1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rûken Sarılı
  4. Twîtên Zimanê Kurdî - Bireser û Lêker
Twîtên Zimanê Kurdî - Bireser û Lêker,twîtên,zimanê,kurdî,bireser,û,lêker

Twîtên Zimanê Kurdî - Bireser û Lêker

A+ A-

Mijara Îşev: Bireser û Lêker (Nesne ve fiil)

Di mijara îşev de lêker (fiil) jî hene. Heke hevalên serhedî di nav me de hebin, alîkariya wan jî divê.

Di kurdî de hevok, li ser sê hêmanên bingehîn; “kirde, bireser û lêkerê tên sazkirin.

Em di mijara duh de li ser kirdeyê sekinîbûn. Ji bo kesên ku nû tevlî bûne, bi kurtasî kirde ev e:

Kes an jî tiştê ku kar, tevger, kirin û bûyînê pêk tîne, kirde (özne) ye.

Di hevokekê de dema ku ji lêkerê pirsa “kî/kê û çi” tê pirsîn, bersiva ku bi dest dikeve, kirde ye.

Kes an jî tiştê ku di bin bandora kirin û bûyînan de dimînin, bireser (nesne) in.

Ji bo ku bireser bi dest bikeve, ji lêkerê pirsa; “kî/kê û çi” tê pirsîn.

Mînak: Dîlan, pirtûkê dixwîne. Kirde >>>Dîlan / Bireser >>> Pirtûk

Mînak: Ez, rojnameyê dixwînim. Kirde >>> Ez / Bireser >>> Rojname

Mînak: Mamoste, spartekan dide. Kirde >>> Mamoste / Bireser >>> Spartek

Mînak: Zarok, ji şekiran hez dikin. Kirde >>> Zarok / Bireser >>> Şekir

Mînak: Hevala min, dara sêvê diçîne. Kirde >>> Hevala min / Bireser >>> Dara sêvê

Mînak: Xecê, porê xwe şeh kir. Kirde >>> Xecê / Bireser >>> Por

Ji ber ku girîng e, divê carek din jî bê diyarkirin;

Lêkerên gerguhêz (geçişli fiil) dikarin bireserê bigirin, lêkerên negerguhêz (geçişsiz fiil) nikarin bireserê bigirin.

Di hevokan de carinan bireser, bi awayê veşarî jî tê bikaranîn.

Mînak: Tu dixwînî. (di vê hevokê de mirov tê digihîje ku tiştên xwendinê gelek in û yek ji wan hatiye xwendin)

Mînak: Zelal temaşe dike. (di vê hevokê de em tê digihîjin ku tiştên temaşekirinê gelek in û yek ji wan tê temaşekirin.)

Ji peyvên ku kirin û bûyînên hebûn û têgihan diyar dikin re lêker (fiil) tê gotin.

Lêker peyvên ku bêyî kişandinê nayên bikaranîn in.

Lêker hêmana herî bingehîn û jêneger a hevokê ye ku bêyî wê tu car hevok nayên sazkirin.

Lêker hêmaneke guherbar e û li gorî bikaranîna xwe rengê teşeya xwe diguherîne.

Ji aliyê peyvsaziyê ve lêker di nav xwe de dibin du beş û ev her du beş bi teşeya xwerûbûn û nexwerûbûnê ji hev tên veqetandin.

Lêkerên xwerû; Wekî ku di mijara peyvan de bi giştî hatibû diyarkirin, tenê ji hêmanekê pêk tên û bi tu awayî qertafên çêker nagirin.

Lêkerên xwerû; Mînak: avêtin, ketin, gotin, xwendin, şûştin, kirin, xwestin, cûtin, bûn, hatin, kuştin, birin, pêçan, spartin .

Lêkerên Nexwerû Lêkerên di nav xwe de dibin du beş:

Beşek lêkerên hevedudanî, beşa din lêkerên pêkhatî ye.

a-Lêkerên Hevedudanî: Lêkerên hevedudanî, lêkerên ku ji du hemanan pêk tên in.

Ev lêker, li gorî bikaranînê carinan bi hev ve carinan ji hev cuda tên nivîsandin.

Lêkerên hevedudanî herî kêm ji du hêmanan pêk tên.

Ji van hêmanan a bingehîn jixwe lêker e. Ji bo ku bibe hevedudanî dibe ku navdêr an rengdêr jî bên bikaranîn.

Lêkerên Hevedudanî; Bawer+kirin,sor+kirin, dil+mayîn, geş+kirin, ber+girtin, baş+bûn, diyar+kirin, olan+dan, amade+bûn, hîn+bûn

b-Lêkerên Pêkhatî:

Lêkerên Pêkhatî ji du yan zêdetir hêmanan pêk tên.

Di avabûna Lêkerên Pêkhatî de hêmana bingehîn lêker e û pêşgir an jî paşgirên ku lêkerê pêk tînin, bêwate ne.

Lêkerên Pêkhatî: ra+kirin, ve+bûn, da+girtin, ger+andin, wer+gerîn, wer+ger+andin, hil+pekîn…

Mijara îşev qediya!

Ji bo tevlîbûn û piştgiriya hemû hevalan, gelek spas!