1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. VA, LI BER Ç’AVAN E: K’Î AŞTÎXWAZ E Û K’Î – ŞER’XWAZ!
VA, LI BER Ç’AVAN E:  K’Î AŞTÎXWAZ E Û K’Î – ŞER’XWAZ!,va,li,ber,ç,avan,e,k,î,aştîxwaz,e,û,k,î,şer,xwaz

VA, LI BER Ç’AVAN E: K’Î AŞTÎXWAZ E Û K’Î – ŞER’XWAZ!

A+ A-

Hê her tişt hê germ e, hê hêvîya aştîyê û çareserîyê di nav gelan da sar nebûye, ya ku r’oja pîrozbahîya Newroza 2013-an di nav gel da hişyar bû. Çend r’oj berê bû, ç’avên t’evahîya cîhanê li r’êya banga R’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan bû. Û ew r’oj pêr’a gihîşt! 21-ê adarê r’oja pîrozbahîya NEWROZÊ li Amedê ew bang hate xwendin. Ezê li vir bi hûrbînî li ser p’eyamê r’anewestim, wek ku t’evaya gelê k’urd ew peyama dîrokî p’ejirand û pişgirîya xwe da wê, ez jî dibêjim, ku bi vê p’eyamê bir’êz Ocalan şansek jî da aştîyê, û hêvîya gel xurttir kir. Bi r’astî, wek ku hemû, wisa jî ez benda gavên dewletê yên erênî bûm, lê, sed heyf û mixabin, hinek tişt dertên holê, yên ku bervajî heşmendîya mirovî ne...

Anegorî heşmendîyek a mirovê normal, divê ji bo p’eyama bir’êz Ocalan, ya ku ne ku t’enê şansek e ji bo aştîya mayînde, lê her weha pêrspêknîveke demdirêj e, manîfêstoya bi hev r’a bi aştî jiyankirina gelan e, divê r’êvebirîya T’irkîyayê jî bersîvek a anegorî wê bida. Binihêr’in, du pêşnîyarên bir’êz Ocalan ên sereke – agirbest û vek’işandina hêzên leşkerî ji derî sînorên T’irkîyayê li holê ne. Û ev pêşnîyar ji hêla R’êxistaina wî va hatin p’ejirandin, wek r’ênîşa pêkanînê hatin daxuyandin, û destbi pêkanîna wan bû... Hê berî wê PKK-ê bi yekalî heyşt nûnerên dewletê yên dîl serbest berdan, û her kes li bendê bû, ku wê ji hêla dewletê va jî gaveke wisa wek bersîv bê avîtin, lê, dîsa mixabin...

Helbet ev bir’yara ji hêla derdorên cuda va bi şêwazên cihêr’eng hatin r’avekirin. Hinekan qala r’awestandina têr’orê û ç’ekberdanê kirin. Ew jî bi bingehîn daxuyanîyên r’êvebirîya Tirkîyayê û nûnerên xwedîyên wê yên wî berî okîanê û r’ojavayî bûn. Helbet, k’a gelo ew çiqasî r’ast in, em wê jî ser wijdan û şan û şerfa wan a mirovî dihêlin. Mirovekî hema hinekî xwedî zanebûn, heşmendî û t’erbe-t’oreyê mirovî be, wê bibîne, ku bi helwestek a weha wat’eya pirsê tê berovajîkirin. Ev camêrana, şûna ku pirsê bidin xwe, k’a ev têk’oşîn ji ber çi derk’et holê, ji bo çi di vê dewletê da li hemberî gelê k’urd siyaseta înak’ar, t’unekirin û t’evkujîyê dihate û tê meşandin? K’a di girtîgehan da ev îşkenceyên li dijî girtîyên sîyasî û berxwedanên wan ên li dijî wan îşkenceyan ji bo çi pêk hatin? K’a ev wêranî, t’alan, p’enaberî, bi dehhezaran girtîyên sîyasî (zar’okên heya 14 salî jî di nav da) ji ku derk’etin? Ev şerê ç’ekdarî ji bo çi destpê bû? Kesek napirse! Ma ev gelê han dîn bûye? Divê mirov kor bûbe, ku helwestek a weha yekalî derîne pêş (ev mirovana navên xwe di r’êza heval û hevparên wan mirovan da dinivîsin, yên ku ev zulm û zordarî di K’urdistanê û T’irkîyayê da li ser gelên k’urd, asorî, ermenî, yewnan û yên din meşandine û îro jî dimeşînin. K’urd di welatê xwe da hê jî bi fermî bê nav, bê nasname, bêwelat û p’enaber in! Ger ewana r’astîya pirsê bidîta (an bixwasta bibînin!), wê bi bawer bigotana, ku ev t’evgera k’urd t’evgerek a li dijî têrora dewletê ye, ew t’evgerek a antîtêrorîst e. Ji bo wî jî dibe ku wana sedqatî ji wê alîk’arîyê, ya ku vekirî didin mihelefeta Sûrîyayê, bidana vê tevgerê... Û van dewletên cîhanê yên gewre û xwedî hêz ji bo xatirê hinek berjewendîyên xwe yên dewletî K’omara T’irkîyayê kirine monstor û berî bedena vî xelkê zêryayî û bê maf dane. Û dema ev gela naxwaze bibe xurê guran, ji bo ku xwe ji t’unebûnê bip’arêze, serhildan û r’ap’er’înan dike, ev dewletana dikin hewar û hêwarze, dibêjin – ev têrorîzm e! A, li vir e, ku mirov dixaze ji wan bipirse: “K’a ji k’erema xwe r’a bibêjin, gelî camêra, hûn di hundurê dewletên xwe da û derveyî wan li dijî têrorîzmê bi çi têdikoşîn? Hûn baqên gulan hiltînin û diçin, wan pêşbazî dikin?... Ma mirov destevala dikare xwe ji çekên giran biparêze, yên ku hûn bi comerdî didin vê r’êjîmê?”

Û t’erefê k’urd van hemûyan tê digihîje! Têdigihîje, lê ji bo şansekî jî bide pêvejoya aştîyê, van gavan davêje. Weha, bir’êz Ocalan bi xwe vê p’êngavê çawa wat’edar dike: “Bi sed hezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û hatine, uje qadan bûne, edî biratiyê dixwazin, ç’areseriyê dixwazin”.

Weha, ev e lêytmotîva p’eyama bir’êz Ocalan, ew xwestina gelan a aştîyê û ç’areserîyê ye. Û, ji bo ev pêvejo û p’êngava nû r’ast bê têgihîştin, ew dibêje: “Ev têkoşîn, a ku bi serhildana min a şexsî, di destpêkê da li hemberî wê bêç’aretiyê, nezanî û k’oletiyê dest pê kir, a ku em di nav da hatibûn dunyayê , xwedî vê armancê bû, ku li hemberî her cur’e ferzkirinanê em hişmendîyê, feraset û r’uhekî ava bike. Ez îro dibînim ku, ev qêr’îna min gihiştiye astekê.

Şer’ê me, li hember t’u net’ewekê, ol, olzayan, an jî komekê pêk nehatiye û wê pêk nayê jî. Şer’ê me, li hember çewisandin, nezanî, neheqî, paşdehiştin û her cur’e zextan bû”. – Ev e, qîmetê pêvejoya bihurî bi giştî, ya ku di vê p’eyamê da dertê pêş. Lê: “Îro serdemeke nû dest pê dike. – Bir’êz Ocalan dibêje û weha didomîne, –

...Me ji bo vî gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ji vê fedak’arî û têkoşînê hîç yek jî vala neçû. K’urdan r’astiya xwe, eslê xwe û nasnameya xwe ji nû ve bi dest xistin. Em hatin xala “Êdî bila ç’ek bêdeng bibin, r’aman û siyaset biaxifin.

...Ev, bidawîbûn nîne, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têk’oşînê berdan e, dêstpêkirina têk’oşîneke hîn cudatir e”. – Belê, li vir hem ji yên dijber r’a, hem jî ji yên t’erefdar r’a her tişt hatye gotin. Tiştekî veşartî nîne, ji hemûyan r’a hatye daxuyandin, ku ewê têk’oşîna ji bo mafên gelê k’urd bidomînin, lê bi şêwazekî din. Û ev r’ê li pêşîya hemû spêkûlatsîonan digire.

Pey vê r’a ji Qedîlê, ji hêla r’êvebirîya PKK-ê va her weha ev şroveya hate dayîn: “Eger T’irkîya bi awayekî r’ast bersivê bide, ev yek hem ji bo wê û hem jî ji bo R’ojhilata Navîn dê bibe destpêka serdemek a nû. Ji ber vê yekê divê mirov p’eyama R’êberê gelê k’urd a di Newrozê de hat xwendin, wek manîfestoya destpêka serdema nû di R’ojhilata Navîn da bibîne. Daxwazîyên ji bo ç’areseriyê yên here di cih da, yên ku rêberekî k’urd dikaribû bigota, di vê manîfestoyê de hene”.

Lê, wek ku tê xuyanê r’êvebirên T’irkîyê an ji vê peyamê tiştek dernexistine, an jî nexwastine derxin. Ma bir’êz Ocalan vekirî dibêje: “Êdî bila ç’ek bêdeng bibin, r’aman û siyaset biaxifin”. Lê piştî van p’eyaman r’êvebirên T’irkîyayê çi gav avîtin? Di sêrî da wek behsa têrorîzmê û têk’oşîna li dijî wê kirin, behsa ç’ekberdanê û xwesparîyê kirin... Piştî peyama r’êberê gelê k’urd balafirên şêr’ şandin ji bo herêmên gêrîlla kontrol bikin, di Amedê da siyaseta xwe ya t’evkujîya sipî domandin – di nava r’ojekê da 70 mirov girtn – û di nav wan da wisa jî siyasetmederên Partîya Aştî û Dêmokrasîyê (BDP)... Û agahîya here nû, art’êşa dagirker a T’irkîyayê Herêma P’arastinê ya Medîyayê bi balefir’ên şêr’ dane ber bombeyan...

Ev tê çi wateyê? Dibe hinek bibêjin, ku t’irkan hûn xapandin? Dibe hinek bibêjin, dewlet dixwaze gel bê hêza p’arastinê bihêle, û bindest bikin? K’î çi dixwaze bila bêje û bike, li vir tiştek li ber ç’avan e: ev dibe gsva yekem a serkevtina pêvajoya aştîyê û ç’areserîyê û têkçûna siyaseta înk’ar, t’unekirin û bişavtinê. T’erefê k’urd gotina xwe got û amedebûna xwe da xuyan, lê, wek ku tê xuyan, dewlet ne amaede ye. Û ji vir û pêva êdî divê cîhan biznibe, k’a k’î di r’êya şêr’ da ferz dike...

Li vir divê bê zanîn, ku tiştê herî mezin ê ku bir’êz Ocalan û Partîya wî pêk anîn, ne t’enê avakrina hêzên gêrîlla bû. Na! Bi têk’oşîna xwe ya bêhampe ewan gel gîhandin astekê, ku êdî ew bi xwe bawerîyê bi xwe û hêza xwe tîne. Îro gel bi xwe bûye hêz û t’evger û bi xwe dikare vê pêvajoyê bimeşîne, ger pêwîst be, wê ji nava xwe hêzên nû derxe. Ji ber ku ew bi xwe êdî bûye hêzek a bi t’evger... Ya din, PKK-ê daxuyend, ku çiqas ew ji aştîyê r’a amade ye, ewqasî jî ji şêr’ r’a. Ku di vê pêvajoyê da ji xwe bawer in û bawerîya wan bi hêza xwe heye.

Dewlet çi fen û fêlbazî, delk’ û dolaban bik’ar bîne, gelê k’urd êdî ne yê berê ye, ku bê xapandin, ji ber ku ev gela êdî xwedî bawerîya xwe ya net’ewî ye, bûye xwedî hêz û t’evger, r’êberîyek a net’ewî derxistîye pêş û bi bawerî li dû wê dimeşe û ew û r’êberîya xwe hev t’emam dikin... Bir’êz Ocalan di p’eyama xwe ya vê Newrozê da got, ku serdemeke nû dest pê dike. Û bi r’astî jî wisa ye. Dewlet êrîşan û t’evgerên leşkerî pêk bîne, hewlên komployan û xapandinê bide, lê, yek e, serdemek a nû destpêkirye. Û ew serdem jî bi p’eyama r’êberê gelê k’urd destpê bûye...

Û vê carê jî ew r’astî hate dîtin, ku di nav t’evgerê û gel da Ocalan xwedî gotina biryardar e û wê ji vir û pêva jî xwedî wê gotinê be. Ji bo wê jî ger îro di derbarê ç’areserîya pirsgirêka k’urd û aştîya maynde da tê axavtin, divê: birêz Ocalan, wek r’êber û mîmarê vê tevgerê, di nav mercên azad û wekhev da dora masa hevdîtinan r’ûnî û erkên xwe yên ji bo aştî û ç’areserîyê pêk bîne; ew mirov, ê ku dikare ç’arenûsa bi mîlîonan mirovan ç’areser bike, divê bi xwe azad be; eger heya dwîya hevhatinên ç’areserîya pirsê Hêzên P’arastina Gel wê li derveyî sînorên T’irkîyê û Bakûrê K’urdistanê bin, lê piştî havhatinê, divê hemû endam û fermandarên HPG-ê veder’ine welêt, lewra ku ew dot û lawên vî gelî û vî welatî yên hêja ne, wan ji bo p’arastina mafên gelê xwe ç’ek hildane û wek mirovên xwedî k’eda mezin, di nêzîkkirina r’oja ç’areserîyê da r’olek a mezin lîstine; divê ji wan ên ku di wî şer’î da nivîşkan (gazî) bûne (û ji bo wî şer’î jî dewlet bi xwe bersîvdar e!), divê dewlet ji bo her yekî ji wan meaşê nivîşkanên şêr k’ivş bike, lê yên din divê di nav hêzên p’arastinê yên nû da cîyî xwe bigirin û p’arastina gelê xwe pêk bînin; di nav çarçeveya vê pêvajoyê da, ger bi r’astî armanca r’êjîmê ya aştîyê heye, divê hemû hêzên xwe yên leşkerî, polîs, hêzên ewlek’arîyê ji K’urdsistanê vek’işîne û hemû pirsên ewlekarîyê û parastinê ji gelê K’urdistanê r’a bihêle. Wê demê wê sedî-sed dengê ç’ekan r’aweste, wê aştî û aramî hem li T’irkîyaê, hem li K’urdistan, hem jî hemû herêmê bibe desthilatdar...

Lê, ger r’êvebirên T’irkîyayê yên îroyîn di nav xwe da wêrekîyê nebînin û ji bo aştîyê gavan navêjin, wê demê bê, gelê t’irkê bi xwe ji wan hesaban bipirse.

R’êjîmên cihêr’eng hatine û çûne, û evê jî her’e, lê gelên k’urd, t’irk û gelên din ên herêmê wê bimînin û pêdivîya van gelan jî bi aştî û aramîyaê heye! 

Ezîz ê Cewo

27. 03. 2013