1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. ZANISTA LÊP*, AN NEDESTÛRMENDÎYA** DI WARÊ ZANISTÊ DA?!
ZANISTA LÊP*, AN NEDESTÛRMENDÎYA** DI WARÊ ZANISTÊ DA?!,zanista,lêp,an,nedestûrmendîya,di,warê,zanistê,da

ZANISTA LÊP*, AN NEDESTÛRMENDÎYA** DI WARÊ ZANISTÊ DA?!

A+ A-

Nîvhekîman can derdane, Nîvulmdaran dîn derdane! (Ji gotinên pêşîyan)

Di Ajansa Nûçeyan a Firatê da 30-ê gelawêja 2012-an nûçeya “bi taybet” a Perwer Yaş a “Lêkolîna navneteweyî: Kurdî herî kêm 1500 salî ye” belavkirye. 

Bi r’astî, me di sêrî da ji çavên xwe bawer nekir, me got, dibe ku li vir şaşîya teknîkî çêbûbe, dibe ku 15000 bûye. Û ev jî, dîsî bi r’astî, li me hejmarek a p’ir mezin hate xuyan. Û berî ku dest bi lêger’înê bikin, me xwest bi bawer bin, k’a ew çi jimar e. Ji bo wê me berê xwe da wergera wê (yan – original?) a t’irkî, û li wir jî heman hejmar bû – 1500. 

Û li vir gotina zaneyarekî nas hate bîra min, ewî digot: “Wê demê bê, r’astî û çewtî wê wisa t’evî hev bibin, ku mirovê nikaribe wan ji hev bibijêre…!” Min wê demê bawer nedikir. Lê derk’et, ku ew, heya r’adeyekê, r’ast bûye… 


Ma çawa dibe, di cîhanê da, ev dused sal e, k’urdzanî heye, ewqas lêger’în û lêk’olîn li ser dîrok, çand, netewzanî (êt’nografî), ziman û wêjaeya k’urdî, hene, û jinişkêva, tiştekî weha ji ku derk’eve, li ser çi lêger’ênan? Li ser hemberhevkirina 100 p’eyvan? Lê, eger ew p’eyv ne yên bingehî bin, an ji zimanekî derbazî yekî din bûbin? Lê eger… Û tiştekî wisa avîtine holê, yê ku li ber t’u r’exneyek a zanistî xwe r’anagire. Û, de were, carek a din ji hinekan r’a r’avebike, ku ev wêjeya zarkî û nivîskî a ku bi zimanê k’urdî hatye afirandin, di nav xwe da gelek agahîyên kevnartirîn p’arastye. Ku gelek şêwazên zimanê k’urdî hene, yên ku hemşêwazên wan dertên hezarsala duyem a berî Îsa. Ku k’urdî laboratoîyek e zindî ye ji bo lêger’înên di warê zimanên cuda yên kevnar û mak-zimanê hindewropî da. Ku ç’avkanîyên dêrokî û berhemên zanistî yên giranbiha di drbarê van da hene… 


 Ma çiqasî cidî ye, ku mirov hilde sed p’eyvî hemberî hev bike û… 

Ji bo ku gotina me bê bingeh neyê xuyan, p’irtûka xwe ya “T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” ji bo xwendinê pêşnîyarî xwendevanê hêja bikin. Ev p’irtûk sala 2007-an di Weşangeha Zanîngeha Dewletê ya Sankt-Pêtêrbûrgê da hatye weşandin. Û di wê da li ser bingeha lêger’înên xwe yên zanistî yên di warê zimanê k’urdî da û li ser lêger’înên berê yên di vî warî da tiştne berovajî “daxuyanîyên” vê k’oma ku di nûçeya ANF da di derbarê wê da tê gotin, derk’tine hole… 


Her çiqas ew pirtûk bi bingehîn bi r’ûsî ye, lê di wê da pêvek û t’omerîkirin bi zimanên înglîzî (r’û. r’û. 110 – 138 û 165 – 169) û k’urdî (r’û. r’û.138 – 165 û 169 – 173) hene û şêwazê vê pirtûkê yê êlêktronî jî di întêrnêtê da hey, xwendevanê bikaribe bi van herdu navnşanan wê bibîne û bixwîne: http://kurdishcenter.ru/index.php?option=com_ joomdoc&view=documents&path=mamoyan.pdf&Itemid=100007 û http://www.ezdixane.ru/content/view/2086/2 


 Em baş têdigihîjin, ku ew xwendevan, ên ku bala wan li ser van pirsan heye, wê bi xwe bixwînin, lê dîsa jî emê ji vê p’irtûkê du parç’eyan, ên ku di derbarê vê pirsgirêkê da ne, pêşnîyarî xwendevanê xwe bikim û bila ew bi xwe r’astî û ner’astîyan ji hev bibijêre. 

Wha, li ser r’ûpelên 150 – 151-an: 

“...Wek ku tê xuyan, şêwazên lê, la, lê di k’urdî da berî şêwazên yê, ya , yên hebûne û di zimanên kevnar ên hindîranî da şêwazên evên dawîyê gihîştine destê me, ne ku ên pêşîn. Û ev şêwaz jî ji hezarsala duyem a berî Îsa gihîştine me. Dertê, ku şêwazên bi l – ê destpêkî di hîm-zimanê (mak-zimanê) hindewropî da hebûye, ji ber ku di şaxê zimanan ê arîyî (hindîranî) da ev l – ê destpêkî yê van peyvan êdî dengguhêr’î y bûye. Mînak: avêsta- ya , yā , sanskrît - ya , yā , farsîya kevnar- hya/ya.” 

Û, li ser r’ûp’elê 162-an: 

“…Dibêjin, ku Mêzopotamîya colanga çêbûna gelên hindewropî û şaristanîya hindewropî bûye. Îro k’urd û K’urdistan bi hebûna ziman, çanda net’ewî û wan bingehên hindewropî yên destpêkî va, yên ku di zimanê k’urdî da hatine p’arastin, govenîya vê didin. Her çiqas gelên hindewropî li cîhanê belav bûne, û di gelek hêjayî û nirxên t’omerî yên hevbeş da, ên ku wan bi xwe r’a birine, r’engê wan hatine guhar’tin, lê dîsa jî gelek şopên bingehên wan ên destpêkî di mak-welatê wan ê dîrokî da mane. 

 Û şop’ên van hemûyan jî divê di nav k’urd û K’urdistanê da biger’in...” 


Ji bilî vê, di vê p’irtûkê da navên gelek berhemên zanistî yên giranbiha hene (û ev p’irtûka me bi xwe jî li ser lêger’înên agahîyên di wan da hatye nivîsîn), û xwendevan, dikare gelek agahîyên hêja ji wan hilde... 

_________________ 

* Lêp – qelp, sexte 

**Nedestûrmendî - nekompêtêntî

Ezîz ê Cewo Ziimanzan, nivîsk’ar û r’ojnameger Endamê PEN-a K’urd û Yekîtîya r’ojnamegeran a R’ûssîyayê