1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Nehîr Pale
  4. Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî V
Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî V,serpêhateyek,ji,romana,hezar,şehîdî,v

Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî V

A+ A-

Hîn di zarokatiya xwe de bi eşqa azadiyê ket. Di ciwantiyê de, zulma zordaran dît û serî hilda. Dema çeteyan êrîşî Rojava kirin, bi hêrs û baweriyeke mezintir tevlî refên berxwedanê bû. 2 caran birîndar bû, lê qet ji ya xwe venegeriya.

Romanek e, ku hezar lehengên wê hene. Ji wan re dibêjin Zarokên Rojê. Serpêhateya her lehengekî ji van jiyan, têkoşîn û mezinbûnê vedibêje. Di her serpêhateyekê de, destaneke nemiriyê veşartiye. Buyerên vê romanê jî, di payîz û zivistanek sar a quncekî ‘Hîlala Zêrîn’ digeriyan.

15’ê Îlûna 2014-26’ê Çileya 2015, Berxwedana Sedsalê û Kobanê ye. Romana Hezar Şehîdî.

Lehengê vê serpêhateya romanê, ciwanekî ji warê Memê Alan e, Botanî ye. Zafer Cûdî

Remezan Kolanç (Zafer Cûdî)

Remezan Kolanç (Zafer Cudî) di sala 1992`yan de li Gundê Îskan ê girêdayî  navçeya Cizîrê (Cizîra Botan) ya Şirnexê çavên xwe li dunyayê vekirine. Di malbateke welatparêz ku ji dayik, bav, 3 xwîşk û 4 birayan pêk tê de mezin dibe. Di nava xwîşk û birayên xwe de yê mezin e, lewre jî bi hezkirineke mezin nêzî wan dibe. Her wiha li hemberî dayik û bavê xwe gelekî rêzdar e.

Kolanç li cem melayê gund di 4 saliya xwe de Qur-anê dixwîne û gelek caran xitim dike.  Dibistanê jî li Cizîrê heta refa 11’an dixwine û piştre dest jê berdide. Di nava hevalên xwe de bi jîrbûn û rêzdariya xwe tê naskirin û hezkirin. Bi vê taybetmendiyê û hevaltiya xwe jî gelek kesan li dora xwe kom dike.

Di 13 saliya xwe de tevlî xebatên ciwan dibe.

Ji ber ku malbata wî welatparêz e Kolanç jî zû bi tama azadiyê zû digire û tevlî xebatan dibe. Di 13 saliya xwe de hem di karê cuda de kar dike û alîkariya malbatê dike û hem jî di nava tevgera ciwanan de cixwe digire. Di vê navberê de jî lêgerîna xwe didomîne û dibêje “pêwîst e mirov xwe azad bike.”

Bavê Kolanç: Her tim dixwest ciwanan birêxistin bike

Bavê têkoşer Remezan Kolanç, Selehadîn Kolanç destnîşan kir ku kurê wî gelekî ji karê ciwanan hez dikir û got: “Dixwest hemû ciwanan birêxistin bike û ruhê welatparêziyê di nava ciwanan de bide avakirin. Carekê mamosteyê wî bi min re axivî got, ‘Zafer car caran nayê dibistanê gelo tu pirsgirêkên wî  hene? Çima ew nayê dibistanê?’ Min bersiva ‘na tu pirsgirêkên wî nîn in’, lê min dizanî ka ew ji bo çi neçûye. Beşdarî çalakiyên rêxistinên ciwanan bûye û neçûye dibistanê.”

4 mehan di girtîgehê de dimîne

Li gorî agahiyên ku bavê wî dane têkoşer Kolanç carekê tevlî çalakiyekê dibe, lê leşker û polîsên tirk êrîşî wan dikin. Bav Selehadîn Kolanç bûyer wiha vegot: “Di sala 2012’an de ciwanan çalakiyek lidar xist. Lê polîs û leşkeran êrîşî wan kirin. Zafer digirin û hinekî lêdidin, lê xwe ji destê wan xilas dike. Piştre dîsa didin du wî û li parkek li nava Cizîrê wî digirin li wir jî lêdanê pir dixwe. Piştre hate girtin û 4 mehan di girtîgehê de ma.”

Biryara tevlîbûnê

Remezan Kolanç di girtîgehê de jî bixwe re dikeve nava nîqaş û pirsyariyê. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve hefteyekê li malê dimîne, lê êdî lêgerîna xwe bidawî kiriye û gihîtiye encamekê. Lewre biryar dide ku tevlî YPG’ê bibe. Di sala 2012’an de derbasî Rojava dibe û tevlî nava refên YPG`ê dibe. Kolanç piştî tevlîbûnê navê Zafer Cudî digire û li Kantona Cizîrê piştî dewreyên perwerdeyê, di nava berxwedana herêmê de cîh digire. Têkoşer Zafer nêzî 3 salan li Cizîrê tevlî berxwedanên li dijî êrîşên çeteyan dibe.

Birayê xwe yê biçûk jî tevlî YPG’ê dike

Di nava malbatê de yê ku gelekî bi têkoşer Zafer ve hatiye girêdan birayê wî Dijwar ku 4 salan ji wî biçûktir e. Lewre jî Dijwar bi armanca dîtina birayê xwe, piştî 2 salan diçe Kantona Cizîre. Di vê serdana ku di sala 2014’an de pêk hat û 5 saetan dom kir de, têkoşer Zafer ji birayê xwe dixwaze ku tevlî berxwedanê bibe. Li ser vê yekê Dijwar jî biryara xwe dide.

Dijwar serdana xwe wiha anî ziman: “Zafer hem bira, hem jî heval bû. Wekî bavê min bû.  Ji bo min her tişt bû. Bi tevlîbûna wî û dûrketina ji malê ez pir bandor bûm. Ez pir bi wî ve hatibûm girêdan. Piştî ku ew tevlî nava refên YPG’ê, ez 2 salan piştre çûm Cizîrê serdana wî. Me hevdu hembêz kir û em nêzî 5 saetan bi hevre man, me hinekî nîqaş kir. Ji min re got, ‘tu jî tevlî nava refên YPG`ê bibe’. Wê demê ez pir bi gotina wî de hizirîm û di wê demê de min got ‘temam ez ê jî tevlî bibim’. Li ser gotina wî ez tevlî nava refên YPG`ê bûm.”

Berxwedana Kobanê û çavkaniya moralê

Dema êrîşên hovane yên çeteyan li ser Kobanê destpê kirin, ew jî li Cizîrê nasekine û yekser berê xwe dide herêma Kobanê. Di 28`ê îlona 2015`an de digihêje herêma Kobanê û li hemberî hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke dijwar dimeşîne. Têkoşer Zafer di hêzên operesyonê  ya şehîd Devrem de cihê xwe digirt û berpirsyarê komekê ye. Di her operesyonê de moral dide hevalên xwe û her li pêşiyê cih digire. Du caran birîndar dibe, lê ji herêma Kobanê dernakeve û li nexweşxaneyên herêmê tê dermankirin.

Dijwar piştî sal û nîvekê Zafer li Kobanê dibîne

Di vê navberê de birayê têkoşer Zafer ê bi navê Dijwar li ser gotinên birayê xwe tevlî refên YPG’ê dibe, lê birayê hîn dîtiye. Piştî sal û nîvekê  Dijwar vê carê birayê xwe li Kobanê dibîne. Dijwar ev hevdîtina xwe jî wiha anî ziman: “Dema min ew dît di destê xwe de birîndar bibû. Çavên min li tiliyên wî ketin û bêhemdî  min, rondik ji çavên min ketin xwarê. Min pir bêriya wî kiribû û min bawer nekir û ez wî dibînim. Wê demê jî em demeke kin bi hev re man. Piştre ew çû eniya rojhilat û ez jî li eniya başûr bûm. Min xwest ku ez bi wî re bim, lê hevalan dan eniyên cuda.

Dîtina dawiyê

Dijwar got ku cara dawiyê wî mehek beriya şehadetê têkoşer Zafer li navenda YPG’ê ya herêmê dîtiye û wiha dom kir: “Ew cara 2’yemîn û dawiyê bû. Ez, keça apê min Zîlan, kurê xalê min Şervan û Zafer em li hev civiyabûn. Em 4 kes ji malbatekê li kom bûn û me bi hevre hinekî sohbet kir. Nêzî saetekê em bi hev re man û piştre ez vegeriyam cihê xwe.”

Zafer ji lingê xwe birîndar dibe

Piştî vê hevdîtinê têkoşer Zafer dîsa vedigere eniya rojhilat. Li vê derê wekî fermandarê koma xwe, li hemberî çeteyan berxwedanek mezin nîşan dide. Beriya hemû hevalên xwe ew li pêşiyê cih digire. Di pevçûnekê de ji lingê xwe birîndar dibe.  Hevalê têkoşer Zafer yê ku bi wî re di çeperên şer de maye Êriş Axçira got bûyera birîndarbûnê wiha anî ziman: “Hevalê Zafer berpirsyarê koma me bû, beriya ku em bikevin operesyonê Zafer moralê me bilind dikir. Gelek caran ji me re di çeperên şer de stran digotin, dengê wî pir xweş bû, hevalan ji stranên wî pir moral digirtin. Ez di destpêka meha 12`an de hatim Kobanê. Çawa ez hatim hevalan gotim ‘tuyê biçî gel heval Zafer. Ez û heval çun cem wan. lê heval Zafer di operesyonê de bû, çend kêlî derbas bûn, me dît hevalekî  ji lingê xwe de birîndar bûye, anîn. Me ew derbasî nexweşxaneyê kir. Wê demê nexweşxaneya me jî du kolanan li du me bû. Min nedizanî ku ew heval Zafer e. piştre ez pê hesiyam ku ew hevalê me birî nexweşxanê Zafer e. hefteyek derbas bû Zafer dîsa vegeriya eniya şer. Min ew nas dikir, lê wî nizanîbû ku min ew biriye nexweşxaneyê, dema ez dîtim bi xêrhatina min kir.”

‘Dema mayin bêbandor dikir çeteyan mayin teqand’

Êrîş Axçira, behse çalakiyekê ku ew û têkoşer Zafer bi hev re bûn kir û wiha dom kir: “Di meha 12`an de me wekî 5 hevalên  ji hêzên operesyonê amadekariyên xwe ji bo çalakiya li dijî dibistana reş kirin. Em bi awayekî veşartî ketin dibistanê, dijmin jî di dibistanê de ye. Me odeya yekemîn derbas kir û xwest derbasî ya duyemîn bibin, lê hatiyû mayinkirin. Havalê Zafer got ‘hun bisekirin ez ê biçim mayînê vebikim û hunê piştre li pêy min werin’. Dema kabloya yekemîn û duyemîn qut kirin, çete bi vekirina mayînan hesiyan û beriya ku vekirina mayînê temam bibe, çeteyan mayîn teqandin. Hevalê Zafer di destê xwe de birîndar bû û du tiliyên wî çûbûn.  Ew cara 2’yemîn bû ku heval Zafer birîndar dibû. Piştî teqandina mayînê, pevçûnan destpê kir, me bi lez ew ji wir derxist û derbasî nexweşxanê kir, lê em nesekinîn û me operesyon berdewam kir. Di wê operesyonê de gelek kuştiyên çeteyan çêbûn û operesyona me serkeftî bû.”

Têkoşer Zafer, piştî dermankirinê, dîsa vedigere eniya rojhilat û tevlî berxwedanê dibe. Di operasyona rizgarkirina gundê Qertel ku di 11’ê gulana 2015’an pêk hat de, şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de têkoşer Zafer wekî har carê dîsa li pêş e û berxwedanek bêhempa nîşan dide. Di encama pevçûnên dijwar de têkoşer Zafer jiyana xwe ji dest dide. Di operasyonê de çeteyan gelek windahî dan û gund hate rizgarkirin.

Cenazeyê têkoşer Zafer ji aliyê deh hezaran kesan ve li Cizîra Botan hate definkirin.

Bi pênûsa hevriya têkoşer: DICLE MÛSA