya girîn bûya),

bedengî(bêdengî) r.81, bibikên çav (bîbikên çav, lewra ji bînahiyê tê)r.83,

hevjinê te (hevjînê te) r. 85,

bîrîn(birîn) r.251, Meşwan (Meşvan) r.304,

belavela (belawela) r.309

 

wêrekiya nêzîkêwêbûnê di xwe de didît. r.19 (Ne di forma kurdî de ye. Diwêrîbû nêzîkê wê bibe. An jî wê wêrekiyê di xwe de didît ku nêzîkê wê bibe.)

 

li dor wê deryaçeya biçûk rune. derdê xwe ji wan re darêje. r.21 (Deryaçe çiye nizanim! darêje? an vebêje?, an birêje?)

 

Ew lêvên wê yên qalind ên ku bi rengê gilyazî di bin pozê zirav ê ku mirovan digot sedîsed bi destê şîrurgekî pispor hatiya çêkirin de tirîjên daxwaza ramûsaneke têr direşand ser mirovî. r.23 (gotina sedîsed li wir beloq e û zêde ye. Dîsa li şûna şîrurg ku dikare gelek kes tênegihêje ka çiye, Xwedê an jî ferîşteyên Xwedê bi hûrgilî... bihata gotin, hîn xwezayîtir û kurdîtir dibû)

 

Moment (li gelek ciyan) storya (li çend ciyan), konzentre(li çend ciyan),, form (teşe) r.129, kompasa mêjî r.192, perester r.254, direkt r.274 (Li şûna van bêjeyan, dikaribû bêjeyên kurdî bêne bikaranîn û min fam nekir çima ev bêje hatine terchkirin, li gel ku dikare gelek kes tênegihêje ka çi ne.)

 

dîsa bi wê re hate çav çavan. r.28 dîsa bi Ajnayê re hatin çav çavan. r.29 ew û Ajnayê hatin çav çavan. r. 31 (Di kurdî de hatin çav çavan nayê gotin, Nêrînên wan çûne ser hev, Çavên wan çûne ser hev, çav bi hev ketin dikaribû rasttir be.)

 

lema gotinên te tu karlêkekê li wê nekiribe! r.32 (karlêkek çi ye nizanim û di ferhengokê de jî min nedît. Dikare di şûna feyde ango sûdê de hatibe bikaranîn.)

 

Dîdare, Dîdarê, Dîdareyê r.42 (Nav Dîdar e? An Dîdare ye? Li gelek ciyan bi awayên cuda hatiye nivîsîn.

 

Korkma be oglum, o baban olur! (Metirse kurê min, ew dibe bavê te) r.45 (Ji sedî sed ji tirkî hatiye wergerandin û di kurdî de bi tu rengî ew dibe bavê te ango bi vî rengî nayê gotin.)

 

pêşniyar, gazinand r.46 (Pêşniyar an pêşniyaz? Gazinand an gazinan kir, gazin kirin?)

 

Gelek zelal xuya dike ku ew medeya di navbera ma de hê firehtir bûye! R.46 (mede çi ye min fam nekir.)

 

bayekî xwe di cîhaneke din de dîtinê li bedena xwe xist. R47 (1- Ne forma kurdî ye. 2- ew nikare bayê li bedena xwe bixe, lê ba dikare xwe li bedena wê bixe. Hevok wiha dikaribû hêsantir bê famkirin: “…bayekî ku dibû sedema xwe di cîhaneke din de bibîne li bedena wê xist.)

 

berên xwe dan navenda firoşgehan. r.52 hetika xwe jî û ya zarokan jî çikandiye. r.52 (Hetik nayê çikandin lê tê avêtin.)

 

Dilberz û Pesna ji bo bikanin ji vê rewşa ji bo zarokên di salên wan de giyan zerîner rizgar bin, xwe bispêrin dilgermiya xewjîna aramî ya dapîr a ku di hinavê wan de wek bêrîkirinekê bi ar çik dida, tiştên xwe girtin, bi pelçilmisîn û stûxwarî çûn odeyên xwe. r.53 (Hevok zêde dirêj e û baş nayê famkirin.)

 

Wê rûçikê wê yê bedew a geşwer ya ku makyaja wê dîsa bi hostayî bû, bijiya kalan jî dikişand. r.55  (“…dilê kalan jî dibijand xwe. dikareibû xweştir bê famkirin.)

 

Heta ku Sevdayê du jinên tirk nasîn jî, mirovan digot qey genim kiriyê, wisa rûtirş bû,.. r.61 (Min gotina genim kiriyê fam nekir!)

 

Bernas miroveke (î) gelek baş e. r.65

 

Tu jî wî karî berde, karekî bi pirr pere bibînî (e)! r.68, tu jî biçe di înşaatê de bixebitî. (e)!  r.63

 

dinêrin û sar sar bi helwesta wan dikeniyan. r.70 (dinêrin dema niha ye û dikeniyan dema borî ye.)

 

lê Bertanê li ser poz re li Bernas dinêrî(Bertan nêr e, ne ) r.75

 

Pişta wê di wî de bû. r.81 (Ne forma kurdî ye. Pişta wê lê bû)

 

destmala selpakê r.81(Selpak marqeyeka tirkî ya destmalê ye û bi sedan marqeyên din jî hene. Dikaribû destmala kaxez bihata gotin, li şûna marqeyeka tirkî.)

 

vê hestî (vî hestî) r.82

 

ferîşteyê emanzîpatsiyonê r.82 (Gotineke biyanî ye ku dikare pir kes tênegihêje çiye. Min jî li wikipedia´yê nihêrî.)

 

jîvanekê jî çêkir! r.82 (jîvanek tê çêkirin? An tê kirin? Hêjayî nîqaşê ye.)

 

plana berdana we çêkiribû, r.90 (Heman tişt li vir jî heye: çêkir an kir?)

 

ez ne ew mêra me! r.90 (Ez ne ew mêr im)

 

jeneke kurd r.91 (jineka an jî jineke kurd)

 

Ez nikanin xiniziyên wiha rabigirin! r.92

 

bi çavên fêrên xwe wendakirî r.93 (Nizanim gelo li deverek welat ji bo ronahiya çavan fer an jî fêr tê gotin?)

 

hezne kir. (hez nekir) r.93

 

erebeya cenazeyê bi qasê deh pazdeh deqeyan li wir dan sekinandine. r.98

 

tirsiya ku rastê aliyê wî yê ters were, r.128 (Ne forma kurdî ye, bêhna wergera ji tirkî jê tê.)

 

Gava tu gihîşte wê reşdîtinê r.97, Divê tu ji bo pêleke nû li ber xwe de! r.97,

Tu çima mirovên komelê tine mala min! r.136, Tu hatiye nava qewmê xwe! r.173, Tu were wê êşê ji min bipirsî! R.181, tu cemidiye, r.249, Kî çi dizane tu yê di nava nivînan de çendî û çend teqleyan bi mirovan bide avêtin û di nava kulîlkên bihuştê de bîne coşa giyanmestkirinê! r.180 (Cînavk li nav guhên hev ketine. Bêtir nivîskarên ji hêla mêrdînê vê şaşiyê dikin.)

 

 

bi dileke sar r.196 (Bi dilekî sar)

 

Bernas, zîq li navenda çavên wî nêrî, r.237 (Ne forma kurdî ye. Di kurdî de navenda çav nayê gotin. nava çav an jî bîbik tê gotin.)

 

pîşoyê agirvêxistinê r.246 (Gotina agirvêxistinê li wir zêde ye û beloq e. Lewra ji xwe pîşo ye û ji bo vêxistinê ye.

 

Di destpêka romanê de, nave kurê Bernas ê mezin Dilberz e, lê ji nîveka romanê û heya dawî, nav bûye Dilxwaz!

 

wê berê xwe da diya xwe (Tahîr),Diya wê bi(wê ji bo Tahîr tê gotin lê Tahîr nêr e ne ) r.332,

 

Sevdayê dest li ba kir, Tahîr rabû û berbi wî çû. (Li vir jî Sevda bûye ,) r.340, Dibe apê min wan nas bike. Divê ez wê (ap bûye ) bibînim û bipirsim. r.342

 

Bi tevgereke veciniqîn û axîneke r.332 (Ne forma kurdî ye. (Veciniqîn ji xwe bi xwe tevgerek e. Loma jî gotina tevgereke…” li wir zêde ye û beloq e.)

 

Mîna ku astima xeniqandinê lê çêbûbû r.343 (Heman tişt ji bo vê hevokê jî derbas dibe.)

 

Di romanê de gelek caran di heman rûpelê de û bi tenê bi guherandina paragrafê mijar guheriye, ango derbasê mijareka din bûye nivîskar. Beşên wiha ji hev cuda, dikaribû bi hejmaran an bi guherîna rûpelê ji hev bihata diyarkirin û zelalkirin. Lewra hişê mirov li ser paragrafa ku nû temam bûye ye û ji nişke ve di paragrafa bin de mijar dibe tiştekî din. Dîsa Pirtûka yekemPirtûka Duyem”… hatiye gotin, lê di heman demê de hejmar hatine danîn. Ew dikarin hejmarên beşên pirtûka yekem an duyem an ya sêyem bin. Lê nav jî li beşan tê kirin. Weke; Çay Kultur, Rojbûna Peter û hwd. Caran hejmar bi sere xwe ne, caran li gel hin sernavan hatine nivîsîn. Caran bûye B1, S2, B3 û hwd. Ku mirov tênagihêje ka ev çi tîp û çi hejmar in û ji bo çi hatine danîn.

 

Bi raya min ji bo mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç qet hewceyî bi van mînakan jî tuneye, an diviya tunebûya. Lê min bi tenê xwest bidime nîşan ku çewa ecele kiriye.

 

Min hevpeyvîna birêz Aykoç a Ozgur Polîtîkayê jî xwend û ez jî maf didimê ku weşanger berhemên mirov li gor xwe diguherin û diherimînin. Lê, pêşniyaza min ew e ku an mirov berhemên xwe bi yek-du kesên pêbawer bide xwendin û kontrolkirin, piştre bide weşanê, an jî mirov bi xwe bi hûrgulî, carek, nebe çend caran di ber çav re derbas bike. Lewra mirov bi xwe şaşiyên xwe zahmettir dibîne ku ev rastiyek e û ji bo me hemuyan derbas dibe. Ez bawer dikim ku kêmasî carek an du caran nivîskar bi xwe jî bi hûrgulî redakte kiribûna, dê ev şaşiyên destnîşankirî bi giranî nebûna. Bila mehek, du meh, heta sê-çar mehan bi derengî be, lê bila ji ber pirsgirêkên redakteyî û rêzimanî, kalîteya romanê nekeve û keda mirov bêtir cihê xwe bibîne.

 

Romanên dîrokî, ango romanên ku bahsa serdemekê dikin timî bala min ji romanên din pir bêtir kişandine. Lewra tu çav bi qasê çavên wêjeyê nêzî rastiyan nîne û rastiyan nabîne. Ji ber vê taybetiya wêjeyê ye ku wêje ji hemû beşên din bêtir bandorê li mirovan dike û bêtir mayînde ye. Loma jî, ez careka din spasiya mamosteyê hêja Fêrgîn Melîk Aykoç û keda wî ya hêja dikim.

 

Mahabad Felat Arda

2015-10-27

[email protected]