1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Ya Nû û Ya Kevin
Ya Nû û Ya Kevin,ya,nû,û,ya,kevin

Ya Nû û Ya Kevin

A+ A-

Ev 30 sal in ku Ewropa û Emerîka dixwaze kurdan li dora Serokek û Partiyek bi dilê xwe bicivîne. Heta di vî warî de bi ser nekeve jî, dê li dijî tevgerên heyî têbikoşe û bi dijminên wan re hevkariyê bike.

Li hember vê yekê, diviya ku tirk, faris û erebên ku cîranên kurdan in, di nav hev de wekî yekîtiyekê tevbigeriyana. Gerek bizaniyana ku sedema van êrîşên Ewropa û Emerîka ji bo ax, av, petrol, sererd û binerda wan e. Lê dîsajî ev serdestên me yên wekî ereb, faris û tirk yekîtiya herêmê datînin aliyekî û li gor karaktera xwe ya serdestiyê tevdigerin.

Belkî hêvîkirina helwesteke cuda jî kawikiya me kurdan be.

Almanya dema hinek rêveberên kurd girtin, di girtîgehan de xwestin wan îqna bikin, da ku li hember serokê xwe derkevin, darbeyekê di nav xwe de bikin. Almanya di salên 1980'yî de, salên 1990'î de jî ev yek ceriband. Ji wan rêveberan re gotin, "heke hûn xwe bikin serok û tevgerê bi dest bixin, em ê we destek bikin."

Tevgereke ku girse li dora xwe dabe hev, dema ji aliyê hêzek din ve were bidestxistin, ev yek ji bo dagirkirin û bidestxistina wî welatî derfetek zêrîn e.

Almanya di vî warî de bi ser neket. Heta van salên dawî, Emerîka jî di van planan de bi ser neket. Hinek dewletên îslamî ku xwestin rêxistineke olî ya kurd bi dest bixin, gihaştin çi astê, ez nizanim.

Di bingeha xwe de, dema Tirkiye navê gelê kurd û tevgera siyasî ji hev cuda dike, dîsa xizmeta vê stratejiyê dike. Di dawiya vê stratejiyê de, heke bi ser bikevin, dê kurd ji kontrola xwe derkevin û têkevin kontrola hinekî din. Ev hêza nû ya xwediyê kontrolê, ji sedî sed dê ne Tirkiye be. Jixwe stratejî ne ya Tirkiyeyê ye.

Sedema ku evqas meh in, tecrît tê bikaranîn jî ev e. Di bingeha xwe de ev stratejî gelekî hat ceribandin. Almanya ev yek wekî "Ji Ocalan re na, ji PKK'ê re erê" bi na kiribû. Emerîkayê di van salên dawî de got qey ez ê bikaribim wekî "Ocalan re na, ji Ocalan re erê" bi nav bikim, lê Osman Ocalan di vî warî de jî bi ser neket.

Ya rast, "yên ku bi demê re neçin, bi demê re diçin."

Nizanim tê bîra we, di van 10-12 salên dawî de gelek weşanên kurdan henek û tinazê xwe bi guherînên di nav tevgera kurd de dikirin. Ma nedigotin "her roj stratejiyeke nû derdixin holê", ma nedigotin "ew jî nizanin li ser çi dînî ne". Encam? Yên ku bi demê re neçûn, bi demê re çûn û niha nînin.

Niha Sûriye tevlihev e. Îran fikaran ji xwe dike û mafdar e. Û Tirkiye di demek wiha de şer gûr dike. Gelo di demek wiha de, tecrîda ku tê bikaranîn dikare şer gûr bike, an kêm bike?

Xwediyên vê planê baş dizanin. Di nav kurdan de jî, niha bi milyonan kes hene ku dixwazin ev şer gûrtir bibe. Ji ber ku ew kurd, hêvî û daxwaza xwe ya Kurdistaneke Serbixwe, tenê di şerekî de dibînin. Ev tevlihevî hêviyên wan gûrtir dike. Emerîkayê jî hêviyên xwe bi dilîniyên wan ve girêdaye. Li Misrê jî, li Lîbya jî, li Sûrî jî dilîniyên girseyan bi vî rengî tên bikaranîn û di destê girseyan de tiştek namîne.

Wekî encam. Her kes diçe ser heqê xwe. Xuya ye ku kurd dizanin Tirkiyeyê riya xerab daye ber xwe û xuya ye ji ber vê yekê Newrozê di 18'ê adarê de dest pê kir. Xuya ye ji bo vê yekê Heftiya Lehengiyê tu salan bi vî rengî nehatibû pîrozkirin. Xuya ye, 4'ê avrêlê dê bi milyonan biherikin. Xuya ye dê cenaze ji girevên birçîbûnê bên. Û xuya ye ev zincîr dê xelek bi xelek were.

 


Gotinên miftehî :