1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. TÊK’OŞER’Ê DIJÎ FAŞÎZMÊ Û MAMOSTAYÊ GELÊRÎ
TÊK’OŞER’Ê DIJÎ FAŞÎZMÊ   Û MAMOSTAYÊ GELÊRÎ,têk,oşer,ê,dijî,faşîzmê,û,mamostayê,gelêrî

TÊK’OŞER’Ê DIJÎ FAŞÎZMÊ Û MAMOSTAYÊ GELÊRÎ

A+ A-

Îsal 9-ê gulanê di R’ûsîyayê û p’ir’anîya k’omarên Sovêta berê da 70-salîya serk’evtina dijî faşîzmê pîroz dikin (welatên dine yên hevpeymanîyên dijî faşîzmê wê cejnê 8-ê gulanê pîroz dikin). Eger ji bo cîhanê ew Şer’ê Cîhanê yê Duyem bû, lê ji bo Yekîtîya Sovêtê ew Şer’ê Mezin ê Nîştînanî bû. Di wî ser’ê man û nemanê yê dijî art’êşa Almanîya hîtlêrî da eger di t’evahîya cîhanê da bi giştî hejmara windahîyê mirovan bi 72.275847 –an tê hejmartin, lê t’enê di Yekîtîya Sovêtê da – bi 23.31340-an… Helbet, ev hejmarana hê jî tên guhar’tin-serer’astkirin. Û di vî şer’î da wî beşê gelê k’urd, ê ku di k’omarên Yekîtîya Sovêtê da dijîya jî, k’eda xwe kirye nava wê têk’oşîna li dijî dagerkerên faşîst… Bi hezaran lawên gelê me di qadên ser’ê dijî faşîzmê da bi lehengî têk’oşyane, gelekên wan p’akr’ewan bûne, beşek ji wan jî nivîşkan veger’yane malên xwe û beşdarî jinaûva avakirina welêt bûne…

Her çiqas di gulana 1945-an da faşîzma hîtlêrî hate şkênanadin û mirovahî hersal serk’evtina xwe pîroz dike û wê îsal jî 70-salîya wê pîroz bike, lê di cîhanê da faşîzm hê jî k’arê xwe yê r’eş didomîne. Ew nexweşîya mirovahîyê li deverên cîhanê yên cuda bi r’engne cuda r’ûdide û wêranî, t’alan û t’evkujîyan ji mirovahîyê r’a tine… Û îro jî ew li seranserê K’urdistanê bi r’engên cuda xwe dide xuyan û k’arê xwe yê dijmirovî pêktîne. Û yê ku di cîhanê da malwêranîyên faşîzmê bêhtir di k’ar da li ser xwe dîtye jî, gelê k’urd bi xwe ye… Îro jî gelê me li Bakûr û Başûr, li R’ojhilat û R’ojavayê K’urdistanê li dijî êrîşên faşîzma k’esk berxwe dide… Îro jî, wek ku dema Şer’ê Cîhanê yê Duyem Stalîngrad bibû sembola berxwedanî û lehengîya gelê Sovêtê, îro jî Kobanîya me bûye Stalîngrada k’urdan û ew di nav gel da wek Kobanîgrad tê navdikin. Wek ku wê demê giranîya têk’oşîna li dijî faşîzmê di cîhanê da li ser mile Yekîtîya Sovêtê da k’etibû, îrojî ew giranî li ser mile gelê k’urd û T’evgera wê ya Azadîxwaz e... Wek ku wê demê dewletên hevpeyman lez nedik’etin, ku enîya duyem li dijî art’êşa hîtlêrî vekin, îro jî hêzên hevpeyman ji bo bi berfirehî êrîşa li dijî DAÎŞ-ê zêde lez nak’evin…

Em – k’urd, îro di demên êrîşên faşîzmê da dijîn û di berxwedanê da ne!

Lê, her çi jî hebe, bi vê jî berxwedan û têk’oşîna dijî faşîzmê wê bi dawî nebe, mirovahîyê dem bi dem “berhemên” wê nexweşîyê yên tal bitemîne… Û her carê mirovahîyê şêwazên têk’oşîna xwe pêşbixe, lê faşîzmê jî di bin kirasên cuda da wek koremaran serî bilind bike, heya mirovahî sedemên vê nexweşîyê nebîne û r’eha wê ya tal jibinîva qut neke…

Îro, bi hemû hêzên xwe va gelê k’urd di pêşenîya têk’oşîna li dijî faşîzmê da ye!

R’ewş îro wisa ye! Lêbelê hevtê sal berê jî, dema mirovhayê carekê sturûyê faşîzmê şkandye, di wê serk’evtinê da, wek ku li jorê jî hate gotin, k’eda nûnerên gelê me jî hebûye. Û di vê çarç’oveyê da ya ku em dikarin pê serbilind bin jî, ev bi xwe ye!

Sedema ku ez pênûsê hildim destê xwe û di derbarê beşdarekî wî şer’ê mezin da binivîsim jî, ew agahî bû, ya ku ji bajarê R’ûsîyayê yê Jêlêjnovodskê gihîştibû ber destê min. Di dibistana wî bajarî ya hejmara 4-an da di bin sernivîsa “Em bîrtînin! Em serbilind in!” da ji bo 70-salîya serk’evtina dijî faşîzmê p’êşangehek bi fotowêneyên beşdarên wî şer’ê giran vekirine (fotowêne heye)... Û bavê min mamostayê k’eddar (emekdar) ê K’omara Sovêtî ya Ermenîstanê Cewoyê Emerê Mamo (Cewoyê Mamo) jî – di nava wan da...

Ez bi bawer im, eger şagirtên wî yên navdar bihuştîyên Wezîrê Eşo (nivîsk’ar), Fêrîkê Ûsiv (helbestvan), Şerefê Eşir (profêsor), Mak’sîmê Xemo (profêsor) û yên dinê zêndî bûna, wanayê bi serbilindî pênûs hildana û di derbarê têk’oşîn û k’eda mamostayê xwe da binivîsyana... Û ji ber ku yek ji wan şagirtên mamostayê gelêrî (ne wek lawêê wî) ez îro hê heme, ez li şûna wan û ber wan va, her çiqas jî ji bo min p’ir’ giran e, wî deynê xwe pêk tînim...

* * *

Cewoyê Emerê Mamo sala 1938-an xwendina xwe di du xwendegehên mamostatîyê (pêdogogî) yên k’urdî û ermenî da bi hev r’a dibe sêrî û vediger’e gundê xwe yê kal û bavan P’ampa K’urdan û dibe cîgirê dîrêktorê dibistana gund û mamostayê zimanên k’urdî û ermenî... Ewî hê pêr’a jî negîhandibû sal û nîvekê li vir k’arbikira, dema di r’êbaendana 1940-î da gazî wî leşkeîyê dikin, û ew t’evî r’efên Art’êşa Sor dibe... Û sal û nîvek jî derbaz nabe, art’êşa faşîstî ya Almanîya hîtlêrî êrîşê tîne ser Yekîtîya Sovêtê. P’arleşkera wan, a ku wê demê li Bakûrê Kafkasîyaê (Başûrê R’ûsîyayê) bûye, berbi r’ojava va dik’işe û beşdarî şer’ê dijî faşîstan dibe...

Weha, ew bi xwe di wê derbarê da çi dinivîse:

“Li ser alîyê Vyazma-Smolênskê p’arleşkera me li dijî dagerkerên faşîst ên devbixwîn ên alman şer’ê man û nemanê dimeşand. Dijmin gelê sivîl, tirênên nexweşxaneyî, nexweşxaneyên leşkerî yên deştî bê hêvşandin bombebaran dikirin... Ewî gund û bajar li r’û erdê r’a r’astdikir, ew t’alan dikirin, kal, pîr, jin û zar’ok bi nezeyan bi hovane dikuştin... Te nizanibû çawa bimeşî, ku p’ê li ser termên kuştîyan nekî... Û di wê r’ewşê da em diçûne êrîşa li dijî dagerkeran, lewra ku em di dadmendîya têk’oşîna xwe da bi bawer bûn û bi banga welêt a “Têk’oşîna me dadmendî ye, dijminê bê şkandin, serk’evtinê ya me be!” me hemûyan, wek mirovekî, bêyî ku jiyana xwe bihêvşînin, şer’ dikir...”

Di şer’ê ji bo r’izgarkirina bajarê ser navê admîral Ûşakov da 10-ê gelawêja 1941-î Cewoyê Mamo bi giranî birîndar dibe... Neh mahan di hospîtalên leşkerî da birînên wî tên qenckirin, piştr’a ew vediger’e gundê xwe û careke dinê di dibistana gund da dibe serwêrê beşê p’erwerdeyê û mamostayê zimanên k’urdî û ermenî....

R’êvebirîya Yekîtîya Sovêtê k’ed û têk’oşîna Cewoyê Mamo a di wî şer’î da bilind qîmet dike: ew hêjayî gelek xelat, nîşan û ordênan bûye, lê di nava wan da “Ordêna r’ûmetê ya r’adeya duyem” cîhê xwe yê t’aybet digire...

* * *

Piştî veger’a ji şêr’, Cewoyê Mamo di P’ampa K’urdan da dîsa bi dilgermî k’arê xwe yê di warê p’erwerdeya nivşên nû da didomîne. Sal tên-dibihurin, û k’arê serwêrê beşê p’erwerdeyê berhemên xwe yên yekem dide: di nava navçeya Aparanê ya Ermenîstana Sovêtî da dibistana P’ampa K’urdan dik’eve nava r’êza pêşvanên k’arê p’erwerdeya zar’okan, ji dibistanên navçeyê kolêktîvên mamostayan tên dibistana P’ampê ji bo ku praktîka k’arê p’ererdeyê bibînin, ...û şagirtên wî yên yekem bi serfirazî dik’evin xwenedegeh, înstîtûnt û zanîngehan...

Sala 1954-an ji bo k’eda Cewoyê Mamo ya mezin di warê t’evgerkirina k’arê p’erwerdeya nivşên nû da bi bir’yara Dîwana Şêwra Bilind (Parlamênto) a Ermenîstana Sovêtî navê Mamoastayê K’eddar (Emekdar) yê K’omarê didin wî. Lê şeş sal jî nabihurin, sala 1960-î vê carê Dîwana Şêwra Bilind (Parlamênto) a Yekîtîya Sovêtê yek ji xelatên Sovêtê yên her bilind “Ordêna ala sor a k’edê” didin mamostayê navbilind...

Ew wisa jî bi aktîvî beşdarî k’arê jîyana gund, navçeyê û k’omarê dibe, wek nûner beşdarî du Hemcivînên (Kongrê) Mamostayên K’omarê dibe û cêr’ibandina xwe ya k’arê p’erwerdeyê bi nûnerên dinê yên Kongrê r’a p’arvedike... Sala 1962-an wî di nav k’omek mamostayên k’omar û herêmên Yekîtîya Sovêtê da ser du mehan dişînin bajarên R’ûsîyayê yên Moskovayê, Lênîngradê û R’yazanê – dîsa ji bo p’evguhar’tina cêr’ibandina k’arên xwe. Peyr’a ewê bibe serwêrê (dîrêktor) dibistana P’ampa K’urdan, ewê dibistana 8-sale bike ya dehsale (lîsê), wê avahîyê dibistanê yê nû yê duqatê – bi salona sporê va bide avakirin... Û sala 1978-an, dema 60 salên wî êdî t’emam bibûn, ewî dest ji k’ar berda û dibistana nû sparte şagirtên xwe yên demekê, lê dest ji dibistanê nek’işand... Peyr’a jî, ji bo ku ji dibistanê qut nebe, ew çend dersan hiltîne û zanînên xwe dide nivşên nû û wisa jî bi şêwrên xwe ji r’êvebirîya dibistanê ya ciwan r’a dibe alîk’ar... Bi vî awahî ew derdorê 50 salên jîyana xwe dîyarî k’arê p’erwerdeya nivşên nû dike... 

 Cewoyê Mamo di nava wan 50 salan da dibistana xwe neguhar’tye, ji gundê xwe neçûye (ji bilî demên xwendinê û leşkerîyê) û sala 2001-ê di 84 salîya xwe da ewî ç’avên xwe li vê cîhanê girtin... 

Di dema k’arê wî yê aktîv da bi sedan şagirtên P’ampa K’urdan (Sîp’ana îro) û Çobanmazê (Avşêna îro) li ber destê wî p’erwerde dibin û r’ênameya jîyanê dest tînin: k’î ji wan di çi warê jîyanê da jî cîhê xwe girtye, ewana t’imê hewl dane weke wan nirxên mirovî û net’ewî derên, ên ku mamostayê wan dema p’erwerdeyê dane wan... Gelek şagirtên wî, wek kesên pişpor li k’u jî hebûne, bi serbilindî gotine – ez şagirtê Cewoyê

Mamo bûme, lê dema r’astî wî hatine bi r’êzdarî jêr’a gotine – Mamosta! Weha t’enê navên çend kesên ji wan:

Şerefê Eşir – profêsor

Wezîrê Eşo – nivîsk’ar

Fêrîkê Ûsiv – Helbestvan

Emerîkê Serdar – nivîsk’ar

Mak’sîmê Xemo – profêsor

Avt’andîlê Fetî – siyasetmeder, r’ayedarê r’êvebirîya navçeyê

T’êmûrê Cindî – siyasetmeder

Koryûn Basmacyan – siyasetmeder, r’ayedarê r’êvebirîya navçeyê

R’azmîk Basmacyan – mamosta û r’êvebirê dibistanê

T’êmûrê Mîro – mamosta û r’êvebirê dibistanê

Mêlsîkê Memlî – mamosta û r’êvebirê dibistanê

Vladîmîr û Sûrîkê Efendî – herdu bira jî bijîşk û gelekên dinê.

Û dîsa gelek şagirtên Cewoyê Mamo yên hêja di warên jîyanê yên cuda da k’eda xwe dane: mamosta, r’êvebir, avak’ar û yên dinê.

Ev hemû di jîyana gelê me yê vê herêmê da bûye nirxekî net’ewî, ji ber ku bi hemû k’arên xwe yê p’erwerdeyî, t’evgerî û jiyanî r’a Cewoyê Mamo di nava nivşên nû da zîlên xwedîtin-xwenaskirina net’ewî û welatp’arêzîyê çandine. Ewî zar’okên k’urd ên li dûrî Welêt têk’ilîdarî wêje, çand û hunera net’ewî kirine. Ewî destê şagirtên xwe girtine û di r’êyên dûre dirêj r’a r’êberîya wan berbi Welatê wan ê kal û bavan kirye, bi berhemên Ahmrdê Xanî, Meleyê Cizîrî, Mele Batê, Feqîyê Teyran, Cegerxwîn û yên dinê serbilindîya wan a net’ewî li wan daye nasîn, bi r’ewanî berê wan daye Welatê wan... Û ji bo wê jî, p’ir’anîya şagirtên wî yên demekê bi evîna Welatê kal û bavan r’abûne ser r’êya afrandarîyê, bûne navdarên gelê xwe... Û dema p’irtûkên wan hatine weşandin, wana ew bi dil dîyarî mamostayê xwe kirine. Lê Wezîrê Eşo ne ku t’enê p’irtûkên xwe dîyarî mamostayê xwe kirine, lê waisa jî bi berfirehî di derbarê k’ar û jîyana wî da di p’irtûka xwe ya “P’amp-Sîp’an” da nivîsye. Ji bilî vê ewî dem bi dem di çapemanîya Ermenîstanê, R’ûsîyayê û di Ewropayê da gotarên watedar li ser jîyan û k’eda wî ya hêja nivîsîne. Û, eger dem bê, yek di derbarê Cewoyê Mamo da p’irtûkekê binivîse, ev nivîsên nivîsk’arê navdar wê ji bo wê bibin ç’avkanîyên giranbiha....

Sala 1963-an, dema p’irtûka hozan-helbestvanê ermenî yê destpêka sedsala XVIII Sayat’-Nova bi wergera profêsor Hecîyê Cindî û helbestvan Fêrîkê Ûsiv bi k’urdî tê weşandin, Fêrîk bi xwe p’irtûkekê tîne gund û dîyarî mamostayê xwe dike, û li ser r’ûpelê yekem ê p’irtûkê ev nivîsa heye: “Dersdarê minî ewlinî hezkirî, xalê minî maqûl Cewoyê Emer r’a! Bi dil – Fêrîk. 07. 11. 1963, Yêrêvan” –. Û mamostayê wî jî ew p’irtûk bi hezkirin danîbû p’irtûkxaneya xwe...

Û dema sala par destpêka meha mijdarê di P’ampa K’urdan da mal-mzêya Fêrîkê Ûsiv vekirin (berî wê navê wî danîbûn ser dibistana gund), ez jî beşdarî wê merasimê bûm, ez li ser berhem û afrandarîya Fêrîk axivîm û ev gotinên wî yên li ser p’irtûkê xwendin û ew p’irtûk dîyarî mala helbestvanê navdar kir... Ev bûyera bi “Çira-tv” hate weşandin.

Û piştî vê ji mn r’a t’êlêfon hatin, p’eyam şandin (p’ampî-ne p’ampî, r’ewşenbîr-ne r’ewşenbîr!), k’a ez çawa çûme wê merasimê, ma ne divê ew dibistan li ser navê mamostayê wan hemûyan – Cewoyê Mamo bûya, ku ewê li ser vê binivîsin û biweşînin jî... û tiştên dinê... Helbet min bersîva wan da!  

Lê, dîsa jî, ez ji bo wan camêran çi dibîjim: nizanim, k’a ew bi çi helwestê tiştne wisa dinivîsin, lê ez dikarim tiştekî bibêjim, ku her şagirtekî Mamosta berhemekî k’ar û k’eda wî ye, her yekî ji wan peykerek e ji bo wî. Ku, eger Cewoyê Mamo zêndî bûya, ewîyê bi xwe pêşniyareke wisa bikira, ji ber ku ewî ji bo gelê xwe çi k’ed r’êtye jî, ne ji bo navekî bûye, hem jî, wek ku min li jorê jî gotye, ew bi k’eda xwe t’êra xwe hatye naskirin...

Ji bilî wê, gelek şagirtên Mamosta hebûne, yên ku xwedî k’ed û navê bilind bûne, lê ev dibistan divê li ser navê yekî bûya, û baş e, ku ew li ser navê helbestvanê me yê navdar Fêrîkê Ûsiv e... Lê, eger, bibûya, navê mirovekî danyana ser vê dibistanê, yê ku di bin sîya xal û xizman da bûye xwedî dîplom, an jî ew k’ir’ye (ya ku di vê serdema me da dibe!), gelo wê baş bibûya?!

Wisa ku, li vir axavtin û gotinên zêde pêwîst nakin!

Lê wekî dinê, dîroka dibistana P’ampa K’urdan wê ji du serdeman bê nivîsîn: yek serdema Cewoyê Mamo û ya dinê ya piştî wî. Di derbarê beşekî serdema yekem da di p’irtûka nivîsk’arê k’urd ê navdar Wezîrê Eşo ya “P’amp-Sîp’an” da heye, lê di derbarê serdema duyem da jî, ez bi bawer im, wê hê bê nivîsîn...

* * *

Û – ya dawîyê!

Dema bavê min zêndî bû, hersal 9-ê gulanê min ji bo Cejna Serk’evtina dijî Faşîzmê ew pîroz dikir, lewra ku ew cejna wî bû, lewra ku ew bi wê serbilind bû, ew bi bîranînên xwe yên wê demê dijîya. Û ew hemû ewî dilop bi dilop derbazî nava r’uhê me jî kiribû, û em jî bi wê dijyan, em jî bibûn zar’okên wî Şer’ê mezin. Û ne t’enê ji bo bîranînên wî, na! Wek ku di dema xwe da bijîşkeke nas gote min, ku ne pêwîst e, ku me ew şer’a dîtibûya, ew, çi ku bavên me dîtine, bi gênêtîkî derbazî nava me jî bûne, û ji bo wê jî em di pişt heşmendîya xwe da bi gênêtîkî wî şerî dijîn... Belê em zar’okên şêr’ in, her çiqas me ew nedîtibe, lê bi hemû giyana xwe va me ew jîyankirye... Û dibe ku ji ber wê ye û bi saya p’erwerdeya Mamostayê me ye, ku hema dengek ji welêt dihat, em hişyar dibûn...

Û îro ew bîranîn ên di derbarê bûyerên wî şer’î da û yên bûyerên Welêt hatine bal hev û li hev hatine hûnanidin... Û îro têk’oşîna gelê me ya li Welêt a dijî faşîzmê têk’oşîna kal û bavên me ya li derveyî welêt da zêndîkirin, û ew careke dinê bi bir’yar, bi sond û peyman berê me dide wêlatê kal û bavan...

Sala 1985-an 9-ê gulanê divê bavê min bihata Yêrêvanê û divê em bi hev r’a biçûna Bindarûka (Park) Serk’evtinê, divê vê carê min cejna wî li wir pîrozbikira... Wisa bû, ew nexweş k’et û nikaribû bihata... Ez bêyî wî çûm, min li şûna wî destê vêtêranên şêr’ ên dinê guvaşt û ew pîrozkirin. Ez di wê bindarûkê da ger’yam, min li beşdarên wî şer’ê mezin nihêr’î û di nava bîranîn û bîrîyên xwe r’a vegeryame deşta şêr’, û... helbestek nivîsî.

Bixwînin û binihêr’in, têk’oşîna li vir û ya li Welêt çiqasî mîna hev in, têk’oşer jî mîna hev in û leheng jî weke hev leheng in:


R’ÊPORTAJ


(9-ê gulana 1985-an, Yêrêvan,


Bindarûka Serk’evtinê)


“Hemûyan nav bi nav

em bîr bînin!..”

(R’obêrt R’ojdêstvênskî)

Sala hezar û nehsid çilpêncan!...

Sal bihurîne...

Û, weha, îro –

Piştî ewqas sal…

Bindrûkek merd…


Li her alîyan mirov diçin-tên,

Distrên, dik’enin,

Govend girtine û dir’eqisin…

Çardorê hêle û hingirme ye –

Şabûn û şadî ye – şadîya gel t’evî…


Çil salî berê!..

Gelekên wana berî çil salî,

Wek p’ehlewanên wan dewrên çûyî,

Ji bo welatê xwe bip’arêzin,

B'mirinê r’a merd çûne gulaşê…

Gelek ji wana bi serk’evtinî

Gihîştin lana faşîstên devxwîn…


Û îro jî ew hatine vira,

Li vir civyane ji her net’ewan –

R’ûsî û kalmîk,

Gurc û ermenî,

Ûkraînî û t’acîkm

K’urd û polonî…


Ew berev bûne, ku bi t’evayî –

Ew û hevalên dema wî şer’î

Wan r’ojên xweye dijwar û p’ir’ teng,

Wan r’ojên xweye girane bi ceng,

Wan r’ojên xweye sar û bêsit’ar,

Birçî û bê ç’ar…

Û wê r’oja xwe – ya here r’onî –

Ya serk’evtinê b'hev r’a bînin bîr…


Ewê bîr bînin!...

Û ewê dîsa pey r’êç’a ewan bîrî-mitalan

Dîsa bi hev r’a,

Dîsa b'lehengî her’in-derbaz bin…

Û, were, binhêr’ – sîngên wan hemûyan

Bi cur’e-cûr’e mêdalîonan va xemilîne…


Tu hewas dikî li wan û dîndara wan cefak’êşan

(Cefak’êş bêjim, yan p’eyveke din –

Yeke hê bilind?!),

Ewê dîndara ewan k’eddaran,

Ewê dîndara wane westyayî,

Lê p’ir’ bextewar – ji jîyanê t’êr

T’enê binhêrî!..


Xemla wan t’am e,

Bejn û bala wan –

Li ber ç’avan e…

Lê her yekî j'wan

Tiştekî xwe, yê wek dîyarî

Ji Xwezaya dê li bal wan hebûye,

Li wir hiştine –

Yekî – destê xwe,

Yekî – nigê xwe,

Yê – hem dest, hem nig…

Hinekan jî ç’av…

Û ew dîndara bedewîya mirov

Li wir hiştine…


Û dibek îro ewana êdî j'bîr jî kirine,

Çika wî çaxî ew dîndara wan

Çi şêwazî bûye…


Ewana ew t’ev bê gazin û heyf

Li wir hiştine…

Ji bo îro em bikarbin hebin,

Bijîn, hezbikin,

Bi xwe bi p’ê xwe cîhanê t’evdin…

Ji bo îro em d'vê jîyanê da

Çi ku ewana di dema xwe da

Kêmasî hiştye,

Pê negîhandye,

Bikin, pêkbînin…


Ji bo îro bi van destên xwe

Şûna wan destan

(Hem jî ber wan va)

Em saz û şênkin,

Ava û bedewkin vê jîyana xwe…


Ji bo em îro bi evan destan

Dest bidin destê heval-hizkirîyê

Û jîyaneke nû ava bikin…

(Dibek destên wan wisa jî hingê

Hesreta kezîyên evîna xwe man…)

Ji bo xût naha bi van ç’avên xwe

Tiştên ku çavaên wane wî çaxî

Îro nabînin, em pê dilxweş bin…


Û paşê…dîsa, ku d'jîyanê da

Şûna wan xortan

Bo wê jîyanê em bîndin, k’arkin,

A ku ji bo wê wan jîyana xwe dan –

Veneger’yan mal…


Ji bo ku îro bi evê heyîk û k’arê xwe va

Em dewsa xemên daykên wan dagrin…


Û ji bo wê jî, werin îro em

Bi evan egeît û lehengan va

Cejna xwe bikin,

J'bo wan r’êz bigrin,

Wan pîroz bikin,

Lê yên ku îro ne amade ne –

Wê êdî neyên,

Em b'tev bîrbînin,

T’ucar j'bîr nekin!..

Gulana 1985-an, Yêrêvan – Sîp’an

_______________________

Di wêneyan da:

1. Mamostayê k’eddar Cewoyê Emerê Mamo;

2. T’extê bîranîna beşdarên şer’ê dijî faşîzmê: ji jor va di r’êza sêyem da ji ç’epê yê

dehem Cewoyê Mamo ye;

3. Nevîç’ir’kên Cewoyê Mamo li ber t’extê bîranînê: ji çepê Ezîz, Welat, Alan û Fêrîk.