1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Xwedênasiya Qehpikekê
Xwedênasiya Qehpikekê,xwedênasiya,qehpikekê,deriyê,çiyê

Xwedênasiya Qehpikekê

A+ A-

Ez diçim Deriyê Çiyê, ew jî ji hewşa lojmanên memûran derdikevin. Hîn bala min neketiye ser wan, lê dengek min ji nişka ve hişyar dike:

-- Hela ji xwe re li serê wan bêaqilan binihêre, çima wisa kirine?

Deng ji aliyê min ê çepê tê, lê ez bêyî ku li aliyê çepê binihêrim bi lez berê xwe didim aliyê rastê. Komek jinên bi cilên kurdî ber bi Ofîsê ve diçin. Li serê wan kitana dêrikanî heye.

Bi rûyekî apore min berê xwe da aliyê çepê, cihê ku deng jê hat. Sê heb qehpikên bajêr ji lojmanan derdikevin û ber bi Deriyê Çiyê ve diherin. Cilên wan, ser û serketên wan dirbê heywanên ku neslê wan namena dide. Tê bêjî qey nimûneyên dawî yên heywanekî ne.

Di nivîsa "Quncek ji Mehzena Tarî" de (heftiya borî) min gotibû "di ser qebhetan re porê boyaxkirî" û gelek kesan ez rexne kiribûm. Ya rast niha ez li ser sînga xwe binivîsim "Profesor Doktor Rêzan Tovjîn" dê herkes bêje "aqil berdaye, sextekar e,
derewan dike, xwe bi awayekî din nîşan dide, mirovan dixapîne."
Lê dema jinek bi porê boyaxkirî xwe cuda nîşan dide, li xweşa mêran diçe û tişta ku ji min re bêjin qet û bîla ji wan re nabêjin. Çawa be li gor zewqa dilê wan e ev tiştên ku jin dikin. Ma ne wisa ye, ku di dawetan de jin wekî xwarineke xemilandî li ser sifreyê têne pêşkêşkirin, bûkaniyên spî ku jinê dikin tasek av li wan têne kirin. Komek berbû diçin ji mala bavê radihêlin jinê û tînin ber lingê mêr. Di cîhaneke wisa de em çima henekê xwe bi kuştinê tînin?

Civatek ku dema behsa kuştina mêrekî dike, hemû gotinên edebî û lehengî bi kar tîne, dema behsa karê herî xwezayî yê bin lihêfê dike jî bi gotinên herî qirêj tîne ziman.

Qehpikên bajêr dane pêşiya min û diçin. Tiqetiqa wan e, bi kitana dêrikanî diketin.

Niha ez ne dêrikî bûma û ne heyranê kitana wê bûma jî hadê belkî ev tesadûf evqasî nebûya qebhet. Lê niha ez ê xwe çawa bigirim?!

Pirsa wan ew e ku "wan kêmaqilan çima ew tişt daye serê xwe". Çima kêmaqil in gelo? Ji ber ku dinya germ bûye, an ji ber ku ew kitan di nav vî bajarî de wan wekî tiştekî cuda nîşan dide. Heke wisa be biskên porê wê yên di rengê teyrikên avî de, ku di nav gurzên porê zer de xuya dikin, wê jî cuda nîşan didin. Heta hinek teyrikên bendavan tîne bîra mirov, ku niha ew teyrik li vî welatî neman, belê 15 sal berê hebûn.

Fam nakin ku çima wan pîrekan kitana dêrikanî dane serê xwe.
Hz. Muhammed di mijara pîrekan de gelekî serê xwe êşandiye. Çûye û hatiye, xwestiye ku fam bike çima pîrek dibin sedema xerabûne pergalê. Di nava ewqas tevliheviyan de tekane çare wekî girtina pîrekê nîşan daye. Heke pîrek were girtin, deng jê
dernekeve, nikaribe bikeve têkiliyên civakî û were sînorkirin pirsgirêk jî namîne.

Ji bo heraretê mêran jî li wan ranebe, ya baş ew e ku her derê wan were girtin.

Ya rast çare ji mêran re nehatiye dîtin. Hem pir dilsoj in û dilbijok in, hem jî serdest in û xwedînîmet in. Ê jinên ku vê rewşê dizanin jî hem xwe li gor dilbijokiya wan dixemilînin, hem jî ji bo ji nîmetên serdestiya wan fêdeyê bibînin, xwe bi her awayî pêşkêş dikin. Ji ber ku timî girtî û nezan hatine hiştin jî, dema derfet dikeve destê wan, mêran dibin ser firînekê û serserkî davêjin bini cehnimê.

Jixwe di heqê wan mêran de ye.
Niha ez çêtir fam dikim ku heftiya borî Bêjan Matur çima digot "dewlet dixwaze hinek guhartinan bike, lê di Îmraliyê de xitimiye." Matur rast dibêje. Ji ber ku niha min baştir fam kiriye ku birêz Ocalan çima di mijara jinan de evqas israr dike.

( Li gor min birêz Ocalan difikire ku pirsgirêka bingehîn di mêran de ye. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe jî, divê jin pêşve biçin. Jinên xwenede, bi mejiyê azad, ramanên kûr û dûr pêdiviyê nabînin ku xwe pêşkêşî mêran bikin. Dema pêdiviyek wan a wisa tune be, li şûna 2 saetan porê xwe boyax bikin, dê herin bi pirsgirêkên civakî û siyasî re têkildar bibin. Ji ber vê yekê Ocalan li pêşiya dewletê pirsgirêkeke bingehîn e. Matur digot "niha PKK bi riya nûnerekî were û bide nîşan ku ew êdî Ocalan nas nake, dewlet amade ye bi PKK'ê re vê pirsgirêkê çareser bike." Em hemû dizanin ku ne ji Ocalan be ev kurdên me pir xweşik dizanin şer bikin, bikujin, bişewitînin û nizanim çi bikin. Bi vî rengî gerek kurdên din ji Ocalan bêhtir xetere bihatina xuyakirin. Lê ez niha çêtir fam dikim ku ew ne ji ber çend guleyên hatine teqandin wisa xetere ye, ew bi hêza xwe ya guhartina kurdan û civak û jinan bûye atomek di binê dewletê de. Êdî li Îmralî hebûna wî jî, tunebûna wî jî nema dewletê ji vê xetereyê xelas dike... )

Li Agiriyê jineke mamoste ku tê dibistanê, dibihîze ku xwendekarekî wê çûye serê çiyê. Mamoste bi hêrs dibêje: "Çima we ji min re negot ku rewşek wî ya wisa heye. Ez gelekî li ber ketim. Ez ê pê re alîkar bûma, da ku neçe." Xwendekarek ji cihê xwe yê rûniştî dibêje:

-- Mamoste, tu here dema xwe bide boyaxkirina porê xwe, mesaiya van mijaran ji te re zêde ye.

Xwendekarên wisa jîr jî hene li vî welatî, ku felsefeyekê di hevokekê de tînin ziman.

Qehpikên bajêr li pêşiya min bi tiqetiq dimeşin. Zarokek kaxizekê dirêjî wan dike.

Ez ferq dikim ku li ser kaxezê ayetên Qur'anê hene. Qehpik destê xwe wekî ji pêtek agir birevîne, bi lez bilind dike:

-- Ay, ji min bi dûr bixe. Ez tiştên wisa bi xwe re bigerînim dê xwedê li min bixe.

Hewar e! Qehpik ji xwedê jî bawer dike. Difikire ku li gor qanûnên xwedê ew jineke gunehkar e, qirêj e. Li gor wê heke rahêle wê ayetê, dê xwedê lêxe, ceza bike.

Tu ji xwe re li vê qebheta jiyanê binihêre. Niha ez ji wê re hinekî behsa sosyalîzm û komunîzmê bikim, dê bêje "xwedênenas" û min yekvar ji dergehê cîhanê bavêje. Lê ew qehpikek e, ku goştê canê xwe di berdêla pereyan de difroşe. Ne ji ber ku riyek din tune, lê ji ber ku bi vî rengî pirtir qezenc dike û pirtir xerc dike.

Hz. Muhamed serê xwe pir bi famkirinê re jî êşandiye. Çima ku herkes wekî hev fam nakin. An jî çima herkes mijara kitana dêrikanî wekî hev nizanin. Hz. Muhamed dawiya dawî difikire ku:

Xwedê perdeyek tarî kişand ser çavên wan,
da ku rastiyan nebînin êdî,
û dilê wan hate perdekirin,
da ku venegerin careke din.
Bêguman ji wan re ezabekî giran heye...

Belê, ji bo însanên ku tiştan di asteke baş de fam nakin, li vê cîhanê bi rastî ezabekî xerab heye. Lê ji bo cîhaneke din "nikarim" tu tiştekî bêjim.

Ez riya xwe diguherînim û di riyeke din re diçim Deriyê Çiyê. Li ber çavên min hîn ew jinên bi kitanên dêrikanî hene. Çi li wan dihat, çi bi wan diket. Li ber çavên min wekî artêşeke azadiyê bûn, ber bi Ofîsê ve diçûn.